Li dijî êrişên li ser Rojava pêngava ekolojiyê: Wê 4 milyon dar deynin

img
RIHA - Berdevkê Înîsiyatîfa Keziyên Kesk Zîwer Şêxo destnîşan kir ku di êrişên Tirkiyeyê yên li ser Rojava de ekoloji jî wêran bûye û li dijî vê dê 4 milyon dar deynin. 
 
Êrişên dewleta tirk ên li ser rojavayê Kurdistanê (Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê) ji 4’ê Cotmehê û vir ve didomin. Di raporta ku Rêveberiya Xweser a Rojava vê dawiyê amade kiriye û ji Neteweyên Yekbûyî re şandiye de, hatiye destnîşankirin ku Tirkiyê li 224 herêmên cuda 304 êrişên esmanî û bejahî pêk anîne û di 221 êrişan de top û çekên giran û 83 caran jî balafirên bêmirov û balafirên şer bi kar aniye. Di raporê de hat ragihandin ku navendên gaz û petrolê, santralên ceyranê, stasyonên avê û navendên tenduristiyê, kampên Waşûkanî û Roj ên ku penaber lê dijîn û bi dehan gund hatine hedefgirtin û di êrişan de 5 jê ji Kobanê 47 kesan jiyana xwe ji dest dane û 55 kes jî birîndar bûne.  
 
Di êrişên ku mirov hatin qetilkirin de qadên jiyanê hatin hedefgirtin û gelek dever hatin rûxandin, ji ber êrişan wêraniya xwezayê derketiye asta xeternak. Berdevkê Înîsiyatîfa Keziyên Kesk Zîwer Şêxo ku ji Şoreşa Rojava û vir ve ji bo pêşxistina wêrankirina ekolojîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixebite, diyar kir ku bi êrişên dawî re wêrankirina xwezayê bêtir bûye. Şêxo destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi salan e şer lê didome, xweza tevî mirovan rastî qirkirinê tên û bi êrişên dawî yên Tirkiyeyê re qirkirina ekolojîk gav bi gav zêde dibe.
 
ÊRIŞÊN LI SER EKOLOJIYÊ 
 
Şêxo anî ziman ku êrişên Tirkiyeyê yên li ser jiyana ekolojîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne nû ne û wiha got: “Ev polîtîka demeke dirêj e tê meşandin e. Di eslê xwe de qetlîamek li ser Kurdistanê heye û ekolojî di van qetlîaman de wek çek tê bikaranîn. Ji roja ku Komara Tirkiyê hatiye damezrandin heta niha hewl dide bi demografiya Kurdistanê bilîze. Li gorî saziyên ekolojiyê yên li vir ji bakurê Kurdistanê 108 robar, kanî û çem diherikin rojavayê Kurdistanê. Ev damarên sereke yên bajaran in, cihên ku mirov hewcedariya xwe ya avê tê de peyda dikin. Lê belê ev 108 çavkaniyên avê tim û tim di bin kontrola Tirkiyeyê de li ber me tên birîn. Gundê me yek ji wan gundên ku ava wê hatiye qutkirin. Zêdeyî 200 welatî li gund dijiyan. Lê 25 sal berê ava çemê me ji Bakur ji aliyê Tirkiyeyê ve hat birîn. Piraniya gundiyên me yên ku gav bi gav gundên xwe terikandin, neçar man biçin derve. Mirovên ku axa xwe terk dikin neçarî mirinê dikin. Ev ne mirinek fizîkî ye, mirinek nasnameyê ye."
 
‘TIŞTÊN DIQEWIMIN TERORA DEWLETÊ YE’ 
 
Şêxo diyar kir ku yek ji hincetên bingehîn ên êrişên Tirkiyeyê valakirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tunekirina hebûna kurdan ji ser vê axê ye. Şêxo anî ziman ku di êrişên dawî de wan hemûyan dîtiye û bûne şahidên vê yekê û got: “Tirkiyeyê di êrişa xwe ya yekem a li ser Efrînê de rasterast êrişî qadên jiyanê kirin. Ew darên zeytûnan ên ku wek nasnameya bajêr têne hesibandin, bi rakirina wan talan kirin. Li gorî zanyariyên dawî; li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 5 milyon kes di bin bandora van êrişan de mane. Tenê ne mirov li aliyê din wêrankirina xwezayê jî heye. Di êrişan de hedefgirtina tesîsên avê ne tenê mirovan, wê bandorê li xweza û hevsengiya ekolojîk jî bike, wê li sewalan jî bike. Tişta ku bi serê me de tê, encamên terora dewletê ye.” 
 
ÇANDINA 4 MILYON DAR 
 
Şêxo da zanîn ku ev wêrankirina ekolojiyê nayê qebûlkirin û wiha got: Li dijî van êrişan xemsarî, bêdengî qet nayê qebûlkirin. Em wek Înîsiyatîfê ji roja ewil ve li dijî wêrankirina ekolojiyê têdikoşin. Em ji bo qadên tên tunekirin, ji nû ve ava bikin dixebitin. Me par dest pê kir û heta niha 70 hezar dar çandiye. Piştî van êrişên dawî me xebatên xwe berfirehtir kir. Me pêngava çandina 4 milyon dar daye destpêkirin. Em ê dibistana ekolojiyê vekin û perwredehiya wê bidin. Ji bo li her dibistanek mamosteyek ekolojiyê hebe, em bi Wzareta Perwerdehiyê re dixbitin. Divê tenê ne di warê teoriyê her wiha di warê pratîkê de jî ji bo zarokan perwerde bê dayîn. Me projeya ‘Pişikê gûndewarî’ ya ekolojiyê amade kir. Em ê hewl bidin ku pêşî li qirkirina li ser axa xwe bigirin.” 
 
MA / Ceylan Şahînlî