Rojnamevan Drews: Hilbijartina herêmê dê bandorê li hevsengiyên herêmê bike

  • rojane
  • 09:41 17 Cotmeh 2024
  • |
img
AMED - Rojnamevan Memed Drews diyar kir ku hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistana Federe wê bibe pêşbirka navbera "Xakfiroş" û "Xakparêz"an û got ku encamên hilbijartinê wê bandorê li hevsengiyên li herêmê bike.
 
Encamên hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistana Federe ku dê di 20’ê Cotmehê de bê lidarxistin, ji bo hêzên herêmî û navneteweyî xwedî girîngiyeke mezin e. Hilbijartina ku wê bandorê li tevahiya Rojhilata Navînê bike, dê di navbera YNK û PDK'ê de pêk were.
 
Rojnamevan Memed Drews hilbijartina Herêma Kurdistana Federe de nirxand. 
 
Drews diyar kir ku di hilbijartinên borî de kontrol di destê PDK'ê de bûye, lê di vê hilbijartinê de rewş guheriye û got: "Vê carê Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê amadekariya hilbijartinan dike û bandora PDK'ê ya li ser hilbijartinê bi dawî bûye. Ev, di encama têkoşînên demdirêj ên YNK'ê hatin bidestxistin. Ev ji bo hilbijartinên adilane gaveke girîng bû. Rêveberiya Bexdayê ji bo ewlehiya hilbijartinê tedbîrên cidî girtin. 60 hezar personelên asayîşê ji bo ewlehiya hilbijartinê hatin perwerdekirin. Lê em ê bibînin ka ev tedbîr di roja hilbijartinê de dê çiqasî bi bandor bin."
 
Drews anî ziman ku dê hilbijartin li 4 herêmên ku ji Hewlêr, Dihok, Silêmanî û Helebceyê pêk tên bê kirin û wiha got: “Ev rêziknameya nû dê nehêle PDK li Dihok û herêmên din ên wekî Silêmaniyê nûnerên xwe li ser dengdêrên xeyalî hilbijêre. Wekî ku Serokê YNK’ê Bafel Talebanî diyar kir, niha nêzî 460 hezar dengdêrên xeyalî ji holê hatine rakirin.  Guhertineke din a girîng ku di qanûna hilbijartinê de hat kirin, kotaya hindikayiyan bû. PDK'ê bi vê avantajê di ser kêmnetewan re di her hilbijartinê de bi 11 kursiyan dest pê kir. Lê di vê hilbijartinê de hem hejmara parlamenteran û hem jî kotaya kêmneteweyan hat kêmkirin. Ev nîşan dide ku avantaja stratejîk a PDK'ê di hilbijartinên berê de bi awayekî berçav ji holê rabûye."
 
Memed Drews
 
BANDORA GOTINÊN YNK'Ê
 
Drews îşaret bi wê yekê kir ku gotên “Xakfiroş” û “Xakparêz” bandor li ser propagandaya hilbijartinê kiriye û got ku helwesta tund a YNK'ê bi taybet li hember êrişên Tirkiyeyê, di nav raya giştî de rastî bertekeke berfireh hat.  Drews got: "Gotinên neteweperest û dij-tirk ên YNK'ê, li hemberî siyaseta hevpar a PDK'ê bandoreke mezin li ser dengdêran kir. Ji ber ku PDK piştî referandûmê neçar ma ku kontrola petrol, gaz û deriyên gumrikê radestî Bexdayê bike. Ev yek, destê PDK'ê di warê aborî de lawaz kir. Di vê hilbijartinê de hêza PDK'ê ya ku bi bikaranîna hêza xwe ya aborî zextê li dengdêran bike, wekî berê nîne. Her çiqas PDK bi birîna mûçe û gefên bi vî rengî zextê li dengdêran bike jî, rêveberiya Bexdayê bi awayekî eşkere diyar kir ku di van hilbijartinan de mûçe nayê birîn. Hilbijêr dê bêyî tirsa aborî hebe dengê xwe bidin."
 
CIWAN BER BI YNK'Ê VE DIÇIN
 
Drews bal kişand ser wê yekê ku hilbijêrên ciwan di hilbijartinê de xwedî roleke pir girîng in û got ku êrişên Tirkiyeyê di nava ciwanan de hêrseke mezin çêkiriye. Drews wiha got: "Ciwanên ku li dijî dagirkeriya tirk xwedî li berxwedanê derdikevin, piştgiriyê didin YNK'ê. Dengdêrên ciwan bi giranî ber bi YNK'ê ve çûne." 
 
