Li Wan û Şirnexê çalakiyên ziman: Bi kurdî biaxive, bifikire, bijî

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî li Şirnexê panel hat lidarxistin û li Wanê jî meş hat lidarxistin. Di çalakiyan de banga “Li her derê bi kurdî biaxive, bifikire, binivîse û bijî” hate kirin. 
 
Bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Wanê meş û li Şirnexê jî panel hat lidarxistin. 
 
ŞIRNEX
 
Li Şirnexê Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya çalakiyên 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de li eywana konferansan a avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) panela “Jin û ziman” li dar xist. Di panelê de pankarta “ Ziman mala hebûnê ye, hebûn xwebûna me ye” hate vekirin. Meclisa Dayikên Aştiyê, rêxistinên DEM Partiyê yên navend û navçeyan û gelek jin tev li panelê bûn. 
 
Hunermenda kurd û endama KASED’ê Selma Ozelasî weke panelîst tev li bernameyê bû.  Panel bi rêzgirtinê dest pê kir. 
 
‘HEBÛNA ME BI ZIMANÊ ME YE’ 
 
Piştre Sema Ozasî axivî. Ozasî, bal kişand li ser rol û mîsyona jin û ziman û wiha axivî: “Em şerê ziman dikin, şerê me şerê çand û hunerê ye, şerê me şerê ziman e. Mirov li ku derê dinyayê be bi zimanê xwe tê naskirin. Dema ku mirov bi zimanê xwe nizanibe û motîfeke kurdî li ser me nebe, tu wateya mirov jî namîne û ew mirov dibe keseke din. Ji ber wê em dibêjin me zimanê xwe heye, hebûna me bi zimanê me heye. Di têkoşîna gelê kurd de her tim têkoşîna ziman hatiye dayin. Divê em li malên xwe li tax û kolanên xwe bi zimanê dayikê biaxivin.” 
 
DI SERDEMA NEOLOTÎKÊ DE JIN 
 
Ozasî, di berdewama axaftina xwe de qala rola jinan a di serdema neolotîkê de kir û wiha got: “Di dema neolîtîkê de rol û mîsyona me jinan çi bû û me wê demê çi dikir û em niha çi dikin? Di wê serdemê de jin pêşengên civakê bûn, xweza bi destê jinan dihate afirandin. Di wê demê de jinan çandinî dikir, giya kom dikir û bi vê re zarok xwedî dikir. Jin û xweza di nav hev de dijiyan. Mêr nêçîrvan bûn lê jin hem xweza û hem jî mal birêve dibir. Heke ku ew dem di hundirê me de nebûya îro me li dijî pergalê li ber xwe nedida. Niha jî li ser jinê pişaftineke mezin tê kirin. Jin bi her awayî hedef hat nîşandan. Her berhemeke jinan weke berhemek mêr pêşkeşî civakê kirin. Keda jinê weke keda xwe nîşan dan. Ji ber wê di roja me de jin berxwedana hebûnê, çandê û ziman dide.”
 
Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.
 
WAN 
 
Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsayê (ARSÎSA) Kovara Destarê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî meş li dar xistin. Meş, li pêşiya avahiya DEM Partiyê dest pê kir û heta ARSÎSA’yê domiya. Di meşê de dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe” û “Zimanê me rûmeta me ye” hatin berzkirin. 
 
Di meşê de her wiha jinan dovîzên “Kurdî dilê Kurdistanê ye”, “Zimanê min welatê min e” û “Kurdî nasnameya me ye” hatin hilgirtin. Beşdaran li pêşiya avahiya ARSÎSA’yê stranên bi kurdî striyan. Rêvebera ARSÎSA’yê Evîndar Akbulut daxuyanî da. Akbulut, diyar kir ku zimanê kurdî nirxekî herî bingehîn, qedîm û dewlemend ê neteweya kurd û mirovahiyê ye. 
 
‘ZIMANÊ KURDÎ ÇAVKANIYA SEREKE YA AZADIYA GELÊ KURD E’
 
Bi domdarî Akbulut destnîşan kir ku zimanê kurdî di dîrokê de bûye çavkaniya jiyana civakî û gelek ziman û çandên cuda. Akbulut wiha domand: “ Zimanê kurdî hebûn, xwebûn, rûmet, nasnameya kurdan a neteweyî ye; xîm û sîwana yekitiya kurdan e. Azadiya zimanê kurdî çavkaniya sereke ya rizgarî û azadiya neteweya kurd e.”
 
