Doza Kobanê li Şirnex û Hatayê hate protestokirin

  • rojane
  • 13:22 18 Gulan 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Cezayên di Doza Kobanê li siyasetmedaran hatin birîn li Şirnex û Hatayê hatin protestokirin. 

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) der barê biryara Doza Kobanê li ber avahiya partiyê daxuyanî da. Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Kobanê rûmeta me ye” hate hilgirtin. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen metna daxuyaniyê xwend. Gungen, anî ziman ku vê biryarê nîşan daye ku AKP û MHP’ê li cem DAIŞ’ê cih digirin û wiha got: “Biryara hatiye dayin nîşana wê yekê bû ku yan dê alîgirê gel û demokrasiyê bin, yan jî dê bibin aliyê DAIŞ û faşîzmê. Dadgehê jî aliyê xwe weke DAIŞ û faşîzm nîşan da.”
 
‘EM BIRYARÊN DADGEHÊ NAS NAKIN’
 
Gungen, bi domdarî diyar kir ku di vê pêvajoyê de pêwîstî bi piştevaniyê heye û ev tişt anî ziman: “Em careke din vê dibêjin; em tu carî destûrê nadin faşîzmê. Em di serdemeke wisa de ne ku li dijî faşîzmê divê zêdetir mil bi mil bisekinin. Em van ceza û biryaran nas nakin. Selahattîn, Fîgen, Gunay Kubilay û hemû hevalên me yên ku di Doza Komploya Kobanî de hatin darizandin, di dilê kurd, tirk, kedkar, jin, ciwan û hemû kesên li ser vê axê dijîn de azad in. Hevalên me yên ku bi neheqî û bê hiqûqî hatin cezakirin, di wijdanê raya giştî ya cîhanê de beraet kirin. Têkoşîna me wê hem li hundir hem jî li derve bidome û ji bo mafên hemû bindestan em ê bi hev re bi ser bikevin.”
 
 ‘EM Ê LI DIJÎ VÊ DIJMINATIYÊ TÊBIKOŞIN’ 
 
Parlamenter Mehmet Zekî Îrmez jî bi lêv kir ku îktîdara AKP-MHP’ê bi sala ye dijminatiyê li kurdan û dostên wan dike. Îrmez, daxuyand ku ew biryarên dadgehê nas nakin û dê li ber xwe bidin. Îrmez, wiha bi dawî kir: “Pergala di serdema Dadgehên Îstîklalê de îro jî didome. Lê em ê li dijî vê dijminatiyê têbikoşin.”
 
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. Çalakî bi stran û dirûşman bi dawî bû. 
 
HATAY 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Hatayê jî têkildarî mijarê li pêşiya konteyniran daxuyanî da û biryar protesto kir. Gelek parastvanên mafên mirovan tev li daxuyaniyê bûn. Hevserokê Şaxa ÎHD’a Îskenderûnê Coşkun Selçuk di daxuyaniyê de wiha got: “Kesên aştiya civakî û siyaseta demokratîk daxwaz dikin nayên cezakirin. Pêdiviya vê erdnîgariyê bi aştiya civakî heye. Divê komara ku ev 100 sal in polîtîkayên red û înkarê didomîne, dawî li vê bîne. Divê daxwaza hemwelatiya wekhev a kurdan, elewiyan, jinan, netewe û pêkhateyên cuda bên dîtin û ji bo bicihanîna vê daxwazê li polîtîkayên aştiyane vegerin. Divê bi destê darazê muxalîf neyên tepisandin. Weke parastvanên mafên mirovan em ê Doza Kobanê bişopînin. Em ê daxwaza xwe ya ji bo aştiyê bidomînin.” 

