Bonaccorsî: Divê em ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin

  • rojane
  • 10:33 19 Cotmeh 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka Komaleya Fonti di Pace a Îtalyayê Eleonora Bonaccorsî tecrîda li Îmraliyê wekî derhiqûqiyeke metirsîdar nirxand û got: "Di cîhanê de mînaka vê tecrîdê tine ye. Abdullah Ocalan heqîqetek e û divê em ji bo azadiya wî têbikoşin."

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 26 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Girava Îmraliyê tê ragirtin. 43 meh in ti agahî jê nayê wergirtin û bi tecrîdek girankirî re rû bi rû hatiye hiştin. Li dijî agahînegirtina ji Ocalan li seranserî cîhanê kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" ku 10'ê Cotmeha 2023'yan de hatibû destpêkirin, bi biryardarî berdewam dike. 
 
Li seranserî cîhanê kesayetên navdar û girîng li dijî tecrîdkirina Abdullah Ocalan nerazîbûna xwe tînin ziman û nîşan didin. 
 
Yek ji piştgirên pêngava cîhanî ya azadiyê jî Komeleya Fonti di Pace a Îtalî ye. Seroka komeleyê Eleonora Bonaccorsî tecrîda li Îmraliyê û giringiya fikrên Abdullah Ocalan ji ANF'ê re nirxand.
 
Eleonora Bonaccorsî
 
‘MÎNAKA TECRÎDA ÎMRALIYÊ LI TI DERÊ CÎHANÊ TINE YE’
 
Eleonora Bonaccorsî şertên metirsîdar ên ku Abdullah Ocalan tê de dijî nirxand û got: "Tu mînaka vê pergalê li ti dera cîhanê nîne. Ev tecrîd rewşeke metirsîdar e û ti hiqûq têra rewakirina wê nake. Em hemû berpirsiyarên van şert û mercan in ku Abdullah Ocalan tê da dijî. Bi taybet Îtalya berpirsiyarê van şert û mercan e. Divê Îtalya vê berpirsiyariya xwe bibîne. Ji ber ku Abdullah Ocalan li Îtalyayê bû û piştî ku ji vir derket hat girtin. Her çiqas Îtalya vê berpirsiyariya xwe qebûl neke jî haya me baş ji vê rewşê heye.
 
Em wekî komale şert û mercên ku Abdullah Ocalan tê da dijî ji nêz ve dişopînin. Ji bo nîqaşkirina vê meseleyê li Parlamentoya Ewropayê û çalakkirina saziyên civaka sivîl, ez beşdarî gelek civînan bûm. Berpirsiyariya me ew e ku em vê neheqiya ku li dijî Abdullah Ocalan tê meşandin li her derê behs bikin. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi rastî jî pergaleke têra xwe giring û metirsîdar e. Her çiqas em wek gel berteka xwe nîşanî vê tecrîdê didin jî saziyên Ewropî bêdengiyê tercîh dikin. Sedema vê bêdengiyê jî ew e ku naxwazin zirar bigihêje têkiliyên di navbera wan û Erdogan de."
 
‘EM FIKRÊN ABDULLAH OCALAN DERBASÎ JIYANÊ BIKIN’
 
Eleonora Bonaccorsî bal kişand ser giringiya fikrên Abdullah Ocalan û wiha got: " Paradîgmaya Abdullah Ocalan bi rastî jî di asteke pir pêşketî de ye. Gelek pirsgirêkên roja îro di xwe de dihewîne û fikrên wî ji bo van pirsgirêkan dibin alternatîf û çareseriyê pêşkêş dikin. Em wek komale paradîgmaya Abdullah Ocalan bi xurtî diparêzin û hewl didin derbasî jiyanê bikin û her wiha ji hêla aborî ve piştgiriya projeyên vê paradîgmayê dikin. Em di wê baweriyê de ne ku divê piştgiriya vê paradîgmayê bê kirin. Loma em bi her kesî re, hem ji Kurdistanê hem jî ji Ewropayê, ku dixwaze fikrên Abdullah Ocalan derbasî jiyanê bike di nav hevgirtinê da ne."
 
‘DIVÊ EM JI BO AZADIYA WÎ TÊBIKOŞIN’
 
Bonaccorsî anî ziman ku divê ji bo rakirina tecrîda Îmraliyê û azadiya Abdullah Ocalan, li her derê têkoşîn bê dayîn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Abdullah Ocalan heqîqetek e. Tişta ku ew pêşkêş dike bingeha heqîqet û nirxên civakî ye. Em nikarin heqîqet û rastiyê înkar bikin. Her wiha em nikarin çavên xwe ji şertên ku Abdullah Ocalan tê de dijî û bêhiqûqiya heyî re bigirin. Loma ji bo azadiya heqîqet û rastiyê divê em têbikoşin."

