Hejmara kesên di êrişa li Moskowê de jiyana xwe ji dest dan gihaşt 133'yan
- cîhan
- 18:12 23/3
Hejmara kesên ku li paytexta Rûsyayê Moskowê di êrişa li dijî salona konserê de jiyana xwe ji dest dan, gihaşt 133'yan.
Hejmara kesên ku li paytexta Rûsyayê Moskowê di êrişa li dijî salona konserê de jiyana xwe ji dest dan, gihaşt 133'yan.
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin hêza li pey êrişa Moskovê wek Ukraynayê nîşan da û got: “Em ê hemû faîl û organîzatoran tespît bikin û ceza bikin.”
Hejmara kesên di êrişa Moskovê de jiyana xwe ji dest dayîn derket 93’yan û 121 kes jî birîndar in. DAIŞ’ê êriş li xwe girt û heta niha 11 kes hatine binçavkirin.
Di encama êrişa li dijî eywaneke konserê ya li paytexta Rûsyayê Moskovê de herî kêm 40 kes hatin kuştin û 146 kes birîndar bûn. DAIŞ’ê êriş li xwe girt.
Gelek êrişkar êrişî saloneke konserê ya li Moskowê kirin. Hat diyarkirin ku gelek kesan jiyana xwe ji dest daye û birîndar bûne.
Di çalakiya li ber ofîsa NY'yê de hat destnîşankirin ku pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" bi biryardarî didome.
Artêşa Îsraîlê, bi balafirên şer êrîş bi ser bajarê Refahê yê li başûrê Xezayê û gelek filistîniyan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî anketa derketina sindoqê, Vladîmîr Pûtîn hilbijartina Serokatiya Dewletê ya Rûsyayê bi rêjeya ji sedî 87,8 a dengan bi dest xist.
Parlamentoya Ewropayê, “Qanûna Azadiya Çapemeniyê” ku rojnameger û dezgehên çapemeniyê yên li welatên Ewropayê li dijî mudaxileyên aborî û siyasî diparêze, erê kir.
DMME û MPKE’yê ji bo Demîrtaş û Kavala biryara “Divê tavilê bên berdan” dabû. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî ji bo ev biryar were bicihanîn, dixwaze prosedûra binpêkirinê bide destpêkirin û bi mebesta girtina tevdîran îro dicive.
Wezîrê Karê Derve yê Îsraîlê Israel Katz diyar kir ku Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan “Yek ji serokên di dîrokê de herî zalim û dijberê cihûyan e.”
Ji destpêka îsal heta niha di êrişên DAIŞ’ê yên li çolên Sûriyeyê de 195 kes hatin kuştin.
Di êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezayê de hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane derket 30 hezar û 960’an.
Ji Komîteya Amadekar Meral Şîmşek ku der barê Hefteya Çandê ya Jinên Kurd de axivî, diyar kir ku wê Hefteya Çandê bi meşa "Ji Ocalan re azadî" a di 8'ê Adarê de bê lidarxistina, dawî bibe.
Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku di êrişa Hamasê ya di 7’ê cotmehê de li dijî Îsraîlê kirî de gelek “sedemên maqûl” hene ku bawer bikin tundiya zayendî, tecawizên komî û miameleyên dermirovî hatine kirin.