MÊRDÎN - Fatûreyên bargiran ên DEDAŞ'ê û cezayên DEDAŞ dibire kirine ku li Mêrdînê cotkar dest ji çandiniyê berdin. Cotkaran anî ziman ku ji ber ku DEDAŞ'ê dest daniye ser desteka wan, êdî nikarin çandiniyê bikin.
Mêrdîn yek ji wan bajaran Deşta Mezopotamyayê ye ku çandinî zêde lê tê kirin. Navçeyên Artûklu, Qoser, Nisêbîn (Nisêbîn) û Dêrikê yên bajêr ji navendên girîng ên hilberîna çandiniyê ne. Li bajarê ku 3 milyon dekar erdê çandiniyê lê heye, ji sedî 70'yê erdan avî ye û yên mayî jî bejî ne. Genim, ceh û garisên tên çandin bi piranî bi ava ji bin erdê tên avdan. Lê ji bo avdaniyê jî pêdivî bi ceryanê heye.
Ji bilî lêçûnên zêde û fiyetên kêm ên tên diyarkirin, pirsgirêka herî mezin a ku cotkarên bajêr pê re rû bi rû dimînin jî fatûreyên bargiran ên ceryanê û cezayên ceryanê ne ku ji aliyê Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ve tên birîn dayîn.
Li bajêr ku hilberîna çandiniyê bi ceyranê ve girêdayî ye, di salên dawî de gelek kes ji ber pêkanînên DEDAŞ'ê nikarin desteka hilberînê jî wergirin û ji ber vê dest ji çandiniyê berdan. Li gor daneyên Komeleya Cotkarên Qoserê teqrîben di 5 salên dawî de ji 6 hezar cotkarên li seranserê bajêr ji sedî 15 jê ji ber fatûreyên bargiran ên ceryanê, desteserkirina trafoyên wan û cezayên di bin navê 'ceryana qaçax' de dest ji çandiniyê berdane.
Ji ber ku cotkar nikarin zeviyên xwe biçînin neçar mane koçî navenda bajêr û bajarên cuda bikin. Yek ji van gundan jî mezrika Gundik Maqso ya gndê Qeraşîkayê ya navçeya Artûklûyê ye.
Cotkarên gund ji ber ku ji ber birîna ceryanê nikarin zeviyên xwe av bidin, êdî hatine asta nikarin çandiniyê bikin. Ji 15 malên li gund 4 jê di du salên dawî de koçî navenda bajêr û bajarên cuda kirine.
Îlham Îlhamî
‘2 SAL IN NIKARE ERDÊ XWE BIAJO'
Ji şêniyên gund Îlham Îlhamî jî ji ber ku 2 sal in ceryana wî hatiye birîn nikare çandiniyê bike. Îlhamî ji bo vê serî li darazê daye, lê bêyî ku doz bi dawî bibe ceryana wî bi temamî hatiye birîn. Cotkarê mexdûr 2 sa in nikare erdê xwe yê 150 donimî bajo.
Cotkar Îlhamî got: “Tevî ku min gelek caran ji bo vekirina ceyranê serlêdan kir jî, deynê xwe weke hincet nîşan didin. Lê doza me ya li dadgehê didome. Dadgeh çi biryarê bide em ê qebûl bikin. Lê tiştên ji xeynî vê tên kirin zilm e."
Îlhamî diyar kir ku 2 sal in nikare çandiniyê bike û tenê li hin deveran erdê xwe yê bejî dajo û wiha got: “Min tenê genim çand. Ew jî bejî ye. Zeytûn û tirîyên bêyî bên jêkirin hişk dibin. Ev zilmeke mezin e. Ez jî nizanim dê çawa bibe."
Îlhamî destnîşan kir ku gund jî ji ber zilma DEDAŞ'ê vala bûye û malên li derdorê nîşan dan ku hemû koç kirine. Îlhamî diyar kir ku DEDAŞ’ê dest daniye ser desteka ji bo cotkaran jî û got: “5 sal in desteka min nedane. Bi texmîna min 400-500 hezar lîre ye. Deynê min ê DEDAŞ'ê ancax ev qas be. Ger min heps, bikin jî dê deynê min nemîne, lê nakin. Faîz li deynê me zêde dibe, lê desteka me jî wekî xwe dimîne, kes nizane çi ye."
NEÇANDIYE LÊ 250 HEZAR FATÛRE LÊ BIRÎNE
Ji cotkarên ku DEDAŞ'ê bi qasî 250 hezar lîreyî fatûre li wan biriye Huseyîn Ado jî wiha got: “Min garis neçandiye. Lê 250 hezar lîre fature birîne. Ceza jî birîn, lê nizanim çi qas e. Boriyên min hene û erdê min beyar e. Her kes dizane min erd neajotiye. Ger kesek bêje te çandinî kiriye, ez ê ceza qebûl bikim. Ez ê îsal jî genim neçînim. Ez nikarim. Ger ez rojekê av bidim min, 250 hezar lîre fatûre dibirin. Çima ez ê av bidim? Çêtir e ku ez beyar bihêlim. Min jî doz vekir. Lê ez nizanim dê kengî bi dawî bibe."
ÊDÎ NIKARIN COTKARIYÊ BIKIN
Ado diyar kir ku hemû cotkar di rewşeke wiha de ne û êdî nikarin çandiniyê bikin û wiha pê de çû: “Dema kîloya gubre 20 lîre, bihayê genim 7 lîre, lîtreya mazotê jî 40 re, tamîra traktorê 20 hezar lîre û tekerê wê 3 hezar lîre be, dê kes nikaribe çandiniyê bike. Em ê jî dest ji çandiniyê berdin. Ji her tiştî çêtir e. DEDAŞ di heman demê de şirketek taybet e û bi zihniyeta ku çi bi dest bixe qezenc e, tevdigere. 3 meh e ez bîrê naxebitînim, ez bi tanqêrê avê tînim. Ez bîrê naxebitînim, lê 250 hezar lîre fatûre dişînim. Îja ez bixebitînim Xwedê zane wê çi qasî bişînin."
MA / Ahmet Kanbal