Sernavên din

20/10/2024
15:44 Şîna Temîzer ê li girtîgehê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da hate ziyaretkirin
15:34 Di Şahiya Dîrok û Gastronomiyê de berhemên hêrêmî hatin pêşkeşkirin
15:09 ‘Hevdîtina Alim, Dayik û Pîran’: Civaka biexlaq, bi avakirina civaka xwedî wijdan ava dibe
14:31 Ji bo zarokan çalakiya ‘Li kolanan spor û muzîk’ hat lidarxistin
13:22 Parêzeran banga bikaranîna deng li hempîşeyên xwe kirin
13:21 DFG’ê ji bo danişînên rojnameger Muftuoglû û Gok bang kir
13:09 Li Meclisê maratona bûdçeyê dest pê dike
12:51 Li Kerboranê zarokekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
12:50 Li Herêma Federe ya Kurdistanê banga çûna ser sindoqan hate kirin
12:36 DBP’a Stenbolê rêxistinbûn nîqaş kir: Em ê xwe tax bi tax birêxistin bikin
12:29 Kovara Jinê bi manşeta ‘Komkujiyên jinan siyasî û îdeolojîk in’ derçû
12:28 PDK bi kesên ji Bakur anî deng dide avêtin
11:55 Îdianameya ‘Çeteya Yenîdoganê’: Pitik bi dermanê narkotîkê mirandine
11:05 Mesrûr Barzanî têkildarî Tirkiyeyê li xwe mikûr hat
10:57 Nivîskarên tehliye bûn: Ji bo pêşxistina ziman em ê bêhtir biafirînin
10:38 Turkoglû: Aştî bi hevrûbûna bi felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ re dibe
10:34 Malbata Şenyaşar piştî 6 sal û 4 mehan dê şîna xwe dane
10:11 Şerê li Rojhilata Navîn dijwar dibe: Tişta ku kurd bikin girîng e
09:41 Dayikên Aştiyê: Heta deriyê Îmraliyê venebe aştî pêk nayê
09:40 Jin: Têkoşîneke hevpar divê
09:12 Li Stenbolê jin xwe biewle hîs nakin: Têkoşîn û xweparastin şert e
09:02 Li girtiyan ferzkirina lêgerîna li hundirê dev û muayeneya kelemçekirî
09:02 Ji ber ‘bîkîniyê ala tirkan li ser’ parve kiriye lêpirsîn hate vekirin
09:02 30 sal in mêşvaniyê dike: Karê mêşvaniyê û hingiv gelek zehmet e
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2024'AN
08:57 Di lijneya Baroya Dîlokê de li dijî berteka tecrîdê hewldana êrişê
08:18 Li Mêrdînê bi ser gundên qedexe lê hatibû ragihandin de girtin
08:06 Hilbijartina li Herêma Federe ya Kurdistanê dest pê kir
19/10/2024
19:56 Navenda Jiyanê ya Jinan Şamîranê hat vekirin
19:54 Bi dengê Hediye Kalkanê 'Bilbilo'
18:48 Tûncel: Divê peyama 13'ê Cotmehê baş bê xwendin
17:04 Roja ku biryara tehliyeya wî hat dayîn jiyana xwe ji dest da
17:02 YNK’ê di dengdayîna taybet de 70 hezar deng wergirtine
16:56 Cenazeyê Goz piştî 3 salan radestî malbata wî hate kirin
15:49 Li Erxeniyê Şahiya Dîrok Çand û Gastronomiyê dest pê kir
15:23 Daxwaza berdana girtiyên nexweş Onaran, Yilmaz û Tokmak hat kirin
15:06 Kongreya Baroya Stenbolê dest pê kir
15:06 Berdevka DEM Partiyê: Ji bo çareseriyê niyeta baş têre nake, divê jidil bin
14:59 Lêpirsîna ‘Çeteya Yenîdogan’: Rûhseta 9 nexweşxaneyan hate betalkirin
14:57 Fadil Şenyaşar: Ez bi piştevaniya gel li derve me
14:44 JRO: Li Herêma Kurdistanê şopandina rojnamevanan a hilbijartinê hate astengkirin
14:33 Bayindir: Heta ku birêz Ocalan nebe aktorê sereke tu pêvajo ne jidil in
13:55 Keça Fehmî Tosûn: Ji bo ku em hesabê bipirsin li vir in
13:52 Xizmên Windayan: Eger hûn çareseriyê dixwazin kujeran derxin holê
12:05 Êrişên li dijî kolberan didomin
11:01 ‘Heke em bi ser bikevin em ê dijminan ji Kurdistanê derxin’
10:33 Bonaccorsî: Divê em ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin
10:26 3 ciwan hatin desteserkirin: Tundî û heqaret lê kirin, gef lê xwarin
