Parêzer Devedjian: Divê CPT têkildarî tecrîda li Îmraliyê daxuyaniyê bide

  • rojane
  • 12:46 14 Tîrmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzerê fransizî François Devedjian diyar kir ku divê CPT têkildarî tecrîda li Îmraliyê daxuyaniyê bide.  
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û zêdetirî 40 meh in tu agahî jê nayên girtin. Ji Baroya Parîsê parêzer Fançoîs Devedjian ji bo mafên Abdullah Ocalan ji Wezareta Dadê re name şand û têkildarî tecrîda li Îmraliyê pirsên ANF’ê bersivand. 
 
François Devedjian diyar kir ku tecrîda Îmraliyê bi eşkere binpêkirina mafên mirovan e û parçeyekî polîtîkaya înkarê ya dewleta tirk e. Devedjian, têkildarî helwesta Baroya Parîsê ya li hemberî tecrîda Îmraliyê wiha got: “Destpêkê ez vê tecrîda li ser Abdullah Ocalan weke pratîka Tirkiyeyê şîrove dikim. Abdullah Ocalan kesekî girîng e ku nûneriya gelê kurd dike. Lê Tirkiye rêz ji mafên mirovî yên esas, ji gelê Kurd û nûnerên wê re nagire. Dewleta tirk, dixwazî Erdogan be yan jî kesên beriya wî be, bi taybetî li ser Ocalan bi giştî jî li ser gelê kurd helwesteke ku mafên mirovan binpê dike, raber dike. Lewma weke parêzerên Baroya Parîsê, me bi vê biryarê ev bêhiqûqî şermezar kir û daxwaz kir ku dawî lê were.”
 
Bi domdarî Devedjian destnîşan kir ku tecrîda Îmraliyê parçeyekî polîtîkaya înkarê ya dewleta tirk e û wiha pêde çû: “Bi rastî mirov fêm nake ku çima çûyîna parêzerên Abdullah Ocalan a ji Îmraliyê re tê astengkirin, yanî fêmkirina vê yekê zehmet e. Em nizanin ka Ocalan hîn sax e yan na. Tu têkîliyeke aktuel nîne. Dibe nexweş be. Xala destpêkê ev e û ya herî dramatîk. Em ne weke fîzîkî ne jî zihnî, rewşa tenduristiya Abdullah Ocalan nizanin.  Ya duyemîn, her kî/ê be bila bibe divê girtî bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike, bi taybetî jî girtiyekî sembolîk ê mîna Abdullah Ocalan divê hevdîtinê bike. Ev di heman demê de rêyeke ku peyama xwe ragihîne. Ev qedexe nîşan dide ku dewleta tirk red dike ku Abdullah Ocalan weke muxatab bibîne. Li gorî min, peyama Tirkiyeyê ew e ku dixwaze bêje Abdullah Ocalan nîne, yanî mîna pirsgirêka ermenan a ku tune dihesibînin. Ev çandeke înkarê ye, înkara mirovan, gelan û kes e.”
 
‘DIVÊ CPT DAXUYANIYÊ BIDE’
 
Di berdewamê de Devedjian helwesta Konseya Ewropayê û CPT’ê ya li hemberî Îmraliyê rexne kir û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku Tirkiyeyê bersivek nedaye, hîna CPT’ê rapora xwe ya dawî ya têkildarî Îmraliyê eşkere nekiriye. CPT herî dawî têkildarî Azerbaycanê biryareke îstîsnaî da û derbarê vî welatî daxuyaniyek da raya giştî. Heman tiştê ji bo Tirkiyeyê jî dikare bike. Ez difikirim ku ev wê bibe biryareke bimaf û di cih de. Dema ku mirov li binpêkirinên mafên mirovên ên li Tirkiyeyê dinêre, ez difikirim ku wê pêkanînên hîn rasteqîntir heq bin. Weke dewleteke ku bi sîstematîk mafên mirovan binpê dike, hûn nikarin jê daxwaz bikin ku tev li Yekitiya Ewropayê bibe yan jî pê re peywendiyan çêbikin.”
 
‘ABDULLAH OCALAN DIVÊ AZAD BIBE’ 
 
Parêzer François Devedjian kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” jî nirxand û axaftina xwe wiha qedand: “Ez difikirim ku kampanyaya ji Ocalan re azadî, wê pir girîng be. Abdullah Ocalan, Nelson Mandelayê Kurdan e. Heke her kes aştiyê û di rewşa gelê kurd û têkîliyên xwe yên bi cîranên xwe re de başbûnê dixwaze, Abdullah Ocalan dikare vê yekê pêk bîne. Lê tecrîda li ser Abdullah Ocalan, nîşan dide ku Tirkiye naxwaze mafên kurdan nas bike û lihevkirineke aştiyane bike. Lewma divê em ji bo azadiya Ocalan, têbikoşin. Divê destpêkê derfet were dayîn ku Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ev rewş helbet ji bo kurdan pêwîstiyek e, lê li gorî min di heman demê de ji bo Tirkan û mirovahiyê jî girîng e; ji bo ku her kes fêm bike ka çi xeterî hene jî, girîng e.”
 

