DÊRSIM - Endamên DEM Partî û TÎP’ê yên Meclisa Giştî ya Dêrsimê bertek nîşanî qeyûm dan û ji civînê derketin.
Endamên Meclisa Giştî ya Bajar a Dêrsimê îro civiyan. Qeyûm Bulent Tekbiyikoglû jî tev li civînê bû. Endamê DEM Partiyê Murtaza Kose û yê TÎP’ê Înan Yilmaz bertek nîşanî qeyûm dan û ji eywana civînê derketin.
Kose û Yilmaz beriya axaftina qeyûm Tekbiyikoglû axivîn û gotin ku li dijî qeyûm in û qeyûm weke “derbe” pênase kirin.
Înan Yilmaz têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û got ku qeyûm li îradeyeke hatiye hilbijartin hatiye tayînkirin û dê xespa qeyûm bi dawî bikin.