Malbatek, 2 girtî û 3 bajar!

  • rojane
  • 09:03 27 Îlon 2024
  • |
img

DÎLOK - Malbata Ozturk li Dîlokê dijî ji malbatê 2 kes girtî ne. Ji ber ku her girtiyek li bajarekî cuda tê ragirtin, bi sala ye malbat di navbera 3 bajaran de tê û diçe. 

Malbata Ozturk li Dîlokê dijî û ji ferdên malbatê Necdet û Bakir Ozturk ji gulana sala 2012’an heta niha girtî ne. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Kayseriyê de derheqê her du birayan de bi îdiaya “Xerakirina yekparetiya dewletê” doz hate vekirin. Di gulana heman salê de 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Herêmê ya Enqereyê 3 caran cezayê muebbeda girankirî li her du birayan birî. Biryar, di sala 2016’an de ji hêla Dadgeha Bilind ve hate erêkirin. Ji birayan Necdet Ozturk li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê û Bakir Ozturk jî li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Tîpa F a a bi Ewlekariya Bilind a Tekîrdagê tê ragirtin. Her du bira jî ev 8 sal in di hucreyên yekkesî de tên ragirtin. Malbata wan jî li Dîlokê dijî û bi sala ye ji bo hevdîtinê neçar dimînin ku bi sedan kîlometreyan biçin û bên. 
 
REWŞA TENDURISTIYÊ YA NECDET
 
Birayê girtiyan, Îbrahîm Ozturk têkildarî mijarê axivî û wiha got: “Necdet, girtiyekî nexweş e û bi tena serê xwe di odeyê de tê ragirtin. Car bi car ser hişê xwe diçe. Ji ewil li Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê dihat ragirtin. Piştre şandin Tîpa L’yê. Di nîsanê de jî şandin Kirşehîrê. Ew nebirin cem girtiyên siyasî, li bloqeke cuda tê ragirtin. Xwestine bibin qawîşa girtiyên serbixwe. Wî jî qebûl nekir û dest bi grevê kir. Niha jî bi tena serê xwe tê ragirtin. Niha li heman korîdorê bi 3 girtiyên siyasî re dimîne lê nikarin bên gel hev. Got ku tenê dengê wan dibihîse. Van girtiyan bi hev re dibin hewşê lê Necdet bi tenê dibin.” 
 
Kek Ozturk da zanîn ku birayê wî Bakir Ozturk jî ji ewil li Dîlokê hatiye ragirtin û piştre birine Sîncanê û herî dawî jî sewqî Tekîrdagê hatiye kirin. Ozturk, wiha domand: “Herî dawî çendek hefte berê em li ser telefonê bi Bakir re axivîn. Got ku rêveberiya girtîgehê radyoyên ew bi xwe jî difiroşin qedexe kiriye û kom kiriye. Tevî ku qedexe nîne jî pirtûkên bi kurdî tên desteserkirin.” 
 
Îbrahîm Ozturk
 
'GIRTÎGEH VEGUHERÎNE NAVENDÊN ÎŞKENCEXANEYAN’ 
 
Ozturk, diyar kir ku 3 zarokên kekê wî Bakir Ozturk hene û wiha got: “Ev rewş bandoreke neyînî li zarokên wî jî dike. Neçar man ku dev ji dibistanê berdin. Ez 4 sal û nîvan girtî mam. Birayê min 12 salan girtî ye û min tenê karî 3 caran biçim serdana wî. Dayika min û zarokên wî jî pir kêm caran karîn biçin serdanê. Ji ber ku cihên lê tên ragirtin pir dûr in. Ji ber vê me serî li Wezareta Dadê û Meclisê da. Tevek jî hatin redkirin. Girtîgeh veguherandine navendên îşkenceyê. Li wir tu kes bi qanûnan nake. Her berpirsyar li gorî serê xwe tevdigere.” 
 
Ozturk, got ku divê zextên li girtîgehan tavilê bi dawî bibin û axaftina xwe wiha qedand: “Divê em girtiyan bi tenê nehêlin. Çima vê bêedaletiyê li kurdan ferz dikin? Ji bo me edalet tune ye. Her roj ji girtîgehan cenaze derdikevin û her cureyên gefan li girtiyan dixwin. Divê her kesên ji xwe re dibêjin xwedî wijdan û exlaq li dijî bêedaletiyê derkevin.” 
 