10:20 'Divê mala Feqiyê Teyran bê parastin'
10:14 Girtiyê nexweş Guler ê girêdayî kursiya biteker bi hinceta 'dibe ku bireve' hat sewqkirin
10:12 Transferiya pereyê ‘xelata’ lîstîka PUBG’ê kirin ‘fînansmaniya rêxistinê’!
09:23 Ji Bahoz Baran berhemeke nû: Qelenê Dinyayê
09:13 Xwestin nexweşxaneya di erdhejê de zirar dît bê nûkirin
09:11 Fûara Pirtûkên Kurdî: Gel xwedî lê derdikeve, dipirse, dixwîne
09:00 Hem tacîz li keçikê hatiye kirin hem jî gefan li malbatê dixwin
09:00 Gundên Qilebanê ji ber bendavê di xetereyê de ne
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2024'AN
18/10/2024
20:11 Cenazeyê Stêrka YJA Starî piştî 79 rojan dan
20:02 Ji Egîtîm-Senê protetsokirina MEB'ê
16:37 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
16:19 Hamasê mirina Yahya Sînvar piştrast kir
16:12 Rojnameger Germiyanî: PDK ji pêşmergeyan wêneyên dengan dixwaze
16:02 Sendîkayên teqawîdan serdana DEM Partiyê kirin
15:49 Li Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê êrişî girtiyan hate kirin
15:41 MYK ya DEM Partiyê dê sibê bicive
15:32 Şaredariya Artemêtê: Em nikarin nameyeke garantiye ji Bankaya Îllerê bistînin
14:54 Şaxa ÎHD’a Amedê rapora binpêkirinên 9 salan eşkere kir: Herî kêm 27 hezar kes hatin binçavkirin
13:40 Li navenda dengdayînê ya Hewlêrê dengê guleyan hat bihîstin
13:33 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de endamekî asayîşê jiyana xwe ji dest da
13:25 Şeş sal û 3 meh cezayê hefsê dan Subaşi
12:35 Di doza ‘Qirkirina Ermenan’ de biryara beraetê hate dayîn
12:26 Fûat Keyman wefat kir
12:01 Kosenê ji nexweşxaneyê derket: Em ê têkoşîna xwe mezin bikin
11:46 Ferît Şenyaşar: Heta edalet tam pêk tê dê têkoşîna me bidome
11:06 Di doza Malbata Şenyaşar de hemû girtî hatin berdan
10:52 Saziyên ‘herî jênebawer ên Tirkiyeyê’: Partiyên siyasî û Diyanet
10:29 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:05 Ji ber parvekirinekê 3 doz li rojnameger Verîm hatin vekirin û ceza hate dayin
09:32 Dîroknas Aydin: Çareseriya Rojhilata Navîn, konfederalîzm e
09:29 Rizgarkirina Reqayê: Dirûşmeya şoreşê li tevahiya cîhanê belav bû
09:19 Lijneya Çavdêrî û Îdareyê biryara dadgehê bi cih neanî: Ji berdanê re bû asteng
09:17 Li Herêma Kurdistanê dengdana taybet destpê kir
09:07 Binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Balikesîr û Îzmîrê
09:05 Hevkariya îstîxbarata Parastin-ENKS û MÎT’ê
09:04 Prz. Kaya: Divê binpêkirinên li Girtîgeha Mêrdînê bên aşkerekirin
09:01 Parastvanên mafan dê li dijî cezayan ji girtiyan re pereyan bişînin
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2024'AN
08:37 Ji bo Serhedê hişyariya barîna berfê hate kirin
08:33 Otobûsa geştê wergeriya: 6 kes mirin, 25 kes birîndar bûn
17/10/2024
19:44 Pirtûkên nivîskarên girtî hatin îmzekirin
16:55 Li Pasûrê barîna baranê bandoreke neyînî li jiyanê kir
16:53 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Demîrtaş kirin
16:43 Ji DFG’ê atolyeya ‘Nûçegihantiya krîzê’
16:16 Kosen ê leşkeran parsûyên wî şikandibûn ji nexweşxaneyê derket
16:07 Nimûneyên ji Çemê Dîcleyê hatin girtin paqij derketin
16:00 Li Şirnexê xwendekar ji bo Rojînê meşiyan
15:00 Cezayê pere li Prof. Dr. Fîncanci hat birîn
14:30 Dayikên Aştiyê: Em şer naxwazin
14:10 Rêxistinên ciwanan bertek nîşanî sîxurkirinê dan
13:48 Fûara Pirtûkên Kurdî: Em pirtûkên xwe binasin û bixwînin