Xwezaya Nûrheqê diqede!

img
MEREŞ - Navçeya li quntarê Çiyayê Nûrheqê, di nava HES û kanên madene de asê maye. Serokê Komeleya Çand û Parastina Jiyana Xwezayî ya Nûrheq û gundên wê Zeynel Gul, qala texrîbata ekolojîk ya li navçeyê kir û bal kişand ser xetereya koçê. 
 
 Navçeya Nûrheq a Mereşê ku nifûsa wê 12 hezar û 592 ye, rûbera wê 739 kîlometreçargoşe ye di nava 3 kanên madenê, Santraleke Ceyranê ya Hîdrolîk (HES), kaneke keviran û kargeheke betona hazir de asê maye. Ji bo ku li navçeyê madenên weke boksît, sifir û mermer bên derxistin heta niha bi awayekî fermî 11 serlêdanên Nirxandina Bandora Hawîrdorê (ÇED) hatine kirin. Li navçeya ku çavkaniya debarê çandinî û sewalvanî ye, welatî li zozan û deştên berhemdar ên ji aliyê kanên madenê ve hatine dagirkirin ne dikarin çandiniyê ne jî sewalvaniyê bikin.
 
QADÊN JIYANÊ DI XETEREYÊ DE NE
 
Tesîsa bêjandin û ocaxa boksîtê ku ji aliyê Madenvaniya ÇSK’ê ve di sala 2015’an de hate destpêkirin, li ser erdên çandiniyê hate avakirin. Qadên çandiniyê yên li dora kana ku tê texmînkirin milyon û nîv ton rezerva wê heye û salê 200 hezar ton dihilberîne, bi xeteriya tunebûnê re rû bi rû ne. Dîsa tê diyarkirin ku xebatên Ar-Ge yên ji aliyê şîrketê ve ji bo kana sifirê bê derxistin didomin. Ji bilî madena boksîtê kana kevirî ya 3 kîlometre dûrî navenda navçeyê li ser rêya Nûrheq û Elbistanê ye û kargeha betona hazir a li rex wê zirareke mezin dide mirovan û xwezayê. 
 
BI ERDHEJÊ RE PIRSGIRÊK ZÊDE BÛN 
 
Piştî erdhejê di çiyayên çar aliyê navçeyê cih digirin de qelişîn rû da, hûn di deştan de jî li hin cihan koncal çêbûn. Serokê Komeleya Çand û Parastina Jiyana Xwezayî ya Nûrheq û gundên wê Zeynel Gul kul i dijî qirkirina ekolojîk têdikoşe, têkildarî texrîbata li navçeyê axivî. 
 
13 SAL IN TÊDIKOŞE
 
Gul, diyar kir ku nêzîkî 13 sal in ji bo Nûrheqê têkoşîna hawîrdorê dide û wiha got: “Li gelek cihên navçeyê kanên bi vî awayî hene. Kan hem li herêmên çandiniyê hem jî li cihên ku sewalkarî lê tê kirin hatine avakirin. Ji ber vê yekê zirareke mezin dan çandiniyê û sewalkariyê. Sewal neçar dimînin zozanan biterikînin. Dîsa ji ber bîrên mezin ên ji bo van kanan hatine vekirin hema bêje li navçeyan sewalkarî qediya ye. Ji xwe çandinî jî nikare bê kirin.”
 
EWRÊN TOZÊ 
 
Gul, anî ziman ku bêjandina divê li qadên girtî bê kirin li qada vekirî tê kirin ji ber vê yekê hemû madeyên bizirar tev li hewayê Nûrheqê dibin û tevî ku her sal ji aliyê rayedaran ve soz dayîn ku pirsgirêkê çareser bikin jî tu gav nayên avêtin. Gul, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Pergala bêjandinê hêj jî li qada vekirî tê kirin. Ji ber qadên çandiniyê yên li ser rêya madene divê piştî derbasbûna wesayîtan rê bên avdan lê nayê kirin. Ji ber vê yekê her tim ewrên tozê hene.” Gul, da zanîn ku ji ber pirsgirêkên heyî yên kanên madenan gundiyên li der dorê gelek bi bandor dibin û ji bilî qirêjiyê ji ber teqemeniyên di kanên madenan de tên bikaranîn bandora erdhejê dikin dilê şêniyên gund ne rehet e. 
 
KRÎZ KÛRTIR BÛ
 
Gul, anî ziman ku hemwelatiyên li navçeyê hem ji ber krîza heyî hem jî pirsgirêkên ji ber polîtîkaya çandinî û sewalkariyê dijîn û texrîbata kanên madenan afirandiye û erdheja çêbûyî neçar mane ku koç bikin. Gul, bi lêv kir ku hema bêje hemû mirovên li navçeyê bi çandinî û sewalkariyê debara xwe dikin dest ji karên xwe berdane û wiha got: “Ji ber ku cihê çerandinê nema zêdetirî kesên sewalvanî dikirin dest jê berdan. Qadên me yên çandiniyê ku beriya niha hatibûn çandin niha hemû vala ne. Rewşa koçê ya ber bi derve ve niha heye. Pêvajoya erdhejê jî texrîbat zêde kir.”
 
‘NÛRHEQ HEDEFEKE TAYBET E’ 
 
Gul, guhertina di qanûna madene ya 25’ê kanûnê de hate kirin bi bîr xist û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi biryarnameya Serokkomar, li ser xeta Mereş û Erzînganê bêyî destûr, bê wergirtin û hewcehî rûhsetê nebe dikain li madene bigerin. Me beriya niha jî îtîrazî van dikir û li dijî wan derdiketin. Lê ew her car bi hin navên din derdikevin pêşberî me. Qadên ku bizin û mihên kovî û cureyên endemik lê dijîn hene. Ev qad niha qediyane. Bi kurtasî hem li navenda navçeyê hem jî li gundê nêzîk û cihên çoltar ku sewalvanî lê tê kirin kanên madenan dixebitin. Nûrheq, ji ber nasnameya xwe ya mûxalîf, şoreşger û demokrat bi awayekî taybet dibe hedef.”
 
MA / Ceylan Şahînlî