Li Amedê êrişên li dijî kargehan: Dewlet araste dike

  • rojane
  • 11:05 15 Tîrmeh 2024
  • |
img
AMED - Komên nêzî HUDA PAR’ê li Amedê di demên dawî de êrişî gelek kargehan kirin. Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya got: “Xuyaye ku dewlet araste dike. Divê seknekî birêxistinkirî li dijî van êrişan hebe.” 
 
Li Amedê êrişên li dijî kargeh û komên cuda didomin. Êrişên ji hêla komên nêzî HUDA PAR'ê ve tên organîzekirin, cara ewil di 9’ê hezîranê de li dijî dibistana dansê ya Swing Amedê hate kirin. Di 22’yê hezîranê de jî li dijî şaxên Starbucks û Burger Kingê êriş hatin kirin. Demekî kin piştre gef li jinên di sîteyekê de ketin hawîzê hatin xwarin. Herî dawî di 11’ê tîrmehê de jî li Taxa Camî Kebîr a navçeya Sûrê êrişa çekdarî û bombeyî li dijî kargehên Karga û Hewşê hatin kirin. Ji êrişkarên şaxên Starbucks û Burger Kingê yên hatin binçavkirin tevek piştî îfadeyê hatin hatin berdan. Di êrişa bombeyî ya li dijî kafeyan de jî 3 kes hatin girtin. 
 
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Adalet Kaya, Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Kaya û Cîgirê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr têkildarî êrişan axivî. 
 
'XUYAYE KU DEWLET ARASTE DIKE’
 
Parlamenter Adalet Kaya cînayetên di salên 90’î de ji hêla Hîzbûllahê ve hatine kirin bi bîr xist û got ku êrişên niha dişibin wan êrişan. Kaya, diyar kir ku şêweyê jiyanê yê gel hedef tê girtin û gotina parlamenterê HUDA PAR’î ku ji bo êrişa li dijî xwendekarên dansê digot “Gel aciz bûye û êrişeke wiha kiriye” bi bîr xist. Kaya, anî ziman ku piştperdeyeke van êrişan heye û wiha pê de çû: “Dema em li tevahiya van rêbazan dinêrin, dibînin ku hewl didin hafizeya salên 90’î zindî bikin. Û dewlet bi heman motîvasyonê araste dike.” 
 
'DIVÊ EM BI AWAYEKÎ RÊXISTINKIRÎ LI DIJÎ VAN ÊRIŞANM BISEKININ’ 
 
Kaya, daxuyand ku li gelek taxên Amedê bi piştgiriya dewletê “perwerdeyên cemaetan ên veşarî” tên dayîn û ev nirxandin kir: “Hatin parastin û xwe birêxistin kirin. Hem li hundir hem li derve li dijî kurdan bendewariyên Tirkiyeyê yên mezin ji van komên selefî heye. Komele îro xwe di bin navê partiyên siyasî de birêxistin dikin. Divê li dijî hemû cureyên tundiyê yên van komên selefî seknekî birêxistinkirî û zelal were nîşandan. Divê malbat bikarin zarok û ciwanên xwe biparêzin.”
 
'HÛN BI ÎKTÎDARA ÎSRAÎLÊ XWEYÎ DIKE RE HEVKARIYÊ DIKIN’ 
 
Kaya, destnîşan kir ku ji bo hinek êrişên tên kirin êrişên Îsraîlê yên li dijî Filistînê weke hincet tên nîşandan û wiha pê de çû: “Jixwe hûn bi îktîdara ku Îsraîlê xweyî dikin re hevkariyê dikin. Ma qey gel nizane bê ka kîjan hêz li pişt we ye? Dizane. Dizane bê ka vê cisaretê ji ku digirni. Gel dizane ku îktîdar çavê xwe ji wan re digire, cisaretê dide wan, pêşiya wan vedike, wan xweyî dike û mezin dike. Kesên dê li dijî Îsraîlê çalakiyê bikin, bila ji ewil li dijî îktîdarê bikin. Ji ber ku piştevanên herî mezin ên Îsraîlê îktîdara AKP-MHP’ê û sermayedarên wan mezinkirin in. Şîrketên zarokên wan in. Ev tevek jî ji bo wê ye ku berê civaka me bidin hev, dabeş bikin û bi hev bidin şerkirin. Ev ne tiştekî nû ye. Bendewariyên pir mezin ên îktîdarê ji rêxistinên selefî heye. Lê gelê me dê nekeve vê xefikê. Em ê li dijî vê bi rêxistiniyeke mezin bisekinin.” 
 