‘TOVÊ KU BI HAWARÊ HATÎ REŞANDIN BÛ ÇAVKANIYA TÊKOŞÎNA ZIMAN’
 
Di berdewamê de Akbulut destnîşan kir ku gelê kurd her dem ji bo parastin û pêşxistina zimanê kurdî kedeke mezin daye û wiha pê de çû: “Li dijî hemû zor û zehmetiyan jin û dayikên kurd, têkoşer û pêşengên kurdan têkoşîna xwe bênavber meşandine. Yek ji pêşengên têkoşîna zimanê kurdî jî Celadet Elî Bedirxan e ku wî û hevalên wî xwe gihandin hawara zimanê kurdî. Di 15’ê Gulana 1932’yan de bi pêşengiya Celadet Elî Bedirxan di warê ziman û çanda kurdî de tovê şoreşeke mezin hat reşandin û Kovara Hawarê bi latînî dest bi weşanê kir. Ev tovê ku ji aliyê Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî ve hatiye reşandin, ji bo geşedan û têkoşîna zimanê kurdî bû çavkaniyeke bingehîn a dîrokî.”
 
GOTINA OCALAN A ‘ZIMAN LAŞ E XWEDÎ LÊ DERKEVIN’ BI BÎR XIST
 
Akbulut, bi domdarî gotinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a “Ziman laş e, li laşê xwe xwedî derkevin” bi bîr xist û wiha pê de çû: “Gelê kurd bi pêşengiya Tevgera Azadiya Kurd bi taybetî di van 50 salên dawî de li gel hemû êriş, dagirkerî û polîtîkayên pişaftinê ya li dijî çand, ziman û hemû nirxên xwe yên neteweyî bi vê hişmendî, biryardarî û îradeyê têkoşiyaye û vê têkoşîna xwe ya bêhempa hê jî didomîne. Di encama vê têkoşînê de, di sala 2006’an de bi ked û hewldanên TZP Kurdî, Cejna Zimanê Kurdî hate îlankirin û ev roj bi vê hişmendî û giyanê ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî her sal tê pîrozkirin.”
 
‘JÊDERKA BINGEHÎN A ZIMANÊ KURDÎ JINÊN KURD IN’
 
Akbulut, daxuyand ku çavkaniya bingehîn a hawara zimanê kurdî jinên kurd in û wiha derbirî: “Dema ku em dibêjin ‘jin jiyan e’ em wate û giraniya vê gotinê baş dizanin.  Lewre jin çawa ku avakara herî sereke ya jiyanê ye, avakara sereke ya zimanî jî ye. Çawa ku têkoşer û şoreşgerên ewil jin in, têkoşer û şoreşgerên zimanî jî jin in. Li Kurdistana Sor û her çar milên Kurdistanê jinên wek Celale Xanima Loristanî, Semen Xanima Dewdanî, Nêrgiz Xanima Şehrezorî, Mestûre Kurdistanî,  Lîza Xanim, Sûsika Simo, Fatma Elî, Meryemxan, Eyşe Şan, Sîma Semend, Jîla Huseynî, Sêvê Demîr û bi sedan jinên kurd ên din mînakên vê yên herî şênber in. 
 
Li ser vê bingehê, pêwîst e ku di roja me de jî, yên herî zêde li vê hawara zimanê kurdî û nirxên kurdewar xwedî derkevin û bi ala zimanê kurdî bimeşin, têkoşîna parastin û pêşxistina zimanê kurdî li her derê bilind bikin em jinên kurd in. Em jin çawa ku jiyana xwe bi giyanekî azad ava dikin, divê jiyana azad jî bi zimanê xwe ava bikin.  Li şûna ku em tenê bibêjin ku ‘em xwedî li zimanê dayikê derkevin’; divê em di heman demê de bibêjin ku ‘em xwedî li zimanê jinê, jiyanê û azadiyê derkevin’.”
 
‘BI KURDÎ BIAXIVIN, BINIVÎSIN, BIFIKIRIN’
 
Akbulut, anî ziman ku ew ê bi armanca bilindkirin û berfirehkirina têkoşîna li dijî tecrîda ser zimanê kurdî ku parçeyeke li ser tecrîda Abdullah Ocalan e û tecrîda li ser jinên kurd, çalakiyên cuda li dar bixin. Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em bi boneya salvegera 92’yan a Kovara Hawarê, nemir Celadet Elî Bedirxan û hemû hevalên wî, hemû jin, dayik û têkoşer û parêzvanên zimanê kurdî bi rêzdarî bi bîr tînin. Em Cejna Zimanê Kurdî di serî de li gelê kurd, li rêzdar Abdullah Ocalan, li hemû jin û dayikên kurd, li hemû têkoşer, xemxur, xebatkar û dildarên zimanê kurdî pîroz dikin û bang û gazî li hemû gelê xwe yê  Kurdistanê û li her derê cîhanê hemû partî, sazî, rewşenbîr û derdorên kurd dikin ku; em têkoşîna zimanê kurdî bilind bikin, em her derê bikin dibistan û zanîngehên zimanê kurdî, em her dem û li her derê bi kurdî biaxivin, bi kurdî bixwînin, bi kurdî binivîsin û bi kurdî bijîn. Jiyan, jiyan, azadî.” 
 

