Endezyarê Madenê Alpaslan: Divê maden bên îstîmlaqkirin

img
AMED - Hevserokê Şaxa Odeya Endezyaran a Kanzayê Nûrî Alpaslan anî ziman ku li qada madenê ya li Licikê ku karesat lê çêbû li dijî projeyê hilberîn hatiye kirin û anî ziman ku divê maden bên îstîmlaqkirin. 
 
Li herêma Çopler a navçeya Licika Erzînganê, li Madena Zêr a Anagoldê ya bi hevkariya Lidya Madencîlîk a girêdayî SSR Mining a navenda wê Kanada ye û Çalik Grûbê tê xebitandin di 13’ê sibatê de hezaz çêbû.  Tevî ku bi ser karesatê re 10 roj derbas bûn jî 9 karkerên di bin axê de mane hêj jî nehatine dîtin. Li Licika ku destûr nayê dayîn rêxistinên hawîrdorê û ekolojist bikevinê, duh xebatên lêgerînê hatin sekinandin. 
 
Hevserokê Şaxa Odeya Endezyarên Kanzayê (MMO) ya girêdayî Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) Nûrî Alpaslan karesatên ji ber bikaranîna siyanurê di xebatên madenê de rû dan û kêmasiyên li qada kontrolkirinê ya sehaya madenê ya Licikê nirxand. 
 
HILBERÎNA ZÊRAN A LI DIJÎ PROJEYÊ  
 
Alpaslan, diyar kir ku hilberîna zêran a bi hewza siyanurê li dijî projeyê hatiye kirin û têkildarî sehaya madenê ev tespît kirin: “Ji sala 2011’an ve 85 milyon ton deyz kom bûye. Li wê derê her yek ji wan 8 mîtro 35 derence hene û em qala deyzeke zêdetirî 250 mîtroyan dikin. Zêdebûna wê ya evqas gelek bi rîsk e, hema bêje deyzeke stêlî hatiye avakirin. Me nekarî bikevin hundir û kontrolê bikin lê li gorî tespîtên pisporê ewlehiya kar ê li wir kirine, derzbûn û şilbûn bûye sedemê hezazê.”
 
XETEREYA JI BO XWEZA Û MIROVAN
 
Alpaslan diyar kir ku girseya ku di cihê madenê de şikestiye ketiye ser tebeqeyeke ku dikare siyanurê derbas bike û got: “Îhtîmaleke mezin e ku siyanur bi ava binê erdê re tevlihev bibe, heke ev yek pêk were, wê rîskeke cidî li ser xweza û mirovan çêbibe. Heke li herêmê barînek çêbibe dê ev yek teqez çêbibe. Lê ji ber biryara walîtiyê em niha nizanin xebateke bitendurist tê kirin an na. Ji ber axa şemitiye bisiyanur e xebateke bitendurist nikare were kirin. Heke ekîpmanên ewlehiya kar ên pêwîst neyên girtin, dê ji bo kesên xebatê li wir bimeşînin rîsk derkeve holê.”
 
CEZA HATE BIRÎN, DEYN HATE JÊBIRIN!
 
Alpaslan, diyar kir ku siyanur di madenvaniya zêr û niha jî li navçeya Şemrex a Mêrdînê di hilberîna fosfatê de tê bikaranîn û da zanîn ku di salên dawî de gelek zehmet e ku agahiyên ji şîrketên madenvaniyê bigirin û anî ziman ku bi taybetî li cihên ku siyanur tê bikaranîn ji bo ku texrîbata li hawîrdorê dernekeve holê agahî bi awayekî sînorkirî tên ragihandin. 
 
