ÊLIH - Aktivîst Huseyîn Akîl şiyar kir ku HES a ku tê xwestin li ser Rûbarê Zorê bê çêkirin, dê rê li ber qirkirina xwezayê ya mezin veke û ji bo hesasiyetê bang li raya giştî kir.
Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherandina Avhewayê, ji bo Santrala Enerjiya Hdîroelektrîkê (HES) ya tê xwestin ji aliyê Şîrketa Hilberîna Enerjiyê ya Mayayê ve li ser Rûbarê Zorê yê di navbera navçeya Pasûr a Amedê û navçeya Sason a Êlihê de ye bê çêkirin, di 13'ê sibata 2014'an de biryara "ÇED erênî ye" da. Ji şêniyên gundê Herîvê Mûrat, Ercan, Ridvan, Mehdîn û Medenî Çîçek li dijî vê biryarê di 9'ê adara 2021'ê de serî li 3'yemîn Dadgeha Îdare ya Amedê dan. Dadgehê bi hinceta ku biryara "ÇED erênî ye" li dijî hiqûqê û mewzûatê ye, biryara betalkirina projeyê da.
Piştî biryara heyî şîrketê, ji bo çêkirina HES'ê car din serlêdan kir. Şîrketa Mayayê di bin navê "Metîn HES, ocaxên malzemeyê, tesîsa şikandin û hêrandinê û projeya santrala betonê" serlêdana ji bo şîrketeke nû kir. Piştî serlêdana şîrketê, biryara "ÇED erênî" hat dayîn. Lê ev di 6'ê îlonê de ji aliyê Midûriyeta Bajêr a Amedê ya Wezareta Hawirdor, Bajarsazî û Guherîna Avhewayê hat sekinandin.
Li ser navê gundiyan, Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ê Amedê Serhat Eren li dijî biryara navborî serî li Dadgeha Îdareyê û Baroya Êlihê jî serî li Dadgeha Îdareyê dan.
DÊ QADA ÇANDINIYÊ BÊ TUNEKIRIN
Aktivîstê ekolojiyê Huseyîn Akîl ku li dijî HES'ê ya hat xwestin li ser Rûbarê Zorê bê çêkirin di sala 2014'an de tevî gundiyan têkoşiya, biryara "ÇED erênî" ya nû nirxand. Akîl anî ziman ku cihê ku tê xwestin HES lê bê çêkirin di salên 1990'î de hatiye valakirin û paşê gundî car din vegeriyane û got: "Projeya ku dê ji aliyê Şîrketa Hilberandina Enerjiyê ya Mayayê bê çêkirin, qadeke 452 parsêl, 67 hezar û 450 metrekareyî dihewîne. Şîrketê ji bo 49 salan ev proje girtiye, lê temenê projeyê 50 sal e. Ceryana ku dê ev HES hilberîne pir kêm e. Dê tu fêdeya wê li aboriya navçeyê û bajêr û welêt çênebe. Û dê bi xwe re qadeke mezin a çandiniyê ji holê rake."
BANGAWAZÎ
Akîl anî ziman ku projeya HES'ê ya li ser Rûbarê Zorê dijminatiya li hemberî xwezayê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li Hemzayê tenê 11 hezar metrekare qadeke çandiniyê heye. Sewalvanî jî heye. Gundî debara xwe bi sewalvaniyê dikin. Ji ber vê dê bi hezaran mirov hem ji wanê xwe hem jî ji nanê xw ebibin. HES dê bibe sedema talankirineke mezin. Ev bêwijdanî ye. Hê darizandin didme, lê dest bi talanê kirine. Pêşîgirtina li texrîbata vir, peywira hemû kesên dibêjin 'em mirov in' û kesên xwedîwijdan e."
Akîl ji bo pêşîgirtina li qirkirian xwezayê bang li raya giştî kir.
MA / Fethî Balaman