Hevserokê KNK'ê Karamûs: Divê dewlet gavên şênber biavêje

  • rojane
  • 09:00 26 Cotmeh 2024
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûs diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya piştî 43 mehan de  peyameke zelal û eşkere daye û got: "Pêwîste dewleta Tirk jî bersivê bide peyama birêz Abdullah Ocalan. Divê dewlet gaveke şênber biavêje."

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan bi raya giştî re parve kir ku di 23'yê Cotmehê de li Girava Îmraliyê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 43 meh agahî jê nedihat girtin hevdîtin pêk aniye. Di hevdîtinê de Abdullah Ocalan bi rêya biraziyê xwe Omer Ocalan ev peyam ji raya giştî re şand: "Tecrîd dewam dike. Heke şert û merc guncav bibin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku ev pêvajo ji şer û tundiyê bikişînim ser bingeha hiqûqî û siyasî." piştî vê daxuyaniyê nîqaşên pevajoyeke nû li Kurdistan û Tirkiyeyê dest pê kirin. 
 
Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamûs têkildarî peyama Ocalan û pêvajoya diqewime de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandin kir. 
 
'OCALAN Û GELÊ KURD XWEDÎ YEK HELWEST IN' 
 
Karamûs anî ziman ku hem Tevgera Kurd hem jî Abdullah Ocalan têkildarî nîqaşên pêvajoya nû peyamên zelal dan û got di vê mijarê de Abdullah Ocalan û tevgera Kurd xwedî helwesteke hevpar in. Karamûs wiha axivî: "Dewleta Tirk heta niha der barê destpêkirina pêvajoyeke nû de daxuyaniyeke zelal nedaye. Bi daxuyaniya dawî ya Bahçelî re nîqaşa pêvajoya çareseriyê ya nû destpê kir. Her kes jî li ser vê mijarê nirxandinekê dike. Duh Birêz Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê bi biraziyê xwe Omer Ocalan re hevdîtinek pêk anî. Birêz Abdullah Ocalan di hevdîtinê de peyameke zelal da. Di peyama xwe de bi lêv kir ku ew xwedî heze ku pirsgirêke bi rêya hiqûq û siyasetê çareser bike. Birêz Murat Karayilan di hevpeyvîna xwe de diyar kir ku ew amade ne ku bi rêyên demokratîk pirsgirêkê çareser bibin. Hem birêz Abdullah Ocalan û hem jî Tevgera Azadî ya Kurd bi awayekî zelal parve kirin ku ew di vê mijarê de xwedî helwesteke hevpar in. Tevgera Azadiyê ya Kurd jî diyar kir ku divê tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bi dawî bibe û di şert û mercên ku azadiya fîzîkî pêk tê de rol û mîsyona xwe bi cih bîne."
 
'KES JI TIRKIYE BAWER NAKE'
 
Karamûs bal kişand ser êrişa li Enqereyê û diyar kir ku piştî êrişê li ser Rojava û Herêma Kurdistanê hatin bombebarankirin û got ku ev bombardiman dilsoziya dewleta tirk a li dijî pêvajoyê nîşan dide û wiha domand: "Dema ev geşedan diqewimin, li Enqereyê teqînek pêk hat. Di bûyera ku li dijî tesîsên leşkerî yên Tirkiyeyê pêk hat de yekem tişt hat bîra her kesî ev bû ku Tirkiye ji bo êrişan li hincetan digere. Nirxandina min a şexsî ev e ku ev pêvajo û geşedan ji bo me hemûyan îmtîhaneke. Pevajoyeke ku hem pirsgirêkên Kurdistanê û hem jî pirsgirêkên Rojhilata Navîn di îhtîmala çareseriyê de ne ew bûyer qewimî. Ew bûyer nabe sedema destxistina tiştekî û berovajiya wê ji bo êrişên Tirkiyeyê bû hincet. Tirkiye ji dûh ve êrişî Rojava û Başurê Kurdistanê dike. Di êrişên Tirkiyeyê de zarok jî di nav de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Ew êriş samîmiyeta Tirkiyeyê jî nişan dide. Heke Tirkiye ji aliyekî van daxuyaniyan bide ji aliyê din vê jî êriş bike tu kes bawerî gotinên Tirkiyeyê nake. Ji bo pêvajoyeke destpê bike divê berî hertiştî rewşeke aram hebe û di navbera herdû aliyan de bawerî pêk were."
 
'DIVÊ DEWLET GAVÊN ŞÊNBER BIAVEJÊ'
 
Karamûs bi lêv kir ku Tirkiye ji bo êrişên xwe li hincetekê digere û daxuyand ku ew ê bi van êrişan encamekî bi dest nexin û got ku ev êriş wê bibin sedem ku Tirkiye winda bike û ev tişt got: "Heke armanca Tirkiyeyê avakirina aştiyê û çareseriya pirsgirêkan bi rêya diyalogê ye, divê dawî li van êrişan bîne. Tevgera Azadiyê ya Kurd di vî warî de xwedî tecrûbeyeke mezin e. Ji ber vê yekê taktîk û nêzîkatiya xapandinê ya Tirkiyeyê ya li hemberî Kurdan û armanca ji holê rakirina kurdan divê bi dawî bibe. Tirkiye dev jî vê yekê berde û ji bo pirsgirêk bi rêya guftugoyê çareser bibe divê gavên şênber biavejê."
 
