Dayikên Botanê: Yê ku axa Kurdistanê radestî dijmin dike bila nebêje em kurdin

  • rojane
  • 09:00 12 Tîrmeh 2024
  • |
ŞIRNEX - Meclisa Dayikên Aştiyê ya Silopiyayê bertek nîşanî hevkariya PDK û Tirkiyeyê da û bang li gelê kurd kir ku li dijî xiyanet û êrişan yekitiya xwe ava bike. 
 
Tirkiye ji 17’ê nîsana 2022’yan û vir ve êrişên xwe yên li ser Başurê Kurdistanê didomîne. Tirkiye li Başurê Kurdistanê baregehên nû yên leşkerî û bi vê re jî li çolterê navçeya Amediyê ya Dihokê nuqteyên kontrolê ava kirin û şeniyên herêmê ji kontrolê derbas dike. Herî dawî jî bi sewqiyata leşkerî ya li navçeya Amêdiyê ya Duhokê gelek cih topbaran kirin û di encama topbaranê de gelek gund hatin vala kirin. Êrişên ku bi hevkariya PDK û Tirkiyeyê hatin destpêkirin, hê jî didomê. Li dijî hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê û dagirkirina herêma Başûrê Kurdistanê bertek û nêrazîbûn didomin. 
 
Meclisa Dayikên Aştiyê ya li Silopyayê bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê û hevkariya PDK'ê dan û bi lêv kirin ku PDK li pêşiya destkêftiyên kurdan asteng e û bang li gel kir ku li dijî hevkariya PDK û êrişên Tirkiyeyê bibin yek. 
 
'BILA NEBÊJIN EM KURD IN'
 
Ji Dayikên Aştiyê Taybet Tatli anî ziman ku bi hevkariya PDK'ê Tirkiye li Başurê Kurdistanê baregehên xwe ava kirine û wiha axivî: “Divê malbata Barzanî dest ji vê xiyanetê berde. Dibêje,'ez kurd im' û  bi kurdî diaxive, lê dijminatiya kurdan dike. Divê dev ji vê dijminatiya gelê xwe berde. Dema ku malbata Barzanî ji ber fermana Saddam reviya û  hatin vir, kurd li wan xwedî derketin. Dema ku DAIŞ’ê êrîşî Başûrê Kurdistanê kir, dîsa Kurdan ew parastin. Tirkiye zarokên me bi çekên kîmyewî qetil dike û  malbata Barzanî jî di van komkujiyan de hevkariyê dike. Em vê hevkariyê şermezar dikin. Ew bi destê xwe axa xwe radestî Tirkiyeyê dike. Niha kêr ji hestî derbas bûye. Divê demildest dev ji vê xiyanetê berdin. Yên ku bi Tirkiyeyê re hevkariyê dikin û ax û namûsa xwe teslîm dikin bila nebêjin em kurd in û kurdî neaxivin. Em dixwazin aştî pêk were û ev şer bi dawî bibe." 
 
'KEW DIJMINÊ QEWMÊ XWE YE'
 
Ji dayikan Dexîle Atmişê bi gotina "Kew dijminê qewmê xwe ye" bertek nîşanî hevkariya PDK a bi Tirkiyeyê re da û wiha got: "Em vê xiyanetê qebûl nakin. Ew kurd in û em kurd in. Çima bi dewleta Tirk re hevkariyê dike û xiyanetê gelê xwe dike? Her roj axa xwe Kurdistanê difiroşe Tirkiyeyê. Banga me ji gelê Kurd re ew e ku bibin yek. Werin em destên xwe bidin hev û xwedî li desteftiyên xwe derbikevin." 
 
Tole Degerê jî diyar kir ku daxwaza wan dawî bûna şer e û ev bang kir: " Êdî bes e, bila ew zilm bi dawî bibe. Zarokên me li deşt û çiyayan, li  girtîgehan rastî her cûreyê zext û zilmê tên. Em ziman û nasnameya xwe diparêzin. Em li dijî şer in. Em aştiyê dixwazin."
 
'PDK LI PÊŞIYA DESTKEFTIYAN ASTENG E'
 
Dayikeke din a aştiyê Sabriye Degerê jî bertek nîşanî êrîşên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê yên li ser Başûrê Kurdistanê da û wiha pê dê çû: "Tu eleqeya malbata Barzanî bi kurdayetiyê re nîne. Em ne bira ne. Çi mafê Tirkiyeyê heye ku êrîşî Herêma Başûrê Kurdistanê dike? Bila ev êrîş bi dawî bibin. Bila serokê me azad bikin. Bila aşitî çêbibe û bila ev şer bi dawî bibe." 
 
