Xizmên Windayan: Wê têkoşîna me ji bo windayan me bidome

  • rojane
  • 13:50 13 Tîrmeh 2024
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê li aqûbeta Recaî Aydin û Îsa Efe yên hatin windakirin û li faîlên Resûl Ercan ê hat qetilkirin pirsîn. Hat gotin ku wê têkoşîna ji bo windayan berdewam bike. 
 
Çalakiya ku her hefte ji aliyê Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê ve bi daxwaza "Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" di hefteya 805'an de berdewam kir. Gelek xizmên windayan û endamên ÎHD'ê tev li çalakiya li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyoluyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta wêneyên windayan hat vekirin û wêneyên windayan hatin hildan. 
 
Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Recaî Aydin ê ku di 2'yê tîrmeha 1994'an de dema ji mala xwe ya li Amedê derket û çû cihê kar lê piştre careke din agahî jê nehat girtin, hat xwendin. 
 
‘BI FERASETA YEKPEREST KOMKUJIYA ZÎLANÊ HATIYE KIRIN’
 
Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Ercan Yilmaz diyar kir ku Tirkiye ji damezrandina Komarê ve bi nêzîkatiyeke yekperest tê birêvebirin û Tirkperestî esas hatiye girtin. Yilmaz bi bîr xist ku salvegera Komkujiya Zîlanê ye û got: "Em dixwazin diyar bikin ku ev komkujî ji feraseta komarê ya yekperest qut nîne.” Yilmaz destnîşan kir ku divê dewlet Komkujiya Zîlan re rû bi rû bibe. 
 
Hevserokê SES’ê ya Şaxa Amedê Mehmet Nûr Ûlûs jî diyar kir ku di salên 1990’î de gelek mirovên kurd hatin windakirin û hevalên wan xebatkarên tenduristiyê jî di nav windayan de hene û Recaî Aydin jî yek ji wan xebatkarên tenduristiyê ye. Ûlûs got ew ji bo tenduristiya gel têdikoşin û ew ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
SERPÊHATIYA RECAÎ AYDIN 
 
Endama Komîsyona Windayan a ÎHD'a Amedê parêzer Berfîn Elçî serpêhatiya windakirina Recaî Aydin xwend. Çîroka Aydin wiha ye: “Recaî Aydin ê ku li navçeya Çinara Amedê bijîşkiyê dike, di 2’yê tîrmeha 1994’an de bi wesayîta xwe ji bo ku biçe cihê kar, derdikeve rê. Wesayîta wî li ser rêya Farqîn ku ne rêya wî ye, deriyên wê vekirî tê dîtin. Tevî ku malbata wî serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê û hemû saziyên fermî dan jî, der barê aqûbeta Aydin de agahî nehat girtin. Di sala 2005'an de kujerê JÎTEM'ê Abdulkadîr Aygan di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya li Serdozgeriya Komarê ya Amedê de îtiraf kiribû ku ‘Di nava kesên ji aliyê JÎTEM'ê ve hatine înfazkirin Recaî Aydin jî heye’. Tevî vê îtîraf û îfadeyê jî aqûbeta Recaî Aydin nayê zanîn û kiryar jî nehatine eşkerekirin.”
 
Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 
 
ÊLIH
 
Xizmên Windayan û parazvanên mafên mirovan li Êlihê jî di hefteya 641’an de li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li Cadeya Gulistanê kom bûn û daxuyanî dan. Parazvanên mafên mirovan li vir pankarta "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” vekirin. Di çalakiyê de parazvanên mafên mirovan, Endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), DEM Parti, DBP û xizmên windayan amade bûn. 
Di çalakiyê de çîroka winda Îsa Efe yê li gundê Dêşî ya Mêrdînê di 7’ê tîrmeha 1996’an de binçav kirin û winda kirin xwendin. 
 
Rêvebera Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Melek Atalay çîroka Efe xwend û wiha got: “Îsa Efe li gundê Dêşî dijiya. Leşkerên Qereqola Sêriyana Dêrikê di serê sibê de bi ser gundê Dêşiyê de girtin û ew binçav kirin û berdan. Di heman rojê de dîsa leşkeran bi ser gundê Dêşiyê de girt û ew binçav kirin. Piştî Îsa Efe birin careke din agahî jê nehat girtin. Wê demê Cemal Vural Fermandarê Bolukê bû.
 
Malbatê heta niha serî li gelek saziyên dewletê dan, lê tu encam bi dest nexistin. Dîsa gelek testên xwînê dan, lê hê jî aqûbeta Îsa Efe nayê zanîn.” 
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
COLEMÊRG
 
 Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD'ê bi heman armancê li Kolana Hunerê daxuyanî dan. Xizmên windayan û gelek welatiyên din beşdarî daxuyaniyê bûn. Komê di çalakiyê de pankarta "Bila winda bên ditin û faîl bên darizandin” û wêneyên windayan vekirin. Di hefteya 131’emîn a çalakiyê de çîroka Resûl Ercan ê di 20’ê gulana 1993’an de hat windakirin xwendin. Cenazeyê Resûl Ercan di 7’ê hezîrana 1993’yan de hatibû dîtin. 
 
