‘Bila lêçûnên dadgehê yên dozên ekolojiyê ji aliyê dewletê ve bên dayîn'
- ekolojî
- 15:26
Rêxistinên jîngehê û mafên mirovan ku "Kampanyaya Edalet ji bo Xwezayê" dan destpêkirin, daxwaz kirin ku dewlet lêçûnên dadgehê yên dozên ekolojiyê û bajar bide.
Rêxistinên jîngehê û mafên mirovan ku "Kampanyaya Edalet ji bo Xwezayê" dan destpêkirin, daxwaz kirin ku dewlet lêçûnên dadgehê yên dozên ekolojiyê û bajar bide.
Li gor texmînên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, tê payin ku li 22 bajaran baran bibare.
Holdînga Çelîklerê dixwaze li gundê Karakaya ku gundê yek ji pêşengên şoreşger Îbrahîm Kaypakkaya ye, kana keviran veke. Gundî dibêjin ku gundê wan bi taybetî hatiye hilbijartin û gotin: “Dixwazin vî gundî ji hev belav bikin.”
Dîmenên qirkirina daran a li gundê Awalê yê li quntarê Çiyayê Gabarê hatin kişandin. Tê dîtin ku cerdevan qirkirina daran di bin çavdêriya leşkeran de dikin.
Li herêma Besta ya Şirnexê, di bin çavdêriya cerdevan û leşkeran de qirkirina daran didome.
Li Wanê bajarsaziya bêplan bi awayekî bi lez û bez mezin dibe û qadên hêşîn jî roj bi roj kêm dibin. Plansazkerê bajaran Ferhat Kayalik diyar kir ku ev bajarsaziya bêplan ji ber nekontrolkirina rêveberiyên xwecihî pêk tê û got: "Bi bajarsaziya bêplan qalîteya hewayê û hevsengiya ava binê erdê têk diçe. Wan, her ku diçe dibe bajarekî germ û hişk."
Li gel hemû nerazîbûn û îdiayên walîtiyê ku gotibû "êdî dê dar nayên birîn" jî birîna daran a li Çiyayê Gabarê berdewam dike.
Ekolojîstan, diyar kir ku şewata di daristanên Merîwanê 6 rojan berdewam kiriye û şewatê zirareke mezin daye herêmê.
Hevberdevkê Komeleya Ekolojiyê ya Wanê Erdogan Oduk diyar kir ku ji bo li 5 bajarên Serhedê 700 hezar û li tavahiya Kurdistanê jî 2 mîlyon dar bên çandin amadekariyê dikin û ji bo tevlibûna çandina daran a di maha Mijdarê de bangî gel kir.
Welatiyekî xwest talankirina daran a li Çiyayê Gabarê bi telefona xwe bikişîne. Leşkeran, gef li welatî xwarin, telefona wî jê standin û dîmenên tê de jêbirin.
Platforma Xweza, Jiyan û Hawirdorê ya Dêrsimê dê mitînga xweza û hawirdorê li dar bixe. Platformê, banga tevlibûna mitîngê kir.
Her sal li Wanê tê ragihandin ku bi milyonan şitil hatine danîn lêbelê piraniya qadên “daristanên bîranînê” bêdar in. Li cihên tê gotin şitil hatine danîn jî tu şitil xuya nakin.
Wezareta Jîngeh, Bajarsazî û Guherîna Avhewayê, ji bo Cengîz Holdîng li Eskîşehîrê lêgerîna madenê bike, destura birîna 57 hezar û 534 daran da.
Di komxebatên ku di roja duyemîn a Forûma Avê ya Mezopotamyayê de hatin lidarxistin de, girîngiya çemên Dîcle û Firatê, çareseriyên demokratîk û ekolojîk ji bo krîza avê û rola rêveberiyên herêmî hatin nîqaşkirin.
Di rapora pisporan a ku piştî 6 salan der heqê Evîn Çîçekê ya sala 2019’an de li Erdîşê ji ber nebûna tevdîran li Bendava Morgedîkê jiyana xwe ji dest dabû hatiye amadekirin de DSÎ û qeyûm biqisûr hatin dîtin.