Rojnamevan Karwan: PDK ketiye nava tirsa têkçûnê

  • rojane
  • 09:02 27 Îlon 2024
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Hawre Karwan diyar kir ku hilbijartina ku li başurê Kurdistanê bên lidarxistin wê ne weke hilbijartinên berê bin û got: “PDK ketiye nava tirsa windakirinê. Ji ber vê yekê PDK dixwaze hilbijartin bê lipaşxistin.” 

Hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê ku dihat payîn di 30’yê gulanê de bihata lidarxistin lê bi biryara Dadgeha Federal a Iraqê bi awayekî demkî hat rawestandin. Serokê Hikûmeta Demkî ya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja 6'ê gulanê serî li Dadgeha Federal ya Iraqê dabû û daxwaza rawestandina amadekariyên hilbijartinên dewra 6'emîn a Parlamentoya Herêma Kurdistanê kiribû. Dadgeha Federal li ser daxwaza Barzanî hilbijartin da rawestandin û taloq kir. Li Iraqê hilbijartina ku ev gelek car in bi biryara Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê tê taloqkirin dê 20'ê cotmehê bê lidarxistin. 
 
Bi nêzîkbûna hilbijartinê re propagandaya hilbijartinê jî dest pê kir. Di hilbijartina ku dê bê lidarxistin de hezar û 191 namzet dê beşdarî hilbijartinê û ji van 368 kes namzetên jin in. Parlamento ji 90 parlamenterên hilbijartî û 5 parlamenterên kotayê, bi giştî 95 parlamenteran pêk tê. Di vê hilbijartinê de 2 milyon 893 hilbijêr wê biçin ser sindoqan û deng bidin. Li gorî agahiyên dawî 180 hezar kes qertên dijîtal ên bikaranîna dengan negirtine. Hilbijartinên parlamentoyê dê ji hêla Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ve were birêvebirin. Li Herêma Kurdistanê ku krîzên wekî şer, av, pirsgirêkên aboriyê lê hene gel wê di bin siya şer de biçe ser sindoqan. 
 
Rojnamevan Hawre Karwan hevsengiya hêza siyasî, bandora faktorên Tirkiye-Îranê ya li ser herêmê û hilbijartina ku dê bê lidarxistin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
'DI PDK'Ê DE TIRSA WINDAKIRINÊ HEYE' 
 
Karwan diyar kir ku ji bo ku hilbijartin çênebe PDK di nav hewldanan de ye û wiha got: “Tirsa wendakirinê ketiye dilê wan. Bi vê hilbijartina ku tê lidarxistin re ev dibe şeşemîn rûniştandina parlamentoya Herêma Kurdistanê. Heta niha pênc rûniştinên parlamentoyê çêbûne, ev jî nîşan dide ku dezgehên fermî hê jî bi giştî nehatine avakirin û partî li ser wan serdest in. Li Iraqê dema ku partî bixwazin hilbijartin tê kirin û dema ku nexwazin jî nayê kirin. Bêguman PDK naxwaze ev hilbijartin bê kirin an jî tirsa windakirina desthilatdariyê heye. Ev jî ji ber ku berê ji nîvê zêdetir kursiyên parlamentoyê bi rêya sextekariyê bi dest xistin. Niha ev hemû ji dest dane. PDK bawer nake ku di vê hilbijartinê de dengekî wisa bi dest bixe ku wek piranî bimîne, lewma hewl dide hilbijartinê paş bixe." 
 
'YNK DÊ REJEYEKE BILIND DENG BI DEST BIXE'
 
Karwan da zanîn ku li deverên Herêma Kurdistanê ku di bin êrişên dewleta tirk de ne gel wê nekaribe biçe ser sindoqan û wiha axivî: “Bi taybetî li wan herêmên ku êriş û dagirkeriya dewleta Tirkiyê lê hene, herêmên weke Amediyê, Zap, Metîna û çend herêmên din, hilbijartin lê nayê kirin. Ji ber dagirkeriyên dewleta Tirkiyê bi sedan gund hatine valakirin. Ev armanca PDK bû ku bixwaze bike hincet ji bo hilbijartin çênebe bi hinceta ku şer û alozî li herêmê heye û welatî nikarin deng bidin. Her çend di hilbijartinê de tu nikarî pêşbînî bikî ka kî dê dengê piraniyê bi dest bixe jî, lê tişta ku tê pêşbînîkirin ew e ku YNK dê rêjeyeke bilind a dengan bi dest bixe. Ji ber guherînên di nav YNK'ê de, tê diyarkirin ku YNK bibe partiya yekem.”
 
