Sîlueta Keleha Dîlokê tê tarîkirin!
- çand û huner
- 09:24 20/4/2018
Sîlûeta Keleha Dîlokê, ji ber avahiya muzeyê ku Şaredariya Mezin a Dîlokê çêdike, sîber dike.
Sîlûeta Keleha Dîlokê, ji ber avahiya muzeyê ku Şaredariya Mezin a Dîlokê çêdike, sîber dike.
Nivîskar û helbestvanê Kurd Selîm Temo, zextên li ser ziman û wêjeya Kurdî anî zimên. Temo, qedexekirina heyî jî ji bo Kurdî weke derfetekê nirxand. Selîm Temo derbarê zextên li ser çapemeniya Kurdî de jî wiha got: "Gelek kesan zimanê xwe bi rojnameya Azadiya Welat nas kirine. Azadiya Welat di çapemeniya Kurdî de wekî dara rûmetê ye."
Gazete Karinca “Ji 1915’an heta niha: Portreyên Ermeniyan” ku ji projeya Aurora Prîzeyê berhev kir weke pirtûk hat çapkirin. Yek ji wergêrên pirtûkê Lokman Sazan got: “Bi vegotina wan xwendina van mirovan, belkî jî bibe munasebeta hevrûbûn û aştiyê.”
Derhênerê fîlmê “Kaçiş” (Rev) Kenan Kavût ku di fîlmê xwe de çîroka koçberekî sûriyeyî yê di şer de malbata xwe winda kiriye û ji welatê xwe koç kiriye vedibêje got: “Îktîdar mirovên bêguneh ber bi şer ve hêl dikin. Li erdnîgariyeke ku şer lê hebe, mirin ji jiyanê zehmetir e.”
Mehmet Vûral ku di 14 saliya xwe de hînî çêkirina baxlemeyê bû, 24 salin baxlemeyan çêdike. Vûral behsa karê xwe kir û got: “Tekane tişta ku cîhanê rizgar bike muzîk e. Muzîk tu carî daxilî şer û xerabiyê nabe.”
Derhênerê fîlma “Hewno Bêreng” Mehmet Alî Konar, diyar kir ku wî xwest ji çavên zarokan bûyerên herêmê yên di salên 1990’î de rû dan vebêje û got: “Min xwest derûniya zarokên Kurdistanê ragihînim.”
Li navçeya Çeşme ya Îzmîrê Hurermend Mercan Gorkem ku sûretan (resîman) xêz dike li şûna tuala caw, li ser text suretan xêz dike. Gorkem, diyar kir ku hestê xwe bi firçeyê li ser text xêz dike.
Fîlmê “Hewno Bêreng” yê derhêniya wî Mehmet Ali Konar kiriye di 37'emîn mihrîcana fîlman a Stenbolê de li sînemayê hat peşandan.
Xebatkara Weşanxaneya Otonom Melîs Înan, diyar kir ku piştî Çapxaneya Gun hat desteserkirin nikarin çapa pirtûkên xwe yên nû bikin û wiha got: "Zext ne tenê bi îro sînorkirinî ne. Naxwazin em xwe biginin rastiyan."
Lîstikvanên jin ên salon li wan hatin qedexekirin, bertek nîşanî helwesta Serokê Meclisê Îsmaîl Kahraman da û wiha got: “Ji bo em stranan bêjin pêdivîya me ji rohahiyê û ji bo em şanoyê bikin jî pêwistiya me ji salonan tune ye. Bi taybetî kesekî ji meclîsê xwe tev li vî karî bike ne hed e. Pênekonk e."
Pirtûka “Oglanlar” ku bedenê wekî “qada cengê” û mêraniyê jî wekî “tiryakê” destnîşan dike, ji Weşanên Guldunyayê derket. Nivîskar Jessica Schiefauer diyar dike ku zayendîbûyîn ji bo keç û mêran şer e.
Ji avakarên Mala Hunerê ya Degîrmenê Esra Çagin, diyar kir ku ew bi hunera alternatîf tev geriyane û got: "Em dikarin bi hevdu re hin tiştan bikin. Em dikarin hem ji bo hunerê, hem ji bo taxa me tiştên xwe bikin."
Nivîskar Rengîn Kardelen diyar kir ku wêje bîr û xwezaya civakekê ye û got: “Tu civakeke ku berhemên xwe yên wêjeyî, çîrok, roman û helbestên xwe dinivîsîne tune nabe, nayê tunekirin. Wêje inyada vejîn û hebûnê ye, jîndarkirina vîna nirxên çandeyî û dîrokî ye.”
Albûma nû “Lorîn” a hunermend Mizgîn derket. Mizgîn behsa albûma xwe û bandora muzîkê kir. Mizgîn ku terhên cuda tîne gel hev got: “Min xwest di albûma xwe de herçar perçeyên Kurdistanê bînim gel hev.”
Karkerê înşaatê Hakan Ottaşê ku tesîr ji karkera tekstîlê helbestvan Sennûr Sezerê wergirt û dest bi kişandina wêneyan kir, dê wêneyên ku di 5 salan de kişandine di înşaata ku lê dixebite de pêşkeş bike.