NAVENDA NÛÇEYAN - Hilbijartinên serdema 6’emîn a Parlamentoya Herêma Federe ya Kurdistanê dest pê kirin.
Hilbijartinên serdema 6’emîn a Parlamentoya Herêma Federe ya Kurdistanê saet ji 07.00’ê ve dest pê kirin. Di saetên serê sibehê de li bajarên Dihok, Hewlêr û Silêmaniyeyê sindoq hatin danîn. Li seranserî herêmê dê 3 milyon hilbijêr biçin ser sindoqê û dengê xwe bidin.
Serokê YNK’ê Bafel Talabanî li Dibistana Rewşan a li Silêmaniyeyê dengê xwe da.
Sindoq dê li gorî saaeta herêmê di 18.00’ê de bên girtin.