Derhêner Demîr: Cano fîlmê hevrûbûyînê ye
- çand û huner
- 09:23 01/3/2018
Derhênerê fîlmê "Cano" ê li !f İstanbulê hat pêşandan Mehmet Salih Demîr, bal kişand ser paşperdeya polîtîk a fîlm û got: "Ji bo ez û xwe rûbarî hev bikevin ketim rê."
Derhênerê fîlmê "Cano" ê li !f İstanbulê hat pêşandan Mehmet Salih Demîr, bal kişand ser paşperdeya polîtîk a fîlm û got: "Ji bo ez û xwe rûbarî hev bikevin ketim rê."
Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegertiya Metîn Goktepe ku 21 salin pêk tê, destpê kir.
Koma Şanoyê ya Çêverê Asmêni, ji bo zimanê xwe yê kirmanckî yê dinava zaravayîn windabûyî de biparêzin, di lîstikên şanoyan de didin jiyîn. Endamê komê û lîstikvan Velî Kîşîoglu, diyar kir ku xezîneyeke her zimanî û çandeke wê ya hezarî salan heye.
10 jinên hunermend ên ji bo êşên jinan, evînî, cudahî û çîroka koçberiyê vebêjin kom bûn, dê albuma hunermendan a bi navê “On kadin (Deh jin)” di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de derxin.
Lîstikvan Nazmî Karaman, diyar kir ku bi OHAL'ê re binpêkirinên mafan zêde bûn û vê yekê bandor li ser dika şanoyê jî kir û ev tişt got: "Dema hemû derfet ji destê we girtin, hûnê afrîneriya xwe derxin pêş. Tişta ku me bigihîne ronahiyê jî ev e."
Elewiyê Ereb ê ji Hatayê Nurettîn Bolat ku dijberî pişaftina çandê têdikoşe, diyar kir ku hemû rejîmên ku zextê dikin, ji hunerê ditirsin û got: "Ji ber huner guhertinê pêş dixe, rejîm herî zêde ji hunerê ditirse."
Îbrahîm Yalçin bajar bi bajar digere û li kuçeyan ji bo zarokên pere qezenc dike. Yalçin, bi pirojeya "Li 81 bajarî ji bo zarokan lêxe" civakê serwext dike, piştgiriya aborî dide zarokên kurd û zarokên di şer de mexdûr bûne.
Rifat Baran li gundê Gomikê dimîne, tev li dîwana gelek dengbêjin herêma Serhedê bûye û guhdar kiriye û fêrî kilaman bûye. Baran 50 sal e li ser şopa dengbêjiyê ye û deng û gotinên xwe tev li dîroka dengbêjiyê dike.
Derhênerê fîlmê "Gorunmez Kadin" Lutfu Erdem, destnîşan kir ku wî xwestiye jina ku di civakê de tune tê hesibandin xuyangtir bike û wiha got: "Min xwest zimanekî ku li ber windabûnê û jina ku nayê xuyakirin bînim gel hev û hîsiyatekê biafirînim."
Li Enqereyê, îro Mîhrîcana Fîlmên Japon a 14'emîn dest pê dike. Wê mîhrîcan heta 22'yê Sibatê dewam bike.
Derhênerê fîlmê Zer Kazim Oz aşkera kir ku fîlmê Zer li Tirkiyeyê sansur kirin û fîlmê wî li derveyê welat gelek xelat girtin. Oz, da zanîn ku sansura li ser fîlmê Zer, pêkanînên desthilatdariya AKP'ê ye û wiha got: "Ev hikumet ji hunerê dûr e û tiştekî fêm nake."
Belgefîlma "Suyun Olum Tarihi" ku der barê Heskîf û Geliyê Dîcleya ku dê di bin Bendava Ilisûyê de bimînin hatiye kişandin, êdî wê li ser înternetê jî bê temaşekirin.
Li herêma Serhedê tenê Abdulmecît Emen çanda reşikê berdewam dike. Emen ji ber ku xwedî li vê pîşeyê û çandê derdikeve gelekî kêfxweş e.
Wênesaz Ayşe Gîrgîn wêneyê xwe di pêşengeha bi navê “Ji bo dîtin û fêmkirinê nêz bibe, pişt re…” anî ba hev. Gîrgîn di qewimînên serdema qedexeya derketina derve de jî kir tuale û got bi xêzkirina wêneyan ew pêdiviya civakê ya ji bo aştiyê vedibêje.
Hunermendê kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê Yedê Şakîrî, bi guhdarkirina Hesen Zîrek dest bi rêwîtiya xwe ya muzîkê dike û hêj ev rêwîtî dewam dike. Şakirî di nava şer û zextan de mezin bûye, ji ber qedexeyan nikaribû albuma xwe li welatê xwe derxe, li Stenbolê derxist. Şakirî dê bi rêyên qaçaxî albuma xwe bişîne welat.