Sasayê di konsera xwe de qedexe protesto kir

img
AMED - Hunermend Sasa ku li Amedê konser da, diyar kir ku di demên dawî de konserên wê tên qedexekirin û wiha got: “Xerabî û qedexe her dem neçarî têkçûnê ne.” 
 
Hunermend Sasa li Navenda Çand û Kongreyan a girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê derket ser dikê û beriya konserê ragihand ku konsera wê ya li Mêrdînê hatiye qedexekirin. Sasayê, got ku beriya niha jî konserên wê yên li Wan, Meletî û Kayseriyê hatine qedexekirin û dihat payîn ku konser li eywana konferansan a hotêleke li bajar bihata lidarxistin lê bi hinceta “arizeyên teknîkî” hatiye taloqkirin. 
 
Sasayê, da zanîn ku di turneyê de 3 konserên wê hatine qedexekirin û wiha got: “Duh konsera Wanê qedexe kirin û îro jî ya Mêrdînê. Îktîdarê tu caran ew destên xwe yên qirêjî û nebaş li ser hunermendan ranekir. Lê her tim îktîdarê winda kir. Qedexe û nebaşî her tim mehkûmên têkçûnê ne. Hêvîdarim em bi hev re rojên ronî bibînin.”
 
Piştî axaftinê jî Sasayê bi stranên kirmanckî, kurmancî û tirkî stranên xwe got.