AMED - Bi ser Komkujiya Licê re 31 sal derbas bûn lê heta niha yek kes jî nehatiye cezakirin. Berdevkê Platforma Lice li Edaletê Digere Şiyar Kaymaz got; “Heke hevrûbûnek çêbibe divê li ser dozên mîna yên Licê çêbibe.”
Di 22’yê Cotmeha sala 1993’yan de bi hinceta kuştina Fermandarê Cendirmeyan ê Herêmê Bahtiyar Aydin, li navçeya Licê ya Amedê leşkeran bi çekên giran gel gulebaran kir. Di êrişê de 15 sivîl hatin qetilkirin. Her wiha leşkerek jî mir. Bi ser komkujiyê re 31 sal derbas bûn. Di komkujiyê de xisareke mezin gihişt 401 malan, 242 kargehan û bi hezaran kes jî neçar man ku koçber bibin. Komkujî, bi necezakirinê biencam bû. Dosya ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re hate şandin. Tirkiyeyê bi pêşniyara “Çareseriya dostane” ji ber sûcê “binpêkirina mafê jiyanê” di sala 2001’ê de tazmînat da mexdûran. Dewleta tirk berpirsyartiya xwe ya di komkujiyê de qebûl kir û tazmînat da lê di mijara cezakirina faîlan de îradeyek nîşan neda. Di encama têkoşîna hiqûqî de doz piştî 20 salan di 2’yê îlona 2013’an de hate vekirin.
Doz, li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. Fermandarê Lîwaya Cendirmeyan a Amedê Eşref Hatîpoglû û Fermandarê Tîmê Serpel Tunay Yanardag di dozê de weke bersûc cih girtin. Her çend doz li Amedê hatibe vekirin jî, bi hinceta ewlehiyê ji ewil birin Eskîşehîrê û piştre jî veguhestin 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê. Darizandin di sala 2014’an de dest pê kir û di 7’ê kanûna 2018’an de jî biryar hate dayin. Dadgehê, bi sedema ku ji bersûcan Tunay Yanardag miriye, doza derheqê wî de betal kir. Her wiha bi hinceta ku sûcên derheqê Eşref Hatîpoglû de teqez nînin, biryara beraetê da.
DOZA KOMKUJIYÊ KET
Dema pêvajoya dozê ya li Dadgeha Bilind didomiya, ji bersûcan Hatîpoglû jî di 7’ê tebaxa 2022’yan de mir. Li ser vê yekê Daîreya Cezayan a 3’yan a Dadgeha Bilind biryara beraetê xera kir, ji bo rewşa Hatîpoglû yê mirî were lêkolînkirin û biryar wer dayin, dosya ji dadgeha herêmî re şand. 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê jî bêyî ku agahiyê bide aliyên dozê, biryara xistina dozê da. Li dijî biryara xistina dozê li Dadgeha Bilind îtîraz hate kirin û lêkolîna têkildarî serlêdanê hêj didome.
'EM LI BENDA BIRYARA TEMYÎZÊ NE’
Yek ji kesên ji bo cezakirina faîlan bi sala ye têdikoşe jî Berdevkê Platforma Lice li Edaletê Digere Şiyar Kaymaz e. Kaymaz, di komkujiyê de zavayê xwe Alî Şanli winda kir û gelek xizmên wî jî birîndar bûn. Kaymaz, wiha got: “Di sala 1993'yan de Lice 5 rojan serhev hate bombebarankirin. Di êrişê de 402 mal û 206 kargeh zirar gihiştê û 17 kes mirin. Bajarek tune kirin. Bi ser re 31 sal derbas bûn lê hêj jî bi faîlan re hevrûbûnek çênekirin. Di 2014’an de dozek hate vekirin û pêşketineke baş çêbû lê di vê serdema ku polîtîkayên necezakirinê di dewrê de, mîna dozên din pêşî lê hate girtin. Eşref Hatîpoglû bi darê zorê anîn dadgehê. Hatibû gotin ku Tunay Yanardag hatiye kuştin lê otopsiya wî nehat kirin. Malbatên wan 17 kesên din jî hêj jî li bendê ne ku faîl bên eşkerekirin û cezakirin. Di dosyayê de 2 faîl dihatin darizandin. Gotibûn yek jê di dadgeha ewil de miriye û yê din jî salek û nîv berê. Lewma em li benda temyîzê ne.”
'SEDEMA KOMKUJIYAN POLÎTÎKAYA NECEZAKIRINÊ YE’
Bi domdarî Kaymaz anî ziman ku gelek mînakên şer û komkujiyan li cîhanê hene û wiha pê de çû: “Piraniya wan bi necezakirinê biencam dibin. Ev yek, karektera netewe-dewletan e. Her çend bo rûmetî jî be li Ewropayê ji bo hesabdayinê hinek gav hatin avêtin. Lê li Tirkiyeyê di vê mijarê de tu gav û xebat nehatin kirin. Komkujiyên Dêrsim û Zîlanê û yên din hene. Lê hesaba van nehate dayin û bi polîtîkaya necezakirinê ser girtin. Ji ber vê polîtîkayê, rê li ber komkujiyên nû hatin vekirin. Heke hesaba Zîlanê bihata pirsîn, dê Komkujiya Dêrsimê pêk nehata. Heke ya Dêrsimê bihata pirsîn ya li Licê, Roboskê û hwd. pêk nedihat. Lewma dibe ku komkujiyên nû jî çêbibin. Sedema van komkujiyan, polîtîkaya necezakirinê ye.”
'DI DOZÊN HEVRÛBÛNÊ DE WIJDAN GIRÎNG E’
Kaymaz, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê faîl bên cezakirin ku pêşiya komkujiyên nû venebe. Ji Doza Licê heta ya Vartînîz, JÎTEM û Qoserê, di hemû ‘dozên hevrûbûnê’ de polîtîkaya necezakirinê di meriyetê de ye. Em van dozan dişopînin. Em ê her tim bi aliyê hiqûqî ve eleqeder bibin lê ya girîng aliyê civakî ye. Hiqûq, tenê rêbazeke lê aliyê civakî wijdana me tevan e. Divê wijdana civakê rehet bibe. Di van dozan de avabûna wijdanê, ji bo dozan jî dê baş bibe. Em weke dozekê li vê meseleyê nanihêrin. Weke gava ewil a aştiya civakî lê dinêrin.
Li Liceyê ji her alî ve komkujiyek hate kirin. Em nabêjin tevahiya hêzên ewlekariyê wisa kirine lê hinek kesan li wir hem hêzên ewlekariyê hem jî mamoste kuştin. Doza Liceyê em tevî malbata Bahtiyar Aydin dişopînin. Ji bo hevrûbûna civakî bi rastî jî dozeke girîng e. Heke pêvajoyeke aştiyê çêbibe, yek ji gavên ewil Doza Liceyê ye. Ji derdorên cuda yên civakê bi hev re tên dozê û dixwazin faîl bên dîtin. Di Doza Liceyê de diyar dibe bê ka civak çawa bi hev dane qirkirin. Gelek dozên din hene ku mîna Doza Liceyê dozên hevrûbûnê ne. Divê em van dozan ji bîr nekin û civakî bikin. Heke çareseriyek pêş bikeve divê ji ewil ev doz bibin mijara nîqaşê. Di 31’emîn salvegera Komkujiya Liceyê de em careke din qurbaniyan bi bîr tînin. Em ê ji bîr nekin, nedin jibîrkirin û heta dawiyê dozê bişopînin.”