Ayşe Sanirê jî destnîşan kir ku PDK li pêşiya destkeftiyên Kurdan asteng e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bila êdî xwîna zarokên me nerije. Em dixwazin ev şer bi dawî bibe. Heke malbata Barzanî dewleta Tirk nexistina sînorên Başûrê Kurdistanê ew êrîş wê pêk nedihatin. Bila gelê Kurd li dijî van êrîş û xiyanetê bibin yek û tifaq." 
 
MA / Zeynep Durgut- Mahmût Altintaş
 

Sernavên din

12/07/2024
13:10 Li Nisêbînê mirina biguman
13:09 Dîmenê helîkoptera Skorsky ku hatibû xistin hat weşandin
13:08 Şaredariya AKP'ê pirsgirêkê red kir, şaredariya DEM Partiyê çareser kir
12:59 94 sal bi ser komkujiya Geliyê Zîlan re derbas bûn: Hin wêneyên komkujiyê ku nayên zanîn
12:18 PDK bazirganiya petrola qaçax dike
12:03 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:03 Parlamenterê Iraqî: Li dijî êrişan gavên baş nayên avêtin
11:12 Hevdîtinên ‘Nan û Edalet’ di 19’ê tîrmehê de dest pê dikin
10:57 Rojnameger Zerdeşt: Pratîkên malbata Barzanî xiyanet jî derbas kirin
10:45 Ji bo ‘mafê hêviyê’ yê girtî Kaytan dîsa serî li Konseya Ewropayê hate dayîn
10:27 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê dê 3 rojan li NY’ê bê nîqaşkirin
10:24 Tevî nerazîbûnan jî Pakêta Darazê ya 9’emîn li komîsyonê hat qebûlkirin
09:47 Cenazeyê rojnamevan Birahîm bi awayekî girseyî hate oxirkirin
09:10 Av. Ozkaplan: Ji ber ku Bişar Atli bi unîforma bû hat parastin
09:08 DEDAŞ’ê berhemên çandiniyê yên cotkaran hişk kir
09:01 Piştî 8 salan li Şaredariya Cizîrê Midûriyeta Polîtîkayên Jinê hat vekirin
09:00 Dayikên Botanê: Yê ku axa Kurdistanê radestî dijmin dike bila nebêje em kurdin
09:00 ROJEVA 12’Ê TÎRMEHA 2024’AN
08:58 Li Sûrê bi çekan êrişî 2 kafeyan hate kirin
08:20 Rojnamevanê di êrişa dewleta tirk de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
11/07/2024
22:39 Nobeta li dijî desteserkirina vînê didome
21:45 Hatîmogullari: Destûra Bingehîn a demokratîk mutabaqata herî berfireh e
20:40 Alî Yaşa yê gava li ber mirinê hat berdan, jiyana xwe ji dest da
18:49 Li Cizîrê semînera 'i tundiya li ser jinê re bes e'
18:36 OHD’ê têkildarî tecrîda li Îmraliyê serî li Baroya Stenbolê da
16:56 Dema binçavkirina rojnamevan Topaloglû hate dirêjkirin
16:29 Li Midyadê jinek hate qetilkirin
15:48 Êrişên dewleta tirk tên şermezarkirin
15:11 Jina tundî lê hate kirin xwe parast
14:11 Tûncelê serdana ESP’ê kir: Divê têkoşîna yekgirtî bê xurtkirin
13:52 Hesabê JINNEWS kurmancî yê X’ê hat astengkirin
13:49 TEV-ÇAND: Li dijî dagirkeriyê em banga berxwedanê dikin
13:47 ÎSÎG: Di 6 mehan de 878 karker jiyana xwe ji dest dane
13:39 Şandeya Iraqê ji bo ku êrişên dewleta tirk lêkolîn bike li Hewlêrê ye
13:09 Îdiaya ‘xemsariyê’ derewandin
12:59 Li Girê Baharê helîkoterek hate xistin
12:53 Li Komeleya Anadoluyê li hemberî 13 zarokan tacîza zayendî hatiye kirin
11:59 OHD: Li Marînê îşkence û tacîza zayendî hate kirin
11:58 Hinceta cezayê li Akiş hatiye birîn: Îdiayên dozgerê ‘lêgerîna wî ji FETO2yê heye’
11:42 Mihemed: Dezgeha Parastinê cihên ji bo bombebaranê nîşanî balefirên tirk dide
11:29 Bi çekê êrişî Serokê Meclisa Odeya Bazirganiyê ya Geverê kirin
11:20 Rojnamevan û çalakvanên iraqî li dijî êrişên Tirkiyeyê kampanya dan destpêkirin
10:45 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:35 Dr. Berwarî: Divê herkes li eniya berxwedanê cih bigire