‘ENCAM DÊ BANDORÊ LI HERÊMÊ BIKE'
 
Drews bal kişand li ser wê yekê ku encamên hilbijartinan ne tenê li Herêma Kurdistana Federe, li seranserê herêmê jî dê bandoreke girîng bike û got ku welatên herêmê yên wekî Tirkiye û Îran ji nêzîk ve hilbijartinê dişopînin. Drews got,: “Tirkiye ji bo serkeftina PDK’ê bi hemû hêza xwe tevdigere. Lê eger YNK bi ser bikeve, diyar e ku dê welatparêziya kurdan bi ser bikeve û xeta hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re têk biçe. Der barê serdana Nêçîrvan Barzanî ya Enqereyê de, dezgehên çapemeniyê yên nêzîkî PDK'ê dinivîsin ku ew hevdîtin hevdîtineke ji nişka ve bûye. Serokê MÎT’ê çima beşdarî hevdîtina serokê herêmekê û serokê welatekî dibe? Di hilbijartina Kerkûkê de jî danûstandin ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin kirin. Li wir têk çûn. Ji ber ku PDK di van hilbijartinan de li ber windakirinê ye, ev çûnhatina hevdîtinan çêbû." 
 
Drews bi bîr xist ku hilbijartin di qada navneteweyî de bi baldarî tê şopandin û got ku dê 9 welat û 8 rêxistinên navneteweyî wekî çavdêr beşdarî hilbijartinê bibin.