MA / Ceylan Şahînlî 

Sernavên din

28/09/2024
13:43 Dayikên Şemiyê: Divê kujerên Abdulmecît Baskin bên cezakirin
13:17 Li Sûltangaziyê bi çekê êrişî avahiya DEM Partiyê kirin
12:01 Çîçek: Armanca tifaqê rûxandina desthilata faşist û rizgarkirina siberojê ye
11:22 Artêşa Îsraîlê îdia kir ku lîderê Hizbulahê hatiye kuştin
11:21 KASED dê ‘Festîvala Sûrfestê’ li dar bixe
11:04 Li şûna tundiya polîsan doz li çalakvan hate vekirin
10:33 Xebatkarên MED-DER’ê yên hatin berdan: Wê xebat û têkoşîna me ya ziman bidome
09:56 Derûnnas Tekînalp: Yê ku Narîn kuştî ne keseke, feraseteke
09:55 Dr. Berwarî: Plana tunekirina destkeftiyên kurdan di dewrê de ye
09:06 Wêneyên hunermend û nivîskarên kurd li ser dîwaran hatin neqişandin
09:05 ATK’ê ji bo Yildiz a li ser sedyeyê hate girtin rapora ‘dikare li girtîgehê bimîne’ da
09:04 Ji bo mitînga ‘Azadiyê’ bang: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
09:00 Pêvajoya ber bi 9'ê Cotmehê ve
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2024'AN
27/09/2024
20:50 Hevserokê MED-DER'ê yê berê Rifat Ronî hat girtin
19:36 Operasyona li dijî saziyên ziman: 2 kes bi daxwazê girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
16:46 Ji mamosteyên kurdî yên binçavkirî 7 kesên din jî hatin berdan
16:41 Polîsê ji bo ‘parastina’ wê hatiye peywirdarkirin ew tacîz kir
16:00 Di doza protestoya komkujiya jinan de biryara beraetê
15:46 ‘Li girtîgehên Herêma Serhedê tecrîd di asta herî jor de ye’
15:44 Doza Hasret Tûtalê hate taloqkirin
15:03 Hat îdiakirin ku mamosteyekî zarokek tacîz kir
14:57 Bi hinceta ‘rojeva neyînî ava dike’ dest danîn ser nameya binpêkirinê
14:55 Jina hatibû derbkirin û tacîzkirin banga piştevaniyê kir
14:47 Ewlekariya şaredariya CHP’î li mamosteyan xist û gefa kuştinê li rojnameger xwar
14:44 Dayikên Aştiyê zextên li ser zimanê kurdî şermezar kirin
14:31 GABB’ê biryara dewrkirina avahiya akademiyê betal kir
14:08 Li Amedê sempozyûma navneteweyî: Divê avahiyên dîrokî û nirxên çandeyî bên parastin
13:12 Baroyan bertek nîşanî binçavkirina perwerdekarên kurdî dan: Bêhiqûqî ye
13:11 Îsraîlê 5 leşkerên Sûriyeyê kuştin
12:49 Micira asfaltê ji bo nedin şaredariyê rijandin sergoyê
12:20 Di doza Safîturk de daxwaza jinûvedarizandinê hate redkirin
12:18 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:02 PFDK’ê cezayê pereyan da Amedsporê
11:56 Nagihan Akarsel dê li Stenbolê bê bibîranîn
11:46 Hate tespîtkirin ku li cihê cenaze lê hatiye veşartin 2 kesên din jî hebûne
11:15 Xelkê Liceyê dê sibe li dijî madenan çalakiyê li dar bixe
11:01 Turkoglû: Em ê rê nedin çeteyan û şerê taybet
11:01 Akademiya Jineolojiyê 2’yemîn Konferansa xwe li dar xist
10:56 Mamosteyên zimanê kurdî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:30 Li Amedê berteka binçavkirinan: Em ê bi bêhtir axaftina kurdî ve bibin bersiv
10:28 Doza Ceylan Onkolê: Ji ber ku kujer dewlet e hate veşartin
10:14 Pevçûnên Îsraîl-Hîzbullahê: Wê pevçûn heta hilbijartinên DYA'yê bidomin û gur bibin
10:08 Ozbîngol: Di cînayeta Narînê de hewldanek heye ku delîlan ji holê rakin
09:33 Ji Sakik banga ji bo 'Mitînga Azadiyê': Divê bi sedhezaran kes bi hev re dengê aştiyê bilind bikin
09:04 Ji bo 2 ciwanên walîtiyê hedef nîşan dabû biryara neşopandinê hate dayin
09:04 Êrişkarên avahiya DEM Partiyê nayên darizandin
09:03 Malbatek, 2 girtî û 3 bajar!
