Hemû projeyên bendav û HES’ên li Munzurê hatin betalkirin
- ekolojî
- 14:24 17/12/2018
3’yemîn Dadgeha Îdareya Enqereyê hemû projeyên bendav û HES’an ên li Parka Millî ya Munzurê tên plansazkirin betal kir.
3’yemîn Dadgeha Îdareya Enqereyê hemû projeyên bendav û HES’an ên li Parka Millî ya Munzurê tên plansazkirin betal kir.
Tevgerên Ekolojîk, ji bo bi hêzkirina rêveberiyên herêmî û diyar kirina perspektîfên ekolojî yên serdema nû li Amedê hatin gelhev. Di hevdîtinê de pêşniyar hat kirin ku hevdîtin diyarî Leyla Guven a li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê deye bê kirin.
Navenda Lêkolîn û Pêşxistina Mêşan a Zanîngeha Uludagê, diyar kir ku di salên dawî de li cîhanê û Tirkiye rêjeya mirina mêş û kêzikan zêde bûye. Navenda Lêkolînê da zanîn ku ji ber îlacên zîraî her sal ji sedî 20 mêş dimirin û ev gefan li jiyanê dixwe.
Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê, bi armanca rê li ber qirêjbûna derdorê bigire ji bo kîsikên biheq qanûnek derxist. Endamê Ekolojiyê yê HDK'ê Erol Çirak qanûna hat derxistin nirxand û got: "Bi qanûneke kîsikan ekoljiya Tirkiyeyê baş nabşe." Çirak destnîşan kir ku armanca sereke ya vê qanûnê rant e.
Qeymeqamê Soma, lîstika mirina 301 karkerên madenê ya Somaya Manîsa vedibêje qedexe kirin.
Li navçeya Çirmik ya Meletiyê, Grup Kalker Ocagi li nav qadên jiyanê Tesîsa Şikandin-Seridan û Betona Hazir çêdike. Ji bo vê rapora ÇED'ê hat qebûlkirin. Gelê herêmê bertek nîşanî vê yekê da û gotin: "Em ê heta dawiyê bitêkoşin."
Herêma Navdoskiyanê ku bi xwezaya xwe balê dikişîne, wekî bihûştê dixuyê. Lê belê ji ber li derdora herêmê qereqol û noqteyên venêrînê hene, demek e pir kes naçê.
Qeyûmê tayînî Şaredariya Akdenîzê hat kirin, destûr dabû li erda xîzek a Kazanliyê pîst bê çêkirin. Lê derket holê ku dê li vê herêmê qadên lîstikê bên çêkirin. Rêxistinên pîşeyî û partiya siyasî bertek nîşanî vê biryarê dan û diyar kirin ku herêm qada sîtê ye û divê bê parastin.
Li Aydinê gel bertek nîşanî JES'an didin. Li Kizilcakoyê bi pêşengiya jinan çalakiya hatiye destpêkirin 3 meh in didome. Emîne Atalan ku di civîna ÇED'ê de got "em axa xwe diparêzin" anî ziman kir ku ew ê dev ji çalakiyên xwe bernedin.
Qeyûmê Şaredariya Akdenîzê, li cihê hêlîna caretta carettayan, destûra çêkirina pîstê da.
Tevgerên ekolojîk û tenduristiyê, li ser îdîaya Cengîz Holdîng li gundê Şemika yê Şemrexê hewzê siyanurê avakiriye, ketin nava tevgerê û lêkolîn li gund kirin. Şandeya dinav de siyasetmedar jî hebûn, ji herêmê mînak girtin û gotin ewê şopdarê îdîayan bin.
Warê çandî û dîrokî Heskîf, piştî her roj tê xerakirin û bûye qada şantiyê û berhemên dîrokî cihê wan tê guhertin êdî kes naçe ziyaret nake.
Ekolojîst û parêzer Arîf Alî Cangi, bal kişand ser zirarên ku Rafînera Starê ya li Alîagayê û got, ji ber qirêjiya çêbûye Deşta Menemenê mir.
Çalakiya nobetê ya li Kizilcakoyê ku li hemberî JES'ê tên çêkirin hat destpêkirin didome. Berdevkê AYÇEP'ê Mehmet Vergîlî, diyar kir ku av, hewa û axa bajêr qirêj bûye û got: "Ji ber germahiya 35 santralan ji sedî 50 berdariya hejîran, ji sedî 50 berdariya zeytûnan û ji sedî 30 jî berdariya kestaneyan kêm bûye."
Li Êlihê ji ber petrolê û şewitandina firêzeyan hewaya bajêr pir qiêrjî bûye û ev yek tesîreke zêde li tenduristiya mirovan dike.