Piştî 15 salan cîhan pêşniyara ‘di olê de reform’ a Ocalan nîqaş dike

img

ENQERE – Geşedanên ku di demên dawî de li Erebîstanê xwe didin der û daxuyaniyên der barê “reformê” de, pêşniyara Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan “di olê de reform û ronesans”  a piştî salên 2000’î xist rojevê bi bîr xist.  

Di demên dawî de geşedanên li Suûdî Erebîstanê xwe didin der, operasyonên gendeliyê, daxuyaniyên wek “me dev ji Wehabîtiyê” berda û yên der barê” reformê” de, bû cihê nîqaşên ka dê ev yek bi xwe re veguherîneke kokdar bîne yan na. Li herêmê nîqaşên divê “divê di Îslamê de ronesans pêk bê” tên kirin, lê belê cara ewil ê ku bi awayekî pergaliyî ev pêşniyar kir Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan e. 
 
Ocalan, di pirtûka xwe ya “Dîn Sorununa Devrimci Yaklaşim” de nêzîkatiya marksîzmê ku “olê wek afyonê” dibîne rexne dike û diyar dike ku “divê manewiyata civakê esas bê girtin, lê belê divê ol di çarçoveyeke sosyolojîk de bê fêmkirin. Lê belê bi pêvajoya Îmraliyê re, Ocalan bi awayekî sîstematîktir van nêrînên xwe pêşvetir dibe. Ocalan di parêznameya xwe ya “Ji Dewleta Rahîban a Sumeran ber bi Şaristaniya Demokratîk ve” de ku berpêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) kir, dest nîşan dike ku divê di olê de reform û ronesans pêk bê. 
 
Ocalan vê nîqaşê di çarçoveyeke sosyolojîk û zanistiyî de dike û wiha dibêje: “Bîrdoziyên olên yekxwedayî, ji serî heta binî bîrdoziyên siyasetê ne. Vegotina olî, têgehên wek Xweda, Pêxember û ferîşte lîteratura siyasî ya wê demê ye.” Ocalan diyar dike ku Ewropa şerên xwe yên navxweyî jî, bi ronesansa di xirîstiyanê de pêk anîn derbas kirin. Ocalan di parêznameya xwe ya “Parastina Gelekî” de bi awayekî berfireh li ser mijarê radiweste. Ocalan ji bo têkiliya di navbera baweriyan û etnîsîteyan de jî wiha dibêje: “Ji bo Îbrahîm a divê hêzdar bibe qebîleya wî ‘El’ be. Yehovayê Mûsa, ya divê bibe yek qewma Îsraîl, cihûyan e. Rebbê Îsa, senteza olî û wijdanî ya bindestên wê demê ye. Xwedayê Mihemmed, pêdiviya ku divê qebîleyên sereke bigihên hev û hêzdar bibin îfade dike. Ev tesawura hevpar a qebîleyên bedewî ye.” 
 
GOTINÊN OCALAN PÊK HATIN: DESPOTÎZM XWE RANEGIRT 
 
Ocalan tespîta “Saziyên şaristaniya demokratîk ronesanseke kêmtirîn, reforma di olê de û şoreşa ronahiyî divê. Ev sê pêvajoyên dîrokî û sereke di çanda Rojhilata Navîn de hatine jiyîn” dike û bi taybetî ji bo çi pêvajoya reformê li Erebîstanê dest pê dike dest nîşan dike û wiha dibêje: “Îsraîl li nêv sînga ereban pêş ket û heta niha çi qas netewperestî û oldariya erebî hêzdar kiribe jî, lê belê êdî bandoreke bereksê wê xwe dide der. Ji hêla cîhanê ve baş hat fêmkirin ku wê pevçûna kronîk a Ereb-Îsraîlê bi netewperestî û oldariyê neyê çareserkirin. Tenê devjêberdana ji pêşengên netewperest û oldar, derketina rêberên demokratîk dikare vê girêka heyî vebike. Hem şert û mercên hundur hem jî yên derve, wek mînaka Qibrisê divê bi hêla xwe ya çareseriya demokratîk bên pênasekirin. Ji ber vê Projeya Rojhilata Navîn a Mezin bi planên hîn şênbertir dikeve dewrê. Bi taybetî demokratîkbûyîna Suûdî Erebîstan û Misirê girîng e. Dewletên biçûk ên ereban ên din wek ku ji Iraqê ders girtibin, bi eleqe nêzî demokrasiye bûne. Li derve raya cîhanê û li hundur jî wê bêerîkirina ji bo civaka komunal ku hatiye berevajîkirin û sekna demokratîk li ber hişyarbûnê ne. Ne pêkan e ku dewletên ereb ên despotîk demeke dirêj xwe li hember van herdu diyardeyan rabigirin û qada demokrasiyê asteng bikin.”
 
