Ji jinên Gomî gaveke mînak

  • jin
  • 10:58 14 Tîrmeh 2024
  • |
img
AMED - Jinên ku vegeriyayîn mezraya Gomê ya Farqînê ku di salên 90’î de hatibû şewitandin û ji xwe re atolyeya tekstîlê ava kirin, anîn ziman ku azadiya aboriyê girîng e. 
 
Jinên li Mezraya Gomê ya gundê Fişatê yê Farqîn a Amedê dijîn, di sala 2022’yan de bi 3 jinan û 2 makîneyan atolyeya tekstîlê ava kirin. Di atolyeyê de niha 9 jin dixebitin. Jinên ku gundê wan di salên 90’î de hatibû şewitandin, di sala 2009’an de vegeriyan gundê xwe û bi hewldanên xwe atolye ava kirin. 
 
ÇÎROKA VEGERA GUND 
 
Şevîn Karsu ya 28 salî diyar kir ku piştî valakirina gundê wan neçar mane ku koçî Stenbolê bikin û li wir sektora tekstîlê nas kirine. Karsu, wiha domand: “Tevahiya zarokên malbata min li Amedê ji dayik bûn. Dema gund hatî şewitandin, malbat hate Amedê. Piştre neçar man koçî Îzmîrê bikin. Piştre çûn Manîsayê û herî dawî berê xwe dan Stenbolê. Me gelek zehmetî kişandin. Bavê min rojekê biryar da ku dîsa vegere Amedê. Piştî em hatin Amedê min dest ji dibistanê berda. Bavê min ez şandim cem meta min a li Stenbolê. Li wir di karê tekstîlê de xebitîm. Du salan li wir xebitîm û piştre makînevan. 4-5 salan di makîneyê de xebitîm û piştre dîsa hatim Amedê. Ji 14 saliya xwe heta niha dixebitim.” 
 
‘EM BI XWE PEREYÊ XWE QEZENC DIKIN’
 
Karsu, got ku nekarî xwe li ber mercên xebatê yên Stenbolê bigire û vegeriya welatê xwe. Karsu, wiha pê de çû: “Ev bû du sal me ev atolyeya tekstîlê ava kiriye û pereyê xwe ji vir qezenc dikin. Vekirina vê atolyeyê fikra xwişka min bû. Em jî keyfxweş bûn û bi xweşiya me çû. Em keyfxweş bûn ku dê pereyê xwe bi xwe qezenc bikin. Li Stenbolê cihê kar gelek zehmet bû û nexweş bû. Lê li vir tiştekî wisa nîne. Xebatkar tevek hev dikin. Em hemû karan bi hev re dikin.” 
 
NAXWAZIN JI GUND DERKEVIN
 
Karsu, bal kişand ser zehmetiyên jiyana bajar û ev tişt anî ziman: “Me neçar dikin ku li bajaran bijîn lê em ji jiyana gund hez dikin û naxwazin gundê xwe berdin. Em hewl didin li vir jiyanekê ava bikin. Dikarim bibêjim me jinan ava kir. Dema me ev der vekirî me çi alîkarî negirt. Dema me ji zilamên derdorê re got dê kargeha xwe ava bikin, pir erênî nêz bûn. Ji me re bûn alîkar jî. Me bi hev re ronahiya vir çêkir. Piştre her ku me pere qezenc kirî me makîne kirîn. Serê sibehê saet di 08:00’ê de em dest bi kar dikin. Zarokên me tevan hene. Em hem karê xwe dikin hem jî li zarokên xwe dinêrin. Di vê mijarê de em pirsgirêkan najîn.” 
 
‘ME JINAN BI HEV RE KARÎ BIKIN’
 
Fîgen Karsu (24) jî da zanîn ku 5 salan di tekstîlê de xebitiye û got: “Ji ewil em dudil bûn bê ka atolyeyê vekin an na. Derfetên me tune bûn. Lê em xebitîn û me hêdî hêdî kêmasiyên heyî temam kirin. Me jinan karî bi hev re bi ser kevin. Jin gelek keyfxweş in ku bi hev re dixebitin. Dema li vir biryarek tê dayîn, hemû kes nêrîna xwe parve dike û ya herî baş kîjan be em wisa dikin. Ji vî alî ve hevgirtina jinan biwate û xweşik dibe.” 
 
