STENBOL - Endama Koma Xebatê ya Ekoqirkirinê ya Koalîsyona Edaleta Avhewayê Îlksen Dînçer Baş, diyar kir ku ji bo "Ekoqirikirinê" daxilî nava çaçroveya sûc bê kirin têdikoşin û got ku sûcên li dijî xwezayê bêceza tên hiştin.
Koalîsyona Edaletê ya Avhewayê ji bo qirkirinên xwezayê di çarçoveya "sûcên ekoqirkirinê" de cih bigirin, di 28'ê mijdara 2023'yan de Pêşnûmeya Qanûnê ya Ekoqirkirinê bi 28 hezar îmzeyên welatiyan pêşkêşî Meclisê kir. Her wiha endama Koma Xebatê ya Ekoqirkirinê ya Koalîsyona Edaleta Avhewayê Îlksen Dînçer Baş ku sala 2024’an wekî “Sala Têkoşîna li Dijî Sûcên Ekoqirkirinê" îlan kir, têkoşîna li dijî qirkirina ekolojiyê û polîtîkayên desthilatê nirxandin.
Îlksen Dînçer Baş
JI XEYNÎ MHP'Ê HEVDÎTIN BI PARTIYÊN DIN RE HAT KIRIN
Baş anî ziman ku wan "Pêşnûmeya Qanûnê ya Ekoqirkirinê" ya ku wekî "Kampanyaya ji welatiyan ber bi welatiyan ve" bi nav dikin, ji bilî MHP'ê pêşkêşî hemû partiyên meclisê kirine û got ku ev pêşnûme di ser siyasetê re ye. Baş da zanîn ku wan li deriyê partiyên li parlamentoyê xistine û got: “Em di asta serok û cîgiran de hatin pêşwazîkirin. Me ji partiyek tenê jî me nêrîneke neyînî wernegirtiye." Baş, bi bîr xist ku 27 welatên Yekitiya Ewropayê (YE) di 16'ê mijdarê de biryara qanûnîkirina sûcên mîna ekoqirkirinê di hiqûqa navxweyî welatên endam de girtine û got: "Tirkiye endamê Konseya Ewropayê (KE) ye. Ev mijar di Parlamentoya Ewropayê û hemû komîsyonên Ewropayê de hat gengeşîkirin û bicihanîn û wê di nava du salan de daxilî nava qanûnên wan bibe. Çima li welatê me jî heman qanûn neyê pêkanîn?"
ARMANCA PÊŞNÛMEYÊ
Baş, der barê armanca pêşnûmeyê de jî ev tişt gotin: “Heke li dijî xwezaya ku mirov û jîndarên tê de dijîn wêrankirinek bi qesdî hebe û ev yek di asteke bilind de pêk were û mafê nifşên paşerojê ji dest wan bê girtin û ev bi binpêkirina hiqûqê bê kirin, em wiha difikirin ku ev di çarçoveya 'sûcê ekoqirkirinê' de be. Mînaka vê ya herî baş jî, madena li Akbelenê hat derxistin. Li wir dar hatin birîn û niha jî, ji bo komir ji bin erdê bê derxistin, dînamît tên teqandin. Li wir 3 santralên termîkê hene. Der barê van santralên termîkê de 'biryara rawestandinê' heye. Li vir biryarên hiqûqî tên paşguhkirin, serî li nêrîna gel nehatiye dayîn, mafê wan ê jiyanê tê binpêkirin û ev hemû bi zanebûn tên kirin."
NAYÊN CEZAKIRIN
Baş, wekî mînak zêdebûna musîlajê ya di Behra Marmarayê de nîşan da û got ku ew musîlaj ji ber qirêjkirina behrê çêbûye. Baş bal kişand ku zirara li xwezayê bê ceza tê hiştin û got ku pirsgirêkên jîngehê dê bandorê li nifşên paşerojê jî bike. Baş wiha domand: “Em di sala 2021’ê de bi gotina ‘Behra Marmara qada sûcê li hemberî ekolojiyê ye’ bi rê ketin. Me karwanek li dar xist ku di hemû santralên termîk û tesîsên pîşesaziyê yên Marmarayê re derbas bûn. Dema ku me ev feraset anî rojevê, em bi tîma Weqfa Stop Ecocide (SEF) re ku yek ji têkiliyên me yên navneteweyî ye, tevgeriyan. SEF toreke ji 40 welatan pêk tê. Ew toreke ku armanc dike jîngeh, xweza û ekoqirkirin di çarçoveya hiqûqa mirovatiyê de wekî sûc bê nirxandin. An jî mînakeke berbiçavtir; em dikarin bêjin ku ew komek e ku armanc dike ekoqirkirinê jî daxilî nava 4 sûcên bingehîn ên Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (ÛCM) bike."
HIQÛQA HAWIRDORÊ
Baş, da zanîn ku qanûna hawirdorê ya heyî nayê bicihanîn û got: “Tirkiyeyê jî peymanên navneteweyî yên wekî Peymana Bernê û Peymana Ramsarê îmze kiriye. Lê di van de qels dimîne û nayên pêkanîn. Em ferz bikin gava cînayetek bê kirin û mirov empatiyê bikin, nexwe divê di kuştina xwezayê de jî heman tiştî bikin. Em ji bo vê dixebitin." Baş da zanîn ku şîrketên ku li dû qezenca xwe ne, lêçûnên li di xwezayê de tên afirandin hesab nakin û wiha got: “Me ev qanûn pêşniyaz kir. Ger were pejirandin, şîrket dê bixweber dest bi girtina tevdîrên din bikin da ku nehêlin îtibara wan kêm bibe. Berî ku em tiştekî bikin, dê pergal dest bi xwe xwe baş bike. Endezyar dê dest bi bicihanîna santralên bermayiyê yên nayên xebitanin, fîltreyan bixebitînin an jî gelek tiştên din bikin ku zirar negihê xwezayê."
SALA TÊKOŞÎNÊ
Baş, bi bîr xist ku wan sala 2024’an wekî sala têkoşîna li dijî ekoqirkirinê îlan kiriye û wiha berdewam kir: “Armanca vê têkoşînê bilindkirina hişmendiyê ye. Ez qala têkoşîneke ku me hemûyan daye ber xwe dikim da ku em karibin jiyana xwe bidomînin. Ez ji bo pêşeroja keça xwe têdikoşim. Ez ê piştî wextekê ne li cîhanê bim, lê ez bi berpirsiyariya ku divê jiyan bidome tevdigerim."
MA / Omer Îbrahîmoglû