Bîlançoya 3 rojan a êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

  • rojane
  • 13:45 25 Cotmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dehan navend hedef hatin girtin. Li gorî daneyên SOHR’ê, di êrişan de 27 kes hatin qetilkirin û bi dehan kes jî birîndar bûne. 
 
Dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter piştî çalakiya li dijî navenda TUSAŞ’ê ya li navçeya Kahramankazan a Enqereyê, êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Di êrişên bi SÎHA, topan û balafirên şer de firin, nexweşxane, binesazî û jîngeh hedef hatin girtin. Di êrişan de navendên Til Rifet, Grê Spî, Dêrik, Qamişlo, Kobanê, derdora Çiyayê Qereçoxê, Amûdê, Rimêlan, Efrîn-Şehba, Minbic, Tirbespiyê, Siwêdiyê, Eyn Îsa û Til Temirê û gundên wan hedef hatin girtin. Di êrişan de zarok jî di nav de herî kêm 27 kes hatin qetilkirin û nêzî 40 kes jî birîndar bûn. 
 
Li gorî daneyên ji nûçeyên ANHA’yê hatine berhevkirin, bîlançoya êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha ye: 
 
23’YÊ COTMEHÊ
 
* Dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter bi çekên giran êrişî Kantona Efrîn-Şehbayê kirin. Di êrişê de yek jê zarok 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 6 kes birîndar bûn. 
 
* Gundê Qizelî yê li rojavayê Girê Spî bi topên obûsê hate topbarankirin. 
 
* Di encama bombebarana navenda Kobanê ya bi SÎHA’yan, 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn. 
 
* Gundên Seyade, Ewn Dadat, Toxar û Derecê yên Minbicê bi çekên giran hatin bombebarankirin. 
 
24’Ê COTMEHÊ
 
* Gundê Um El Lêf ê Til Temir a Kantona Cizîrê bi obûsan hate bombebarankirin. 
 
* Gundên Burc Qas, Kilotê, Meyasê, Zirneîtê, Soxanekê, Qinêterê, Aqîbê, Bênê, Tinibê, Merenazê, Malkiyê, Elqemiyê, Şewarqa, Til Rifet û derdora wê, Eyn Deqnê, Miniq, Şêxa Îsa, Hirbil, Samûqa, Til Medîq, Til Cîcan, Nêrebiyê, Radarê, Şealê û Xirbet Şealê yên Kantona Efrîn-Şehbayên hatin bombebarankirin. 
 
* SÎHA’yan, Xaçerêya Efrînê ya li navenda Qamişloyê bombebaran kirin. 
 
* SÎHA’yan Navenda tenduristiyê ya Xelîcê ya Qamişloyê bombebaran kirin. 
 
* 2 navendên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Qamişloyê hatin bombebarankirin. Di êrişa ewil de navenda Asayîşê ya li Taxa Enteriyê û di duyemîn de jî navenda asayîşê ya li Taxa Hilkoyê hedef hate girtin. 
 
* Bajarê Kobanê cara 3’yemîn bi SÎHA’yan hate bombebarankirin. 
 
* Stasyoneke ceyranê û derdora wê ya li bajarê Amûdê yê Kantona Cizîrê hate bombebarankirin. 
 
* Derdora Çiyayê Qereçoxê yê li Dêrikê hedef hate girtin. Gundê Mêrka Mîra cara duyemîn hate bombebarankirin. Di êrişê de zirar gihişt malên şêniyên gund. 
 
* Li dijî navenda Kobanê 4 caran êriş hate kirin û stasyona ceyranê hedef hate girtin. Ceyrana bajar qut bû. 
 
* Depoya genim a li Taxa Enteriyê ya Qamişloyê û derdora rêbeja Hîzamê bi SÎHA’yan hate bombebarankirin. Liv û tevgera SÎHA’yan a li Qamişloyê didome. 
 