Salma Yavuz Kiliç (36) jî daxuyand ku li Atolyeyê nû ye û ev tişt anî ziman: “Ez keyfxweş im ku li vir dixebitim. Dema ev der nû hatî vekirin, zarokekî min ê biçûk hebû lewma min nekarî bêm. Lê dema mezin bûyî min dest bi xebatê kir. Ez li vir xwe biyanî hîs nakim. Tu zext tune ye û di nav jinan de mirov rehete û xweş dibe. Dûrî mala min nîne û nîvro diçim malê karên xwe jî dikim. Divê jin bikarin bixebitin û xwe li ser pêyan bigirin.” 
 
Rozerîn Karsu ya 22 salî jî got “Min nexwest berhewceyî mêran bim” û wiha axivî: “Min zarokê xwe danî cem xesûya xwe û hatim atolyeyê. Ez dixwazim xwe li ser lingên xwe bigirim û pereyê xwe bi xwe qezenc bikim.” 
 
‘DIVÊ MIROV BÊYÎ BERHEWCEYÎ KESEKÎ BE BIJÎ’ 
 
Ji jinan Hîlal Karsu (33) jî bi lêv kir ku pereyê tê qezenckirin bi awayekî hevpar tê belavkirin. Karsu, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em wî pereyê di dawiya mehê de dimîne di navbera xwe de bi awayekî wekhev parve dikin. Bêguman ev rewş xwebaweriya min xurt dike. Ji ber ku pereyê min bi xwe ye çawa bixwazim wisa xerc dikim. Ne berhewceyî hevjînê xwe me û ev jî tiştekî gelek xweş e. Em ji hemû jinan re dibêjin ku bêyî berhewceyî kesekî bin bijîn. Tişta herî girîng ew e ku jin bixebitin û azadiya xwe ya aboriyê bi dest bixin.” 
 
‘EM DIXWAZIN BI HÎN BÊHTIR JINAN RE BIXEBITIN’ 
 
Hêvîdar Karsu (32) jî diyar kir ku armanca wan ew e ku bi hîn bêhtir jinan re bixebitin û axaftina xwe wiha qedand: “Em dixwazin karê xwe mezintir bikin. Bila jin jî bi me re hînî vî karî bibin û em dixwazin xwe li ser lingên xwe bigirin. Ji 9 saliya xwe heta niha di vî karî de dixebitim. Li bajarên din em rastî gelek neheqiyan hatin. Hem di vî karî de hem jî di karên din de keda jinan nayê dîtin. Em dixwazin ev rewş biguhere. Erê rast e em pir dixebitin û bi hevjînên me re pirsgirêk nîne lê dîsa jî jin rastî tundiyê tên. Em dixwazin ev rewş biguhere. Em 9 jin li vir dixebitin. Heqdestê me tevan wekî hev e.” 
 
