Girtiyê ku nexweşîna wî dereng hat tespîtkirin bi mirinê re rû bi rû ye!

  • rojane
  • 09:01 22 Îlon 2024
  • |
img

SÊRT - Girtiyê nexweş Nurettîn Dayan ê ji ber binpêkirina mafan ên li girtîgehê nexweşîna pençeşêrê lê peyda bûye, li Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê li qawîşa jêrzemînê li kêleka morgê tê girtin. 

Girtiyê bi navê Nurettîn Dayan ê 34 salî ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Qubînê ya navçeya Êlihê girtî ye, tê de teşxîsa nexweşiya pençeşêra pişikê ya qonaxa 4'emîn hat dayîn. Dayan ku di sala 2008'an de di pîrozbahiya Newroza Sêrtê de hat binçavkirin, piştî 3 mehan di girtîgehê de ma, hat berdan. Lê ji ber vê bi îdîaya "Çendî ne endamê rêxistinê ye jî, li ser navê rêxistinê sûc kiriye"4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Di sala 2012'an de Dadgeha Bilind cezayê li Dayan hatibû birîn, erê kir û Dayan di sala 2021'ê hat girtin. Dayan ku cara ewil par li Êlihê sewqî nexweşxaneyê hat kirin, piştî ku ava ji kezeba wî hat derxistin, dîsa ew şandin girtîgehê. Dayanê ku êşa wş dewam dike, careke din sewqî nexweşxaneyê hat kirin, lê tiştek neguherî.  Dayanê ku nikare xwarinê bixwe û gav bi gav zihîf dibe, ji ber êşa zêde dîsa rakirin nexweşxaneyê û ji wir jî sewqî Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê kirin.
 
Parêzerê Dayan Nûrî Ekîncî diyar kir ku ji ber midaxeleya tibî ya di wextê xwe de pêk nehatiye, muwekîlê wî Dayan bi nexweşiya penceşêra pişikê ya qonaxa 4'an ketiye. 
 
'20 ROJAN DI HUCREYEKE YEKKESÎ DE HAT GIRTIN'
 
Ekîncî diyar kir ku Dayan di dema girtina xwe ya zêdeyî 2 salan de gelek caran çûye nexweşxaneyê, lê der barê teşxîskirina penceşêrê de tu tedbîr nehatine girtin û got: “Muwekîlê min bi hinceta weremê 20 rojan di hucreya yekkesî de hat girtin. Paşê wî birin qawîşê. Diverişe û dikeve erdê. Di 22'yê meha borî de ji ber ava li ser kezeba wî wî birin Fakulteya Tibê ya Dîcleyê ya Amedê. Piştî ku testên pêwîst hatin kirin, em li benda encama patolojiyê man. Gumana tumor û pençeşêrê hebû. Encama ku di 2'yê Îlonê de eşkere kiribû, derket holê ku pençeşêra pişikê lê peyde bûye û pençeşêr di qonaxa 4'emîn de ye." 
 
Ekîncî got: “Penceşêra ku di laşê Dayan ê ku 2 sal û nîv e di Girtîgeha Tîpa T a Qubînê de ye, çawa çêbû heya niha nehatiye tespîtkirin. Di vê pêvajoyê de gelek caran çûye nexweşxaneyê, lê dîsa jî tespît nekirine. Ev îhmalkariyeke mezin e. Bjîşkan got kezeba wî nemaye û dibe ku bandorê li mêjî bike." 
 
'LI CEM MORGÊ TÊ GIRTIN'
 
Ekîncî diyar kir ku ji bo kesên bi pençeşêrê ketiye ya girîng moral û motîvasyon e û wiha got: “Muwekîlê min ji 22’yê Tebaxê û vir ve li jêrzemîna Fakulteya Tibê ya Dîcleyê tê ragirtin. Cihê wî li kêleka morgê ye. Muwekîlê min ê ku li hemberî pençeşêra pişikê têdikoşe, tenê carekê 15 deqeyan karîbû bi malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne. Dema ku muwekîlê min ji bo dermankirinê birin beşa Onkolojiyê an jî avahiya sereke, 3 gardiyan û 3 cendirmeyan bi awayekî destkelmeçekirî ew birin. Gava tiştekî din jî bikin, wiha dikin. Tenê di qawîşa li nexweşxaneyê de destên wî ne kelemçekirî ne."
 
JI BO TALOQKIRINA ÎNFAZÊ SERLÊDAN KIRIN
 
Ekîncî diyar kir ku wî mehek berê ji bo taloqkirina înfaza Dayan serî li Dadgeriya Înfazê ya Êlihê daye û got ku piştî vê 10 roj berê Dayan birine Heyeta Lijneya Tenduristiyê, lê belê hê rapora wî nehatiye amadekirin. Ekîncî destnîşan kir ku piştî rapora li ser rewşa Dayan a ji Lijneya Tenduristiyê ji aliyê Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê (ATK) ve bê nirxandin, dê diyar bibe ku dê "înfaz" bê taloqkirin yan na.
 