Sernavên din

21/05/2024
13:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:16 Li Stenbolê hejmara binçavkiriyan derket 27'an
12:38 Hatîmogûllari: Hevalên me ji ber ku serî li ber rejîmê netewandin hatin cezakirin
12:32 Parêzerê ku îtîrafkar digot li cem min e, di danişînekî din de bûye
12:28 Kujerê Recep Hantaş jî nehat cezakirin!
12:11 Rojnamevan Aslan ji doza ‘agahiya şaş belav kiriye’ hat beraetkirin
12:01 Li Rojhilatê Kurdistanê bi hinceta Newrozê 5 kes hatin binçavkirin
11:27 Gund Ma tê avakirin
10:55 Girtiyê siyasî di qawîşa girtiyên edlî de tê ragirtin
10:49 Vegera welat a êzidiyan didome
10:42 DEM Partî: Em êşa mezin a çerkezan parve dikin
10:27 Ev zêdetirî 30 sal in kovaran arşîv dike: Kovara herî kevn 132 sal berê hatiye weşandin
10:18 Çalakiya girtiyan berdewam dike
10:17 Ji bo tecrîdê û pirsgirêka kurd dê hevdîtinan bikin
10:00 Li Abdullah Ocalan 6 meh cezayê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hat birîn
09:51 Li Afyonê qeza: 17 kes birîndar bûn
09:39 Li Stenbolê herî kêm 15 kes hatin binçavkirin
09:13 Girtiyên serî natewînin nayên berdan!
09:09 Li Ewropayê çalakiyên 'Azadî ji Ocalan û girtiyên siyasî re' dest pê dikin
09:07 Biryara 'parastinê' naparêze: Çareserî têkoşîna li ser esasê xweparastinê ye
09:03 Rojnameger Ehmed 210 roj in winda ye: Şerme ku rojnamegerek kurd li Kurdistanê bê revandin
09:00 ROJEVA 21'Ê GULANA 2024'AN
20/05/2024
22:08 Dilan Sarûhan hat berdan
18:57 Ji Dayikên Aştiyê banga 'dawî li tecrîdê bînin'
16:54 Li Periyê gund bi gund xebatên hilbijartinê tên meşandin
16:35 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Tecrîdê rakin
16:34 DEM Partiyê li Curnê Reş lez da xebatên xwe
16:15 Haya wezaretê ji hejmara hikûmxwarên di girtîgehê de nîne!
16:08 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Demirtaş kirin: Wê têkoşîna me bidome
15:49 Doza 9 kesên hatibûn kuştin veguhestin Konyayê
15:30 Li Licê operasyona leşkerî berdewam dike
15:24 Li Hezex, Îzmîr û Enqereyê cezakirina siyasetmedarên kurd hat protestokirin
15:23 Jinên siyasetmedar ku hatin berdan: Çareserî ji Îmraliyê dest pê dike
15:12 Ceza li mitehitên apartmana 37 kes lê miribûn hate birîn
14:35 Dozgerê ICC’ê xwest Netanyahu were girtin
14:06 Reîsî bi biryarên îdamê û polîtîkayên tundiyê dihat naskirin
13:53 Girtiya nexweş Ozer ji bo raporê sewqî Stenbolê hate kirin
13:32 Koçyîgîtê ji ber ‘xefika îktîdarê’ hişyarî da
13:20 Li wargeha KYK’ê 97 xwendekar jehrî bûn
13:20 Pêşniyarqanûna ‘Bila deynên qeyûman ji wan bê standin’ dan Meclisê
11:52 DEM Partî: AKP li Curnê Reş gefê li keyayan û gundiyan dixwe
11:29 Li Şirnexê kesek hat girtin û 39 kes hatin berdan
11:28 Şaredariya Sûrê deynê qeyûm li pey xwe hiştî eşkere kir
11:26 Nivîskar Sîdar Jîr: Kobanê kevirê takêşê yê dîroka kurdan e
10:36 Cîgirê Reîsî li şûna wî hat tayînkirin
09:54 Ji bo 10 bajaran hişyariya barîna barana zêde hate kirin
09:45 ‘Zîhniyeta DAIŞ’ê pirsgirêkeke navneteweyî ye’
09:30 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiyê di roja 176’an de didome
09:27 Ji rojnameger Silêman Ehmed 209 roj in agahî nayên girtin
