Ji nûnerên partiyan berteka Wanê: Em parçeyekî berxwedanê ne

  • rojane
  • 11:02 3 Nîsan 2024
  • |
img
STENBOL - Nûnerên partiyên sosyalîst, li dijî xespa vînê ya li Wanê banga têkoşîna bi hev re kirin. Cîgira Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Gamzet Taşçi wiha got: “Em parçeyekî berxwedana gelê kurd in.”
 
Nedayîna mazbataya Abdullah Zeydan ê di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de weke Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê hate hilbijartin, bû sedemê berteka gelek beşên civakê. Li dijî darbeya li ser vîna gelê Wanê bertekek jî ji partiyên sosyalîst ên li Stenbolê hat. 
 
EHP: ŞERMA TIRKIYEYÊ YE
 
Serokê Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) Hakan Ozturk, bertek nîşanî nedayîna mazbataya Abdullah Zeydan da û wiha got: “Em bi tabloyeke wisa biêş re rûbirû ne ku di sedsala 21’emîn de gelê kurd ji bo mafê xwe yê hilbijartin û bijartinê neçar dimîne ku têbikoşe. Ev rewş şerma vî welatî ye.”
 
BANGA TÊKOŞÎNÊ 
 
Ozturk, destnîşan kir ku eleqeya biryarê bi hiqûq û destûra bingehîn nîne û wiha berdewam kir: “Divê li dijî vê em bi hev re têbikoşin.” Ozturk, anî ziman ku ji bo ji neheqiya hatiye kirin re bibin deng diçin Wanê û got: “Divê li dijî vê neheqiyê dengek were bilindkirin. Divê kes vê rewşê qebûl neke. Li Îzmîrê, Bûrsayê bi rêgezan dikevin hilbijartinê bil ali Wanê jî ew rêgez derbasdar bin. Divê ji vîna hemû gelên li welat re rêz bê girtin. Em bang li her kesên alîgirê demokrasî, hiqûq û mafên mirovan ên li Tirkiyeyê dikin ku xwedî li vê têkoşînê derkevin.”
 
SODAP: DIVÊ HEMÛ HÊZÊN DEMOKRASIYÊ HELWESTÊ BIGIRIN
 
Berdevka Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) a Stenbolê Fatma Înce jî bi van gotinan bertek nîşanî xespkirina vîna gelê Wanê da: “Em bang li hemû muxalefetê dikin ku li dijî hewldana xespkirina vîna gelê Wanê bisekinin. Desthilata Qesrê hewl dide têkçûna xwe bi polîtîkayên dijminatiyê yên li dijî gelê kurd veşêre. Ji ber vê yekê divê hemû hêzên demokrasiyê li dijî polîtîkayên ku vîna gel tune dihesibînin derkevin û li cem vîna gelê kurd bisekinin.”
 
SYKP: DIVÊ BI HEV RE TÊBIKOŞIN 
 
Seroka Giştî ya Partiya Jinûve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) Feray Yilmaz Mertoglû jî biryar weke darbeya li dijî vîna gelê kurd nirxand û wiha got: “Em xespkirina her tim a mafên xwe yên hatine bidestxistin qebûl nekin. Di mijara belavkirina bloka faşîst a AKP’ê û MHP’ê de em hemû hêzên şoreşger û demokrasiyê vedixwînin têkoşînê. Dawî li tayînkirina qeyûman nayê. Divê vîna gelê Wanê were teslîmkirin. Ev pêkanînên neheqî û bêhiqûqî divê demildest bi dawî bibin. Abdullah Zeydan vîna gel e, vîna me ye. Divê gelên Tirkiyeyê di sedsala duyemîn a Komarê de ji bo avakirina aştî û demokrasiyê ya bi hev re têbikoşin.”
 
PARTIYA ŞOREŞGER: EM PARÇEYEKÎ BERXWEDANÊ NE
 
Cîgira Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Gamze Taşçi anî ziman ku li Tirkiyeyê parçeyekî berxwedana gelê kurd in û wiha got: “Bloka faşîst a AKP’ê û MHP’ê tenê vîna gelê kurd xesp nake di heman demê de bi binçavkirina nûnerên wan hewl dide berxwedanê bi dawî bike. AKP’ê ji sala 2015’an ve li Kurdistanê hiqûqa mêtîngeriyê xistiye dewrê. Di serî de Şaredariya Amedê qeyûm tayînî hemû şaredariyên li Kurdistanê kir û ew girtin. Vê carê mafê hilbijartinê yê Zeydan ji destê wî girtin û ji tayînkirina qeyûman wêdetir çûn. Planên dewrnekirina şaredariyan tê kirin. Em ê weke şoreşgerên Tirkiyeyê li her cihê ku gelê kurd lê li ber xwe dide bi taybetî li bajarên Tirkiyeyê bibin parçeyekî berxwedanê.”
 