MA / Şîlan Çîl
 

Sernavên din

15/07/2024
09:12 ‘Pêlavên ku berê diçûn çopê ji ber krîza aboriyê tînin tamîrê’
09:11 Bariyerên qeyûm bûn sedema mirina çûkan
09:07 Ditirsin bikevin malên xwe yên ji ber lehiyê xerabûne
09:03 'PDK û dewleta tirk li Şengalê sîxurtiyê li xebatkarên çapemeniyê ferz dikin'
09:02 Rojnamevan Seyda: PDK, bi çeteyên DAIŞ’ê re di heman mewziyê de ye
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:44 Cenazeyê Ogmen li Geverê hate veşartin
08:30 Ji bo 6 bajaran hişyariya bikoda zer
08:26 Xwebûn bi manşeta ‘Kî difiroşe, kî diparêze?’ derket
08:14 Li Semsûra mirina biguman a zarokekê
14/07/2024
22:45 Cenazeyê Ogmen radestî malbata wî hate kirin
21:08 Li Rihayê tûrnûvaya fûtbolê ya Gulistan Dokûyê dest pê kir
20:58 Rêxistinên ciwanan ‘zincîra edaletê’ çêkirin: Em ê hesaba Pirsûsê bipirsin
20:21 Êrişî Eyn Îsayê hate kirin: Welatiyek hate qetilkirin
19:32 Di keleka geştê ya şewitî de 4 kes birîndar bûn
19:24 Li Wanê zarokek di golê de xeniqî
18:05 Cenazeyê 2 ciwanên di golê de windabûn hatin dîtin, yek jî hate rizgarkirin
17:44 Li Antalyayê 4 kes hatin binçavkirin
17:35 Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin hatin bibîranîn
17:10 Ji 29 kesan 15 kes hatin binçavkirin
16:25 Arşîva Çapemeniya Azad êdî li ser dijîtalê ye
16:00 Li Amedê ji bo avakirina ‘Serokatiya Daîreya Astengdaran’ biryar hat dayîn
15:35 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Heta tecrîd radibe dê têkoşîn bidome
15:25 Li Amedê bertek nîşanî pêşnûmeqanûna ‘kuştina’ ajalan dan
15:25 Rojnamegerên êriş dişopandin hatin binçavkirin
14:44 Ji ber êrişên li dijî kafeyan 3 kes hatin girtin
14:34 Mûstafa Yaşar ê ji sedî 68 astengdar hate girtin
14:16 DEM Partî: 14’ê Tîrmehê navê têkoşîna wekhevî û azadiyê ye
14:04 Komxebata Jin û Aboriyê bi dawî bû
12:46 Derket holê ku kesê li dijî Trump sûîqest kirî ji Komarparêzan e
12:46 Parêzer Devedjian: Divê CPT têkildarî tecrîda li Îmraliyê daxuyaniyê bide
11:02 Amirî: Divê Tirkiye hêzên xwe ji xaka me vekişîne
10:58 Ji jinên Gomî gaveke mînak
10:33 Kovara Jinê vê hefteyê cih da komkujiyên Hîzbûllahê
10:15 Cenazeyê dayika li ber ava çem ketibû hate dîtin
09:49 Di mitîngê de li dijî Trump êrişa çekdarî hat kirin
09:46 'Odeyên qanehkirinê' yên li navendên paşveşandinê di rojeva NY'yê de ne
09:30 Ji şahidên serdemê Şeremet: Em bi ruhê 14’ê Tîrmehê dikarin pêş bikevin
09:26 Ji parêzera Çîftçî ya du caran hat girtin banga têkoşîna hevpar
09:04 Xwişka Alî Çîçek: Biçûk bû, lê dilmezin bû
09:04 Çiya û gundên herêma Botanê bost bi bost tên talankirin
09:04 Şaredariya Cizîrê ji bo welatî nexeniqin tîmek avjeniyê wezîfedar kir
09:04 Gelo li Îranê guherîn pêkan e?
09:04 Rojnamevan Mîrza: Dewleta tirk bi çêkirina diwaran sînorên xwe diyar dike
09:01 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2024'AN
13/07/2024
21:48 Li Bilêxşê 9 kes hatin girtin
21:43 Cizirî li dijî tayinkirina qeyûm meş
20:11 Rojnamevan Topaloglû hat girtin
18:50 Li Mêrdînê 2 cenaze anîn morgê
18:47 Li Sîlopiyayê mirineke biguman
16:30 Rêxistinên ciwanan 33 qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê bibîr anîn