* Balafirên şer Stasyona Petrolê ya Seîde ya li Tirpespiyeyê bombebaran kirin. Stasyona behsa xeberê di dawiya 2023’yan û di destpêka sala 2024’an de jî ji hêla dewleta tirk ve hedef hatibû girtin. 
 
* SÎHA’yan piştî Çiyayê Qereçoxê û gundê Merkê Mîra, îcar jî gundên Tepkê û Girê Wira bombebaran kirin.
 
* SÎHA û balafirên şer stasyonên petrol, gaz û ceyranê yên Kantona Cizîrê bombebaran kirin. Navên stasyonên hatine bombebarankirin ev in; ‘Siwêdiyê, Tufle, Seîdiyê û Ûdê.’
 
* Febrîqeya gazê ya Stasyona Siwêdiyê hate bombebarankirin. 
 
* Stasyona trenê ya li Taxa Siryanê ya Qamişloyê hate bombebarankirin. Di êrişê de xesarên madî çêbûn. 
 
* SÎHA’yan careke din navenda Kobanê hedef girtin. 
 
* Di encama bombarana li dijî Stasyona Siwêdiyê de 8 kes hatin qetilkirin. Her wiha zirareke mezin gihişt binesaziya stasyonê. Vê stasyonê xizmet dida saziyên xizmetê yên Kantona Cizîrê. 
 
*  Li Amûdê firina nan hate bombebarankirin. 
 
* Stasyona ceyranê ya li Amûdê ku xizmet dida Kantona Cizîrê hate bombebarankirin. Di bombebaranê de xesarên madî çêbûn. 
 
* Kobanê û derdora wê careke din hatin bombebarankirin. Di êrişê de noqteyên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, firin, stasyonên ceyranê û saziyên xizmetê hedef hatin girtin. 
 
* Navenda Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê (KPÇ) ya li Taxa Enteriyê ya Qamişloyê şevê din hate bombebarankirin. Di êrişê de 100 tonên ard şewitîn. 
 
* SÎHA’yan bajarokê Rimêlanê bombebaran kirin. Bi awayeke hemwext jî Çiyayê Qereçoxê û gundê Eyn Tawîlê hatin bombebarankirin. 
 
* Di êrişa li dijî Kobanê de endamê Asayîşê Hanuş Beke hate qetilkirin û ji hêzên ewlekariyê 3 kes jî bi giranî birîndar bûn. 
 
* Di encama êrişên li dijî Til Rifetê de yek jê zarok 4 kes hatin qetilkirin. 
 
* Navenda Asayîşê ya li gundê Elî Fero ya Qamişloyê hate bombebarankirin. 
 
* Santrala ceyranê ya li Kobanê careke din hate bombebarankirin. Gundê Şiyûxa yê li rojavayê Kobanê hedef hate girtin. 
 
* Gundê Hasda yê Amûdê hate bombebarankirin. 
 
* Çoltarê Girê Spî û rêbeja M4’ê hate bombebarankirin.
 
* Di encama êrişa li dijî Kobanê de zaroka 3 salî ya bi navê Nadiya Mistefa birîndar bû. Di êrişê de xisareke mezin gihişt gelek saziyên xizmetê. 
 
* Gundên Şeala, Dêr Qaq, Semoqa û Til Medîqê yên Kantona Efrîn-Şehbayê û Bendava Şehbayê hatin bombebarankirin. Hat zanîn ku heta niha herî kêm 150 topên obûsan li van gundan ketine. 
 
* Stasyona petrolê ya li Tirbespiyê hate bombebarankirin. 
 
* Stasyona petrolê ya li gundê Kêl Hesnakê hate bombebarankirin. 
 
* Di encama êrişa li dijî stasyona Siwêdiyê ya li Dêrikê de 14 kes birîndar bûn. Kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Girkê Legê. 
 
* Stasyona petrolê ya Zarbî ya li gundê Şelûmiyê yê Tirbespiyê hate bombebarankirin. Her wiha stasyona petrolê ya Babasî û nvaenda komkirina mazotê jî hatin bombebarankirin. 
 
* Du bîrên petrolê yên li gundê Girê Berê yên Tirbespiyê hatin bombebarankirin. 
 
