Hunermendên girtî yên di greva birçîbûnê de ketin 38 kîloyan

  • rojane
  • 09:01 25 Îlon 2024
  • |
img

SETNBOL - Endama Grup Yorumê Şura Başer diyar kir ku Rezzan Şengul û Vedat Dogan ên di greva birçîbûnê de ketine bin 38 kîloyan û wiha got: “Êdî bi zehmetî radibin û rûdinin. Divê daxwazên wan bên qebûlkirin.” 

Endamên Grup Yorumê Rezzan Şengul û Vedat Dogan piştî êrişa di 6’ê sibatê ya li pêşiya Edliyeya Çaglayanê bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatin binçavkirin û piştre hatin girtin. Dozgeriyê derheqê Şengul û Dogan de du îdianameyên cuda amade kir û têkildarî êrişa li Çaglayanê tu sûc nedît lê xebatên Grup Yorumê weke hinceta girtinê nîşan da. Piştî biryara girtinê, Şengul û Dogan şandin Girtîgeha Marmarayê (Sîlîvrî). Mehek piştre jî sewqî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê hatin kirin. 
 
Şengul û Dogan piştî hatin sewqkirin, bi daxwaza girtina girtîgehên bi tîpên Y,S,R’yê û sewqkirina wan a li cem hevalên wan û girtîgeheke nêzî malbatên wan, dest bi greva birçîbûnê kirin. Greva birçîbûnê ya Şengul di roja 180’an û ya Dogan jî di roja 175’an de berdewam dike. 
 
Danişîna ewil a Şengul dê di 26’ê îlonê de li 25’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Çaglayanê, ya Dogan jî dê di 16’ê cotmehê de li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Bakirkoyê bê lidarxistin. 
 
Endama Grup Yorumê Şura Başer têkildarî rewşa girtiyan axivî. 
 
Başer, diyar kir ku ji bo piştevaniya bi hevalên xwe re ev 27 roj in di greva birçîbûnê de ye û wiha got: “Girtîgehên bi ewlekariya bilind, girtîgehên ‘tîpa bîrê’ ne. Li vir girtiyan terkî mirinê dikin. Berevajî girtîgehên asayî, dîwarên van girtîgehan 12-13 metreyan bilindin. Tenê saetekê dihêlin girtî biçin hewşê, kesek li cem wan nîne û bi tena serê xwe tên ragirtin. Tu nikarî hewayî bistînî, tava rojê tune ye, tiştek nîne tu bikarî cilên xwe yên şûştî hilayîsî, mirov tune ne û name tên astengkirin. Şert û mercên wan giran in.” 
 
‘DU HUNERMEND LI BER MIRINÊ NE’
 
Bi domdarî Başer diyar kir ku daxwazên hevalên wan daxwazên rewa ne û dikare bên qebûlkirin. Başer, ev tişt anî ziman: “Ev berxwedan bi daxwaza girtina van girtîgehan dest pê kir. Hevalên me dixwazin ku ji van girtîgehan bişînin girtîgehên nêzî malbatên xwe. Ev daxwaz di demên berê de hatin qebûlkirin. Divê heman tişt were kirin û bên sewqkirin. Lê vedihêlin û asteng dikin. Rewşa hevalên me krîtîk e û heke tiştek neyê kirin dê bimrin. Her du hunermend jî îro li ber mirinê ne. Em hewl didin dengê wan bidin bihîstin. Em dixwazin daxwazên wan bên qebûlkirin.” 
 
‘KETINE BIN 38 KÎLOYAN’
 
Başer, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Girtî rastî zextên giran tên û rewşa wan a tenduristiyê derbasî qonaxeke krîtîk bû. Ev tê wê wateyê ku dê pirsgirêkên tenduristiyê yên mayinde dest pê bikin. Piyên wan ditevizin û çok û lingên xwe hîs nakin. Gehên wan pir diêşin. Kesên di greva birçîbûnê de lîmon, av û şekirê bi kar tînin. Ev her tim lîmonên rizî didin lewma mîdeyê wan diêşe. Dilê wan diêşe û di mijara dîtinê pirsgirêkan dijîn. Jiyana di hucreyê de wan dide zorê. Nikarin 10 deqeyan xwe li ser pêyan bigirin. Nikarin lîmonê guvêşin, diranên xwe bişon û sexbêra xwe bikin. Guhê Vedat ê çepê êdî baş nabihîse û ji ber ku gehên rûyê wî qels bûne nikare bilivîne. Di rabûn û rûniştinê de zehmetiyan dikêşin û nikarin rast bisekinin. Îro ketine bin 38 kîloyan.” 
 