Sernavên din

14/05/2024
09:01 Dayikên girtiyên di çalakiyê de: Daxwazên wan pêk bînin
09:01 ROJEVA 14’Ê GULANA 2024’AN
13/05/2024
20:27 Li Amed û Cizîrê panelên zimanê kurdî
20:10 Çalakiya Nobeda Edaletê ya Şenyaşarê di roja 102'yan de ye
16:54 Li Wan û Şirnexê çalakiyên ziman: Bi kurdî biaxive, bifikire, bijî
16:42 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Em ê ji têkoşîna xwe bi paş ve gavê neavêjin
16:17 Şaredarî têkildarî Ziya Turk daxuyanî da
16:14 Ji ÎHD’ê pêşniyara teserûfê: Lêçûnên leşkerî kêm bikin
15:45 Şîna Rêber Soydan bi girseyî hat ziyaretkirin
15:38 Parlamentoya Iraqê dê serokê xwe yê nû hilbijêre
15:22 AKP çû, tabelayên bi kurdî dîsa hatin danîn
15:06 Li kolanên Sûrê gel vexwendin çalakiyên Cejna Ziman
14:23 Berdana girtiyê nexweş 3 sal in tê taloqkirin
13:38 DEM Partiyê paketa hikûmetê nirxand: Teserûf di aştiyê de ye
12:58 Li Katalonyayê Partiya Sosyalîst bû yekemîn
12:47 Li Hatayê lehî rabû: Konteyner di bin avê de man
12:44 Kirkazak: Doza Kobanê dozeke siyasî ye
12:18 Cîgirê komîserî hevjîna xwe û du zarokên xwe qetilkirin
12:17 Li Wanê hejmara binçavkiriyan gihişt 55'an
11:45 Jina ku bi guleya di dawetê de hate berdan birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
11:39 Ji 159 kesan têkildarî Doza Kobanê daxuyanî: Dê bandorê li pêşeroja welat bike
11:31 Meclisa Jinan a DBP’ê: Heta azadiya fizîkî ya Ocalan pêk were, em ê çalakiyên xwe bidomînin
10:46 Şandeya TAJÊ ji bo kampanyaya 'xweparastinê' serdana Bexdayê kir
10:27 Di lêpirsîna Alî Velî de tevî dîmenên îşkenceyê biryara neşopandinê hate dayîn
10:24 Lêkolînê sehayê: Her ku temen dikeve axaftina bi zimanê dayikê kêmtir dibe
10:16 Li Dîlokê tundiya mêr: Jinek hate qetilkirin 2 kes birîndar bûn
09:34 Ji rojnameger Silêman Ehmed 202 roj in agahî nayê girtin
09:33 Girtiyên siyasî 169 roj in bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:24 Înfaza girtiya siyasî Başligê hate şewitandin
09:05 Dadgehên Cezayê yên nû: ÎGK
09:01 OHD dê ji bo Îmraliyê dîsa serî li Wezareta Dadê bide
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2024'AN
08:15 Xwebûn bi manşeta “Her dem kurdî” derket
12/05/2024
22:02 Li Mêrdînê pîrozbahiyên 15’ê Gulanê didomin
21:53 Gora Feqiyê Teyran bi girseyî hate ziyaretkirin
21:31 Cenazeyê Soydan li Geverê hate veşartin
21:15 Şerzan Kûrt li Mûglayê hat bibîranîn
20:39 Beriya Doza Kobanê jin li hev civiyan: Ya tê darizandin têkoşîna me ya hevpar e
19:32 MED-DER li Pasûrê bi zarok û jinan re civiya
19:25 Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî Dîwana Dengbêjan hate danîn
18:57 Tevî astengiyan serdana Şenyaşarê kirin: Me hemûyan temsîl dike
18:21 Li Bismilê ji bo Cejna Zimanê kurdî panel û xwendina helbestan
17:51 301 madenvan di salvegera xwe ya 10’emîn de hatin bibîranîn
16:45 Cenazeyê Soydan dibin Geverê
16:41 Xizmên girtiyan piştgirî dan çalakiya girtiyan
16:34 Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dayîn 35 hezar derbas kir
15:33 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
14:43 AFAD 4 saet piştre çû cihê qezayê: Kesek mir, 6 kes birîndar bûn