* Gundê Oca yê Til Temirê hate bombebarankirin. 
 
* Stasyona telefonê ya li gundê Kesebê yê Dirbêsiyê hate bombebarankirin. Ji ber êrişê telefon qut bûn. 
 
* Gundên Mişêrfe, Dewalîb, Seyda û Muelek ên Eyn Îsayê, rêbeja M4’ê û Wargeha Eyn Îsayê hatin bombebarankirin. 
 
* Derdora gundê Girziyaret ê Girkê Legê hate bombebarankirin. 
 
* Gundên Dendeniyê, Ereb Hesen, Ewn Dadat, Toxar, Mişerfet, Biwêr û Seyade yên Kantona Minbicê hatin bombebarankirin. 
 
* Zêdetirî 30 topên hewan û obûsan li gundên Qirtwêran, Kawilkî ve Hoteyê ketin. 
 
* Bîrên petrolê yên li derdora Stasyona Ûdeyê ya li Tirbespiyê hatin bombebarankirin. Di encama êrişê de bîr temamî hatin tunekirin. Ji saetên nîvro ve stasyon cara 9’emîn hatin bombebarankirin. 
 
* Gundên Kantona Efrîn-Şehbayê bi çekên giran hatin bombebarankirin. Her wiha derdora Kampa Serdemê ya li gundê Til Sosinê ku penaberên Efrînî lê dimînin jî hate bombebarankirin. 
 
* Navenda Tenduristiyê ya Xelîcê ya li Taxa Hilko ya Qamişloyê hate bombebarankirin. Di êrişê de xesarên madî çêbûn û êdî nikare xizmetê bide. Li vê derê klînîkên zarokan ên li navenda tenduristiyê, nexweşiyên jinan, tedawiya diranan û beşa nexweşiyên hundirîn xizmet didan. Navendê her roj bi sedan kesên ji navenda Qamişloyê, çoltarê wê û Til Hemîs û çoltarê wê tedawî dikir. 
 
* Gundên Qizelî, Qerfilî, Um Hewêş, Xirbet Elûş, Erîda û Kor Hesen ên Eyn Îsa û Girê Spî hatin bombebarankirin. 
 
 * Gundê Mişêrfê yê Eyn Îsayê û depoyên genim hatin bombebarankirin. 
 
* Bîrên petrolê yên Ûdê yên Tirbespiyeyê careke din hatin bombebarankirin. 
 
25’Ê COTMEHÊ
 
* Gundê Beniye yê Kantona Minbicê bi çekên giran hate bombebarankirin. Di encama êrişan de zarokê 11 salî Fereh Berho hate qetilkirin, zarokê 13 salî Ebdurehman El Berho û zarokê 8 salî Semîr El Berho birîndar bûn. 
 
* Di êrişa li dijî depoyên genim ên li gundê Rovî yê Kobanê de 7 karker birîndar bûn. 
 
Di heman demê de Mala Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de herî kêm 27 sivîl hatine qetilkirin. 