Sernavên din

15/07/2024
09:12 ‘Pêlavên ku berê diçûn çopê ji ber krîza aboriyê tînin tamîrê’
09:11 Bariyerên qeyûm bûn sedema mirina çûkan
09:07 Ditirsin bikevin malên xwe yên ji ber lehiyê xerabûne
09:03 'PDK û dewleta tirk li Şengalê sîxurtiyê li xebatkarên çapemeniyê ferz dikin'
09:02 Rojnamevan Seyda: PDK, bi çeteyên DAIŞ’ê re di heman mewziyê de ye
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:44 Cenazeyê Ogmen li Geverê hate veşartin
08:30 Ji bo 6 bajaran hişyariya bikoda zer
08:26 Xwebûn bi manşeta ‘Kî difiroşe, kî diparêze?’ derket
08:14 Li Semsûra mirina biguman a zarokekê
14/07/2024
22:45 Cenazeyê Ogmen radestî malbata wî hate kirin
21:08 Li Rihayê tûrnûvaya fûtbolê ya Gulistan Dokûyê dest pê kir
20:58 Rêxistinên ciwanan ‘zincîra edaletê’ çêkirin: Em ê hesaba Pirsûsê bipirsin
20:21 Êrişî Eyn Îsayê hate kirin: Welatiyek hate qetilkirin
19:32 Di keleka geştê ya şewitî de 4 kes birîndar bûn
19:24 Li Wanê zarokek di golê de xeniqî
18:05 Cenazeyê 2 ciwanên di golê de windabûn hatin dîtin, yek jî hate rizgarkirin
17:44 Li Antalyayê 4 kes hatin binçavkirin
17:35 Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin hatin bibîranîn
17:10 Ji 29 kesan 15 kes hatin binçavkirin
16:25 Arşîva Çapemeniya Azad êdî li ser dijîtalê ye
16:00 Li Amedê ji bo avakirina ‘Serokatiya Daîreya Astengdaran’ biryar hat dayîn
15:35 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Heta tecrîd radibe dê têkoşîn bidome
15:25 Li Amedê bertek nîşanî pêşnûmeqanûna ‘kuştina’ ajalan dan
15:25 Rojnamegerên êriş dişopandin hatin binçavkirin
14:44 Ji ber êrişên li dijî kafeyan 3 kes hatin girtin
14:34 Mûstafa Yaşar ê ji sedî 68 astengdar hate girtin
14:16 DEM Partî: 14’ê Tîrmehê navê têkoşîna wekhevî û azadiyê ye
14:04 Komxebata Jin û Aboriyê bi dawî bû
12:46 Derket holê ku kesê li dijî Trump sûîqest kirî ji Komarparêzan e
12:46 Parêzer Devedjian: Divê CPT têkildarî tecrîda li Îmraliyê daxuyaniyê bide
11:02 Amirî: Divê Tirkiye hêzên xwe ji xaka me vekişîne
10:58 Ji jinên Gomî gaveke mînak
10:33 Kovara Jinê vê hefteyê cih da komkujiyên Hîzbûllahê
10:15 Cenazeyê dayika li ber ava çem ketibû hate dîtin
09:49 Di mitîngê de li dijî Trump êrişa çekdarî hat kirin
09:46 'Odeyên qanehkirinê' yên li navendên paşveşandinê di rojeva NY'yê de ne
09:30 Ji şahidên serdemê Şeremet: Em bi ruhê 14’ê Tîrmehê dikarin pêş bikevin
09:26 Ji parêzera Çîftçî ya du caran hat girtin banga têkoşîna hevpar
09:04 Xwişka Alî Çîçek: Biçûk bû, lê dilmezin bû
09:04 Çiya û gundên herêma Botanê bost bi bost tên talankirin
09:04 Şaredariya Cizîrê ji bo welatî nexeniqin tîmek avjeniyê wezîfedar kir
09:04 Gelo li Îranê guherîn pêkan e?
09:04 Rojnamevan Mîrza: Dewleta tirk bi çêkirina diwaran sînorên xwe diyar dike
09:01 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2024'AN
13/07/2024
21:48 Li Bilêxşê 9 kes hatin girtin
21:43 Cizirî li dijî tayinkirina qeyûm meş
20:11 Rojnamevan Topaloglû hat girtin
18:50 Li Mêrdînê 2 cenaze anîn morgê
18:47 Li Sîlopiyayê mirineke biguman
16:30 Rêxistinên ciwanan 33 qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê bibîr anîn
