NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiya li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê de ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dewam dike, îşkenceya Îmraliyê û êrîş hatin protestokirin.
Di çalakiya rûniştinê ku ji 25’ê Çileya 2021’an ve ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome de îşkenceya li Îmraliyê hat protestokirin. Çalakiya rûniştinê ya vê hefteyê aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Tevgera Jinên Ciwan ên Têkoşer (TEKO-JIN) dewr girt.Li ser navê Komîteya Çalakiyê Ramazan Amed axivî.
Ramazan berpirsiyariyên Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT), NY û saziyên navneteweyî ya li hemberî îşkenceya tecrîdê bi bîr xist û anî ziman ku êrîşên li dijî Başûrê Kurdistanê bi hevkariya dewleta Tirk û PDK’ê pêk tên. Ramazan diyar kir ku bi van êrîşan komkujiya li ser gelê Kurd û topyekûn dagirkirina Kurdistanê tê hedefgirtin û wiha got: “Gelê Kurd, bi taybet Kurdistaniyên li Cenevreyê heta ku êrîşên dagirkeriyê bi dawî nebe û Rêber Apo azad nebe, li qadan bin.
Piştre ji aliyê aktivîstê TCŞ’ê Ramazan Qoser ve daxuyanî hat xwendin. Çalakgeran bi dirûşmeya "Dem dema azadiyê ye" de çalakiya rûniştinê domand.