16:20 Rojnamevan Sadik Topaloglû sewqî edliyeyê hat kirin
15:53 Li Mêrsînê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn
15:21 Şaxên ÎHD'ê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:05 Platforma Bajêr: Em ê destûr nedin ku êrişî çand û jiyana me bikin
14:38 Bi girseyî serdana şîna Numaş hat kirin
14:17 Îsraîlê êrişî wargeha Filistîniyan kir: Bêhtirî 100 kuştî û birîndar hene
14:06 Çalakiya Dayikên Şemiyê: Ez neviya Şemiyê me û li Galatasarayê mezin bûm
13:57 3 kesên ku êrişî kafeyan kiribûn hatin binçavkirin
13:50 Xizmên Windayan: Wê têkoşîna me ji bo windayan me bidome
13:09 Erdogan û Esad dê li Bexdayê hevdîtinê bikin
12:56 Di binçavan de xwendina ‘Sirûda Îstîklalê’ lê hat ferzkirin
11:18 Jin li ser polîtîkayên şerê taybet nîqaşan dikin
11:13 Uçar: Em bang dikin ku demildest dawî li dagirkeriyê bê anîn
11:09 Li Silêmaniyê sê çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin
10:54 33 qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê dê di salvegera 9’emîn de bên bibîranîn
10:28 Qedexeya li Kerboranê bi dawî bû
10:12 Cerdevan tevî gefan jî bi biryar in ku beşdarî operasyonê nebin
10:07 Berxwedana 14'ê Tîrmehê: Çarenûsa vî gelî wê demê hat guherandin
09:57 Ji bo 14'ê Tîrmehê stranek çêkir: Berxwedana li wir bû berxwedaneke civakî
09:56 Li gundên Hesana û Navyan ji nû ve birîna daran dest pê kir
09:50 Armancên Tirkiyeyê û astengî
09:26 Li Gabarê goristan hatiye rûxandin
09:18 'Sedema xerabûna aboriyê dizî ye'
09:16 Li Îzmîrê di mehekê de 16 girtî hatin sewqkirin
09:11 Di 14’ê Tîrmehê de li seranserî Almanya dê azadiya Ocalan bê xwestin
09:07 Nivîskar û siyasetmedar Aykoç: Divê rêxistinên Kurdistanî li ber êrişan rabin
09:04 Dayika girtiyê xistine hucreya yek kesî: Em Serokatî û zarokên xwe dixwazin
09:02 Nexweşiya hunermenda girtî Nûdem Durak lê giran dibe
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2024'AN
12/07/2024
22:53 Çalakiyên 'Deng bide azadiyê': Deng derxin
20:49 Li Bagokê liv û tevgera helîkopteran
20:16 Ji bo nûçeya nûçeya destdirêjiyê biryara astengkirinê
18:59 Atayê pençeşêr lê peyda bûye serbest hat berdan
18:48 Dayika Aştiyê Çerî jiyana xwe ji dest da
16:54 Rapora OHD’ê ya girtîgehê: Kurdî tê sansurkirin, mafê tenduristiyê tê binpêkirin
16:15 Li Nepalê du otobus ketin çem: Herî kêm 66 kes mirin
15:51 Jina ku 20 roj in winda ye bi awayekî qetilkirî hate dîtin
15:26 Ji bo betalkirina rêziknameya ‘îlana şer’ serlêdan hate kirin
15:16 Balafirên şer devera Biradostê bombebaran kirin: 2 welatî birîndar bûn
14:49 CPT: Tirkiyeyê di nava 27 rojan de 285 caran herêm bombebaran kir
14:46 Li Amedê panel: Divê em teqez dev ji lêgerîna maf bernedin
14:12 TPAO û TPIC li Gabarê bi teqandina dînamîtan xwezayê talan dike
14:00 Serokê Tevgera Babilyon: PDK rê dide artêşa Tirkiyeyê
13:12 Polîsan bi ser mala Beyoglû yê AKP’î de girtin
13:10 Hat îdiakirin ku li Geverê SÎHA’yek ket
13:10 Li Nisêbînê mirina biguman
13:09 Dîmenê helîkoptera Skorsky ku hatibû xistin hat weşandin
13:08 Şaredariya AKP'ê pirsgirêkê red kir, şaredariya DEM Partiyê çareser kir
12:59 94 sal bi ser komkujiya Geliyê Zîlan re derbas bûn: Hin wêneyên komkujiyê ku nayên zanîn