'OCALAN PEYAMEKE ZELAL DA'
 
Karamûs bal kişand ser peyama Abdullah Ocalan û got ku Ocalan peyameke zelal daye û divê dewlet bersiva vê peyamê bide û got: "Birêz Abdullah Ocalan peyamek pir zelal da. Heke şert û merc pêk werin, hêza Birêz Abdullah Ocalan heye ku vê pirsgirêkê bi rêyên demokratîk çareser bike. Gelê Kurd jî di vê mijarê de baweriya xwe bi Birêz Abdullah Ocalan tîne. Tevgera Azadiyê ya Kurd û Birêz Abdullah Ocalan amade ne ku pirsgirêk bi rê ya dîaloge çareser bibin. Gelê kurd di şexsê Birêz Abdullah Ocalan de peyameke zelal da dewletê ku kurd aştîxwez in. Divê dewleta Tirkiyeyê jî bersiveke bide peyama birêz Abdullah Ocalan û gavên şenber baveje. Heke pirsgirêka kurd bi rêya demokrasiyê çareser bibe wê deme hewcedarî ji şerê çekdarî namîne û dibe ku şerê çekdarî bi temamî bi dawî bibe."
 
MA / Mahmut Altintaş 
 

Sernavên din

11:47 Rapora têkildarî mirina Rojînê: Mîde tejî xwarin bû
11:31 Rejîma Îranê kolberek din qetil kir
10:36 ‘Tundiya sîstematîk li Evîn Demîrtaş dihat kirin’
10:20 Li Hezexê 3 binçavkirin, li Enqereyê 13 kes hatin berdan
10:20 3 jê Dayikên Aştiyê 9 kes ji girtîgehê derketin
09:28 Nesteren Davûtoglû: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe tu pêşketin çênabe
09:03 Girtîgehê tehliyeya girtî bi ‘fikar’ dît!
09:03 Şirketa Olmez ê AKP'yî gundên Pîrejma û Herido talan dike
09:02 Avesta banga dersên kurdî dike: Serlêdana qeydan di 2'yê mijdarê de diqede
09:02 Şaredarê Nablûsa Filistînê Shakhshir: Divê dinya ji Îsraîlê re bêje bes e
09:02 Di 9 mehan de hezar û 76 jinan li dijî tundiyê serî li Baroya Amedê daye
09:02 Li Silopiya cotkarên pembû bi gazinc in
09:00 Li ‘Gerstêrka Nehemîn’ hosteyê çêkirina kişikê
09:00 Bakkalci: Nabe ku ‘mafê hêviyê’ bibe mijara bazariyê
09:00 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Divê dewlet gavên şênber biavêje
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2024'AN
08:34 Îsraîlê êrişî Îranê kir: Hedef binesaziya drone û fuzeyan bû
25/10/2024
23:36 Bîlançoya êrişên li ser Rojava hat eşkerekirin
22:37 Aktaş ê li Mêrdînê jiyana xwe ji dest da hate veşartin
22:22 Rêveberiya Xweser: Em bang li Koalîsyona Navneteweyî dikin ku pêşî li qirkirina Tirkiyeyê bigire
22:13 Wezîrekê YNK’yî îstîfa kir
20:54 Li Sakaryayê 2 karker mirin
19:45 Qedexeya alîgiran a ji bo maça Amedsporê hat rakirin
18:01 Di doza DÎAYDER'ê de ceza li 16 kesan hat birîn
16:37 Derbarê 9 kesên li Bilêxşe hatibûn girtin de biryara berdanê hate dayîn
16:24 Ji bo maça Amedsporê biryara qedexeya alîgiran: Em ê dernekevin maçê
16:06 Girtiya nexweş Karaguzel li Amedê hate girtin
16:01 KESK’ê xwest ku endamên wan ên hatine îxrackirin li karê wan bên vegerandin
15:34 Cenazeyê Aktaş hate teşhîskirin
14:11 Sê sal û 9 meh cezayê hefsê dan Beyoglû yê AKP’î
14:08 Saziyên sivîl ên Wanê: Temîzer ji ber nexweşiya epîlepsiyê jiyana xwe ji dest daye
13:45 Bîlançoya 3 rojan a êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
13:43 Piştî hate binçavkirin birin herêma operasyonê
13:14 Li Brukselê kongreya ‘Rêya Sûriyeya Demokratîk’
12:57 Dayika Aştiyê Oner jiyana xwe ji dest da
12:35 Jinan serdana şîn û gora Evîn Demîrtaş kirin
12:26 Parêzer di dema danişînê de hate binçavkirin
12:15 Di êrişa Îsraîlê de 3 rojnamevan hatin kuştin
11:36 NPG’ê têkildarî TUSAŞ’ê daxuyanî da
11:18 Dîmenên kêliya êrişa li dijî DEM Partiyê derketin holê
11:15 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:39 Li 31 bajaran 176 kes hatin binçavkirin
10:26 Mehmet Altan: Heke tu pirsgirêka kurd çareser nekî dê hin kesên din çareser bikin
10:15 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin
10:02 Li Şengalê herî kêm 10 herêm hatin bombebarankirin
