Rojnamevan Seyda: PDK, bi çeteyên DAIŞ’ê re di heman mewziyê de ye

  • rojane
  • 09:02 15 Tîrmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Kasim Seyda anî ziman ku komên paramîlîter ên dewleta tirk sewqî Herêma Kurdistana Federe kirin û PDK di heman mewziyê de cih digirin û wiha got: “Derdekî wan ê netewî nîne. Yekane armanca wan berjewendiyên wan e.”
 
Li gorî raporên Tîmên Aştiyê yên Xrîstiyan (Christian Peacemaker Teams/CPT), hejmara malbatên ku ji ber êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin di hefteyên dawî de neçar mane ku malên xwe terk bikin ji 200’î derbas bû. Di navbera 15’ê hezîran û 11’ê tîrmehê de çoltara Duhokê herî kêm 285 caran hate bombekirin, 8 gundên li çoltera Amêdiyê ji ber êrişan bi temamî hatin valakirin û 602 gund bi xetereya valakirinê re rûbirû ne. 
 
Di dema êrişên dewleta tirk berdewam dikin de di nava hefteyê de derket holê ku gelek komên paramîlîter sewqî herêmê hatine kirin. Li gorî Spee Mediayê dewleta tirk zêdetirî 800’î komên paramîlîter li xeta Metîna û Amêdiyê bi cih kirin. 
 
Dewleta tirk, li herêma ku komên paramîlîter sewq kirinê her wiha noxteyên kontrolê danîn û dest bi kontrolkirina nasnameyan kir. 
 
‘PDK BI DAGIRKERAN RE TEVDIGERE’ 
 
Rojnamevan Kasim Seyda yê li Herêma Kurdistana Federe dijî, geşedanên dawî yên li herêmê diqewimin nirxandin. Seyda, anî ziman ku herêmên di bin serweriya PDK’ê de radestî dewleta tirk hatine kirin û wiha got: “Li herêmên Batîfa, Dêrelok, Amêdiyê, Şeladizê, Bamêrnê çend noxteyên Tirkiyeyê hebûn. Ligel êrişên dawiyê, bajarên di bin serweriya PDK’ê de jî ketin bin kontrola Tirkiyeyê.” 
 
Seyda, anî ziman ku sewqiyatên dawî yên dewleta tirk, sewqiyata Seddam Huseyîn a di 31’ê tebaxa 1996’an de tîne bîra mirov û berdewam kir: “Wê demê Hewlêr radestî rejîmê hatin kirin û komkujiyên mezin hatin kirin. Têkiliyên PDK’ê ne bi Tirkiyeyê re tenê hene, têkiliyên wan di heman demê de bi dewletên din ên neyarê gelê kurd re jî hene. Ev jî di pêşengtiya malbata Barzanî de tê kirin. Ji bo çewisandina partî û tevgerên Kurdistanî hate bikaranîn. Qasimlo ji vê re mînak e. PDK, bi dagirkeran re tevdigere.”
 
‘PDK Û DAIŞ DI HEMAN MEWZIYÊ DE NE’ 
 
Seyda, bal kişand ku hevkariya di navbera PDK’ê û dewleta tirk de kevn û dîrokî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “An ku îro ji ber tirsê an jî ji ber hebûn û nebûnê bi Tirkiyeyê re nakeve têkiliyê. Ji xwe heke hevkariyeke kevin nebûya, di yek carê de nedihate asta ku destûrê bide vê dagirkeriyê. PDK, bi awayekî aşkere, cihên di bin kontrola xwe de ji Tirkiyeyê re vekirîne. Tirkiye jî bi leşkerên xwe, çekên xwe û çeteyên xwe kete axa Herêma Kurdistana Federe. Belgeyên derketin holê, nîşan dan ku Tirkiyeyê bi unîformayê artêşê, 800 çeteyên DAIŞ’î di navbera Metîna û Amêdiyê de bi cih kirine. PDK, bi çeteyên DAIŞ’ê re di heman mewziyê de ye.”
 
‘DERDÊ WAN Ê NETEWÎ NÎNE’ 
 
Seyda, bi lêv kir ku di rêveberiya PDK’ê de 3 serî hene û wiha pê de çû: “Yê ewil Mesûd Barzanî ye. Yê duyemîn Mesrûr Barzanî ye û yê sêyemîn biraziyê Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî ye. Ev her sê kes jî bi awayên cuda cuda bi gelê kurd re di nava dijminatiyê de ne. Di nava lîstikên qirêj de ne. Her yek ji wan ji bo desthilata xwe ya yê ser din zêde bike bi dagirkeran re di nava dan û standinê de ne. Ketine rewşeke wisa ku ji hêzeke ku li cem dagirkeran cih digirin derketine, bûne parçeyekî dagirkeran û êriş dikin. Bi vê yekê hewl didin herêmeke biçûk bigirin û bi tena serê xwe bi rê ve bibin. Derdekî wan ê netewî nîne. Yekane armanca wan berjewendiyên wan e.”
 
