Malbata Şenyaşar piştî 6 sal û 4 mehan şîn danî

  • rojane
  • 14:17 24 Cotmeh 2024
  • |
img
RIHA - Malbata Şenyaşar ji bo ferdên malbata xwe yên hatin kuştin piştî 6 sal û 4 mehan şîn danî. 
 
Ji bo Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Celal û Adil Şenyaşar ên di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê di êrişa parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin piştî 6 sal û 4 mehan şîn hate danîn. Fadil Şenyaşar ê di êrişê de bavê xwe û du kekên xwe windakirin û pişt re hate girtin û malbata wî li eywaneke li navçeya Pirsûsê daxwazên sersaxiyê qebûl dikin. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol, birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan, parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredarên wê û gelek nûnerên rêxistinên sivîl beşdarî şînê bûn. 
 
BAYINDIR: TÊKOŞÎN DÊ BI AZADIYÊ TACÎDAR BIBE
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar, dayika wî Emîne Şenyaşar, Fadil Şenyaşar ê hate berdan û ferdên malbatê yên din kesên tev li şînê dibin pêşwazî kirin. Di şînê de ji bo kesên jiyana xwe ji dest dan mewlîd hate xwendin. Bayindir ê di şînê de axivî, bertek nîşanî êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û wiha got: “Em ê bi têkoşîna dayika Emîne ya bênavber domand bibin bersiv. Têkoşîna dayika Emîne têkoşîna heqîqetê ya Kurdistanê ye. Êşa dayikê bû êşa me hemûyan. Ev têkoşîn têkoşîna demokrasiyê ye. Têkoşîna me dê bi azadiyê tacîdar bibe. Kesên zilmê dikin dixwazin mirinê li me ferz bikin. Lê vê bizanin ku bi milyonan kurd li ber xwe didin û bedelên mezin didin. Em dibêjin êdî bes e. Êdî bila kes bi çeka dewletê kesê nekuje. Em vê qebûl nakin. Ev têkoşîna demokrasî û azadiyê ye. Em her tim rêya çareseriyê nîşan didin. Em daxwaz heq û edaletê dikin. Daxwazeke me ya din nîne.”
 
‘EM BI GELÊ XWE BAWER IN’ 
 
Bayindir, destnîşan kir ku divê gelê kurd bibe yek û ev tişt gotin: “Em bi gelê xwe bawer in. Dayika Emîne çawa gihiştibe kurê xwe dê têkoşîna gelê kurd jî bigihe armanca xwe. Heta ku bigihe em ê bimeşin. Bila kesek teslîmbûnê li me ferz neke. Me beriya 100 salan qebûl nekir em ê niha jî qebûl nekin. Ji bo me yekitî û xwişk û biratî lazim e. Îro ev yekitiya me li eywanê pêk hatiye. Ev yekitiya li vir dê li kolanê were avakirin. Baweriya me bi dayika Emîne û Dayikên me yên Aştiyê heye. Kesên ku winda bikin dê bibin ên zilmkar. Nemrûd bi zilmê bi serneket dê peyhatiyên wan jî bi ser nekevin. Gelê kurd dê di pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan de bigihe mafên xwe. Ev ya ji bo me helal e. Em bi sed salan e li ser vê axê dijîn. Em ê her tim li ser vê axê bi zimanê xwe bijîn.”
 
‘ME JI BO HERKESÊ EDALET XWEST’ 
 
Ferît Şenyaşar jî qala tiştên di sala 2018’an de qewimîn kir û wiha got: “Me di wê serdemê de şîn nedanî. Em îro bi hev re deynin. Pirsûs cihekî girîng e. 33 Rêwiyên Xeyalan li vir hatin qetilkirin. Dayika min nîşanî herkesê da ku bi berxwedanê dikare encam were girtin. Desthilat neçar ma daxwaza dayika min qebûl bike. Weke parlamenterekî çawa ku min piştgirî da dayikê ez amade me ku piştgiriyê bidim herkesên têdikoşin. Bila kes bêdeng nemîne. Kes nikare xwe bide pişt alê an jî Erdogan û zilmê bike. Em spasiyên xwe pêşkeşî kesên di pêvajoya têkoşînê de piştgiriya me kirin. Em spasiya xwe pêşkeşî herkesên ku bi armanca piştevaniyê hatine jî dikin.”
 
DAYIK ŞENYAŞAR: BILA KES LI GIRTÎGEHAN NEMÎNE 
 
Emîne Şenyaşarê jî spasiyên xwe pêşkeşî herkesên ku piştgirî dan wan kir û wiha got: “Hêj jî kesên bêsûc di girtîgehan de tên ragirtin hene. Gelek zilm li me kirin. Em spasiyên xwe pêşkeşî herkesên ku piştgirî dan me dikin. Em bi saya we têkoşiyan. We em bi tenê nehiştin. Me ji herkesê re edalet xwest. Hêvî dikim ku edalet were û hemû kesên di girtîgehan de demildest bên berdan.”
 
