Weşanger di zorê de ne: Heta kengî zem?
- çand û huner
- 10:31 15/11/2018
Li Tirkiye ji ber ku qîmeta dowîz li hemberî tl zêde dibe, bandorê li ser buhayê kaxizan û sektorên weşanê jî dike. Ji ber buha û zema zêde sektora weşangeriyê ketin nava zorê. Weşangeran bi gotina "Ma ev zem dê heta kengî zêde bibin?" û bertekên xwe anîn ziman. Weşangeran anîn ziman ku mehê zor û zahmet li pêş wan in.