Seyda herî dawî ev tişt gotin: “Gelê Başûr di demekî dirêj di bin zilm û zexta rejîmê û krîzên siyasî yên li herêmê bû. Lê her tim bertek û helwesta wan zelal bûye. Niha jî krîzên siyasî û aborî hene. Van gel bêzar kirine. Li gelek qadan gel ketiye derdê ku dê çawa bikarin debara xwe ya rojane bikin. Li aliyê din her tim li dijî dagirkeriyê helwesteke wan a zelal çêbûye û serî hildane. Herî dawî li Şeladizê û Amêdiyê li dijî hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê helwesta xwe bi awayekî zelal danîn holê. Em dibînin ku ev bertek dê hêj zêdetir bibin. Divê hemû saziyên netewî û navnetewî li dijî vê talanê bertekên xwe nîşan bidin.”
 

Sernavên din

17/07/2024
21:03 ÎHD’ê salvegera xwe ya 38’emîn pîroz kir
20:31 Girtî Halîl Arslan piştî 30 salan hat berdan
19:01 Ji Amedê bang kirin: PDK di nava xiyanetê de ye, dest ji xiyanetê berde
18:16 Tirkiye bersiva ‘Îmraliyê’ da NY’ê: Tecrîd tune, qedexe heye!
16:48 DEM Partiyê ji bo mexdûrên erdhejê pêşnûme da Meclisê
15:50 DEM Partiyê tesîsa hilberînê ya AKP’ê girtibû dîsa vekir
15:46 Li Geliyê Botanê şewat derket
15:39 Cenazeyê Kaya piştî 6 salan dan malbatê
15:38 Mamosteyan ‘Nobeta xwe ya Perwerdehiyê’ bi dawî kir
15:24 NY’ê ji Tirkiyeyê parastin xwest: Sedema rewşa li Îmraliyê çi ye?
14:46 Li Sûrê bertek nîşanî vekirina avahiya PTT’ê ya dîrokî ya ji rantê re dan
14:43 ÎHD 38 salî ye: Dê têkoşîn bidome
14:24 Rapora ÎHD’ê ya 6 mehan: 3 hezar û 895 binpêkirinên mafan hatin kirin
14:20 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
14:14 Beyoglû yê AKP’î ku ji bertîlê dihate darizandin hate girtin
13:31 Ji TEV-DEM’ê peyama 19’ê Tîrmehê: Têkoşînê mezin bikin
13:05 Hevdîtinên Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê taloqî cotmehê hatin kirin
12:52 Di madena bêrûxset de hezaz çêbû: Karkerek di bin de ma
12:52 Ji bo Beyoglû yê AKP’î biryara girtinê hate dayîn
11:30 DEM Partiyê bertek nîşanî birîna daran da: Vê talanê rawestînin
10:45 Hevserokê KNK’ê li Hewlêrê serdana partî û aliyên siyasî kir
10:16 Li qada dewleta tirk bombebaran kir şewat derket
09:24 Meteorolojiyê ji ber barîna zêde hişyarî da hinek bajaran
09:23 Di dozeke din de jî polîs hatin parastin: Di bûyerê de qestîbûn tune ye
09:18 ‘Êrişên Tirkiyeyê bi hevkariya PDK'ê berfireh dibin’
09:16 Prof. Ozturkmen: Heke krîza avhewayê bidome dê qitûtiya avê biqewime
09:13 Çîftyûrek bang li Barzanî û PDK’ê kir: Li dijî projeya dagirkeriyê helwesta xwe nîşan bidin
09:07 Malbatên girtiyan: Girtiyên me dixwazin tavilê tecrîd bê rakirin
09:05 Li ser rêyekê di rêzekê de 40 aş: Xwedî dîrokeke kevnar in
09:02 Kargeha romanên kurdî: Jin û mêr bi hev re wêjeya kurdî nîqaş dikin
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:35 Li Dîlokê maça fînalê ya Tûrnûvaya Gulistan Dokû hate lîstin
08:34 Wêneyê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bi sûrên dîrokî ve ne
16/07/2024
23:06 Li Colemêrgê 'Nobeda rêzgirtina ji îradeyê re' di roja 12’emîn de ye
22:31 Li Serdeştê kolberek hat kuştin
22:17 Rapora bîlançoya êrişên mehekî hat eşkerekirin
22:06 Li Stenbolê nobeda dijqeyûm: Divê em bi têkoşîna yekgirtî rabin
21:50 Li kursiyê Meclisê, Girtîgeha Îmraliyê wek 'dojeh' pênase kir
21:23 OHD'ê der barê fermandarê îşkencekar de gilî kir
21:10 Li gundê Faxrikan ê Semsûrê şewat derket
21:02 Besê Hozat: Rayedarên AKP'ê dixwazin tecrîda li Îmraliyê bikin mijara bazariyê
19:48 Pankarta Berxwedana 14'ê Tîrmehê bi sûrên Amedê ve hat daliqandin
18:43 Li Hezexê du kes hatin binçavkirin
18:20 Rojnamevan Topaloglû di rojeva Meclisê de ye: Hûn wî bernedin wê çavên wî kor bibin