'DIXWAZIN REWŞÊ VEGERÎNIN MÎNA YA SALÊN 90’Î’ 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn jî got ku êrişên tên kirin êrişên plankirî ne û gotina wezîrê karên hundir ê berê Suleyman Soylu ku digot “HUDA PAR projeya dewletê ye” bi bîr xist. Şahîn, wiha domand: “Ev tê çi wateyê? Hewl didin nîşan bidin ku dê cînayetên kiryarnediyar ên salên 90’î dîsa bidomînin û vegeriyane wê rewşê. Li gel vê, dixwazin gel bêzar bikin û demografyaya xaka me biguherînin. Em baş dizanin ku heke piştgirî nebe ev kom nikarin li vir bi tu awayî îfade jî bikin. Bi taybet jî êrişî şêweyê jiyana sekuler a civakê dikin, hewl didin hestên manewî yên mirovan bi kar bînin.  Lê tu cihê van kesan di nava civakê de nîne. Dê bi tu awayî nekarin bi ser kevin.” 
 
'KOLAN ÊN ME NE’
 
Şahîn, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hewcehiya civakê bi aştiyê heye. Yên ku îro bi bombekirina kafeyan hewl didin zextê li civakê bikin bila vê yekê baş bizanin; vî gelî salên 90’î jiya û bi tu awayî prîm neda û dê nede. Hem li herêmê em ê tevî gelê xwe birêxistin bibin hem jî dê bi xebatên li Meclisê sekna xwe nîşan bidin. Kolan her tim ên me ne û dê her yên me bin. Ev komên selefî li Rojhilata Navîn ji hêla gelê kurd ve hatin tunekirin. Divê baş bizanin ku dê li vê derê nekarin bi heman awayî bi rehetî tevbigerin.” 
 
'DIVÊ LÊPIRSÎNEKE BIBANDOR BÊ MEŞANDIN’ 
 
Cîgirê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr jî êrişên tên kirin weke hewldanên nebaş ên li dijî aştiya civakî nirxand û axaftina xwe wiha qedand: “Em van êrişan qebûl nakin. Di demên dawî de ev êriş zêde bûn. Zêdebûna van êrişan eleqeya xwe bi polîtîkayên civakî, aborî û siyasî heye. Divê dev ji polîtîkayên zirarê didin aştiya civakî û pêkvejiyanê berdin. Divê hemû beşên civakê bertek nîşan bidin û lêpirsîneke bibandor bê meşandin. Bi cezakirina faîlan dikarin rê li ber vê pêvajoyê bigirin.” 
 

