Kalçik: Li Wanê 8 qadên avî kirin ‘Bexçeyê Milet’

img

WAN - Serokê ÇEVDER’ê Alî Kaçik destnîşan kir ku ekolojiya erdnîgariya Kurdistanê ev 40 sal in bi awayekî sîstematik tê qirkirin û anî ziman ku qeyûmê Wanê li ser 8 qadên avî “Bexçeyên Milet” da çêkirin.

Ekolojîst li gelek navendên cîhanê bi dirûşma “Ji bo fêdeya mirovan em qadên avî biparêzin” amadehiyên pîrozbahiyên “2’yê Sibatê Roja Qadên Avî ya Cîhanê” dikin. Qadên avî ji pêkanîna ewlehiya xurekê ya ji bo ekosîstemê heta sivikkirina guherîna avhewayê, gelek bifêde ne. Li gel ku qadên avî ji bo ekosîstema cîhanê qadên herî bi fêde ne, di heman demê de, di cîhanê de qadên herî zêde di talûkeyê de ne jî. Qadên avî ji daristanan 3 qet zêdetir bilez kêm dibin. Ji salên hezar û 700’an ber bi îro ve ji sedî 80’ê, di 50 salên dawî de jî herî kêm ji sedî 35 qadên avî tune bûn. 
 
Yek ji bajarên bakurê Kurdistanê yê ku herî zêde ji vê rewşê bi bandor bûye, Wan e. Li bajarê ku 8 sal in di bin rêveberiya qeyûm de ye, herî zêde hevsengiya ekolojiyê bi bandor bû. 2’yê Sibatê Roja Qadên Avî ya Cîhanê ye. Bi vê minasebetê Serokê Komeleya Pêşvebirin, Lêkolîn û Parastina Berhemên Dîrokî û Hawîrdorê ya Wanê (WAN ÇEVDER) Alî Kalçik, bal kişand ser polîtîkayên şer û bêhişiyê. 
 
‘JI SEDÎ 60’AN ZÊDETIR WINDA BÛ’
 
Kalçik da zanîn ku qadên avî li ser cîhanê qadên herî bi nirx in û li gel daristanên tropikal, ji bo masîvaniyê, sewalkariyê, qamuşvanî, tûrîzm û wekî karên rekreatîf, kêrî gelek karan tê û wiha axivî: “Li gorî lêkolînên hatine kirin, ji sedî 60 masiyên em dixwin an li van qadan dijîn an jî demekê jiyana xwe li van deran derbas dikin. Di demên dawî de eleqeyek zêde ji bo turîzma xwezayê çêbû û li gel vê eleqeya qadên avî jî zêde bû. Li Tirkiyeyê di salên 1930’an bi navê ku pêşî li nexweşiya tayê were girtin, gelek qadên avî hatin ziwakirin. Li gel teknolojiya pêş ketî, meşîneyên kar ketin nav jiyana me û li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ev qadên avî bi van maşîneyan, ji bo ku çandînî were kirin, hatin tunekirin. Di 70 salên dawî de ji sedî 60’an zêdetir qadên avî tune bûn.”
 
‘LI QADÊN AVÎ BEXÇEYÊN MILET’
 
Di berdewama axaftina xwe de Kalçik diyar kir ku Korta Wanê, herêmên qada avî ya herî girîng e û bi lêv kir ku ji ber Qanûna Bendavan û sepanên derveyî Qanûna Hawîrdorê, qadên avî qirêj dibin, Behra Wanê ji ber guherîna avhewayê cîhanê vedikişe. Di dirêjiya axaftina xwe de Kalçik bi bir xist ku Behra Wanê di bin talûkeyê de ye û da zanîn ku herî zêde ev texrîbat jî, di demên tayînkirina qeyûman de hatiye jiyîn û wiha pê de çû: “Di dema qeyûm de, li ser 8 qadên avî, ‘Baxçeyên Milet’ hatin çêkirin. Bi hezaran metrekup beton rijandin ser van qadan û ziwa kirin. Bi gotina ‘em ê baxçeyên milet çêkin’ xweza qetil kirin. Ev qadên avî, jîngeha hezaran giyanan bûn.” 
 
‘LI DIJÎ XWEZAYA ÊRIŞÊN BERFIREH HENE’
 
Kalçik di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku di 40 salên dawî de, şerê berdewam dike û polîtîkayên şerê taybet, qirkirina xwezayê zêdetir kir û bang li her kesê kir ku di vê mijarê de hestiyartir bibe. Kalçik wiha pê de çû: “Li Kurdistanê her roj bi destê dewletê hezaran bombe tên avêtin. Bi zanebûn daristan tên şewitandin, dar tên birîn. Li tu dera cîhanê bi hincetên ewlehiyê dar nayên birîn û rê li şûna wan nayên çêkirin. Herwiha bendav jî bi heman hincetê tên çêkirin. Tekane sedema vê yekê jî kîna dewletê ya li dijî kurdan e û di polîtîkayên neçaserkirina pirsgirêka kurd de israskirin e. Bi giştî, li erdnîgariya Kurdistanê ev tişt tên jiyîn, heman rewş li Wanê jî xwe dide der. HES, bendav, ziwakirina qadên qamûşan, peravan ji avahîsaziyê vekirin, ji bo alîgiran pêşkeşkirina peravên Behra Wanê, betonkirin û hwd. Em çareseriya vê pirsgirêkê di paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, û azadiya jinê de dibînin. Di vê hêlê de divê herkes hestiyar tevbigere û peywira ku dikeve ser milê wî/ê divê pêk bîne. Divê em li dijî êrişên vê kapîtalîzma hov; têkoşîna xweza, jiyan û erdnîgariya xwe bidomînin.”
 
MA/ Hakan Yalçin