10:33 Li Filipînê bi pileya 7,1 erdhej çêbû
10:11 Cebar Yawer: Bêdengiya li dijî êrişan metirsiyek mezin e
10:06 UNICEF’ê av li ser wargehên li Şehbayê birî
09:55 Şaredariya Rezanê plana xwe ya ‘Stratejîk’ bi gel re diyar dike
09:41 Ji Çelê leşker sewqî Herêma Kurdistanê hatin kirin
09:29 Li Wanê Butona Jin a Jînê û Stasyona Gava Ewil tên çalakkirin
09:12 Berxwedana li dijî tecrîdê: Divê her kes berpirsiyariyê hilgire
09:10 Tekîk: Li Bilexşê travmaya salên 90'î anîn serê gel
09:06 Bi ruhê azadiyê derket rê û coş û kêfê da meşê
09:05 Girtiyê ku bi neheqî 42 sal ceza lê hatiye birîn nayê tedawîkirin
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:59 Şandeya Iraqê dê êrişên dewleta tirk lêkolîn bike
08:33 Li Afyonê li pey hev erdhej çêbûn
10/07/2024
23:10 Di nobeda li Stenbolê de banga 'deng derxîne'
22:51 Zeynep Boga bi kulîlkan hat pêşwazîkirin
22:33 Rojnamevan Topaloglû hat binçavkirin
21:29 Platforma Jinan a Enqereyê ji bo Colemêrgê di nobetê de ye
20:29 Hatîmogullari: Gezî berxwedaneke ji bo azadiyê bû
17:07 Begît di civîna meclisa Şaredariya Bajarê Mezin de hate şermezarkirin
16:19 Li Licê agir bi daristanê ket
15:44 Platforma Piştevaniyê ya Penaberan: Divê sûcên nefretê bê ceza nemînin
15:21 DEM Partiya Îzmîrê: Bila meaşê asgarî û teqawîdan bê zêdekirin
14:33 Xelkê Şêladiz û Amêdiyê li dijî dagirkeriyê rabûn ser xwe
13:29 Biryara hinceta cînayeta Tahîr Elçî: Tevî gumanên heyî jî bersûc hatin beraetkirin
13:21 Rahîb Joe Ryan: Fikrên Ocalan hêviyê didin
13:19 Li Meletiyê erdhej çêbû
13:09 Cezayê muebbeta giran li kujerê Tuba Ozel hate birîn
13:07 Li Serhedê lehî rabûn: Şivanek bi lehiyê re çû û mir
13:05 Kadîr Înanir ji ber tedbîrê rakirin beşa lênêrîna awarte
12:39 Li Hezexê ketin û derketin li sewalan hate qedexekirin!
12:28 Cenazeyê Arvîn Huseynî piştî 20 rojan hate veşartin
12:16 Ocaxên Ulkucuyan Demîrtaş hedef nîşan da
12:11 Sûriyeyê daxwaza serdanê ya Ozel qebûl kir
12:01 Cezayê îdamê dan hevjîna Bexdadî
11:51 Encamnameya Koxebata Neteweyî: Li dijî dagirkeriyê berxwedana topyekûn divê
11:39 DEM Partiyê ji bo desteka kirê pêşniyarqanûn da Meclisê
11:36 Rapora şewatê: DEDAŞ bû sedema mirina welatiyan
11:22 Rejîma Îranê cezayê hepsê li 4 mamostayên kurd birî
11:20 Li gorî TUÎK’ê bêkarî kêm bûye!
11:17 Rapora girtîgehên tîpên Y û S’yê: Divê tavilê bên girtin
11:13 Wezîrê Dadê yê Iraqê: PDK diyarkirina waliyek kurd ji bo Kerkûkê asteng dike
10:48 Cerdevan li Xabur 2’yê daran dibirin
10:16 Ankêt: Hejmara kesên pêşhilbijartinê dixwazin derket ji sedî 53’yê
10:04 Ji bo 16 bajaran hişyariya barîna barana zêde
10:02 DMME’yê ji bo nedayîna pirtûkên Abdullah Ocalan biryara ‘binpêkirina mafan’ da
09:46 Şewata li Bodrûmê hate kontrolkirin
09:27 Qeyûmê Wan bihost bi bihost firotibû tayînî Amedê hat kirin
09:03 Nexşerêya YEWKURD'ê
09:02 Koordînatorê ECPMF'ê Oztûran: Gef li mafê xwegihandina agahiyên bêalî tê xwarin
09:01 Mûrad: Tifaqa di navbera Enqere, Hewlêr û Bexdayê de dê bi xwe re talûkeyên mezin bîne
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:49 15 mamosteyên Egîtîm-Senî hatin binçavkirin
08:20 Li Êlihê 14 kesên binçavkirî hatin berdan
08:05 Waliyên hin bajaran guherîn: Qeyûmê berê tayînî Walîtiya Amedê hat kirin
07:52 Li Şaredariya Mûşê heyama bi kurdî dest pê kir
09/07/2024
22:37 Nobeda li dijî qeyûm: Wê têkoşîn bidome