'DIVÊ DI NÊVENGEKE ARAM DE BÊ DERMANKIRIN'
 
Ekîncî diyar kir ku ji bo “berdana bi şertî” a Dayan 9 meh mane û wiha got: “Raporên ku ji Lijneya Tenduristiyê û Tiba Edlî tên, bi mehan dereng tên. Divê ev pêvajo bên lezkirin. Pêdivî ye ku ew li derve bê dermankirin. Jixwe ji ber ku di wext de mudaxele nehat kirin, hat vê astê. Di têkoşîna li dijî penceşêrê de destwerdana pêşîn pir girîng e. Kezebên wî xera bûne û ev yek nehatiye tespîtkirin. Ger destwerdaneke zû hebûya, belkî ne di vê rewşê de bûna. Dê nehata qonxa 4'emîn. Jixwe di vê pêvajoyê de îhmaleke zêde heye. Divê cezayê wî bê taloqkirin û li derve di nêvengeke aram de bê dermankirin. Yanî serlêdanên ku em bikin jî pêvajoyeke pir dirêj e. Car heye tiba edlî zêdetirî salekê bersivê dide. Divê demildest bê berdan." 
 
MA/ Fethî Balaman
 
 
 
 
 

Sernavên din

25/09/2024
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2024'AN
08:33 Li Şaxê piştî qedexekirina deveran operasyona leşkerî hat destpêkirin
24/09/2024
20:27 Hejmara kesên hatin binçavkirin derket 25’an
19:45 'Êrişên li ser zimanê kurdî parçeyeke tecrîdê ne'
16:57 Ji bo ‘mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan pêşnûme qanûn
16:34 Ji bo şewata ku 15 kes jiyana xwe ji dest dabûn şande hate avakirin
16:17 Îsraîlê bi balafiran êrişî Beyrûtê kir
16:05 Ji 47 girtiyên siyasî greva birçîbûnê ya rojekê
16:05 Biryara demboriyê ya doza qetilkirina 10 girtiyan hat erêkirin
16:03 Bersûcên Apartmana Hîsamiyê hatin cezakirin
14:24 DEM Partî giliya sepana bikelemçe kir
14:19 Têkildarî îşkenceya polîsan serî li ÎHÎK’ê hate dayîn
14:18 Polîsan di serdegirtina malê de şûşeya dermanê zaroka nexweş jî şikandin
14:01 Îfadeya rojnamevan Rabîa Onver nehat girtin
13:55 Bakirhan: Em ê bênavber bixebitin û yekitiya xwe ava bikin
13:50 AYM’ê der barê Dîlan Şahîn de biryara ‘binpêkirinê’ da
13:32 Polîsan bi ser avahiya Kooperatîfa Ankayê de jî girtin: Hejmara binçavkiriyan zêde bû
12:48 Gergerlîoglû ji eywana danişînê hate derxsistin
12:14 Serdegirtina MED-DER’ê hat şermezarkirin: Em ê ji bo zimanê xwe li ber xwe bidin
12:00 Bombarana Îsraîlê ya li ser Lubnanê didome: Nêzî 500 kesî mirin
11:50 Danişîna doza rojnameger Kaya hate taloqkirin
11:41 Li Payîz Pirtûka bi ser de girtin 409 pirtûk û 144 kovar hatin desteserkirin
11:34 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:28 Kedkar: Em dixwazin di mercên însanî de bijîn
10:55 ‘Polîtîkaya malbata pîroz ji zilam re qada tundiyê ava dike’
10:37 Li Stenbol û Mêrdînê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
10:36 Wezareta Dadê ji lêpirsîna Taybet Înan bêagah e!
10:18 Serdegirtina MED-DER’ê dê were protestokirin
10:13 Bi ser MED-DER’ê de girtin: Perwerdekar hatin binçavkirin û pirtûk hatin desteserkirin
10:09 Li Manîsayê cînayeta jinan
09:03 Ferît Şenyaşar: Erdogan daxwaza ji bo hevdîtinê red kir
09:02 Kakaee yê ji bo Îmraliyê serlêdan kir: Divê ji bo 'mafê hêviyê' qanûn bên sererastkirin
09:01 Şaredariya Gundikêmelê ji bo pêşî li qedandina sewalkariyê bigire şivan û gavan girtin
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2024'AN
08:54 Li Lubnanê bilanço giran dibe: 492 kes mirin
08:23 Meteorolojiyê 9 bajar ji ber barîna zêde hişyar kir
08:06 Polîsan bi ser avahiya MED-DER'ê û Payîz Pirtûkê de girtin
23/09/2024
21:41 Eker piştî 31 salan ji girtîgehê derket
21:38 'Qesrên edaletê wekî buroyên AKP'ê kar dikin'
17:01 Bakirhan: Apê Mûsa gelek tişt hînî me kirin
16:34 Emîne Şenyaşar ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê navber da çalakiya xwe
16:15 Bi girseyî serdana şîna Orûç hat kirin
15:36 Di bin çavan de mûameleya xerab
