AMED - Ji ber kuştina mamoste Ozgur Ekîncî derheqê du kurên Halît Agaçhanli yê AKP’î de biryara girtinê hate dayin lê ev 13 roj in hêj nehatine girtin. Malbata Ekîncî got ku her du bira tên parastin.
Ozgur Ekîncî (44) ku li Dibistana Amadehî ya Hakan Bahçecî ya navçeya Çermûg a Amedê mamostetiya felsefeyê dikir û bavê 2 zarokan bû, di 19’ê îlonê de li taxa Agaçhanliyê rastî êrişa çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Ekîncî li ber dîwarê maleke terikandî hate dîtin. Hat zanîn ku cihê Ekîncî lê hatiye kuştin, aydê Halît Agaçhanli ye ku di sala 1999’an de ji Partiya Fazîletê weke Şaredarê Çermûgê hatibû hilbijartin û di sala 2024’an jî namzetê AKP’ê yê Şaredariya Çermûgê bû.
Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Çermûgê ji ber qetilkirina Ekîncî, derheqê kurên Agaçhanli yên bi navên Ramazan û Cengîz Agaçhan de ji ber sûcê “kuştina biqesdî” û ji ber “gumana revê” biryara girtinê da. Tevî biryarê jî ev 13 roj in nehatine girtin. Wesayîta ku Ramazan Agaçhanli di roja bûyerê de kirê kirî jî li derdora Kepirkucak ê navçeya Curnê Reş a Rihayê bi awayekî parqkirî hate dîtin.
GEF LÊ HATINE XWARIN
Hevjîna Ekîncî, Halîme Ekîncî da zanîn ku hevjînê wê ji sala 2023’yan heta niha li ser medyaya dijîtal tevî Ramazan Agaçhanli pereyan dişînin hesabekê. Ekîncî, diyar kir ku gelek caran hevjînê xwe hişyar kiriye û jê re gotiye ku karê bi Agaçhanli re tê kirin xetere ye û wiha got: “Şeva beriya roja hevjînê min were qetikirin, min di çenteyê wî de nîşeyek dît. Di wê nîşeyê de digot; ‘Ramazan Agaçhanli; Yên hatin girtin û hatine dayin.’ Nîşeyên bi vî rengî hebûn. Li wir ji bo yên hatine standin reqemên weke hezar, hezar û 300 û hwd. hebûn. Lê pere dîsa lê hatiye vegerandin. Bênavber gef li hevjînê min dixwar. Zextên weke ‘Divê zirara min bidî, divê tu pereyan bi min bidî qezenckirin.’ Kurê min got dema dixwest li ser telefona bavê xwe li hevalekî xwe bigere, peyameke wiha jê re hatiye; ‘Heke tu vê zirara min telafî nekî ez ê zarokên te û malbata te tune bikim.’”
Ekîncî, got ku ji derdorê dibihîsin ku Agaçhanli tu kar nedikir, selefkarî dikir û xerac ji gel distand.
'GOT KU TEVÎ AGAÇHANLI ÇÛYE SÊWEREGÊ’
Ekîncî, da zanîn ku şevek beriya hevjînê were qetilkirin, kesekê bi navê Cîhat ku pismamê Agaçhanli ye, li ser telefonê li hevjînê wê geriyaye û wiha domand: “Hevjînê min li ser telefonê xwe pir baş ji kesê bi navê Cîhat re vegot. Ji Cîhat re got; ‘Binêrin em ketin rewşekî wiha lê ew jî gefên weke tu dê vî pereyî bişînî û dê pereyan bi min bidî qezenckirin dixwe. Min ji wî bi xwe re got ku ev karekî birîsk e. Wî çiqas winda kiribe, min jî ewqas winda kir. Heke ez vê qebûl bikim, hûn jî vê qebûl bikin.’ Wî jî ji hevjînê min re got; ‘Ya mamoste tu were Sêweregê yan jî em bên wê derê û biaxivin.’ Min ji hevjînê xwe re got ku neçe. Roja bûyerê saet di navbera 14.00-13.00’ê de bi hevjînê xwe re axivîm. Got ku tevî Ramazan Agaçhanli çûye Sêweregê. Anku ez wisa dizanim ku çûne Sêweregê. Piştre jî hevjînê min dest bi şandina wêneyan kir. Ji min re wêne dişand. Heta min jê re got; ‘Tu çima van wêneyan diavêjî.’ Got; ‘Em hêj li vir in.’ 3-4 wêne avêtin. Wêneyê herî dawî saet di 16.31’ê de avêt.”
Bi domdarî Ekîncî destnîşan kir ku ew hêj fêm nake bê ka çima heta niha tu kes nehatiye girtin û wiha pê de çû: “Ev yek nîşan dide ku pişta wan a xurt e. Ev tê ber hizra mirov. Telefona hevjînê min li holê nîne. Tunekirina telefonê ji xwe tê wateya tunekirina delîlan. Çi dibe bila bibe divê ev bo wan nemîne.”
GUMANA ‘TUNEKIRINA DELÎLAN’
Xizmekî Ekîncî yê ku nexwest navê xwe bide, da zanîn ku dema Ekîncî ji malê derketî li ser pozê wî tu birîn tune bûn lê dema li morgê dîtî li ser pozê wî birîn hebû. Xizmekî din jî diyar kir ku di roja bûyerê de Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Guruzê li wî geriyaye û ji wî telefona Halîme Ekîncî xwestiye. Bi domdarî got ku wî jî ji fermandarî re gotiye dikare bi fermana dozger telefona wê bigirin û ev tişt anî ziman: “Fermandarê qereqolê piştre dîsa li min geriya û dîsa telefon xwest. Min jê re got; ‘Hevjîna wî nade, piştî dozger hate em dikarin telefonê radestî we bikin.’ Me bi israr got ku em nadin. Piştre jî gefên weke ‘Ez ê te bidim binçavkirin. Divê tu telefonê bidî. Nexwe ez dizanim dê çawa bistînim.’ Min jî jê re got; ‘Li şûna min binçav bikî, here kesên komkujî kirin binçav bikin.’ Îxtîmaleke mezin dixwestin delîlan tune bikin. Ji ber ku li şûna dozgerî û lêkolîna krîmînal, çima fermandarê qereqolê telefonê dixwaze? Me neda qereqolê, me telefon da dozger.”
'HEWL DIDIN SER BÛYERÊ BIGIRIN’
Xizmê Ekîncî xwest ku bûyer bi hûr û kûr were lêkolînkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Em dixwazin bibînin bê ka tiliya kê di bûyerê de heye. Eşkereye ku ev kes ji hêla hin cihan ve tên parastin. Hewl didin bi ser bûyerê bigirin û veşêrin. Em dixwazin bûyer were zanîn. Mamosteyek nava rojê de tê kuştin û dewlet çav û guhên xwe lê digire. Ev yek mirovî aciz dike.”