Sernavên din

17/07/2024
21:03 ÎHD’ê salvegera xwe ya 38’emîn pîroz kir
20:31 Girtî Halîl Arslan piştî 30 salan hat berdan
19:01 Ji Amedê bang kirin: PDK di nava xiyanetê de ye, dest ji xiyanetê berde
18:16 Tirkiye bersiva ‘Îmraliyê’ da NY’ê: Tecrîd tune, qedexe heye!
16:48 DEM Partiyê ji bo mexdûrên erdhejê pêşnûme da Meclisê
15:50 DEM Partiyê tesîsa hilberînê ya AKP’ê girtibû dîsa vekir
15:46 Li Geliyê Botanê şewat derket
15:39 Cenazeyê Kaya piştî 6 salan dan malbatê
15:38 Mamosteyan ‘Nobeta xwe ya Perwerdehiyê’ bi dawî kir
15:24 NY’ê ji Tirkiyeyê parastin xwest: Sedema rewşa li Îmraliyê çi ye?
14:46 Li Sûrê bertek nîşanî vekirina avahiya PTT’ê ya dîrokî ya ji rantê re dan
14:43 ÎHD 38 salî ye: Dê têkoşîn bidome
14:24 Rapora ÎHD’ê ya 6 mehan: 3 hezar û 895 binpêkirinên mafan hatin kirin
14:20 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
14:14 Beyoglû yê AKP’î ku ji bertîlê dihate darizandin hate girtin
13:31 Ji TEV-DEM’ê peyama 19’ê Tîrmehê: Têkoşînê mezin bikin
13:05 Hevdîtinên Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê taloqî cotmehê hatin kirin
12:52 Di madena bêrûxset de hezaz çêbû: Karkerek di bin de ma
12:52 Ji bo Beyoglû yê AKP’î biryara girtinê hate dayîn
11:30 DEM Partiyê bertek nîşanî birîna daran da: Vê talanê rawestînin
10:45 Hevserokê KNK’ê li Hewlêrê serdana partî û aliyên siyasî kir
10:16 Li qada dewleta tirk bombebaran kir şewat derket
09:24 Meteorolojiyê ji ber barîna zêde hişyarî da hinek bajaran
09:23 Di dozeke din de jî polîs hatin parastin: Di bûyerê de qestîbûn tune ye
09:18 ‘Êrişên Tirkiyeyê bi hevkariya PDK'ê berfireh dibin’
09:16 Prof. Ozturkmen: Heke krîza avhewayê bidome dê qitûtiya avê biqewime
09:13 Çîftyûrek bang li Barzanî û PDK’ê kir: Li dijî projeya dagirkeriyê helwesta xwe nîşan bidin
09:07 Malbatên girtiyan: Girtiyên me dixwazin tavilê tecrîd bê rakirin
09:05 Li ser rêyekê di rêzekê de 40 aş: Xwedî dîrokeke kevnar in
09:02 Kargeha romanên kurdî: Jin û mêr bi hev re wêjeya kurdî nîqaş dikin
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:35 Li Dîlokê maça fînalê ya Tûrnûvaya Gulistan Dokû hate lîstin
08:34 Wêneyê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bi sûrên dîrokî ve ne
16/07/2024
23:06 Li Colemêrgê 'Nobeda rêzgirtina ji îradeyê re' di roja 12’emîn de ye
22:31 Li Serdeştê kolberek hat kuştin
22:17 Rapora bîlançoya êrişên mehekî hat eşkerekirin
22:06 Li Stenbolê nobeda dijqeyûm: Divê em bi têkoşîna yekgirtî rabin
21:50 Li kursiyê Meclisê, Girtîgeha Îmraliyê wek 'dojeh' pênase kir
21:23 OHD'ê der barê fermandarê îşkencekar de gilî kir
21:10 Li gundê Faxrikan ê Semsûrê şewat derket
21:02 Besê Hozat: Rayedarên AKP'ê dixwazin tecrîda li Îmraliyê bikin mijara bazariyê
19:48 Pankarta Berxwedana 14'ê Tîrmehê bi sûrên Amedê ve hat daliqandin
18:43 Li Hezexê du kes hatin binçavkirin
18:20 Rojnamevan Topaloglû di rojeva Meclisê de ye: Hûn wî bernedin wê çavên wî kor bibin
16:40 Şaredariya Curnê Reş tabelayên kurdî daliqandin
15:59 Ozel mûxalîf vexwendin qadan
15:20 Li gelek bajaran çalakiya ‘Em ê radestî hejariyê nebin’
14:41 Danişîna doza tecawizê ya li cemaetê hate taloqkirin
13:39 Mûçeyê herî kêm ê teqawidan diyar bû
12:53 Derbarê tenduristvanê pirsgirêka nexweşxaneyê kir rojev de lêpirsîn hate destpêkirin