Sernavên din

16:24 Ji bo maça Amedsporê biryara qedexeya alîgiran: Em ê dernekevin maçê
16:06 Girtiya nexweş Karaguzel li Amedê hate girtin
16:01 KESK’ê xwest ku endamên wan ên hatine îxrackirin li karê wan bên vegerandin
15:34 Cenazeyê Aktaş hate teşhîskirin
14:11 Sê sal û 9 meh cezayê hefsê dan Beyoglû yê AKP’î
14:08 Saziyên sivîl ên Wanê: Temîzer ji ber nexweşiya epîlepsiyê jiyana xwe ji dest daye
13:45 Bîlançoya 3 rojan a êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
13:43 Piştî hate binçavkirin birin herêma operasyonê
13:14 Li Brukselê kongreya ‘Rêya Sûriyeya Demokratîk’
12:57 Dayika Aştiyê Oner jiyana xwe ji dest da
12:35 Jinan serdana şîn û gora Evîn Demîrtaş kirin
12:26 Parêzer di dema danişînê de hate binçavkirin
12:15 Di êrişa Îsraîlê de 3 rojnamevan hatin kuştin
11:36 NPG’ê têkildarî TUSAŞ’ê daxuyanî da
11:18 Dîmenên kêliya êrişa li dijî DEM Partiyê derketin holê
11:15 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:39 Li 31 bajaran 176 kes hatin binçavkirin
10:26 Mehmet Altan: Heke tu pirsgirêka kurd çareser nekî dê hin kesên din çareser bikin
10:15 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin
10:02 Li Şengalê herî kêm 10 herêm hatin bombebarankirin
09:55 Kampanyaya milyonek name ya ji bo 'mafê hêviyê' yê Abdullah Ocalan
09:33 Bayramoglû: Ocalan dê pirsgirêka kurd derbasî qonaxeke pir cuda bike
09:31 Kuçeyên Wanê: Em ne gotinê, pratîkê dixwazin
09:27 Parêzerê Temîzer: Pêvajoyeke ber bi mirinê ve hat meşandin
09:00 Ev 18 sal in bi keda destên xwe teşe dide daran
09:00 25'Ê COTMEHA 2024'AN
08:41 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di tevahiya şevê de domiyan
07:51 Êrişî Navenda Giştî ya DEM Partiyê hate kirin
24/10/2024
22:16 Bîlançoya êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
21:16 Zana: Em bi berpirsyariyên cidî re rû bi rû ne
21:11 Ji KCK'ê daxuyaniya 'Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re'
16:43 ÎHD’ê ji Dîlokê ji bo Hatîce Onaran banga berdanê kir
16:09 Girtî Karataş piştî 31 salan hate berdan
15:33 Babacan ji îktîdarê re got: Tenê yek saeta em winda bikin tune ye
15:22 Cenazeyê Acar a hatibû îdiakirin întîhar kiriye hate veşartin
15:07 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Birêz Ocalan amade ye lê dewlet?
14:56 Tenduristvan: Divê peywira berpirsyaran bê bidawîkirin
14:54 Cenazeyê Demîrtaş a hate qetilkirin hate veşartin
14:53 ÎHD: Divê gavên pêbawer bên avêtin
14:20 Leşkeran posterên Ahmet Kaya dan jêbirin
14:17 Malbata Şenyaşar piştî 6 sal û 4 mehan şîn danî
14:16 Li Şengalê bertek nîşanî êrişên hewayî hate dayin
13:41 DBP: Sekna me ya li dijî êrişan dê berxwedan be
13:08 Serra Bucak: Divê em tevek ji bo aştiyê bixebitin û ev berpirsyariya me tevan e
12:57 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî hevdîtina li Îmraliyê daxuyanî da
12:55 Yerlîkaya nav aşkere kir
12:53 Faîlê ku Evîn Demîrtaş qetil kir 3 roj in winda ye
12:15 Mazlum Ebdî: Tirkiye sivîlan hedef digire, ev sûcê şer e
12:04 Serdana 20 girtîgehan hate kirin: Gelek binpêkirinên giran hene
12:01 HSD: Em ê li dijî van êrişan Rojava biparêzin
11:50 Rêveberiya Xweser: Dewleta tirk sûcên şer dike
11:46 Bi hinceta ‘ragihandina rêxistinî’ şandina çîrokê ya ji zarok re asteng kirin
11:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdanek nû kirin
