Dayika Medenî Yildirim: Kesên fermana kuştinê dan bûn şahid, em jî bûn mehkûm!

  • rojane
  • 09:05 27 Hezîran 2024
  • |
AMED - Dayika Medenî Yildirim, Fahriye Yildirimê destnîşan kir ku kujerên kurê wê serbest hatine berdan û got: "Kesên ji bo mirina kurê min ferman dan, bûn şahidê kujer û em jî mehkûm bûn." 
 
Di 28'ê hezîrana 2013'an de li gundê Hêzan ê navçeya Licê ya Amedê, di dema şermezarkirina çêkirina qaleqolan de, cendirmeyên Qereqola Hezanê xelk gulebaran kiribûn. Di dema gulebaranê de Medenî Yildirim jiyana xwe ji dest dabû û 9 kes jî bi giranî birîndar bûbûn. Tevî rapora pêş lêkolînê ku piştî qetilkirina Medenî Yildirim ji aliyê Mufetîşên Mulkiyeyê yên Wezareta Karê Hundir ve hate amadekirin û pêşkeşî Serokatiya Lijneya Teftîşê hate kirin jî Serdozgeriya Komarê ya Licê di lêpirsîna têkildarî bûyera dihat rêvebirin de biryara bêpeywîrtî da û dosya ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re şand.  
 
Di gulana 2014’an de dîmenên aydê kuştina Yildirim ên cihê bûyerê jî derketin holê lê piştî du salan li cihê bûyerê keşf hate kirin. Îdianameya piştî keşfê hate amadekirin ji aliyê 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran ve hate qebûlkirin. Dû re derbarê leşker Adem Çîftçî yê gule berda de bi sûcê “di bin tehrîka neheq de bi zanebûn gule berda û bû sedemê kuştinê” doz hate vekirin. Di doza hate dîtin de tevî hemû delîlan û îfadeyên bi nakok ên bersûc jî dadgehê di danişîna 6’emîn a di 8’ê Mijdara 2016’an de hate dîtin, derbarê faîl de biryara beraetê da. 
 
KIRYAR DU CARAN BERAET KIR
 
Parêzeran li dijî biryara beraetê serî li Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê ya Dîlokê da. 1’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê bi yek dengî doz xera kir û dadgeha herêmî jî di 21’ê Kanûna 2017’an de ji nû ve dest bi darizandinê kir. Di danişîna di 8’ê Tîrmehê de hate dîtin de dadgehê bi hinceta Yildirim bi gule berdanê jiyana xwe ji dest daye, li cihê bûyerê gelek kalikên vala hatine dîtin û berika fîşekê ku bûye sedemê mirina Yildirim nehatiye dîtin, nehatiye tespîtkirin ku gule ji kîjan çekê derketiye û ji ber vê yekê cara duyemîn biryara beraetê da. Parêzeran li dijî biryarê dîsa serî li dadgeha îstînafê dan û îtîraz kirin. 
 
Hê jî serlêdana parêzeran a di 2022'yan de hat kirin, nehatiye bersivandin. 
 
CEZA LI BIRAYÊ WÎ HAT BIRÎN
 
Biryara beraetê dan faîlên Medenî Yildirim. Li birayê wî Mehmet Yildirim jî bi hinceta “Heqaret li Erdogan kiriye” salek û 2 meh cezayê hepsê hat birîn. 
 
Dayik Fahriye Yildirimê têkildarî salvegera kuştina kurê xwe ji ajansa me re axivî. 
 
 
Dayik Yildirimê anî ziman ku hê jî kurê xwe ji bîr nekiriye û got: "Rojekê min li malê paqijî dikir û ez rastî çentê Medenî hatim. Gava min çente vekir, min atlêtê wê yê bi xwîn, pêlava wî û pirtûkên wî dîtin. Wê kêliyê desten min rehilîn. 15 roj şûn de ez bi wî atlêtê wî yê bi xwîn çûm dadgehê. Ji bo ez kincên wî yên bi xwîn li ber çavê dadger vekim, min ew biribûn. Min ê ji serokê dadgehê re bigota 'ger zarokên te hebin, ger wijdanê te hebe hema xwe tê xwe şuna min. Te yê qebûl bikira?' Berî bigihêm dadgehê min ji parêzeran re got, 'Ez dixwazim biaxivim. Ez ê vî atlêtê bixwîn bibim ji serokê dadgehê re.' Parêzeran got 'Ger tu biaxivî, wê dadgeh dozê li te jî veke.' Nehiştin ez biaxivim. Jixwe çawa dozê vekirin wiha jî girtin. Paşê min di daxuyaniyekê de xeber da. Min ew atlet derxist û min got ev atlêtê bixwîn ê kurê min e, hê jî neçilimisiye, hê jî sor e." 
 