12:45 Hatîmogûllari: 15’ê tîrmehê komployeke li dijî gelan e
12:24 Di 6 mehên ewil de bûdçeyê 747 milyar lîre li kêmiyê da
11:58 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:51 Endamê Meclisa DEM Partiyê Ayten hate berdan
11:47 Li Şirnexê dîsa gelek dever hatin qedexekirin
11:00 Cotkar dê di Mitînga Çandiniyê de daxwazên xwe biqîrin
10:33 Di êrişa Îsraîlê de karsazê nêzî Esad jiyana xwe ji dest da
10:32 Kaya ya hatiye girtin tu caran li ber zilmê serî netewand
10:27 Îşkence li karkerê rihayî yê mafê xwe xwest hate kirin
10:20 Girtî Barik: Bi kuştinê gefê li min dixwin
10:08 Ji pênûsa girtiyekî 30 salên Kelekê
09:48 Nûnerên rêxistinên jinan: Li dijî êrişan dem dema yekbûna li kolanan e
09:38 Li Başûr di 6 mehan de 30 jin hatin kuştin: Pêdivî bi qanûnên parastina jinan heye
09:26 9 sal in xaniyên wan nehatine çêkirin: Dewlet me ceza dike
09:24 Yilmaz: Îşkence û muameleya xerab berdewamiya konsepta 2015’an e
09:16 Gundên Licê niha jî di bin metirsiya madenê de ne
09:12 Endamê OHD’ê Durmaz: Divê girtîgehên tîpên Y û S bên girtin
09:10 Komxebeta Jinan û Aboriyê: Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî bersivê bidin krîzê
09:09 Rojnamevan Altan: Tirkiyeyê dest bi dagirkeriyê kiriye
09:03 Dîroka 6 hezar salan di bin xetereya bendavê de ye
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2024'AN
00:38 Li Pîranê welatiyek di êrişa çekdarî de hat kuştin
15/07/2024
23:40 Ciwanên Geverê ji bo 14'ê Tîrmehê daketin kolanan
22:35 Nobeda dijqeyûm a Stenbolê: Bi înkarkirina îradeyê pirsgirêka kurd çareser nabe
21:40 Zarokên dilîstin û hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:48 Hevşaredar Zeydan û Uzunay serdana Îmamoglû kirin
20:21 Koma 6'emîn nobedê dewr girt: Qeyûm talan e
20:11 Ekolojistan li Amedê nerazîbûn nîşanî pêşniyarqanûna kuştina heywanan dan
17:34 Li Îzmîrê şewata daristanê: 3 kes mirin
17:22 Li Cizîrê 4 zarok hatin binçavkirin
17:02 IFJ’ê ji bo rojnamevan Mîrza bang li Tirkiyeyê û Iraqê kir
16:45 ‘Ji bo ku polîtîkayên şer bi dawî bibin tecrîdê rakin’
15:44 DEM Partî li dijî Paketa Darazê ya 9’emîn derket û şerh danî
15:33 Şewirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê bi Talabanî re civiya
15:07 Dayikan bang kirin ku 9 kesên hatine girtin bên berdan
15:02 DEM Partiyê bangî 2 wezaretan kir: Têkildarî Îmraliyê daxuyaniyê bidin
14:24 Zarokên wesayîtê lêxistibû jiyana xwe ji dest dan
14:10 Partiya Komunîst a Iraqê: Divê êriş demildest bên rawestandin!
13:33 ‘Iraq dikare êrişên dewleta tirk bibe Laheyê’
12:43 Sînorê birçîtiyê bû 19 hezar ê xizaniyê jî derket 65 hezar lîreyan
12:15 Şewirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê Erecî li Silêmaniyê ye
11:10 Li Mûsilê gora komî hate dîtin
11:06 MYK ya DEM Partiyê civiya
11:05 Li Amedê êrişên li dijî kargehan: Dewlet araste dike
10:17 Dewleta tirk navendên gundan bombebaran kir
10:17 AYM’ê xwest doza îstîsmarkirina zarokê dîsa bê lidarxistin
10:13 Parastvanê Seyît Riza: Şah Îsmaîl
09:55 Li Amediyeyê liv û tevgereke zêde ya leşkerî heye
09:55 Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê li NY’ê bên nîqaşkirin
09:49 Şanar Yurdatapan: Divê rewşenbîr bibin yek û li dijî şer bisekinin