Sekretera Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê Pinar Zengîn di çalakiyê de axivî û wiha got: “Heta ku dewlet bi vê rastiyê re rû bi rû nebe, mirov dê xwe di ewlehiyê de hîs nekin. Em vê rastiyê di dosyaya Resul Ercan de baştir dibînin. Kujerên Resul Ercan nehat dîtin û nehatin cezakirin. Em li vir careke din bang li rayedaran dikin, em ê di her şert û mercan de aqûbeta kujerê Resul Ercan bipirsin û bixwazin kujer bê darizandin û cezakirin.” 

Sernavên din

15/07/2024
09:12 ‘Pêlavên ku berê diçûn çopê ji ber krîza aboriyê tînin tamîrê’
09:11 Bariyerên qeyûm bûn sedema mirina çûkan
09:07 Ditirsin bikevin malên xwe yên ji ber lehiyê xerabûne
09:03 'PDK û dewleta tirk li Şengalê sîxurtiyê li xebatkarên çapemeniyê ferz dikin'
09:02 Rojnamevan Seyda: PDK, bi çeteyên DAIŞ’ê re di heman mewziyê de ye
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:44 Cenazeyê Ogmen li Geverê hate veşartin
08:30 Ji bo 6 bajaran hişyariya bikoda zer
08:26 Xwebûn bi manşeta ‘Kî difiroşe, kî diparêze?’ derket
08:14 Li Semsûra mirina biguman a zarokekê
14/07/2024
22:45 Cenazeyê Ogmen radestî malbata wî hate kirin
21:08 Li Rihayê tûrnûvaya fûtbolê ya Gulistan Dokûyê dest pê kir
20:58 Rêxistinên ciwanan ‘zincîra edaletê’ çêkirin: Em ê hesaba Pirsûsê bipirsin
20:21 Êrişî Eyn Îsayê hate kirin: Welatiyek hate qetilkirin
19:32 Di keleka geştê ya şewitî de 4 kes birîndar bûn
19:24 Li Wanê zarokek di golê de xeniqî
18:05 Cenazeyê 2 ciwanên di golê de windabûn hatin dîtin, yek jî hate rizgarkirin
17:44 Li Antalyayê 4 kes hatin binçavkirin
17:35 Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin hatin bibîranîn
17:10 Ji 29 kesan 15 kes hatin binçavkirin
16:25 Arşîva Çapemeniya Azad êdî li ser dijîtalê ye
16:00 Li Amedê ji bo avakirina ‘Serokatiya Daîreya Astengdaran’ biryar hat dayîn
15:35 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Heta tecrîd radibe dê têkoşîn bidome
15:25 Li Amedê bertek nîşanî pêşnûmeqanûna ‘kuştina’ ajalan dan
15:25 Rojnamegerên êriş dişopandin hatin binçavkirin
14:44 Ji ber êrişên li dijî kafeyan 3 kes hatin girtin
14:34 Mûstafa Yaşar ê ji sedî 68 astengdar hate girtin
14:16 DEM Partî: 14’ê Tîrmehê navê têkoşîna wekhevî û azadiyê ye
14:04 Komxebata Jin û Aboriyê bi dawî bû
12:46 Derket holê ku kesê li dijî Trump sûîqest kirî ji Komarparêzan e
12:46 Parêzer Devedjian: Divê CPT têkildarî tecrîda li Îmraliyê daxuyaniyê bide
11:02 Amirî: Divê Tirkiye hêzên xwe ji xaka me vekişîne
10:58 Ji jinên Gomî gaveke mînak
10:33 Kovara Jinê vê hefteyê cih da komkujiyên Hîzbûllahê
10:15 Cenazeyê dayika li ber ava çem ketibû hate dîtin
09:49 Di mitîngê de li dijî Trump êrişa çekdarî hat kirin
09:46 'Odeyên qanehkirinê' yên li navendên paşveşandinê di rojeva NY'yê de ne
09:30 Ji şahidên serdemê Şeremet: Em bi ruhê 14’ê Tîrmehê dikarin pêş bikevin
09:26 Ji parêzera Çîftçî ya du caran hat girtin banga têkoşîna hevpar
09:04 Xwişka Alî Çîçek: Biçûk bû, lê dilmezin bû
09:04 Çiya û gundên herêma Botanê bost bi bost tên talankirin
09:04 Şaredariya Cizîrê ji bo welatî nexeniqin tîmek avjeniyê wezîfedar kir
09:04 Gelo li Îranê guherîn pêkan e?
09:04 Rojnamevan Mîrza: Dewleta tirk bi çêkirina diwaran sînorên xwe diyar dike
09:01 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2024'AN
13/07/2024
21:48 Li Bilêxşê 9 kes hatin girtin
21:43 Cizirî li dijî tayinkirina qeyûm meş