09:24 Li Geverê tecrîd hate protestokirin
09:22 Di 18 rojan de 372 binçavkirin 108 girtin
09:10 ‘Rêveberiya tayînkirî ya nexweşxaneyê pergala tenduristiyê bêqîmet dike’
09:03 ‘Divê motokuryetî têkeve nav çîna ‘karên bi talûke’
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2024'AN
07:36 Rayedarên îranî: Serokkomar Reîsî mir
00:17 Li Marsîlyayê meşa 'Ji Ocalan re azadî'
19/05/2024
22:18 Li Licê operasyona leşkerî
22:08 Li Stenbolê 4 ciwan hatin girtin
21:14 DEM Parî dê serdana Demîrtaş bike
21:00 Sempozyûma Ziman: Divê edî kurd bibin yek
20:17 ANKA-DER: Em ê tecrîda li ser ziman rakin
19:50 ’Li hundir û derve dê têkoşîna me bidome’
19:33 Li Periyê xebatên hilbijartinê bênavber didomin
19:11 Îbrahîm Kaypakkaya li Stenbolê hate bîranîn
18:29 Hefteya windayan: Şîna me didome, ji ber edalet pêk nehat
17:03 Li Îranê qezaya helîkopterê çêbû: Serokkomar winda ye
16:41 ‘Curnê Reş dê di 2’yê hezîranê de ji zilmê re bibêje êdî bes e’
16:33 Girtiyên ji Doza Kobanê: Çi dibe bila bibe em ê tawîzê nedin
16:16 YNK: PDK nahêle lê divê hilbijartinê bên lidarxistin
16:00 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:13 Li Tetwan û Aydinê qeza: Kesek mir, 11 kes birîndar bûn
15:06 Biryarên Doza Kobanê hatin protestokirin nt>
14:58 'Ji bo zimanê kurdî bijî divê her malek bibe dibistanek’
14:40 ‘Şehîdên Meha Gulanê’ li Edeneyê hatin bibîranîn
14:31 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê çûn serdana Yuksekdag: Em ê piştevaniyê mezin bikin
14:21 Ciwanên binçavkirî li edliyeyê ji pişt ve destkelemçekirî tên sekinandin
14:03 Di êrişa dewleta tirk de zarokek hate qetilkirin
12:47 Li Bursayê zilamekî hewl da jinekê bikuje
12:29 Herêma Bradostê hate bombebarankirin
12:11 Li Helebê Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê hate vekirin
11:43 Tehliyeya rojnameger Ren dîsa hate taloqkirin
10:38 Hejmara 64’emîn a Kovara Jînê derket
10:18 Ji emniyetê peyama ‘xwedîderketina li Ziya Turk’
10:08 Li Başûr krîza hilbijartinê: PDK qels bûye lewma naxwaze hilbijartin bibe
09:40 'Ger parastina Kobanê sûc be, me hemûyan ew sûc kiriye'
09:39 Doza Kobanê: Doz veguherandine amûreke cezakirinê ya kolektîf
09:07 Berdana girtiyê nexweş ê 'poşmantî' red kirî cara 4'an hat taloqkirin
09:05 Bereh: Gelê bixwaze xwe biparêze, ewilî divê zimanê xwe biparêze
09:02 Çalakiya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
09:01 Rojnameger Silêman Ehmed li ku ye?
09:00 ROJEVA 19’Ê GULANA 2024’AN
08:49 Di teqîna li Tokatê de 5 jê cendirme 7 kes birîndar bûn
18/05/2024
22:50 Hatimogûllari: Têkoşîna me xurttir bûye
21:20 Bakirhan: Em ji tifaqa JÎTEM'ê ku me didarizîne xelas bibin
19:46 Ûçar: Parêzbendiya herî mezin a gelê kurd berxwedanê wê ye
17:14 Li 3 bajaran 'doza kumpasê' hat protestokirin
16:46 Li Curnê Reş taxa bi taxa xebatên hilbijarinê didomin
16:36 Parêzvanê Ozcan ê AKP’î: Ez hatim girtin lê karê tiryakê Ozcan dikir
15:49 Li Efxanistanê lehî rabûn: Herî kêm 50 kes mirin
15:19 Pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyên nexweş ên bi ser 65 salî re rêz kirin