'RASTIYÊN PDK'Ê DÊ EŞKERE BIBIN' 
 
Karwan bi lêv kir ku PDK ji bo ku bi serbikeve dê serî li her sextekariyê bide û ev tişt anî ziman: “Tirsa PDK'ê ya windakirina kursiyên heye. Bêguman vê carê 45 kursiyan bi dest naxe. Berê ji nîvê zêdetir bi dest dixist lê vê carê nêzî 30 kursiyan bi dest tîne. Lewma ew desthilatdariya ku berê hebû niha winda dike. Posta serokwezîr û herêmê û çend wezaretên girîng kontrol kiribû, vê carê piraniya wan winda dike. PDK tirsa windakirina van postan jî heye. Di vê hilbijartinê de dengê rastîn ê PDK dê derkeve holê. Berê sextekarî dikir û dengên partiyên din dibir û komisyon di bin kontrola wê de bû. Rastiyên PDK dê eşkere bibin. Her wiha PDK baweriya xwe bi hilbijartin û demokrasiyê nîne lê partiyeke leşkerî ye. Gelek mînak jî ji bo vê yekê hene, wek terorkirina rojnamevanan û xwepêşandanên li Hewlêrê."
 
'EV HILBIJARTINEKE CUDA YE'
 
Karwan da zanîn ku ev hilbijartina ku bê lidarxistin ji hilbijartinên beriya niha hemûyan cudatir e û got: “Ji ber ku niha dagirkerî li Başûrê Kurdistanê heye û hikûmeta Iraqê li gel hikûmeta Tirkiyê lihevkirinek çêkiriye. Bi rastî hilbijartineke cuda ye û yê ku hikûmetê pêk tîne dê pêşerojê de bêguman erkeke giran bikeve ser milê wî. Ji ber ku ji bo tu hikûmeteke baş û parlamentoyeke baş hebe divê li dijî dagirkeriyê bisekine. Eger desthilatdarek nikaribe dagirkeriyê ji axa xwe derxe, çawa dikare parastina welatiyên xwe bike? Lewma ev hilbijartin dê hevsengiyekê vegerîne herêmê. Ew desthilatdariya ku 30 sal e PDK'ê kiriye û xizmeta dagirkeran pê dike, divê ku biguhere." 
 
'JI BO DAWÎ ANÎNA DAGIRKERIYÊ DIVÊ DENGÊ XWE BIKAR BÎNIN'
 
Karwan îşaretî giringiya hilbijartinê kir û diyar kir ku ji bo bidawî anîna dagirkeriyê divê ku gel biçe ser sindoqan û ev tişt got: “Ji ber ku berê gelek soz hatine dayîn û xizmeta welatiyan nehatiye kirin. Di hemû sektorên xizmetguzariyê de, hinekî welatî ji hilbijartinê sar bûne. Lê pêwîst e gel di vê hilbijartinê de deng bide ji ber ku gelek guherîn çêbûne û pergala hilbijartinê hatiye guhertin û ji aliyê Komisyona Hilbijartinên Iraqê ve tê çavdêrîkirin. Lewma pêwîste gel biçe ser sindoqan û partiya ku li dijî dagirkeriyê disekine hilbijêre." 
 