15:33 Ûçar: Divê li dijî tecrîdê têkoşîna civakî bê kirin
15:32 Şaredariya Depê nivîsên hişyariyê yên hatine jêbirin ji nû ve nivîsand
15:23 Derket holê ku xebatên madenê yên li Hesendînê neqanûnî ne
15:13 Îsraîlê dîsa êrişî Lubnanê kir: Nêzî 100 kes hatin kuştin û bi sedan kes birîndar bûn
15:02 Projeyên Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê asteng kirine vegotin
14:48 Şaredariya Wanê ‘Xwaringeha Gel’ vekir
14:47 Di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de bang li saziyên navnetewî hate kirin
13:52 ATK: Nehat tespîtkirin ku şopa diranên ser milê Enes Guran a kî ye
13:51 Rojnamevan Onver ‘bi belavkirina agahiyên xelet’ hate sûcdarkirin
13:27 Wezîrê Dadê: Di lêpirsîna Narînê de xisûsên ku li raya giştî nehatine belavkirin hene
13:08 Di doza tecawizê ya cemaetê de biryar hat dayîn
12:40 ‘Em ê li dijî polîtîkayên necezakirinê têkoşîna xwe bidomînin’
12:07 Qeymeqamiyê navê ‘Rindêxan’ red kir: Zimanê biyanî ye!
11:35 Wezareta Karên Navxweyî ji bo Zarokistanê mufetîşan wezîfedar kir
11:25 Hevşaredaran piştgirî da welatiyên li dijî madenê li ber xwe didin
11:24 Kesê tê payîn ku xwe kuştiye, jiyana xwe ji dest da
11:15 Li Wanê lêhî: bendên avê yên DSI’yê ne li gorî standartan in
11:14 Dermankirina Pexşan Ezîzî tê astengkirin
11:02 Ji bo ‘mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan bang: Prosedura binpêkirinê bidin destpêkirin
10:44 Li hemberî zarokekê tacîza zayendî pêk hat
10:43 Ji mirina biguman a girtîgehê re biryara ‘neşopandinê’
10:38 Li Horasanê bi pileya 5.2 erdhej çêbû
10:36 Li Bûrsayê balafira perwerdehiyê ket: 2 pîlot mirin
09:03 Îdianameya rêxistina sûc: Polîs kuryetî kir
09:02 Li MED-DER’ê serlêdanên kursan didomin
09:02 Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Rêxistinbûn xweparastin e
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2024'AN
07:45 Xwebûn bi manşeta ‘Rêxistinbûyîna gel ferz e’ derket
22/09/2024
23:55 Hevserokên nû yên PYD’ê hatin hilbijartin
23:49 Orûç ê wek nexweş ji girtîgehê derketiye, jiyana xwe ji dest da
23:25 Xelatên Apê Mûsa hatin dayîn: Zext jî têkoşîn jî didomin
21:01 Beşar Esad efûya giştî îlan kir
19:56 Îsraîl careke din êrişî dibistanê kir: 7 kes mirin
17:39 Komxebata Jineolojiyê bi dawî bû: Hêviya me ya cîhanekî nû heye
17:21 Endamê Koma Aştiyê Aktaş bi ser gora xwe hate bîranîn
16:24 Emîne Şenyaşar: Heta edalet pêk tê ez ê li vir bim
16:20 Li Amedê baran û gijlokê jiyana bajar felc kir
15:37 Li Aydinê 7 kes hatin binçavkirin
14:34 Di dema kontrolkirina nasnameyê de polîsan gule reşandin
13:53 Rojnameger Seyît Evran hat bibîranîn
13:40 Li DYA’yê êriş: 4 kes mirin, 21 kes birîndar bûn
13:39 Komxebata Jineolojiyê bi rûniştinan didome
12:47 Li Depê bêtehemûliya li dijî nivîsên hişyariyê yên bi kurdî
12:44 Amedsporê serlêdana sûc kir
12:27 Di pevçûnê de leşkerek hate kuştin
12:27 Kongreya PYD’ê di roja 2’yemîn de didome
11:18 Pevçûnên di navbera Îsraîl û Hîzbullahê de dijwar bûn
10:36 Kana mermeran koçberiyê li şêniyên Dibegûliyê ferz dike
10:18 Li Xorasanê di madena komirê de teqîn çêbû: Gelek kes mirin
10:04 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:57 Gunay Kubîlay li dijî kelemçeyê derket û neçû nexweşxaneyê
09:55 Ji bo gelek bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:41 Girtiyê lêgerîna nava dev red kirî nayê tedawîkirin
09:14 Ji ber nameya ‘fikaredar’ a nehatiye teslîmkirin lêpirsîn dan destpêkirin
09:04 Banga ji bo mîtînga 13'ê Cotmehê: Daxwaza ji bo azadiya Ocalan mafê me yê herî rewa ye
09:01 Girtiyê ku nexweşîna wî dereng hat tespîtkirin bi mirinê re rû bi rû ye!
09:00 Nexweşxaneyê xwest ATK der barê girtiyê di nava ciyan de biryarê bide