MA / Esra Solîn Dal
 
 

Sernavên din

04/04/2024
12:50 Kahyaoglu yê bi derbkirinê hatibû binçavkirin jiyana xwe ji dest da
12:27 Rêveberiya Xweser: Tirkiye li herêmê pêşiya DAIŞ’ê vedike
12:12 Rojnameger Kaya yê rastî êrişa AKP’iyan hat: Jiyana min di xetereyê de ye
11:58 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:49 ‘Li Wanê piştevanî û têkoşîn bi ser ket’
11:48 YSK dê hinceta biryara têkildarî Wanê îro binivîse
11:36 Meşa Amarayê: Dem dema azadiya Abdullah Ocalan e
11:34 Kadîr Înanir ji nexweşxaneyê tabûrcî bû
11:33 Li Mêrdînê gelek kes hatin binçavkirin
11:18 Li Periyê dê hilbijartin jinûve bê lidarxistin
11:15 Ji Abdullah Zeydan peyama spasiyê
11:14 Gelê Wanê dest bi paqijiya bajêr kir
10:53 Li Edeneyê polîs jinekî ducanî derb kirin
10:47 Li Tarsusê jinek hate qetilkirin
10:46 Kışanakê gelê Wanê pîroz kir: We dîrok nivîsand
09:40 Çalakiya greva birçîbûnê derbasî qonaxa nû bû: Berxwedan di roja 130’an de didome
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 163 roj in agahî nayên girtin
09:07 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê avakirina jiyana ekolojîk
09:05 'Divê hilbijartina bihîle ya li Şirnexê bê nûkirin'
09:04 ‘4'ê Nîsanê vejîna gelê kurd e'
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2024'AN
08:39 Yilmaz li Êlihê bi girseyî hate oxirkirin
08:21 Ciwanan 4’ê Nîsanê pîroz kirin
03/04/2024
23:16 Zeydan: Dê kes nikaribe vîna we xesp bike
23:03 Li gelek bajaran pîrozbahiyên berxwedanê
22:25 Li Wanê bi deh hezaran kesî dest bi prîozbahiya berxwedanê kir
21:46 Emîne Şenyaşar: Ez dixwazim girseya li Wanê li cem min be
21:01 Li Şemzînanê wesayîta polîsan li ciwanekî qelibî
20:22 3 rojnamevan hatin binçavkirin
18:51 YSK'ê mazbata da Abdullah Zeydan
17:29 Li Serêkaniyê dengên hatibûn betalkirin dê jinûve bên hejmartin
17:28 Çalakgerên Nobeta Edaletê dê sibê li Amarayê bin
17:21 Hevşaredarên mazbatayên xwe wergirtin: Em bi xelkê Wanê re ne
17:00 Li Edeneyê rojbûna Abdullah Ocalan hate pîrozkirin
16:59 Karamollaoglu: Gelê Wanê biryara xwe daye, şaredarê xwe hilbijartiye
16:52 Ji çar aliyan ji bo xelkê Wanê piştgirî hat dayîn: Dev ji darbeya siyasî berdin!
16:51 Li Amedê protestoya Wanê
16:31 Leyla Guven tev li merasîma cenazeyê birayê xwe bû
16:19 Ji Partiya Sosyalîstên Ewropayî daxuyaniya Wanê: Tiliya Erdogan di nav de heye
16:03 Leyla Zana: Roj roja berxwedanê ye
16:02 Parvekirina Ciwan Haco ya ji bo Wanê: Li dijî neheqiyê bêdeng nemînin
15:38 Li Wanê hemû kolan veguherîn qada berxwedanê
15:36 Bakirhan: Ji vê rêya xwe ya xelet vegerin
Hatîmogûllari: Heta em mazbatayê digirin dê têkoşîna me bidome
15:33 DFG: Êrişên li dijî rojnamevanan bi dawî bikin
14:48 Girtiyên siyasî: Em di 4’ê Nîsanî de çalakiya xwe derbasî qonaxa nû dikin
14:47 Rapor: Pêdiviyên girtiyên di greva birçîbûnê de nayên bicihanîn
14:28 Saziyên ziman û wêjeyê: Rêzê li vîna gelê kurd a demokratîk bigirin
14:22 Îtîraza têkildarî Bedlîsê hêj biencam nebûye
14:06 Darbeya hilbijartinê ya AKP’ê di çapemeniya cîhanê de ye
14:01 Li Curnê Reş bertekên li dijî dubare li dar xistina hilbijartinê didome
13:46 TJA: 4’ê Nîsanê pîroz be
13:32 Li Farqînê AKP’ê ji bo 40 sindoqan îtîraz kir