14:34 Li Endonezyayê wesayîta xwendekaran qeza kir: 11 kes mirin
14:24 Çalakiyên Roja Dayikan: Ji bo me diyariya herî mezin aştî ye
13:52 Arat a tehliye bû: Divê her kes bi berpirsyarî tevbigere
12:29 Serokkomarê Iraqê: Sedema pirsgirêka avê welatên cîran in
11:53 Bihayê zêr dîsa rabû
11:18 Li Efxanistan û Endonezyayê lehî rabûn: 327 kes mirin
10:47 Li girtîgehê mirineke biguman
10:42 Qanûna ku destûra îmarê ji holê radike kete meriyetê
09:35 Kovara Jînê bi manşeta ‘Berxwedana kurdî ya li dijî pişaftinê’ derket
09:21 Di rojekê de herî kêm 97 jin rastî tundiyê tên
09:16 Jinên xizan ên Taxa Kamberiyeyê
09:04 Li girtiyê 31 sal in di girtîgehê de ye doza 'heqareta li serokkomar' hat vekirin
09:04 Yekitiya Ekolojiyê civiya: Li dijî qirkirinê banga têkoşîna hevpar
09:02 Tûrnûvaya Futbolê ya Gulistan Dokû dest pê dike: Armanc 100 tîm
09:02 Midûriyeta Girtîgehan berpirsiyarî xist stuyê cendirmeyan
09:00 Rojnameger Silêman Ehmed ev 201 roj in li ku ye?
09:00 Girtiyên siyasî 168 roj in bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:00 12'Ê GULANA 2024'AN
08:54 Ji bo 19 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
11/05/2024
22:04 Hozan Mizgîn li ser gora xwe hat bibîranîn
19:13 Lêgerîna edaletê ya Şenyaşarê di roja 100’emîn de ye
18:59 Li Colemêrgê teqîna cismekî kesek birîndar bû
16:43 Jinan ji CPT’yê re name şandin
16:26 Li 3 bajaran ji bo berdana girtiyên nexweş bang hate kirin
15:36 Şaredarê AKP’î ji şîrketa şaredariyê her meh 33 hezar lîre mûçe girtî ye
15:24 Artêşa Israilê beriya êrîşa Refahê daxuyanî da
15:16 Îşkenceya li Şakranê hate şermezarkirin
15:05 Rêxistinên kedê êrişa li dijî DEM Partiyê şermezar kirin
14:44 Komxebata Weşanên Kurd dest pê kir
14:38 Xizmên windayan li 3 bajaran aqûbeta windayan pirsîn
14:32 Ji bo Halîl û Kasim Alpsoy edalet xwestin
14:00 ‘Dema Ocalan diaxive pêşî li çareseriyê vedibe’
13:19 ARÎ DER: Em ê jiyana azad bi zimanê azad ava bikin
12:25 Yekitiya Ekolojiyê li Amedê civiya
12:21 Malbata girtî: Yên dibêjin 'Tecrîd tune' bila li girtîgehan binerin
12:06 Derket holê ku jina 7 sal in winda bû hatiye qetilkirin
11:42 Ji bo 29 bajaran hişyariya bahoz û barîna baranê
11:11 DFG’ê ji bo Ehmed daxuyanî da: PDK bi helwesta xwe sûc dike divê Ehmed berd e
10:43 Di qezayên faîlên wan diyar de 25 zarokan jiyana xwe ji dest dan
10:05 Parêzera Abdullah Ocalan: Tirkiye biryarên NY'yê yên tedbîrê îhlal dike
09:19 Sehafên Dîlokê serfetihê jî nakin
09:16 Ji rojnameger Silêman Ehmed 200 roj in tu agahî nayên girtin
09:15 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 167'emîn de didome
09:09 Rêveberê ARSÎSA'yê Acar: Divê 365 rojên salê kurdî be
09:07 Alîkarê Dîrektorê IPI Grîffen: Li hemberî rojnamegerên kurd 'taciza darazê' heye
09:04 Gurbuz: Ne tecrîd, divê em behsa azadiyê bikin
09:03 Qeyûmê Amedê berî ku biçe 267 kîlo çerez xwariye!
09:00 ROJEVA 11'Ê GULANA 2024'AN
00:18 Konsera Rastak rastî eleqeyeke mezin hat
10/05/2024
20:28 Mîhrîcana Fîlman a Jinan dest pê kir
20:25 Ji xwendekarên zanîngehê piştgirî ji bo Şenyaşarê
20:08 Li Colemêrgê 7 kes hat binçavkirin, ji 2 kesan re hepsa malê hat dayîn