NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partiyê tevî veguhestina leşker û polîsan jî, li gorî encamên nefermî, şaredariyên 3 bajarên mezin, 7 bajar, 59 navçe û 8 bajarokan bi dest xist.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) tevî hîleyan jî di hilbijartinê de serkeftineke mezin bi dest xist. AKP-MHP’ê li seranserî bajarên bakurê Kurdistanê zêdetirî 55 hezar leşker û polîs veguhest lê dîsa jî hesaba wê negirt. Gelê kurd ê li qadên hilbijartinê gefa operasyona derveyî sînor lê dihat xwarin, çû ser sindoqan û got: “DEM Partî.”
Li gorî encamên nefermî, DEM Partiyê heta niha şaredariyên 3 bajarên mezin, 7 bajaran, 59 navçeyan û 8 bajarokan bi dest xistiye. Bi van encaman re DEM Partiyê mohra xwe li gelek guherînên ewil da. DEM Partiyê cara ewil Mûş bi destxist. Di heman demê de Dêrsim û Agirî dîsa bi dest xist. Li Wanê her 14 şaredarî bi dest xist. Di heman demê de Şaredariya Curnê Reş ku tevgera siyasî ya kurd herî dawî di sala 1979’an de bi dest xistibû, piştî 45 salan cara ewil bi dest xist. Di heman demê de cara ewil li Rihayê 7 şaredarî bi dest xist.
Li Bedlîsê gelek dengên ji bo DEM Partiyê hatine avêtin nederbasdar hatin hesibandin û pêşbirk hêj didome. 9 hezar leşker û polîs li Şirnexê hatibûn veguhestin û îtîrazên DEM Partiyê didome.
Li gorî encamên nefermî, şaredariyên DEM Partiyê bi dest xistî wiha ne:
"BAJARÊN MEZIN
1. AMED
2. MÊRDÎN
3. WAN
BAJAR
1. AGIRÎ
2. ÊLIH
3. COLEMÊRG
4. ÎDIR
5. MÛŞ
6. SÊRT
7. DÊRSIM
NAVÇE
1. GIYADÎN
2. BAZÎD
3. AVKKEVIRÊ
4. KERCEWS
5. TETWAN
6. REZAN
7. BISMIL
8. XANA AXPAR
9. PÎRAN
10.ERXENÎ
11. HÊNÊ
12. PEYAS
13. KARAZ
14. PASÛR
15. LICE
16. FARQÎN
17. SÛR
18. BAJARÊ NÛ
19. DEP
20. QEREÇOBAN
21. QEREYAZI
22. TEKMAN
23. GEVER
24. DÎGOR
25. QAXIZMAN
26. ARTUKLU
27. KERBORAN
28. DÊRIK
29. QOSER
30. ŞEMREX
31. NISÊBÎN
32. AKDENÎZ
33. KOP
34. MILAZGIR
35. GIMGIM
36. BÊRECÛK
37. HEWAG
38. SRÊKANIYÊ
39. XELFETÎ
40. CURNÊ REŞ
41. PIRSÛS
42. WÊRANŞAR
43. MISIRC
44. CIZÎR
45. HEZEX
46. SILOPIYA
47. MIKS
48. EBEX
49. ÇARDÊRAN
50. ŞAX
51. ARTEMÊTAN
52. ERDÎŞ
53. WESTAN
54. PAYÎZAVA
55. RÊYA ARMÛŞÊ
56. BÊGIRÎ
57. QELQELÎ
58. SERAV
59. TÛŞBA
BAJAROK
1. PINARBAŞI
2. OVAKIŞLA
3. DAGPINAR
4. ELMAKAYA
5. ALTINOVA
6. WEYSEL QERANÎ
7. SIRTKOY
8. BALVEREN"