Şîn dê heta saet 17.00’an berdewam bike. 
 
 
 
 

Sernavên din

16:09 Girtî Karataş piştî 31 salan hate berdan
15:33 Babacan ji îktîdarê re got: Tenê yek saeta em winda bikin tune ye
15:22 Cenazeyê Acar a hatibû îdiakirin întîhar kiriye hate veşartin
15:07 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Birêz Ocalan amade ye lê dewlet? HATE NÛKIRIN
14:56 Tenduristvan: Divê peywira berpirsyaran bê bidawîkirin
14:54 Cenazeyê Demîrtaş a hate qetilkirin hate veşartin
14:53 ÎHD: Divê gavên pêbawer bên avêtin
14:20 Leşkeran posterên Ahmet Kaya dan jêbirin
14:17 Malbata Şenyaşar piştî 6 sal û 4 mehan şîn danî
14:16 Li Şengalê bertek nîşanî êrişên hewayî hate dayin
13:41 DBP: Sekna me ya li dijî êrişan dê berxwedan be
13:08 Serra Bucak: Divê em tevek ji bo aştiyê bixebitin û ev berpirsyariya me tevan e
12:57 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî hevdîtina li Îmraliyê daxuyanî da
12:55 Yerlîkaya nav aşkere kir
12:53 Faîlê ku Evîn Demîrtaş qetil kir 3 roj in winda ye
12:15 Mazlum Ebdî: Tirkiye sivîlan hedef digire, ev sûcê şer e
12:04 Serdana 20 girtîgehan hate kirin: Gelek binpêkirinên giran hene
12:01 HSD: Em ê li dijî van êrişan Rojava biparêzin
11:50 Rêveberiya Xweser: Dewleta tirk sûcên şer dike
11:46 Bi hinceta ‘ragihandina rêxistinî’ şandina çîrokê ya ji zarok re asteng kirin
11:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdanek nû kirin
11:15 Cerdevanên nexwestin biçin operasyonê daxwaznameyên îstîfayê dan
10:58 Di doza rojnameger Muftuoglû de biryara beraetê hate dayin
10:41 Girtiya ku hatibû îdiakirin întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da
10:28 Karayilan: Aliyê kurd nabêje na lê rê nade taktîkên şerê taybet jî
10:26 DEM Partî: Divê demildest dawî li bombebarankirina li dijî qadên jiyana sivîlan bê anîn
10:10 Tehliye bi hinceta ‘halnebaşiyê’ tên astengkirin: Ezyetê li girtiyan dikin
10:05 Ji Abdullah Ocalan peyama ewil
10:03 Serokê Baroya Amedê Guleç: Destnîşankirina mafê hêviyê girîng e
09:58 Di êrişa li dijî stasyona Siwêdiyê de 8 kes hatin qetilkirin
09:54 Dayikên girtî beriya danişînê banga piştevaniyê kirin
09:13 Li Herêma Kurdistanê niha jî nîqaşên avakirina hikûmetê dest pê kirin e
09:08 Serokê Şaxa ÎMO'yê Korkmaz: Amed ji bo erdhejê ne amade ye
09:03 Di 21 rojên girtîgehê de 15 caran sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin
09:01 Dêrik: Xeta Bêrîtan hê jî li dijî 'xiyanetê' li ber xwe dide
09:00 ROJEVA 24’Ê COTMEHA 2024’AN
08:44 Piştî 43 mehan li Îmraliyê hevdîtina ewil hate kirin
08:17 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî Şengalê kir
08:12 Di êrişên dewleta tirk de 4 kes hatin qetilkirin û 15 kes birîndar bûn
23/10/2024
21:42 MYK a DEM Partiyê: Di demek wisa de êriş ne tesaduf e
16:29 Li ber TUSAŞ'ê teqîn: 4 kesan jiyana xwe ji dest da
15:27 Îdianameya cînayeta Narîn Guran hat qebûlkirin
15:10 Di doza kuştina 5 kesan de daxwaza cezayê muebeda girankirî
14:44 Avakirina Pêşeroja Bajarvaniyê: Divê di navbera şaredariyan de pirên xurt bên avakirin
14:11 ‘Li Tirkiyeyê tenduristî veguherandin qada bazirganiyê’
13:50 Karkerê ji ber formayê Amedsporê êriş lê hatibû kirin hate berdan
13:49 Bûcak: Ji bo avakirina torên piştevaniyê em li cihê wê û di dema rast de ne
13:41 Kesên di erdheja Wanê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn
13:09 Ozel: Em aştiya civakî diparêzin
12:55 Bayindir: Divê em têkoşîna xwe hêj mezintir bikin
