NAVENDA NÛÇEYAN - Hat daxuyandin ku di hezaza li Papua Gineya Nû de çêbûbû ji 2 hezar kesî zêdetir di bin axê de maye.
Li welatê Papua Gîneya Nû ya li başûrê Pasîfîk dimîne, di 24’ê gulanê de hezaza axê çêbûbû û rê li ber karesatek mezin vekiribû. Hikumeta wî welatî ragihand ku hejmara welatiyên di bin axê de mane ji 2 hezar kesî zêdetir e. Hikumetê da zanîn ku hezaza axê li gundê Kaokalam ku li devera bi çiya dimîne 3u bi ser bajarê Enga ve ye pêk hatiye û ji ber vê yekê ji Neteweyên Yekbûyî (NY) alîkariyê xwest.
Navenda Afada Neteweyî ya Papua Gîneya Nû jî daxuyanî da û ragihand ku ji 2 hezar kesî zêdetir di bin axê de mane û felaketê rê li ber xesarek mezin vekiriye.