‘MEDENÎ SEMBOLA KURDISTANÊ YE'
 
Dayik Yildirimê destnîşan kir ku dozgerê bi dosyeyê re eleqedar bûye jî ceza xwariye û got: "Kesên ji bo mirina kurê min ferman dan, bûn şahidê kujer û em jî mehkûm bûn. Wê heqê me tu carî ji wan re nemine." 
 
Dayik Yildirimê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Rojekê gava ez çûm ser gora Medenî, min dît hemû gorên me xera kirine û kulîlkên wan şikandine. Ji me û axa me ditirsin. Dixwazin me mehkûm bikin. Em ê heya dawiyê li dû doza xwe bin. Em kurd in, wê tu carî nikaribin vê rastiyê biguherînin. Ji vir bang li hemû kurdan dikim 'Şiyar bibin û li ber vê zilmê serî netewînin.' Ev, kesên ne jixwe wekî 'terorîst' îlan dikin. Ne heq ne hiqûq ne jî wijdanê vê dewletê heye."
 
Dayik Yildirimê anî ziman ku Medenî Yildirim sembola Kurdistanê ye û banga têkoşînê kir.
 
MA/ Heval Onkol - Mujdat Can 
 

Sernavên din

29/06/2024
11:14 Polîsê ku Kazanhan qetilkiriye ev 16 meh in nayê girtin
10:42 Cengîz Çîçek: Birêz Ocalan heqîqeta gelê kurd bi xwe ye
10:02 Cihên wezîfeya 4 hezar û 303 dadger û dozgeran guherî
09:33 Abdullah Ocalan: Qirkirina li dijî kurdan di 1925’an de dest pê kir
09:25 Mehmet Ocalan: Biryara di 29'ê Hezîranê de peyamek bû
09:18 Qeydên koliyên bi 53 milyonan ji bo namzetê AKP'ê hatine stendin hatine jêbirin
09:16 Li ber tava havînê tevrikê dikin
09:01 Çalakiya bi daxwaza azadiyê di roja 216’an de didome
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2024'AN
28/06/2024
23:20 Nobeta li dijî qeyûm: Em dest ji vîna xwe bernadin
18:59 Zeynep Kinaci hat bibîranîn
18:55 Di çalakiya 'dawî li tecrîdê bîne' de bang: Daxwazên dayikan pêk bînin
18:10 Doza Ayşe Gokkanê hat taloqkirin
16:23 Bavê faîl ku şahid e tev li danişîna Hasret Tûtalê nebû
16:07 Selek ji doza 4 caran jê beraet kiriye dîsa tê darizandin
15:50 Di meha 150’yan a Roboskê de peyama ‘Em ji bîr nakin’
15:36 Parêzerê Ocalan bi CPT'yê re hevdîtin pêk anî
15:25 Ji Erdogan daxuyaniya ‘em ê bi Esad re mîna berê tevbigerin’
15:05 Ji girtiyên 1’ê Gulanê 11 kesên din jî hatin berdan
14:48 Hevşaredara Colemêrgê Tekçe dê li Stenbolê hevdîtinan bike
14:47 Dîmenên nû yên grûba ku gefa kuştinê li jinan xwar derketin
14:02 Ji sedî 38 zem li ceyranê hate kirin
13:30 Li Edeneyê tundiya çawişê pispor: Kesek mir, 3 kes birîndar bûn
13:29 Li Amedê êrişî tenduristvanan kirin
13:06 Tirkiyeyê li Dihokê noqteya kontrolê ava kir û nasnameyan kontrol dike
12:24 Provokatora li ber şaredariyê nas derket
12:01 ‘Tol rakirina Şêx Seîd bi azadiya Rêber Apo watedar dibe’
12:00 Hevşaredarên jin civîna meclisê li Şaxê li dar xistin
11:47 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:45 Şaredariya Cizîrê piştî 8 salan dîsa dest bi tûrnûvaya futbolê dike
11:17 Stenbol ji mitînga ‘Em ê re nedin qeyûm’ re amade ye
11:16 Ceyran qet neçûye Kortî!
11:15 Herêma Sefineyê ya dîrokî bi dînamîtan tê tunekirin
11:11 Li dijî biryara Walîtiya Dêrsimê ya girtina rêyan bertek hat nîşandan
10:43 Hilbijartina serokkomariyê ya Îranê dest pê kir
10:39 Di doza tecawizkirina zarokê de hincet nayê eşkerekirin!
10:32 Şîrketên ceyranê di bin kontrola karsazên nêzî AKP’ê de ne
09:17 Bertek nîşanî biryara desthilatê ya ji bo meaşê kêmtirîn dan: Desthilat zengînan tercîh dike
09:14 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 215’an de didome
09:06 Rewşa bazaran: Êdî em nikarin ji zarokên xwe re fêkiyan jî bikirin
09:02 TUGVA Dibistana Havînê vedike: Zarokên xizanan hedef tên girtin