DÎROKÊN DANIŞÎNAN 
 
Têkildarî rojên danişînan jî Başer ev agahî parve kir: “Danişîna Rezan Şengulê dê di 26’ê îlonê saet di 10.40’ê de li 25’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Çaglayanê bê lidarxistin û ya Vedat Dogan jî di 16’ê cotmehê saet di 14.00’ê de li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Bakirkoyê bê lidarxistin. Em bang li hemû rewşenbîr, parlamenter, hunermend û gelê xwe dikin ku beşdar bibin. Em banga xwedîderketina li Rezan Şengul û Vedat Dogan li her kesî dikin. Hevalên me li ber mirinê ne û em dixwazin ew bijîn.”

Sernavên din

28/09/2024
13:43 Dayikên Şemiyê: Divê kujerên Abdulmecît Baskin bên cezakirin
13:17 Li Sûltangaziyê bi çekê êrişî avahiya DEM Partiyê kirin
12:01 Çîçek: Armanca tifaqê rûxandina desthilata faşist û rizgarkirina siberojê ye
11:22 Artêşa Îsraîlê îdia kir ku lîderê Hizbulahê hatiye kuştin
11:21 KASED dê ‘Festîvala Sûrfestê’ li dar bixe
11:04 Li şûna tundiya polîsan doz li çalakvan hate vekirin
10:33 Xebatkarên MED-DER’ê yên hatin berdan: Wê xebat û têkoşîna me ya ziman bidome
09:56 Derûnnas Tekînalp: Yê ku Narîn kuştî ne keseke, feraseteke
09:55 Dr. Berwarî: Plana tunekirina destkeftiyên kurdan di dewrê de ye
09:06 Wêneyên hunermend û nivîskarên kurd li ser dîwaran hatin neqişandin
09:05 ATK’ê ji bo Yildiz a li ser sedyeyê hate girtin rapora ‘dikare li girtîgehê bimîne’ da
09:04 Ji bo mitînga ‘Azadiyê’ bang: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
09:00 Pêvajoya ber bi 9'ê Cotmehê ve
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2024'AN
27/09/2024
20:50 Hevserokê MED-DER'ê yê berê Rifat Ronî hat girtin
19:36 Operasyona li dijî saziyên ziman: 2 kes bi daxwazê girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
16:46 Ji mamosteyên kurdî yên binçavkirî 7 kesên din jî hatin berdan
16:41 Polîsê ji bo ‘parastina’ wê hatiye peywirdarkirin ew tacîz kir
16:00 Di doza protestoya komkujiya jinan de biryara beraetê
15:46 ‘Li girtîgehên Herêma Serhedê tecrîd di asta herî jor de ye’
15:44 Doza Hasret Tûtalê hate taloqkirin
15:03 Hat îdiakirin ku mamosteyekî zarokek tacîz kir
14:57 Bi hinceta ‘rojeva neyînî ava dike’ dest danîn ser nameya binpêkirinê
14:55 Jina hatibû derbkirin û tacîzkirin banga piştevaniyê kir
14:47 Ewlekariya şaredariya CHP’î li mamosteyan xist û gefa kuştinê li rojnameger xwar
14:44 Dayikên Aştiyê zextên li ser zimanê kurdî şermezar kirin
14:31 GABB’ê biryara dewrkirina avahiya akademiyê betal kir
14:08 Li Amedê sempozyûma navneteweyî: Divê avahiyên dîrokî û nirxên çandeyî bên parastin
13:12 Baroyan bertek nîşanî binçavkirina perwerdekarên kurdî dan: Bêhiqûqî ye
13:11 Îsraîlê 5 leşkerên Sûriyeyê kuştin
12:49 Micira asfaltê ji bo nedin şaredariyê rijandin sergoyê
12:20 Di doza Safîturk de daxwaza jinûvedarizandinê hate redkirin
12:18 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:02 PFDK’ê cezayê pereyan da Amedsporê
11:56 Nagihan Akarsel dê li Stenbolê bê bibîranîn
11:46 Hate tespîtkirin ku li cihê cenaze lê hatiye veşartin 2 kesên din jî hebûne
11:15 Xelkê Liceyê dê sibe li dijî madenan çalakiyê li dar bixe
11:01 Turkoglû: Em ê rê nedin çeteyan û şerê taybet
11:01 Akademiya Jineolojiyê 2’yemîn Konferansa xwe li dar xist
10:56 Mamosteyên zimanê kurdî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:30 Li Amedê berteka binçavkirinan: Em ê bi bêhtir axaftina kurdî ve bibin bersiv
10:28 Doza Ceylan Onkolê: Ji ber ku kujer dewlet e hate veşartin
10:14 Pevçûnên Îsraîl-Hîzbullahê: Wê pevçûn heta hilbijartinên DYA'yê bidomin û gur bibin
10:08 Ozbîngol: Di cînayeta Narînê de hewldanek heye ku delîlan ji holê rakin