 
Alpaslan, bi bîr xist ku li Licikê di boriyên siyanurê de di 21’ê hezîrana 2022’yan de teqînek çêbûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tê gotin ku nêzî 20 ton siyanur tev li axê bûne. Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê (TBB) û TMMOB’ê têkildarî mijarê gilî kiribûn. Lê hate gotin ku rîskên ku me diyarkirine nînin û ji bo xetereyên ji ber teqînê derkevin holê 16 milyon lîre ceza hate birîn. Di sala 2023’yan de jî 17,2 milyon dolar deynê bacê yê heman şîrketê hate jêbirin. Heman fîrma di navbera salên 2014 û 2021’an de kapasîte zêde kir. Divê di şertên asayî de ev yek li noxteyên cuda kiribûna lê hemû jî li heman cihî kirin. Pisporan di şertên heyî de hişyarî kirin ku dê ev karesat çêbibe.”
 
LI 10 BAJARAN HILBERÎNA ZÊRAN A BISIYANURÊ 
 
Alpaslan, diyar kir ku berê di hilberînê de cîwa dihate bikaranîn lê bi hinceta tev li hewa, ax û avê dibe hema li tevahiya cîhanê hate qedexekirin. Alpaslan, bi lêv kir ku li Tirkiyeyê bikaranîna siyanurê ji ber libên mikroskobik ên zêr bi rêbaza herî kêm mesrefî tên dîtine ye û wiha domand: “Li gorî daneyên di destê me de li bajarên Ûşak, Erzîngan, Gumuşhane, Manîsa, Îzmîr, Kayserî, Balikesîr, Ordû, Artvîn û Eskîşehîrê hilberîna zêran a bisiyanur heye. Niha jî ji bo hilberîna zêran a li qadeke 20 hektarî ya li navçeya Qereyazî ya Erziromê hate gotin ku hewcehî bi rapora Nirxandina Bandora Hawîrdorê (ÇED) nîne. Bi heman rengî dê bikevin nava çalakiyeke din a hilberînê ku dibe sedema zirareke giran bide xweza, mirov û civakê.”
 
‘DIVÊ XEBATÊN MADENÊ BÊN ÎSTÎMLAQKIRIN’ 
 
Alpaslan, destnîşan kir ku daxwaz kirine ku hemû xebatên madenvaniyê bên îstîmlaqkirin û ev tişt gotin: “Divê cewherekî weke zêr ê ku heta niha di çarçoveya 'madena stratejîk' de cih negirtiye jî di vê çarçoveyê de cih bigirta û ji aliyê dewletê ve bihata birêvebirin. Bi vî awayî em dibînin ku wê kontrolkirin hesantir bibin û zirara li xweza û hawîrdorê kêmtir bibe. Madenvanî di salên dawî de bû pîşeyeke bi qezayên kar derdikeve pêş. Beriya niha jî qeza çêdibûn lê ne evqas. Ji ber ku maden zêde bûn, hema bêje li her derê qada madenê heye û kontrolkirin her ku diçe zehmet dibe. Heke bi destê dewletê hatibûya kirin kontrolkirina saziyên serbixwe yên weke rêxistinên pîşeyî da hesantir be.”
 
DIVÊ KONTROL BÊN KIRIN Û ENCAM BI AWAYEKÎ ZELAL BÊN PARVEKIRIN 
 
Alpaslan, tevnegerîna Yekeya Bergiriyê ya Li Dijî Qezayên Endustriyel ên Mezin ên Navneteweyî yên Lezgîn a girêdayî Wezareta Bajarvanî û Hawîrdorê pirs kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Wekî din, tevî ku tecrûbe û perwerdeyeke profesyonel nîne jî, em bi tendurist nabînin ku AFAD bikeve dewrê. Heke xebatek were birêvebirin divê di pêşengtiya endezyarên madenê de bi kedkarên madenê re were birêvebirin. Herî dawî em daxwaz dikin ku xebatên madenvaniyê bi destên dewletê bên birêvebirin û bi temamî ji kontrolê re vekirî bin. Em dixwazin di bûyera Licikê û heman bûyeran de ji aliyê fîrmayên serbixwe û rêxistinên pîşeyî ve kontrol bên kirin û encam bi awayekî zelal ji raya giştî re bên ragihandin.”