09:02 Rojnamevan Karwan: PDK ketiye nava tirsa têkçûnê
09:02 Girtî: Serşok û daşir bi kamerayan tên temaşekirin
09:01 Du bajarên cuda du jin: Qet nebêjin ‘ez nikarim’
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2024'AN
26/09/2024
21:09 Şivan, li nêzî qereqolê mirî hat dîtin
20:54 'Em ê bi axaftina zimanê kurdî bersiva êrişan bidin'
18:26 Îfadeya perwerdekarên kurdî yên di binçavan de dest pê kir
16:31 Ji bo kesên komkujiyên jinan protestokirin ceza hat xwestin
16:08 Hatîmogûllari: Ji bo komeke biçûk bi milyonan kes birçî tên hiştin
15:26 Ji Şamê daxuyanî: Heta ku şertê vekişînê qebûl nekin em ê li ser maseyê nerûnin
15:18 DBP’ê banga ‘sûîqestê’ şermezar kir: Em ê li dijî vê zîhniyeta tarî bisekinin
14:59 Bi awayekî girseyî serdana şîna Ozkan kirin
14:54 4 kesên li baxçeyê qereqolê îşkence lê hatibû kirin dîsa hatin girtin!
14:34 Li MED-DER’ê atolyeya kirmanckî: Em ê bi axaftina zimanê xwe ji êrişan re bibin bersiv
14:06 Dê gora Cem Garîpoglû were vekirin
13:53 Gergerlîoglû li HSK’ê giliyê dadgerê ku ew ji danişînê derxistî kir
13:22 Rojnamegera girtî Ezîzî rakirin nexweşxaneyê
13:00 KASED Mihrîcana Surfestê li dar dixe
12:23 DEM Partiyê gilî kir: Bila têkiliya Salîm Guran û Ensarîoglû bê tespîtkirin
11:50 Dema binçavkirinê ya mamosteyên kurdî hate dirêjkirin
11:48 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:10 Dogan ji Yerlîkaya pirsî: Ka we digot kurdî jî ya me ye?
10:18 Dhalamînî: Divê em hîn bêhtir daxwaza azadiya Ocalan bikin
09:45 Di Haberturkê de bang hat kirin ku suîqest li Bafel Talabanî bê kirin
09:13 Jin li ser rêbazên têkoşîna hevpar nîqaşan dikin
09:03 Xebatên bendavê ku dê bi xwe re rûxandineke mezin bîne dest pê kirin
09:02 Rojnamevan Yûrtsever: Tirkiye amadekariya êrişên li dijî Garê û Qendîlê dike
09:01 Di îdianameya mirina bi guman de ji çawişê pispor re ceza tê xwestin
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2024'AN
25/09/2024
22:46 Lêpirsîna der barê saziyên ziman de: Kesek hat berdan, 2 kesên din jî hatin binçavkirin
19:27 Ji bo kurdî banga seferberiyê
16:53 Binçavkiriyên li Mêrdînê hatin berdan
16:06 Doza Nîhat Kazanhan taloqî 16’ê kanûnê hate kirin
16:01 Siyasetmedar Abdullah Cav ê li sirgûnê wefat kir hat veşartin
15:47 Piştî tûrnûvayê li cihê Dokû lê hatiye windakirin hatin cem hev
15:36 Li Tetwanê erd hejiya
14:41 Hejmara binçavkiriyan derket 29’an
13:30 Li Îzmîrê yek jê rojnamevan 4 kes hatin binçavkirin
13:28 DBP û DEM Partiyê li Cizîrê du malbat lihev anîn
13:15 Di êrişa Îranê de 2 kolber birîndar bûn
13:14 Rojnamevan Ahmet Kanbal carek din ji heman nûçeyê xistin ber lêpirsînê
12:59 Li MED-DER’ê piştî serdagirtinê dersa yekem: Qirkirina Çandî
12:04 Talabanî: Xaka Kurdistanê firotin dijminên kurdan
11:11 Li herêma operasyona leşkerî pevçûn derket: Kesekî jiyana xwe ji dest da
11:05 Li Herêma Kurdistanê propagandaya hilbijartinê dest pê kir
10:02 Li dijî êrişan divê kurdî li her qadê bêhtir were belavkirin
09:54 43 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin: 600 serlêdan bê encam man
09:27 Ji 16 serlêdanên baroyê tenê yek jê esas hatiye girtin
09:17 KNK'ê binçavkirina mamosteyên kurdî şermezar kir
09:02 Li Stenbolê amadekariyên mitînga 13'ê Cotmehê dest pê kirin
09:01 Hunermendên girtî yên di greva birçîbûnê de ketin 38 kîloyan
09:00 Li ARSÎSA'yê serdema nû dest pê kir: Ji bo parastina kurdî tev li dersan bibin