16:20 Rojnamevan Sadik Topaloglû sewqî edliyeyê hat kirin
15:53 Li Mêrsînê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn
15:21 Şaxên ÎHD'ê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:05 Platforma Bajêr: Em ê destûr nedin ku êrişî çand û jiyana me bikin
14:38 Bi girseyî serdana şîna Numaş hat kirin
14:17 Îsraîlê êrişî wargeha Filistîniyan kir: Bêhtirî 100 kuştî û birîndar hene
14:06 Çalakiya Dayikên Şemiyê: Ez neviya Şemiyê me û li Galatasarayê mezin bûm
13:57 3 kesên ku êrişî kafeyan kiribûn hatin binçavkirin
13:50 Xizmên Windayan: Wê têkoşîna me ji bo windayan me bidome
13:09 Erdogan û Esad dê li Bexdayê hevdîtinê bikin
12:56 Di binçavan de xwendina ‘Sirûda Îstîklalê’ lê hat ferzkirin
11:18 Jin li ser polîtîkayên şerê taybet nîqaşan dikin
11:13 Uçar: Em bang dikin ku demildest dawî li dagirkeriyê bê anîn
11:09 Li Silêmaniyê sê çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin
10:54 33 qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê dê di salvegera 9’emîn de bên bibîranîn
10:28 Qedexeya li Kerboranê bi dawî bû
10:12 Cerdevan tevî gefan jî bi biryar in ku beşdarî operasyonê nebin
10:07 Berxwedana 14'ê Tîrmehê: Çarenûsa vî gelî wê demê hat guherandin
09:57 Ji bo 14'ê Tîrmehê stranek çêkir: Berxwedana li wir bû berxwedaneke civakî
09:56 Li gundên Hesana û Navyan ji nû ve birîna daran dest pê kir
09:50 Armancên Tirkiyeyê û astengî
09:26 Li Gabarê goristan hatiye rûxandin
09:18 'Sedema xerabûna aboriyê dizî ye'
09:16 Li Îzmîrê di mehekê de 16 girtî hatin sewqkirin
09:11 Di 14’ê Tîrmehê de li seranserî Almanya dê azadiya Ocalan bê xwestin
09:07 Nivîskar û siyasetmedar Aykoç: Divê rêxistinên Kurdistanî li ber êrişan rabin
09:04 Dayika girtiyê xistine hucreya yek kesî: Em Serokatî û zarokên xwe dixwazin
09:02 Nexweşiya hunermenda girtî Nûdem Durak lê giran dibe
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2024'AN
12/07/2024
22:53 Çalakiyên 'Deng bide azadiyê': Deng derxin
20:49 Li Bagokê liv û tevgera helîkopteran
20:16 Ji bo nûçeya nûçeya destdirêjiyê biryara astengkirinê
18:59 Atayê pençeşêr lê peyda bûye serbest hat berdan
18:48 Dayika Aştiyê Çerî jiyana xwe ji dest da
16:54 Rapora OHD’ê ya girtîgehê: Kurdî tê sansurkirin, mafê tenduristiyê tê binpêkirin
16:15 Li Nepalê du otobus ketin çem: Herî kêm 66 kes mirin
15:51 Jina ku 20 roj in winda ye bi awayekî qetilkirî hate dîtin
15:26 Ji bo betalkirina rêziknameya ‘îlana şer’ serlêdan hate kirin
15:16 Balafirên şer devera Biradostê bombebaran kirin: 2 welatî birîndar bûn
14:49 CPT: Tirkiyeyê di nava 27 rojan de 285 caran herêm bombebaran kir
14:46 Li Amedê panel: Divê em teqez dev ji lêgerîna maf bernedin
14:12 TPAO û TPIC li Gabarê bi teqandina dînamîtan xwezayê talan dike
14:00 Serokê Tevgera Babilyon: PDK rê dide artêşa Tirkiyeyê
13:12 Polîsan bi ser mala Beyoglû yê AKP’î de girtin
13:10 Hat îdiakirin ku li Geverê SÎHA’yek ket
13:10 Li Nisêbînê mirina biguman
13:09 Dîmenê helîkoptera Skorsky ku hatibû xistin hat weşandin
13:08 Şaredariya AKP'ê pirsgirêkê red kir, şaredariya DEM Partiyê çareser kir
12:59 94 sal bi ser komkujiya Geliyê Zîlan re derbas bûn: Hin wêneyên komkujiyê ku nayên zanîn