MA / Zeynep Durgut 

Sernavên din

28/09/2024
13:43 Dayikên Şemiyê: Divê kujerên Abdulmecît Baskin bên cezakirin
13:17 Li Sûltangaziyê bi çekê êrişî avahiya DEM Partiyê kirin
12:01 Çîçek: Armanca tifaqê rûxandina desthilata faşist û rizgarkirina siberojê ye
11:22 Artêşa Îsraîlê îdia kir ku lîderê Hizbulahê hatiye kuştin
11:21 KASED dê ‘Festîvala Sûrfestê’ li dar bixe
11:04 Li şûna tundiya polîsan doz li çalakvan hate vekirin
10:33 Xebatkarên MED-DER’ê yên hatin berdan: Wê xebat û têkoşîna me ya ziman bidome
09:56 Derûnnas Tekînalp: Yê ku Narîn kuştî ne keseke, feraseteke
09:55 Dr. Berwarî: Plana tunekirina destkeftiyên kurdan di dewrê de ye
09:06 Wêneyên hunermend û nivîskarên kurd li ser dîwaran hatin neqişandin
09:05 ATK’ê ji bo Yildiz a li ser sedyeyê hate girtin rapora ‘dikare li girtîgehê bimîne’ da
09:04 Ji bo mitînga ‘Azadiyê’ bang: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
09:00 Pêvajoya ber bi 9'ê Cotmehê ve
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2024'AN
27/09/2024
20:50 Hevserokê MED-DER'ê yê berê Rifat Ronî hat girtin
19:36 Operasyona li dijî saziyên ziman: 2 kes bi daxwazê girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
16:46 Ji mamosteyên kurdî yên binçavkirî 7 kesên din jî hatin berdan
16:41 Polîsê ji bo ‘parastina’ wê hatiye peywirdarkirin ew tacîz kir
16:00 Di doza protestoya komkujiya jinan de biryara beraetê
15:46 ‘Li girtîgehên Herêma Serhedê tecrîd di asta herî jor de ye’
15:44 Doza Hasret Tûtalê hate taloqkirin
15:03 Hat îdiakirin ku mamosteyekî zarokek tacîz kir
14:57 Bi hinceta ‘rojeva neyînî ava dike’ dest danîn ser nameya binpêkirinê
14:55 Jina hatibû derbkirin û tacîzkirin banga piştevaniyê kir
14:47 Ewlekariya şaredariya CHP’î li mamosteyan xist û gefa kuştinê li rojnameger xwar
14:44 Dayikên Aştiyê zextên li ser zimanê kurdî şermezar kirin
14:31 GABB’ê biryara dewrkirina avahiya akademiyê betal kir
14:08 Li Amedê sempozyûma navneteweyî: Divê avahiyên dîrokî û nirxên çandeyî bên parastin
13:12 Baroyan bertek nîşanî binçavkirina perwerdekarên kurdî dan: Bêhiqûqî ye
13:11 Îsraîlê 5 leşkerên Sûriyeyê kuştin
12:49 Micira asfaltê ji bo nedin şaredariyê rijandin sergoyê
12:20 Di doza Safîturk de daxwaza jinûvedarizandinê hate redkirin
12:18 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:02 PFDK’ê cezayê pereyan da Amedsporê
11:56 Nagihan Akarsel dê li Stenbolê bê bibîranîn
11:46 Hate tespîtkirin ku li cihê cenaze lê hatiye veşartin 2 kesên din jî hebûne
11:15 Xelkê Liceyê dê sibe li dijî madenan çalakiyê li dar bixe
11:01 Turkoglû: Em ê rê nedin çeteyan û şerê taybet
11:01 Akademiya Jineolojiyê 2’yemîn Konferansa xwe li dar xist
10:56 Mamosteyên zimanê kurdî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:30 Li Amedê berteka binçavkirinan: Em ê bi bêhtir axaftina kurdî ve bibin bersiv
10:28 Doza Ceylan Onkolê: Ji ber ku kujer dewlet e hate veşartin
10:14 Pevçûnên Îsraîl-Hîzbullahê: Wê pevçûn heta hilbijartinên DYA'yê bidomin û gur bibin
10:08 Ozbîngol: Di cînayeta Narînê de hewldanek heye ku delîlan ji holê rakin
09:33 Ji Sakik banga ji bo 'Mitînga Azadiyê': Divê bi sedhezaran kes bi hev re dengê aştiyê bilind bikin
09:04 Ji bo 2 ciwanên walîtiyê hedef nîşan dabû biryara neşopandinê hate dayin
09:04 Êrişkarên avahiya DEM Partiyê nayên darizandin
09:03 Malbatek, 2 girtî û 3 bajar!