11:15 Cerdevanên nexwestin biçin operasyonê daxwaznameyên îstîfayê dan
10:58 Di doza rojnameger Muftuoglû de biryara beraetê hate dayin
10:41 Girtiya ku hatibû îdiakirin întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da
10:28 Karayilan: Aliyê kurd nabêje na lê rê nade taktîkên şerê taybet jî
10:26 DEM Partî: Divê demildest dawî li bombebarankirina li dijî qadên jiyana sivîlan bê anîn
10:10 Tehliye bi hinceta ‘halnebaşiyê’ tên astengkirin: Ezyetê li girtiyan dikin
10:05 Ji Abdullah Ocalan peyama ewil
10:03 Serokê Baroya Amedê Guleç: Destnîşankirina mafê hêviyê girîng e
09:58 Di êrişa li dijî stasyona Siwêdiyê de 8 kes hatin qetilkirin
09:54 Dayikên girtî beriya danişînê banga piştevaniyê kirin
09:13 Li Herêma Kurdistanê niha jî nîqaşên avakirina hikûmetê dest pê kirin e
09:08 Serokê Şaxa ÎMO'yê Korkmaz: Amed ji bo erdhejê ne amade ye
09:03 Di 21 rojên girtîgehê de 15 caran sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin
09:01 Dêrik: Xeta Bêrîtan hê jî li dijî 'xiyanetê' li ber xwe dide
09:00 ROJEVA 24’Ê COTMEHA 2024’AN
08:44 Piştî 43 mehan li Îmraliyê hevdîtina ewil hate kirin
08:17 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî Şengalê kir
08:12 Di êrişên dewleta tirk de 4 kes hatin qetilkirin û 15 kes birîndar bûn
23/10/2024
21:42 MYK a DEM Partiyê: Di demek wisa de êriş ne tesaduf e
16:29 Li ber TUSAŞ'ê teqîn: 4 kesan jiyana xwe ji dest da
15:27 Îdianameya cînayeta Narîn Guran hat qebûlkirin
15:10 Di doza kuştina 5 kesan de daxwaza cezayê muebeda girankirî
14:44 Avakirina Pêşeroja Bajarvaniyê: Divê di navbera şaredariyan de pirên xurt bên avakirin
14:11 ‘Li Tirkiyeyê tenduristî veguherandin qada bazirganiyê’
13:50 Karkerê ji ber formayê Amedsporê êriş lê hatibû kirin hate berdan
13:49 Bûcak: Ji bo avakirina torên piştevaniyê em li cihê wê û di dema rast de ne
13:41 Kesên di erdheja Wanê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn
13:09 Ozel: Em aştiya civakî diparêzin
12:55 Bayindir: Divê em têkoşîna xwe hêj mezintir bikin
12:49 Doza siyasetmedaran ji bo parastinên xwe temam bikin hate taloqkirin
11:32 Ozel: Heta kurd nebêjin ‘pirsgirêk nema ye’ ev pirsgirêk heye û divê bê çareserkirin
11:24 Remzî Kartal: Dibe ku li pişt daxuyaniyan planeke bixeter hebe
11:02 Serokê Giştî yê EMEP’ê: Divê her kes ji bo çareseriyê berpirsyariyê li xwe bigire
10:37 Amedî ji bo çareserî û aştiyê çi dibêjin?
10:24 Li Tetwanê bi ser malan de girtin
10:22 Parêzerê îtîrafkar Akbiyik di heman kêliyê de qaşo hem li emniyetê hem jî li edliyeyê bû!
10:03 Girtî Karak pêkanînên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Sîncanê vegotin
09:30 Şaredarvaniyê ku jinê esas digire: Armanca me afirandina qadên jiyanê ye
09:06 Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê berdana 15 girtiyan salekê hat taloqkirin
09:06 Bîrdal: Bila Enqere daxuyaniya fermî bide, muxatab Ocalan e
09:03 Li nexweşxaneya Elkê ne bijîşk ne jî alav hene!
09:00 Ji MEDYA-DER’ê banga ji bo kurdî: Werin li mala xwe fêrî zimanê xwe bibin
09:00 ROJEVA 23'YÊ COTMEHA 2024'AN
22/10/2024
22:03 Qetilkirina jinan protesto kirin: Êdî Bes e
15:22 Ozel: Divê ev meseleye li ser maseyeke hemû partî lê civiyayî bê axaftin
15:10 Ji bo parêzer Ekmekçî biryara tehliyeyê hate dayin
15:00 ‘Çeteya Yenîdoganê, encama veguherîna di tenduristiyê de ye'