20:11 Rojnamevan Topaloglû hat girtin
18:50 Li Mêrdînê 2 cenaze anîn morgê
18:47 Li Sîlopiyayê mirineke biguman
16:30 Rêxistinên ciwanan 33 qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê bibîr anîn
16:20 Rojnamevan Sadik Topaloglû sewqî edliyeyê hat kirin
15:53 Li Mêrsînê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn
15:21 Şaxên ÎHD'ê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:05 Platforma Bajêr: Em ê destûr nedin ku êrişî çand û jiyana me bikin
14:38 Bi girseyî serdana şîna Numaş hat kirin
14:17 Îsraîlê êrişî wargeha Filistîniyan kir: Bêhtirî 100 kuştî û birîndar hene
14:06 Çalakiya Dayikên Şemiyê: Ez neviya Şemiyê me û li Galatasarayê mezin bûm
13:57 3 kesên ku êrişî kafeyan kiribûn hatin binçavkirin
13:50 Xizmên Windayan: Wê têkoşîna me ji bo windayan me bidome
13:09 Erdogan û Esad dê li Bexdayê hevdîtinê bikin
12:56 Di binçavan de xwendina ‘Sirûda Îstîklalê’ lê hat ferzkirin
11:18 Jin li ser polîtîkayên şerê taybet nîqaşan dikin
11:13 Uçar: Em bang dikin ku demildest dawî li dagirkeriyê bê anîn
11:09 Li Silêmaniyê sê çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin
10:54 33 qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê dê di salvegera 9’emîn de bên bibîranîn
10:28 Qedexeya li Kerboranê bi dawî bû
10:12 Cerdevan tevî gefan jî bi biryar in ku beşdarî operasyonê nebin
10:07 Berxwedana 14'ê Tîrmehê: Çarenûsa vî gelî wê demê hat guherandin
09:57 Ji bo 14'ê Tîrmehê stranek çêkir: Berxwedana li wir bû berxwedaneke civakî
09:56 Li gundên Hesana û Navyan ji nû ve birîna daran dest pê kir
09:50 Armancên Tirkiyeyê û astengî
09:26 Li Gabarê goristan hatiye rûxandin
09:18 'Sedema xerabûna aboriyê dizî ye'
09:16 Li Îzmîrê di mehekê de 16 girtî hatin sewqkirin
09:11 Di 14’ê Tîrmehê de li seranserî Almanya dê azadiya Ocalan bê xwestin
09:07 Nivîskar û siyasetmedar Aykoç: Divê rêxistinên Kurdistanî li ber êrişan rabin
09:04 Dayika girtiyê xistine hucreya yek kesî: Em Serokatî û zarokên xwe dixwazin
09:02 Nexweşiya hunermenda girtî Nûdem Durak lê giran dibe
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2024'AN
12/07/2024
22:53 Çalakiyên 'Deng bide azadiyê': Deng derxin
20:49 Li Bagokê liv û tevgera helîkopteran
20:16 Ji bo nûçeya nûçeya destdirêjiyê biryara astengkirinê
18:59 Atayê pençeşêr lê peyda bûye serbest hat berdan
18:48 Dayika Aştiyê Çerî jiyana xwe ji dest da
16:54 Rapora OHD’ê ya girtîgehê: Kurdî tê sansurkirin, mafê tenduristiyê tê binpêkirin
16:15 Li Nepalê du otobus ketin çem: Herî kêm 66 kes mirin
15:51 Jina ku 20 roj in winda ye bi awayekî qetilkirî hate dîtin
15:26 Ji bo betalkirina rêziknameya ‘îlana şer’ serlêdan hate kirin
15:16 Balafirên şer devera Biradostê bombebaran kirin: 2 welatî birîndar bûn
14:49 CPT: Tirkiyeyê di nava 27 rojan de 285 caran herêm bombebaran kir
14:46 Li Amedê panel: Divê em teqez dev ji lêgerîna maf bernedin
14:12 TPAO û TPIC li Gabarê bi teqandina dînamîtan xwezayê talan dike
14:00 Serokê Tevgera Babilyon: PDK rê dide artêşa Tirkiyeyê
13:12 Polîsan bi ser mala Beyoglû yê AKP’î de girtin
13:10 Hat îdiakirin ku li Geverê SÎHA’yek ket
13:10 Li Nisêbînê mirina biguman
13:09 Dîmenê helîkoptera Skorsky ku hatibû xistin hat weşandin
13:08 Şaredariya AKP'ê pirsgirêkê red kir, şaredariya DEM Partiyê çareser kir
12:59 94 sal bi ser komkujiya Geliyê Zîlan re derbas bûn: Hin wêneyên komkujiyê ku nayên zanîn