09:02 Rojnamevan Karwan: PDK ketiye nava tirsa têkçûnê
09:02 Girtî: Serşok û daşir bi kamerayan tên temaşekirin
09:01 Du bajarên cuda du jin: Qet nebêjin ‘ez nikarim’
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2024'AN
26/09/2024
21:09 Şivan, li nêzî qereqolê mirî hat dîtin
20:54 'Em ê bi axaftina zimanê kurdî bersiva êrişan bidin'
18:26 Îfadeya perwerdekarên kurdî yên di binçavan de dest pê kir
16:31 Ji bo kesên komkujiyên jinan protestokirin ceza hat xwestin
16:08 Hatîmogûllari: Ji bo komeke biçûk bi milyonan kes birçî tên hiştin
15:26 Ji Şamê daxuyanî: Heta ku şertê vekişînê qebûl nekin em ê li ser maseyê nerûnin
15:18 DBP’ê banga ‘sûîqestê’ şermezar kir: Em ê li dijî vê zîhniyeta tarî bisekinin
14:59 Bi awayekî girseyî serdana şîna Ozkan kirin
14:54 4 kesên li baxçeyê qereqolê îşkence lê hatibû kirin dîsa hatin girtin!
14:34 Li MED-DER’ê atolyeya kirmanckî: Em ê bi axaftina zimanê xwe ji êrişan re bibin bersiv
14:06 Dê gora Cem Garîpoglû were vekirin
13:53 Gergerlîoglû li HSK’ê giliyê dadgerê ku ew ji danişînê derxistî kir
13:22 Rojnamegera girtî Ezîzî rakirin nexweşxaneyê
13:00 KASED Mihrîcana Surfestê li dar dixe
12:23 DEM Partiyê gilî kir: Bila têkiliya Salîm Guran û Ensarîoglû bê tespîtkirin
11:50 Dema binçavkirinê ya mamosteyên kurdî hate dirêjkirin
11:48 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:10 Dogan ji Yerlîkaya pirsî: Ka we digot kurdî jî ya me ye?
10:18 Dhalamînî: Divê em hîn bêhtir daxwaza azadiya Ocalan bikin
09:45 Di Haberturkê de bang hat kirin ku suîqest li Bafel Talabanî bê kirin
09:13 Jin li ser rêbazên têkoşîna hevpar nîqaşan dikin
09:03 Xebatên bendavê ku dê bi xwe re rûxandineke mezin bîne dest pê kirin
09:02 Rojnamevan Yûrtsever: Tirkiye amadekariya êrişên li dijî Garê û Qendîlê dike
09:01 Di îdianameya mirina bi guman de ji çawişê pispor re ceza tê xwestin
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2024'AN
25/09/2024
22:46 Lêpirsîna der barê saziyên ziman de: Kesek hat berdan, 2 kesên din jî hatin binçavkirin
19:27 Ji bo kurdî banga seferberiyê
16:53 Binçavkiriyên li Mêrdînê hatin berdan
16:06 Doza Nîhat Kazanhan taloqî 16’ê kanûnê hate kirin
16:01 Siyasetmedar Abdullah Cav ê li sirgûnê wefat kir hat veşartin
15:47 Piştî tûrnûvayê li cihê Dokû lê hatiye windakirin hatin cem hev
15:36 Li Tetwanê erd hejiya
14:41 Hejmara binçavkiriyan derket 29’an
13:30 Li Îzmîrê yek jê rojnamevan 4 kes hatin binçavkirin
13:28 DBP û DEM Partiyê li Cizîrê du malbat lihev anîn
13:15 Di êrişa Îranê de 2 kolber birîndar bûn
13:14 Rojnamevan Ahmet Kanbal carek din ji heman nûçeyê xistin ber lêpirsînê
12:59 Li MED-DER’ê piştî serdagirtinê dersa yekem: Qirkirina Çandî
12:04 Talabanî: Xaka Kurdistanê firotin dijminên kurdan
11:11 Li herêma operasyona leşkerî pevçûn derket: Kesekî jiyana xwe ji dest da
11:05 Li Herêma Kurdistanê propagandaya hilbijartinê dest pê kir
10:02 Li dijî êrişan divê kurdî li her qadê bêhtir were belavkirin
09:54 43 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin: 600 serlêdan bê encam man
09:27 Ji 16 serlêdanên baroyê tenê yek jê esas hatiye girtin
09:17 KNK'ê binçavkirina mamosteyên kurdî şermezar kir
09:02 Li Stenbolê amadekariyên mitînga 13'ê Cotmehê dest pê kirin
09:01 Hunermendên girtî yên di greva birçîbûnê de ketin 38 kîloyan
09:00 Li ARSÎSA'yê serdema nû dest pê kir: Ji bo parastina kurdî tev li dersan bibin