AMED - Danişîna ewil a doza edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz ku di 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê de hatibû girtin dest pê kir.
Danişîna ewil a Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz ku di 29’ê nîsanê de hate binçavkirin û di 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê de hate girtin li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dest pê kir. Yilmaz bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Avakirin û birêvebirina rêxistinê” tê darizandin. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS), DÎSK Basin-Îş, gelek rojnamegerên ji Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA), endamên malbata Yilmaz û gelek hempîşeyên wî tev li danişînê bûn. Her wiha nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî jî tev li danişînê bûn.
Yilmaz ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Tîpa F a bi ewlekariya Bilind a Sîncanê dihat ragirtin, di danişînê de amade bû. Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir.
ÇI BÛBÛ?
Rojnameger Sedat Yilmaz di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de tevî Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû hate binçavkirin û di 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê de hate girtin. Yilmaz bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Avakirin û birêvebirina rêxistinê” tê darizandin.
DI 41 RÛPELÊN ÎDIANAMEYÊ DE NAVÊ WÎ DERBAS NABE
Îdianameya Yilmaz ji 44 rûpelan pêk tê. 41 rûpelên îdianameyê jî ji bo “avadaniya PKK û KCK’ê” û îfadeyên şahidên eşkere û nepen ên di vê mijarê de pêk tê. Di 3 rûpelên din de jî geştên Yilmaz, mayîna wî ya li hotêlan, hevdîtinên telefonan, melperên nûçeyan ên şopandî û pereyên ji bo hesaba wî hatine şandin/nehatine şandin hene.
Şahidên eşkere Kerem Gokalp û Samî Baran û şahidê nepen “Ulaş” ku di doza girtina HDP’ê û Doza Kobanê de cih digirin jî di dosyaya Yilmaz de cih digirin. Îfadeyên şahidê nepen “K8Ç4B3L1T5” ku derheqê nûçegihanên MA û JINNEWS’ê yên di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqereyê de hatibû destpêkirin de jî îfade dabû û derketibû holê ku îfadeyên wî rast nînin jî di îdianameyê de cih girt. Şahidê nepen ji bo Yilmaz gotiye “Li MA’yê dixebite” û ev îfade weke sûc hatiye destnîşankirin.
HEVDÎTINÊN BI HEMPÎŞEYÊN XWE RE KIRIYE SÛC E!
Di îdianameyê de hevdîtinên Yilmaz ên bi hempîşeyên xwe re kiriye jî weke sûc hatin nîşandan. Naveroka hevdîtinan nehate dayîn lê hat destnîşankirin ku 2 hezar û 176 caran telefon ji Yilmaz re hatine û yan jî telefon vekirine. Yek ji xalên balkêş jî ew e ku hinek hevdîtinên Yilmaz di çarçoveya “ji bo çalakî û xebatên di nava rêxistinê de” hatine hesibandin. Lê têkildarî van çalakî û xebatan tu agahî nehatin dayîn.
SÛCÊ BÊÇALAKÎ
Di îdianameyê de hat diyarkirin ku telefona aydê Yilmaz di 20’ê îlona 2014’an de li Pirsûs a Rihayê sînyal daye û ev yek weke sûc hate nîşandan. Dozger îdia kir ku li ser bangawaziya seferberiyê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li dijî DAIŞ’ê, Yilmaz ji bo “piştgiriya bi YPG’ê re” çûye Pirsûsê. Di vê beşê de jî çalakî û xwepêşandaneke ku Yilmaz tev li bûye nehat nîşandan.
MAYÎNA LI HOTÊLÊ WEKE SÛC HATE NÎŞANDAN
Her wiha mayîna Yilmaz a li hotêlê jî weke sûc hate nîşandan. Hat îdiakirin ku di heman dîrokê de “endamên rêxistinê” jî li wan hotêlan mane lê nehat vegotin bê ka têkiliyeke Yilmaz a bi wan kesan re çawa bûye û derheqê wan kesan de tu agahî nehatin dayîn.
HEM GIRTIN HEM JÎ NEGIRTINA PEREYAN SÛC E!
Di îdianameyê de rapora MASAK’ê ya derheqê Yilmaz de jî cih girt. Yilmaz, zêde banke bi kar ne anîne û ev yek weke sûc hate destnîşankirin. Her wiha hat gotin ku Yilmaz banke pir kêm bi kar aniye, ji îlona 2016’an ve qeyda wî ya SGK’ê nîne lê pereyeke zêde hatiye hesaba wî, piştî adara 2017’an tu pere neşandiye/nekişandiye, piştî 2018’an karê neqd/razandina pereyan nekiriye. Di îdianameyê de ev yek weke “tiştekî derveyî asayîbûna jiyanê ye” û “Yilmaz li gorî nepeniya rêxistinî tevgeriyaye” hatin nirxandin.
Her wiha malperên nûçeyan ên Yilmaz li ser hesaba xwe ya facebookê dişopîne jî weke sûc hatine nîşandan. Ji bo vê yekê dozgeriyê ev îdiaye kiriye; “Rûpelên girêdayî rêxistinê dişopîne û parvekirinên wan li ser medyaya civakî parve dike.”
JI BO NÛÇEYAN PÊNASEYA ‘QAŞO NÛÇE’ HATE KIRIN
Li gel îdianameya Yilmaz, her wiha hûrgiliyên di ewraqên lêzêdekirî de jî balkêş in. Burs û mesrefên vîzeyê yên ku Yilmaz ji saziyên çapemeniyên yên navneteweyî wergirtî jî weke “di nava herka rêxistinî de” hatiye nirxandin. Her wiha hevpeyvîna wî ya ji bo piştgiriya bi rojnameger-nivîskar Huseyîn Aykol re jî weke “Qaşo nûçe” hatiye pênasekirin, nûçeya wî ya “Hêj jî xwîn ji Roboskê diherike” ku têkildarî Komkujiya Roboskê amade kiriye jî weke “sûcê gel li dijî hev sor kiriye” hate nirxandin.
WÊNEYÊ BI KEÇA XWE RE KIŞANDIYE XISTIN NAV DOSYAYÊ
Wêneyeke Yilmaz bi keça xwe re kişandî û li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal parve kirî jî weke “Rapora lêkolînê” di dosyayê de cih girt. Di parvekirinê de ji bo nivîsa “L. (keça wî) kete ser rêyên gund” weke sûc hate nîşandan.
WÊNEYÊ GUND
Her wiha di dosyayê de wêneyên ku Yilmaz tevî hevalên xwe li Taxa Eskar a Pasûr a Amedê kişandin jî weke sûc cih girtin.