09:33 Ji Sakik banga ji bo 'Mitînga Azadiyê': Divê bi sedhezaran kes bi hev re dengê aştiyê bilind bikin
09:04 Ji bo 2 ciwanên walîtiyê hedef nîşan dabû biryara neşopandinê hate dayin
09:04 Êrişkarên avahiya DEM Partiyê nayên darizandin
09:03 Malbatek, 2 girtî û 3 bajar!
09:02 Rojnamevan Karwan: PDK ketiye nava tirsa têkçûnê
09:02 Girtî: Serşok û daşir bi kamerayan tên temaşekirin
09:01 Du bajarên cuda du jin: Qet nebêjin ‘ez nikarim’
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2024'AN
26/09/2024
21:09 Şivan, li nêzî qereqolê mirî hat dîtin
20:54 'Em ê bi axaftina zimanê kurdî bersiva êrişan bidin'
18:26 Îfadeya perwerdekarên kurdî yên di binçavan de dest pê kir
16:31 Ji bo kesên komkujiyên jinan protestokirin ceza hat xwestin
16:08 Hatîmogûllari: Ji bo komeke biçûk bi milyonan kes birçî tên hiştin
15:26 Ji Şamê daxuyanî: Heta ku şertê vekişînê qebûl nekin em ê li ser maseyê nerûnin
15:18 DBP’ê banga ‘sûîqestê’ şermezar kir: Em ê li dijî vê zîhniyeta tarî bisekinin
14:59 Bi awayekî girseyî serdana şîna Ozkan kirin
14:54 4 kesên li baxçeyê qereqolê îşkence lê hatibû kirin dîsa hatin girtin!
14:34 Li MED-DER’ê atolyeya kirmanckî: Em ê bi axaftina zimanê xwe ji êrişan re bibin bersiv
14:06 Dê gora Cem Garîpoglû were vekirin
13:53 Gergerlîoglû li HSK’ê giliyê dadgerê ku ew ji danişînê derxistî kir
13:22 Rojnamegera girtî Ezîzî rakirin nexweşxaneyê
13:00 KASED Mihrîcana Surfestê li dar dixe
12:23 DEM Partiyê gilî kir: Bila têkiliya Salîm Guran û Ensarîoglû bê tespîtkirin
11:50 Dema binçavkirinê ya mamosteyên kurdî hate dirêjkirin
11:48 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:10 Dogan ji Yerlîkaya pirsî: Ka we digot kurdî jî ya me ye?
10:18 Dhalamînî: Divê em hîn bêhtir daxwaza azadiya Ocalan bikin
09:45 Di Haberturkê de bang hat kirin ku suîqest li Bafel Talabanî bê kirin
09:13 Jin li ser rêbazên têkoşîna hevpar nîqaşan dikin
09:03 Xebatên bendavê ku dê bi xwe re rûxandineke mezin bîne dest pê kirin
09:02 Rojnamevan Yûrtsever: Tirkiye amadekariya êrişên li dijî Garê û Qendîlê dike
09:01 Di îdianameya mirina bi guman de ji çawişê pispor re ceza tê xwestin
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2024'AN
25/09/2024
22:46 Lêpirsîna der barê saziyên ziman de: Kesek hat berdan, 2 kesên din jî hatin binçavkirin
19:27 Ji bo kurdî banga seferberiyê
16:53 Binçavkiriyên li Mêrdînê hatin berdan
16:06 Doza Nîhat Kazanhan taloqî 16’ê kanûnê hate kirin
16:01 Siyasetmedar Abdullah Cav ê li sirgûnê wefat kir hat veşartin
15:47 Piştî tûrnûvayê li cihê Dokû lê hatiye windakirin hatin cem hev
15:36 Li Tetwanê erd hejiya
14:41 Hejmara binçavkiriyan derket 29’an
13:30 Li Îzmîrê yek jê rojnamevan 4 kes hatin binçavkirin
13:28 DBP û DEM Partiyê li Cizîrê du malbat lihev anîn
13:15 Di êrişa Îranê de 2 kolber birîndar bûn
13:14 Rojnamevan Ahmet Kanbal carek din ji heman nûçeyê xistin ber lêpirsînê
12:59 Li MED-DER’ê piştî serdagirtinê dersa yekem: Qirkirina Çandî
12:04 Talabanî: Xaka Kurdistanê firotin dijminên kurdan
11:11 Li herêma operasyona leşkerî pevçûn derket: Kesekî jiyana xwe ji dest da
11:05 Li Herêma Kurdistanê propagandaya hilbijartinê dest pê kir
10:02 Li dijî êrişan divê kurdî li her qadê bêhtir were belavkirin
09:54 43 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin: 600 serlêdan bê encam man
09:27 Ji 16 serlêdanên baroyê tenê yek jê esas hatiye girtin
09:17 KNK'ê binçavkirina mamosteyên kurdî şermezar kir
09:02 Li Stenbolê amadekariyên mitînga 13'ê Cotmehê dest pê kirin
09:01 Hunermendên girtî yên di greva birçîbûnê de ketin 38 kîloyan
09:00 Li ARSÎSA'yê serdema nû dest pê kir: Ji bo parastina kurdî tev li dersan bibin