Ocalan di heman pirtûkê de wiha dibêje: “Her diçe baştir tê fêmkirin ku bi tifaqiya bi DYA’yê re, di çarçoveya bernameyekê de heta Asyaya Navîn tev digerin. Bi îslama nerm a hatiye nûkirin re netewperestiya ereb a baasiyî, netewperestiya kemalîst a CHP’ê, mezhebparêziya Wehabîtiyê ya Suûdî Erebîstanê, Birayên Misliman a Misirê, li hemberî Hîzbullaha Îranê wek alternatîf derdikevin.” Erebîstanê daxuyand ku ew ê Wehabîtiyê biterikînin, Birayên Misilman li Misirê têk çûn, li Sûriye û Iraqê jî baastî serobino bû û niha Kemalîzm jî diperpite. 
 
KÎD’Ê NÎQAŞ KIR, LÊ ENCAM WERNEGIRT
 
Ocalan di hevdîtinên xwe yên di navbera salên 2013-2016’an de vê mijarê tim dixist rojevê û dixwest ku ev mesele bê nîqaşkirin. Paşê Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) hat avakirin û ev mesele bi awayekî qismî be jî hat nîqaşkirin, lê pêşniyarên Ocalan pêk nehatin. Heta pêşniyara Ocalan a “di olê de reform” ji aliyê çapemeniya AKP’ê ve wek “bêolîtî” hat nişandan û ev yek kirin malzemeya antî propagandayê. Lê belê, li gel van êrîşan jî Ocalan tim pêşniyarên xwe yê di warê reforma olî de û demokratîkbûyîna herêmê de parvekirin, heta ku hat tecrîdkirin. Ev pêşniyarên Ocalan ên di olê de reform û ronesans ev demeke li Suûdî Erebîstanê rojev e. 
 
Nivîskar Hamîde Yîgît ku herêmê ji nêz ve dişopîne, di daxuyaniyeke xwe ya ji bo Ajansa Mezopotamyayê da de, dest nîşan kiribû ku ev mijar ji bo Erebîstanê girîng e, lê belê ew ê Erebîstan vê yekê pêk neyine. 
 
KONGREYA ÎSLAMA DEMOKRATÎK 
 
Serokê MAZLÛM-DER’ê yê berê û Hevberdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen ku di nav xebatên Kongreya Îslama Demokratîk de cih girt ji bo vê rewşa Erebîstanê wiha got: “Li holê ye ku ne mumkun e ku rewşa heyî bidome. Her çi qas dem bi dem zilamên oldar fetwayên komîk bidin û li ser navê olê helwestên ku dûrî zanistê û aqil in bên nişandan jî, taliyê ev mikurhatineke ku ne mumkun e li Suûdî Erebîstanê rewşa heyî bidome.Yanî qebûlkirina pêdiviyekê ye. Îjar wê vê pêdiviyê qebûl bikin û li gor wê tev bigerin an ji bo berdewamkirina saltanata xwe wê bi geşedanên nû destên xwe xurt bikin…”  
 
Bîlgen ev tişt gotin: “Pêdivî vejandineke nû ye, pêkanîna tevgerîna tecrîdê, li rojavayê pêkanîna xebateke ronesanswarî, lêpirsîneke têkildarî armanca olî û rûberîhevkirinê ye. Ya ku dê rê li ber jiyana bi hev re ya bawerî û nasnameyên cuda vebike ev e. Lê wê Suûd vê yekê bike yan na; ev yek têkildarî ku dê dev ji çi berdin û çi bernedin bi xwe ye. Wê dev ji qesrên xwe berdin, wê der barê gendeliyên xwe de hesab bidin? Têkildarî vê tu îşaret tune ne, bereksê wê hîn jî taasubî, fanatîzmeke olî û siyaseteke ku rê li ber pevçûnên cudahiyên herêmê vedike heye.” 
 
Bîlgen, dest nîşan kir ku di olê de nûkirin û reform ne têkildarî “paşperdeya olê”, têkildarî “bikaranîna olê ya ji aliyê navendên hêzdar” ve ye û ev tişt gotin: “Helwesta Kongreya Îslama Demokratîk û banga Birêz Ocalan, di warê argumanên sereke yên wekjiyaneke bihevre, wekhev, azad, fıtrat û xwezaya mirovan û huqûqa gerdûnî de divê ji nû ve esas bên girtin.”