09:02 Germiyanî: 600 gundên Başûr di bin metirsiya valakirinê de ne
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:02 Cenazeyê girtiyê nexweş Esen hate veşartin
27/06/2024
23:42 Beştaş: Ji bilî berxwedana li dijî qeyûm wekî din tu rê tune ye
20:15 Li Semsûrê ji ber têlên ceyranê şewat derket
18:46 Bêyî birînên wî bên pêçandin cenazeyê girtiyê nexweş radestî malbatê hat kirin
18:39 Denîz Poyraz hat bibîranîn
18:16 Şewata li Farqînê hat tefandin
16:56 Li Girê Spî zarokek hate qetilkirin
16:53 Li ber wezaretê ‘cînayetên jinan’ protesto kirin
16:35 OHD’ê ji bo tecrîdê serî li Baroya Rihayê da
16:31 Cenazeyê endamê HPG’ê 24 roj in li morgê tê sekinandin
16:02 Grûba duyemîn nobeda ‘rêzgirtina ji îradeyê re’ dewr girt
16:00 Ji ber têlên ceyranê yên DEDAŞ'ê li Mêrdînê dîsa şewat derket
15:56 CPT: Dewleta tirk 300 tank sewqî Herêma Kurdistanê kirin
15:04 Li Aldûşê şewata daristanê
14:58 Dikandarên senayiyê ji walîtiyê re gotin: Ji xetayê vegerin
14:42 Girtî Esen jiyana xwe ji dest da
14:41 Bariş Kiliç piştî 30 salan hat berdan
14:25 Li Îranê du namzetan xwe ji hilbijartinê vekişandin
13:58 Şewata li Mêrdînê ber bi gundan ve pêş dikeve
13:52 Jin: Em ê li djiî feraseta qirker têbikoşin
13:41 Berdana girtiyê ku dibêje ‘ez nepoşman im’ cara 3’yemîn hat taloqkirin
13:32 Doza kovara Modernîteya Demokratîk hat lidarxistin
13:25 Rojnameger Durgut û 17 jinên din beraet kirin
13:07 Qeyûman herî kêm 86 mirovên Ensarîoglû di şaredariyê de girtine kar
12:59 Kuştina jinan ji Wezîra Malbatan pirs kir
12:59 Gezîcî yê di binçavan de hatibû îşkencekirin nehat berdan
12:58 Rojnameger Elîf Akgul ji ‘propagandayê’ beraet kir
12:57 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
12:41 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:18 Li 4 kesên ji doza DÎAYDER’ê tên darizandin lêpirsîneke nû hat vekirin
12:10 Endamê OHD'ê Çelîk: Tişta li Colemêrgê hatiye kirin xesp e
11:54 Li Dîlokê di qezayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:46 Ji ber têlên ceyranê şewatekî din derket
11:36 Li Pakistanê ji ber germê di 6 rojan de 568 kes mirin
11:33 Li Qereyaziyê kesek hate binçavkirin
11:32 Hewldana darbeya Bolîvyayê têk çû: Bijî demokrasî
11:17 Eren ê DEDAŞ’ê hedef girtî: Dixwazin min bêdeng bikin
10:58 Ji karesata ku 61 kesan jiyana xwe ji dest dan ders nehat girtin
10:52 Hejmara parlamenterên 7 bajaran guherî
10:24 Cenazeyê Cîn piştî heftiyekî hate veşartin
10:21 Li ber DEDAŞ’ê daxuyanî: Divê hesab ji berpirsiyaran bê xwestin
10:08 SODAP: Em ê dengê xwe yê li dijî qeyûm bilind bikin
Tevgera Şoreşger: Em ê li dijî faşîzmê li Kartalê bin
10:07 Meteorolojiyê ji bo Kurdistanê hişyariya bahozê kir
09:46 Li Bahçelîevlerê avahiyeke 7 qat hilweşiya
09:24 Bi 'kuştinê' gef li gundiyên Herêma Mawayê tê xwarin
09:23 Ozel: Dê salek û nîv piştre pêşhilbijartin bê lidarxistin
09:05 Dayika Medenî Yildirim: Kesên fermana kuştinê dan bûn şahid, em jî bûn mehkûm!
09:02 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 214’an de berdewam dike
09:02 Hevseroka KCDK-E'yê Zumrut: Xeta têkoşîna ya li dijî tecrîdê mezin dibe
09:01 Nefta li Gabarê kaniyên avê ziwa dike
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:09 Li Elkê bi destê cerdevanan dar tên birîn
26/06/2024
23:09 Li Colemêrgê nobeta li dijî qeyûm dest pê kir
22:06 5 hezar û 890 name ji CPT’yê re hatin şandin
22:03 Ji Leyla Guvenê ji bo Îmraliyê ji 16 balyozxaneyan re name
21:59 Li Cenevreyê li dijî tecrîdê meş
18:57 Der barê 9 ciwanan de biryara tehliyekirinê