12:49 Doza siyasetmedaran ji bo parastinên xwe temam bikin hate taloqkirin
11:32 Ozel: Heta kurd nebêjin ‘pirsgirêk nema ye’ ev pirsgirêk heye û divê bê çareserkirin
11:24 Remzî Kartal: Dibe ku li pişt daxuyaniyan planeke bixeter hebe
11:02 Serokê Giştî yê EMEP’ê: Divê her kes ji bo çareseriyê berpirsyariyê li xwe bigire
10:37 Amedî ji bo çareserî û aştiyê çi dibêjin?
10:24 Li Tetwanê bi ser malan de girtin
10:22 Parêzerê îtîrafkar Akbiyik di heman kêliyê de qaşo hem li emniyetê hem jî li edliyeyê bû!
10:03 Girtî Karak pêkanînên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Sîncanê vegotin
09:30 Şaredarvaniyê ku jinê esas digire: Armanca me afirandina qadên jiyanê ye
09:06 Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê berdana 15 girtiyan salekê hat taloqkirin
09:06 Bîrdal: Bila Enqere daxuyaniya fermî bide, muxatab Ocalan e
09:03 Li nexweşxaneya Elkê ne bijîşk ne jî alav hene!
09:00 Ji MEDYA-DER’ê banga ji bo kurdî: Werin li mala xwe fêrî zimanê xwe bibin
09:00 ROJEVA 23'YÊ COTMEHA 2024'AN
22/10/2024
22:03 Qetilkirina jinan protesto kirin: Êdî Bes e
15:22 Ozel: Divê ev meseleye li ser maseyeke hemû partî lê civiyayî bê axaftin
15:10 Ji bo parêzer Ekmekçî biryara tehliyeyê hate dayin
15:00 ‘Çeteya Yenîdoganê, encama veguherîna di tenduristiyê de ye'
14:13 Hatîmogûllari: Divê ‘mafê hêviyê’ yê Ocalan were bicihanîn
14:10 Parêzerê Abdullah Ocalan: Divê destûra hevdîtinan bê dayîn
13:41 Di madena Somayê de hezaz çêbû: Karkerekî jiyana xwe ji dest da
13:40 Dayikan bersiv dan Bahçelî: Heke hûn çareseriyê bixwazin wê demê şer bi dawî bikin
13:21 ‘Mafê hêviyê’ yê ku Bahçelî qala wê dikir çi ye?
13:20 Piştî 7 salan şîn hate danîn
12:50 Cezayên nû dan 5 girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê
12:44 Hatîmogûllari: Muxatabê aştiyê Ocalan e, Meclis cihê çareseriyê ye
12:39 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Li dijî şer divê têkoşîna azadiyê xurt bibe
12:38 Bahçelî yê ku tecrîdê qebûl kir ji bo ‘mafê hêviyê’ jî şert danî
12:02 Demîr a DEM Partiyî hate berdan
11:39 Derheqê rojnameger Gok de lêpirsîneke nû hate destpêkirin
11:28 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:26 Bi ser erdheja Wanê re 13 sal derbas bûn lê hêj jî tevdîr nehatine girtin
11:17 Girtiyê ku tê gotin du sal temenê wî maye: Guh bidin qêrîna me
10:54 Xizmên kesên di Komkujiya Licê de hatin qetilkirin 31 sal li benda edaletê ne
10:48 Komîsyon ji bo giliyên hilbijartina Başûr hatin avakirin
10:43 Di şewata li malekê de derket 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan
10:35 Turkdogan: Daxuyaniyên Ozel girîng in divê daxwaza rakirina tecrîdê jî bike
10:04 DAIŞ’ê wê li Rihayê jî dîlgirtî ye: Asya li benda vegera Şengalê ye
09:52 Gelo dê kîjan partî çiqasî alîkariyê ji xizîneyê bigire?
09:46 Bi ser wefata helbestvanê kurd Cegerxwîn re 40 sal derbas bûn
09:38 Bi tecrîdê re sînorê birçîtiyê 19 qet zêdetir bû
09:01 Şêniyên gundê Pûrantê ji çêkirina rêya gund kêfxweş in
09:00 'Sedema krîzê desthilat e, çare jî guherîna desthilatê ye'
09:00 Germava Zumrudê 4 sal in girtî ye
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2024'AN
08:38 Li Edeneyê 3 kes hatin kuştin
08:32 Ji bo Herêma Serhedê hişyariya berfê
21/10/2024
23:47 Di lêpirsîna Narînê de ji bo 4 kesan cezayê muebeda giran hat xwestin
21:06 Cegerxwîn li Amedê hat bibîranîn
15:16 Kampanyaya 'Azadiyê' ya ku êzdiyan da destpêkirin salek li pey xwe hişt