16:40 Şaredariya Curnê Reş tabelayên kurdî daliqandin
15:59 Ozel mûxalîf vexwendin qadan
15:20 Li gelek bajaran çalakiya ‘Em ê radestî hejariyê nebin’
14:41 Danişîna doza tecawizê ya li cemaetê hate taloqkirin
13:39 Mûçeyê herî kêm ê teqawidan diyar bû
12:53 Derbarê tenduristvanê pirsgirêka nexweşxaneyê kir rojev de lêpirsîn hate destpêkirin
12:45 Hatîmogûllari: 15’ê tîrmehê komployeke li dijî gelan e
12:24 Di 6 mehên ewil de bûdçeyê 747 milyar lîre li kêmiyê da
11:58 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:51 Endamê Meclisa DEM Partiyê Ayten hate berdan
11:47 Li Şirnexê dîsa gelek dever hatin qedexekirin
11:00 Cotkar dê di Mitînga Çandiniyê de daxwazên xwe biqîrin
10:33 Di êrişa Îsraîlê de karsazê nêzî Esad jiyana xwe ji dest da
10:32 Kaya ya hatiye girtin tu caran li ber zilmê serî netewand
10:27 Îşkence li karkerê rihayî yê mafê xwe xwest hate kirin
10:20 Girtî Barik: Bi kuştinê gefê li min dixwin
10:08 Ji pênûsa girtiyekî 30 salên Kelekê
09:48 Nûnerên rêxistinên jinan: Li dijî êrişan dem dema yekbûna li kolanan e
09:38 Li Başûr di 6 mehan de 30 jin hatin kuştin: Pêdivî bi qanûnên parastina jinan heye
09:26 9 sal in xaniyên wan nehatine çêkirin: Dewlet me ceza dike
09:24 Yilmaz: Îşkence û muameleya xerab berdewamiya konsepta 2015’an e
09:16 Gundên Licê niha jî di bin metirsiya madenê de ne
09:12 Endamê OHD’ê Durmaz: Divê girtîgehên tîpên Y û S bên girtin
09:10 Komxebeta Jinan û Aboriyê: Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî bersivê bidin krîzê
09:09 Rojnamevan Altan: Tirkiyeyê dest bi dagirkeriyê kiriye
09:03 Dîroka 6 hezar salan di bin xetereya bendavê de ye
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2024'AN
00:38 Li Pîranê welatiyek di êrişa çekdarî de hat kuştin
15/07/2024
23:40 Ciwanên Geverê ji bo 14'ê Tîrmehê daketin kolanan
22:35 Nobeda dijqeyûm a Stenbolê: Bi înkarkirina îradeyê pirsgirêka kurd çareser nabe
21:40 Zarokên dilîstin û hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:48 Hevşaredar Zeydan û Uzunay serdana Îmamoglû kirin
20:21 Koma 6'emîn nobedê dewr girt: Qeyûm talan e
20:11 Ekolojistan li Amedê nerazîbûn nîşanî pêşniyarqanûna kuştina heywanan dan
17:34 Li Îzmîrê şewata daristanê: 3 kes mirin
17:22 Li Cizîrê 4 zarok hatin binçavkirin
17:02 IFJ’ê ji bo rojnamevan Mîrza bang li Tirkiyeyê û Iraqê kir
16:45 ‘Ji bo ku polîtîkayên şer bi dawî bibin tecrîdê rakin’
15:44 DEM Partî li dijî Paketa Darazê ya 9’emîn derket û şerh danî
15:33 Şewirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê bi Talabanî re civiya
15:07 Dayikan bang kirin ku 9 kesên hatine girtin bên berdan
15:02 DEM Partiyê bangî 2 wezaretan kir: Têkildarî Îmraliyê daxuyaniyê bidin
14:24 Zarokên wesayîtê lêxistibû jiyana xwe ji dest dan
14:10 Partiya Komunîst a Iraqê: Divê êriş demildest bên rawestandin!
13:33 ‘Iraq dikare êrişên dewleta tirk bibe Laheyê’
12:43 Sînorê birçîtiyê bû 19 hezar ê xizaniyê jî derket 65 hezar lîreyan
12:15 Şewirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê Erecî li Silêmaniyê ye
11:10 Li Mûsilê gora komî hate dîtin
11:06 MYK ya DEM Partiyê civiya
11:05 Li Amedê êrişên li dijî kargehan: Dewlet araste dike
10:17 Dewleta tirk navendên gundan bombebaran kir
10:17 AYM’ê xwest doza îstîsmarkirina zarokê dîsa bê lidarxistin
10:13 Parastvanê Seyît Riza: Şah Îsmaîl
09:55 Li Amediyeyê liv û tevgereke zêde ya leşkerî heye
09:55 Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê li NY’ê bên nîqaşkirin
09:49 Şanar Yurdatapan: Divê rewşenbîr bibin yek û li dijî şer bisekinin