13:23 Encamên rast ên hilbijartinên Şirnexê bi avahiya DEM Partiyê ve hatin daliqandin
13:22 Hiqûqnasan li pêşiya edliyeyê bang kirin: Li dijî faşîzmê li cem gelê kurd cih bigirin
12:59 Çelîk ê AKP’î: Divê siyaseta bi destê darazê tê rastkirin dawî be
12:47 Malbatên ku zarokên wan hatin binçavkirin: Em ne ji mirinê ne jî ji girtîgehê ditirsin
12:35 Rayeya tayînkirina qeyûman a li komeleyan a wezaretê hate betalkirin
12:34 Li Keçîorenê êrişî avahiyê DEM Partiyê kirin
12:32 Yekitiye Ekolojiyê piştgirî da gelê Wanê
12:29 Yenî Şafakê tundiya biçek a AKP’iyan rewa kir
11:56 ‘Ji bo aştî û azadiyê em berê xwe bidin Amarayê’
11:34 Sonuk: Li Êlihê felsefeya ‘jin jiyan azadiyê’ ew têk birin
11:31 Li Wanê li dijî darbeya hilbijartinê bi deh hezaran kes li ber xwe didin
11:05 DFG: 6 rojnameger rastî êrişan hatin, 153 nûçe hatin astengkirin
11:02 Ji nûnerên partiyan berteka Wanê: Em parçeyekî berxwedanê ne
10:53 Parlamenterê berê yê AKP’î: Ji biryarê vegere
10:44 DEM Partiyê ji bo Wanê serî li YSK’ê da
10:42 TUÎK’ê enflasyona meha adarê eşkere kir
10:39 Li Wanê derabe nehatin vekirin, gel li kolana ye
10:36 Malbata penaberê îşkence dîtiye: Em îradeya xwe teslîmî MÎT’ê nakin
10:20 Eren: Tiştên diqewimin senaryoyeke plankirî ye
10:06 Hiqûqnasê Ceza Kanar: Dewleta tirk ji dewleta qanûnê derket
09:56 AKP’iyan hewl dan rojnamegerên dîmenan dikişînin lînç bikin
09:53 Ev 15 sal in faîlên Dag û Karaoglan nehatine dîtin
09:28 Li Tayvanê bi pileya 7,4’an erdhejek çêbû
09:28 Qileban li dijî xespkirina şaredariyê li ser pêya ye: Li wan ziqim be
09:18 Ji rojnameger Silêman Ehmed 162 roj in agahî jê nayên girtin
09:16 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 129’an de didome
09:01 Stenbolî: Berpirsê krîzê desthilat e
09:00 ROJEVA 3’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:39 Ji malbata Arvas ê AKP’î bertek: Di te de rûmet nîne!
08:24 Li ser îtîraza AKP’ê dê li Gazîosmanpaşayê deng jinûve bên hejmartin
08:23 Li Berwariyê di navbera DEVA û AKP’ê de şer derket: Kesek mir, du jî birîndar bûn
02/04/2024
23:25 Baroya Rihayê û OHD: Em ê rê nedin feraseta qeyûm
23:19 DEM Partî li Pirxusê dîsa bi ser ket
23:13 Ji hilbijartiyên Fransî banga li hemberî xespkirina Şaredariya Wanê
22:33 Gel li dijî darbeya hilbijartinê ya AKP'ê li ser pêyan e
22:14 Li Îdirê gel li dijî xespa AKP'ê ya li Wanê daket kolanan
21:30 Gelê Wanê piştî fitariyê dîsa daket kolanan
20:49 Ji DEM Partiyê banga çalakiya 'dengderxistinê'
20:25 CHP, wê şandeyekê bişîne Wanê
20:10 AKP û MHP'ê li Giyadînê ji bo encamên hilbijartinê îtiraz kirin
19:43 Li Pirxusê ray ji nû ve tên hejmartin
19:23 Şedal: Gelê Wanê wê li dijî vê xespê li ser pêyan be
Zeydan: Li dijî vê bêhiqûqîtiyê rabin ser pêyan
18:35 Arvasê AKP'î berî ku biryar bigihê Zeydan ji bo mazbatayê serlêdan kiriye
18:23 DEM Partiyê ji bo Şirnexê serî li Lijneya Hilbijartinê da
18:06 Di şewata li Stenbolê de 29 kesan jiyana xwe ji dest da
18:02 Li Curnê Reş berteka ji bo nûkirina hilbijartinê: Çi dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin
17:58 Darbeya hilbijartinê li Kadikoyê tê protestokirin
17:41 Parêzera penaberê îşkence lê hat kirin: Li girtîgehê gef lê hatin xwarin