09:55 Kampanyaya milyonek name ya ji bo 'mafê hêviyê' yê Abdullah Ocalan
09:33 Bayramoglû: Ocalan dê pirsgirêka kurd derbasî qonaxeke pir cuda bike
09:31 Kuçeyên Wanê: Em ne gotinê, pratîkê dixwazin
09:27 Parêzerê Temîzer: Pêvajoyeke ber bi mirinê ve hat meşandin
09:00 Ev 18 sal in bi keda destên xwe teşe dide daran
09:00 25'Ê COTMEHA 2024'AN
08:41 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di tevahiya şevê de domiyan
07:51 Êrişî Navenda Giştî ya DEM Partiyê hate kirin
24/10/2024
22:16 Bîlançoya êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
21:16 Zana: Em bi berpirsyariyên cidî re rû bi rû ne
21:11 Ji KCK'ê daxuyaniya 'Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re'
16:43 ÎHD’ê ji Dîlokê ji bo Hatîce Onaran banga berdanê kir
16:09 Girtî Karataş piştî 31 salan hate berdan
15:33 Babacan ji îktîdarê re got: Tenê yek saeta em winda bikin tune ye
15:22 Cenazeyê Acar a hatibû îdiakirin întîhar kiriye hate veşartin
15:07 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Birêz Ocalan amade ye lê dewlet?
14:56 Tenduristvan: Divê peywira berpirsyaran bê bidawîkirin
14:54 Cenazeyê Demîrtaş a hate qetilkirin hate veşartin
14:53 ÎHD: Divê gavên pêbawer bên avêtin
14:20 Leşkeran posterên Ahmet Kaya dan jêbirin
14:17 Malbata Şenyaşar piştî 6 sal û 4 mehan şîn danî
14:16 Li Şengalê bertek nîşanî êrişên hewayî hate dayin
13:41 DBP: Sekna me ya li dijî êrişan dê berxwedan be
13:08 Serra Bucak: Divê em tevek ji bo aştiyê bixebitin û ev berpirsyariya me tevan e
12:57 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî hevdîtina li Îmraliyê daxuyanî da
12:55 Yerlîkaya nav aşkere kir
12:53 Faîlê ku Evîn Demîrtaş qetil kir 3 roj in winda ye
12:15 Mazlum Ebdî: Tirkiye sivîlan hedef digire, ev sûcê şer e
12:04 Serdana 20 girtîgehan hate kirin: Gelek binpêkirinên giran hene
12:01 HSD: Em ê li dijî van êrişan Rojava biparêzin
11:50 Rêveberiya Xweser: Dewleta tirk sûcên şer dike
11:46 Bi hinceta ‘ragihandina rêxistinî’ şandina çîrokê ya ji zarok re asteng kirin
11:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdanek nû kirin
11:15 Cerdevanên nexwestin biçin operasyonê daxwaznameyên îstîfayê dan
10:58 Di doza rojnameger Muftuoglû de biryara beraetê hate dayin
10:41 Girtiya ku hatibû îdiakirin întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da
10:28 Karayilan: Aliyê kurd nabêje na lê rê nade taktîkên şerê taybet jî
10:26 DEM Partî: Divê demildest dawî li bombebarankirina li dijî qadên jiyana sivîlan bê anîn
10:10 Tehliye bi hinceta ‘halnebaşiyê’ tên astengkirin: Ezyetê li girtiyan dikin
10:05 Ji Abdullah Ocalan peyama ewil
10:03 Serokê Baroya Amedê Guleç: Destnîşankirina mafê hêviyê girîng e
09:58 Di êrişa li dijî stasyona Siwêdiyê de 8 kes hatin qetilkirin
09:54 Dayikên girtî beriya danişînê banga piştevaniyê kirin
09:13 Li Herêma Kurdistanê niha jî nîqaşên avakirina hikûmetê dest pê kirin e
09:08 Serokê Şaxa ÎMO'yê Korkmaz: Amed ji bo erdhejê ne amade ye
09:03 Di 21 rojên girtîgehê de 15 caran sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin
09:01 Dêrik: Xeta Bêrîtan hê jî li dijî 'xiyanetê' li ber xwe dide
09:00 ROJEVA 24’Ê COTMEHA 2024’AN
08:44 Piştî 43 mehan li Îmraliyê hevdîtina ewil hate kirin
08:17 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî Şengalê kir
08:12 Di êrişên dewleta tirk de 4 kes hatin qetilkirin û 15 kes birîndar bûn
23/10/2024
21:42 MYK a DEM Partiyê: Di demek wisa de êriş ne tesaduf e
16:29 Li ber TUSAŞ'ê teqîn: 4 kesan jiyana xwe ji dest da
15:27 Îdianameya cînayeta Narîn Guran hat qebûlkirin
15:10 Di doza kuştina 5 kesan de daxwaza cezayê muebeda girankirî