Sernavên din

17/10/2024
13:28 Mihrîcana Çand û Hunerê ya Jinan bi konserê bi dawî bû
13:00 Rojnamevanên ji binçavan hatin berdan: Ji ber belgekirina îşkenceyê me kirin binçavan
12:00 Arinç: Ger hûn ji Ocalan bangekî bixwazin, divê hûn binê gotina xwe tije bikin
11:49 Li Sêwazê bi pileya 4.7 erdhej çêbû
11:28 Agirbesta bi endamên FARC’ê yên kevin re ji bo 6 mehan hate dirêjkirin
10:54 Parêzerên Abdullah Ocalan serî li dozger û girtîgehê dan
10:52 Koçberiyê ji Lubnanê ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve didome
10:39 Abdullah Ocalan ji jinan re got: Yekane rizgarî azadî ye!
09:53 Tehliyeya girtiyê nexweş Îvrendî hat taloqkirin: Bi rêxistinê re têkiliya xwe qut nekiriye!
09:50 Berxwedana li dijî şer a li Silopiyayê di roja 3’yemîn de didome
09:45 Li Pasûrê konsera gel
09:41 Rojnamevan Drews: Hilbijartina herêmê dê bandorê li hevsengiyên herêmê bike
09:20 Tehliyeya girtî bi hinceta ‘ji bo bê nav civakê amade nîne’ hate taloqkirin
09:16 Parêzerê Abdullah Ocalan: Gotinên li ser 'hevdîtinê' tişteke manîpulatîf e
09:00 ROJEVA 17’Ê COTMEHA 2024’AN
08:43 Ji bo 11 bajaran bi koda zer hişyariya barîna zêde hate kirin
08:43 Onder bi Nasiroglû re hevdîtin kir: Bingeha pêşmutabeqetê hate amadekirin
16/10/2024
21:01 Ji Baroya Wanê der barê Rojîn Kabaîş de daxuyanî
18:28 Yerlîkaya: 187 kesan bandor ji erdhejê girtiye
17:59 Rojnamevanên li Silopiyayê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
16:54 Starta Fûara Pirtûkên Kurdî hate dayîn
16:33 Komeleya Ekolojiyê ya Wanê hate vekirin
16:21 Lîstika ‘Sê Ezezok’ zarokên Şemrexê kêfxweş kir
16:15 Jin ji bo Kabaîşê bêdeng meşiyan: Em ê kujerên wê bibînin
16:14 Ozgur Ozel dê serdana Demîrtaş bike
16:08 Hevdîtina rojnameger Ezîzî ya bi malbat û parêzer re tê astengkirin
16:07 Li Xarpêtê ji ber erdhejê 94 kes birîndar bûn
15:44 Doza Dînk ji bo parastina Yilmazer cara dawî hate taloqkirin
15:37 Karkerên Fernasê di nava barîkatan de çalakiya xwe didomînin
15:04 Xwendekarên Yuzuncu Yilê ji bo Rojîn Kabaîş meşiyan
15:03 Bavê Rojîn Kabaîşê: Ne întîhar e cînayet e
15:01 Hevdîtina Erdogan û Barzanî dest pê kir
14:54 Dr. Yavîç ê ku daxilî otopsiya Kabaîş bû: Divê pêvajo bi zelalî were birêvebirin
14:37 TFF: Stadyûma Amedsporê ji bo lîstikê û tenduristiya lîstikvanan guncav nîne
14:03 Mûstafa Karasu: Silavdayîna Bahçelî jî parçeyeke siyaseta şerê taybet e
14:03 Dermanên girtiyê nexweş nedanê
14:02 Endamê RTUK’ê Îpekyuz: Betalkirina lîsansa Açik Radyoyê neheqî ye
13:22 Nobeta Dayikên Aştiyê di roja duyemîn de ye
13:19 Îdianame 8 meh piştre hate amadekirin lê dadgehê qebûl nekir
13:02 Li Amedê hevşaredar piştî erdhejê daketin qadê
12:56 Ji Wezîrê Karên Navxweyî daxuyaniya erdhejê
12:53 BES-AR: Sînorê birçîtiyê di mehekê de ji sedî 3,99 zêde bû
12:41 Rêxistinên çapemeniyê: Dest ji hedefnîşandana rojnamevanan berdin
12:39 Daxuyaniya piştî erdhejê: Erdhejoka erdhejên 2023'yan e
12:03 Karkerên Fernasê hatin berdan
11:38 Êrişî avahiya DEM Partiyê ya Înegolê kirin
11:29 Kosen ê parsûyên wî hatin şikandin: Ez berxwedana dayikan silav dikim
11:03 Li Meletiyê bi pileya 5.9 erdhej çêbû: Gelek bajar hejiyan
10:57 Tê payîn binçavkiriyên li Silopiya sewqî edliyeyê bên kirin
10:50 Dayikên Aştiyê: Dê têkoşîna me bidome
10:39 Li Amed û Meletiyê gelek kes hatin binçavkirin
10:08 Dadgeha Îstînafê îtîraza doza êrişa ewilî ya li dijî malbata Dedeogûllari red kir
09:59 Karker dê di 20’ê cotmehê de li Kartalê bin: Çareserî di têkoşîna yekbûyî de ye
09:34 Ji Yenî Yaşamê berteka li dijî sansurê
09:34 Cenazeyê Rojîn Kabaîş hate definkirin
09:33 Dîwarên betonî û kûleyên leşkerî bi navê jiyanê tiştek nehiştine
09:01 ‘Divê jin bi hev re têbikoşin'
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2024'AN
08:47 Encumenê AKP’ê yê ku jinên kuştî tawanbar kiribû îstîfa kir
08:40 Nobeta Dayikên Aştiyê didome: Leşkeran betaniye avêtin çopê
08:18 Rapora pêş otopsiya Rojînê nedan Baroya Wanê
08:02 3 jê rojnamevan 22 kes di binçavan de ne: Parsûyên Hevserokê DEM’ê şikandin
15/10/2024
18:22 Cenazeya Rojîn Kabaîşê anîn ATK’ê
16:33 Fûara Pirtûkên Kurdî ya li Êlihê sibê dest pê dike
16:18 Cenazeyê Rojîn Kabaîşê hate dîtin
16:17 Li Şemrexê ‘Pêşbaziya Dimsê’ hat lidarxistin
16:14 Dayikên Aştiyê û 3 rojnameger hatin binçavkirin
16:12 Xebatkarê paqijiyê ku zarok tacîz kiribû hate girtin
16:03 Koma faşîst êrişî xwendekarên jin kirin
15:48 Li Merîwanê îşkence li kolberan kirin
15:19 Li gorî par bûdçeyê îsal ji sedî 110 zêdetir li kêmiyê da
15:13 Dozger xwest ku cezayê giran li faîlê Fatma Ogûr bê birîn
14:31 Li Silopiyayê çalakiya ‘Ji şer re na, a niha aştî’
14:25 Di doza 5 leşkeran de wê li benda rapora ATK’ê bê sekinandin
14:23 Şahiya Pirtûkan a Kiraathaneyê dest pê dike
13:11 Doza rojnamevanan: Şertê kontrola edlî hat rakirin, lêpirsînek nû hat destpêkirin
13:09 Dadgehê derbarê kesên Nisêbîn şêlandibûn de biryara beraetê da
12:44 Bakirhan ji Bahçelî re got: Deriyê Îmraliyê vekin, em li Ocalan guhdar bikin
12:38 Li cihê rojnameger lê hatine qetilkirin lêkolîn nehatiye kirin
11:57 Çalakiya greva birçîbûnê ya karkerên Fernasê di roja 2’yemîn de ye
11:12 Hevserokê MED-DER’ê: Gotin û kirinên Erdogan ên têkildarî ziman hev nagirin
10:55 Doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin
10:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:29 Di doza cînayetên kiryarên nediyar de biryarên beraetê hatin pejirandin
10:07 Di binçavan de tundî û tacîz hat kirin: Nikarin îradeya me bişikînin
09:15 Li Gundikê Melê navê ‘Narînê’ li parkekê hate kirin
09:14 HDK 13 salî ye: Pêdivî bi peymaneke nû heye
09:12 Li 36 bajaran 269 kes hatin binçavkirin
09:02 'Divê fikrên Ocalan bên parvekirin û pêvajoya aştiyê dîsa dest pê bike’
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2024'AN
08:40 Ji bo Serhedê hişyariya barîna zêde hate kirin
14/10/2024
22:11 Sembola berxwedana Kobanê Apê Nemir jiyana xwe ji dest da
16:47 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Aştî, bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
16:30 KESK’ê li Wanê dest bi xebatên mitînga xwe kir
16:21 Daxuyaniya têkildarî mîtînga 'Azadiyê': Muxatab birêz Ocalan e
15:57 Ji bo bîrên petrolê yên li Hezroyê biryara ‘îstîmlaqkirinê’ hate dayin
15:36 Zarokek 8 salî hate tacîzkirin: Gumanbar hate berdan
15:17 Rojnameger Andan û 14 binçavkiriyên din hatin berdan
15:05 Cara duyemîn biryara komkirina rojnameya Yenî Yaşamê hate dayîn
14:54 Kadrî Bagdû hate bibîranîn: Dewlet dizane faîl kî ne