Di 21 rojên girtîgehê de 15 caran sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin

  • rojane
  • 09:03 24 Cotmeh 2024
  • |
img
WAN - Parêzera girtiyê nexweş Abdûrrahman Gemîcîoglû Mehtap Işik, diyar kir ku ji roja ku muwekîlê wê hatiye girtin heya niha 15 caran sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin û got ku rapora heyeteê bi derengî hatiye xistin.
 
Binpêkirina mafên girtiyên nexweş ên li girtîgehan roj bi roj zêde dibin. Li gorî raporên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehan 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Girtiyên nexweş tevî raporên "nikare di girtîgehê de bimîne" jî nayên berdan. Ji girtiyên nexweş yek jê Abdûrrahman Gemîcîoglû yê 67 salî ye. Gemîcîogluyê ku di 3'yê Cotmehê de piştî ku Dadgeha Bilind 8 sal û 9 meh cezayê hepsê erê kir hat girtin, gelek nexweşiyên wekî pençeşêra kolon, prostat û krîza dil pê re hene. Gemîcîoglû ku 21 roj li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê mabû, di vê demê de ji ber nexweşiyên xwe 15 caran ew rakirin nexweşxaneyê.
 
Parêzera Gemîcîoglû û Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Wanê Mehtap Işik, bal kişand ser rewşa Gemîcîoglûyê û diyar kir ku polîtîkaya tolhildana ji girtiyên siyasî tê meşandin.
 
‘RAPOR BI DERENGÎ TÊ XISTIN'
 
Işikê diyar kir ku ji roja ku muwekîlê wê hatiye gırtın heya nıha 15 caran rakirine nexweşxaneyê û her çend ji bo taloqkirina înfazê serî li midûriyeta înfazê dabin jî tu encam bi dest nexistine.  Işikê diyar kir ku divê Gemîcîoglû ji bo raporê bînin lijneyê, lê diyar kir ku ev rewş zêdetirî 2 hefteyan bi derengî hatiye xistin. Işikê anî ziman ku ew li bendê ne ku rapora heyetê bê eşkerekirin û got: “Ji bo Gemîcîoglûyê ku tedawiya pençeşêrê dibîne şert û mercên girtîgehê ne guncav in. Ji ber vê sedemê hemû hewldanên parêzer, rêxistinên sivîl û malbata wî ew e ku li malê înfaza xwe temam bike. Lê bersiveke neyînî tê dayîn." 
 
Işikê da zanîn ku hemû serlêdanên li dijî polîtîkaya tecrîdê ya di demên dawî de li ser girtiyên nexweş tê meşandin bê encam mane û got: “Girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû tên hiştin. Serhat Temîzerê ku bi nexweşiya epîlepsiyê bû li Girtîgeha Tîpa F a Wanê jiyana xwe ji dest da. Temîzerê tevî ku nexweşiya epîlepsiyê bû jî ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve di hucreya yekkesî de hat hiştin. Di hucreya yekkesî de krîzek pê re çêbû û ji ber ku kes nikarîbû mudaxele bike jiyana xwe ji dest da. Ev rewş binpêkirina mafê jiyanê ye. Bi taybetî jî tu daxwazên girtiyên nexweş ên siyasî nayên qebûlkirin û bi mirinê re rû bi rû tên hiştin."
 
‘TOL JI GIRTIYÊN SIYASÎ TÊ STENDIN'
 
Işikê bi bîr xist ku Gemîcioglû dema li malê bû nexweş ketiye û wiha got: “Piştî tehlîlên wî hatin kirin ew şandin girtîgehê. Taloqkirina înfazê ya ji bo girtiyên nexweş dikare bibe sedema çi encamên xerab? Me nikaribû Hê jî me fêm nekiriye. Tu sedem nîne ku kesekî 76 salî yê ku di nav nivînan de ye û bi peçeşêrê ketiye bikeve girtîgehê. Ev kes dikaribû cezayê xwe li malê jî bikişanda yan jî înfaza wî bihata taloqkirin. Polîtîkayeke bi armanca tolhildana ji girtiyên siyasî tê meşandin."
 
Işikê bilêv kir ku li Tirkiyeyê di hiqûqa înfazê de dubendî heye û got ku gava girtiyên edlî cezayên xwe temam dikin tên berdan, lê yê siyasî heya "mirinê" di girtîgehê de tên hiştin. Işikê bilêv kir ku ew dixwazin ev newekheviya di navbera girtîgehan de bi dawî bibe. 
 

Sernavên din

12:15 Mazlum Ebdî: Tirkiye sivîlan hedef digire, ev sûcê şer e
12:04 Rapora binpêkirinên li girtîgehan tê eşkerekirin
12:01 HSD: Em ê li dijî van êrişan Rojava biparêzin
11:50 Rêveberiya Xweser: Dewleta tirk sûcên şer dike
11:46 Bi hinceta ‘ragihandina rêxistinî’ şandina çîrokê ya ji zarok re asteng kirin
11:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdanek nû kirin
11:15 Cerdevanên nexwestin biçin operasyonê daxwaznameyên îstîfayê dan
10:58 Di doza rojnameger Muftuoglû de biryara beraetê hate dayin
10:41 Girtiya ku hatibû îdiakirin întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da
10:28 Karayilan: Aliyê kurd nabêje na lê rê nade taktîkên şerê taybet jî
10:26 DEM Partî: Divê demildest dawî li bombebarankirina li dijî qadên jiyana sivîlan bê anîn
10:10 Tehliye bi hinceta ‘halnebaşiyê’ tên astengkirin: Ezyetê li girtiyan dikin
10:05 Ji Abdullah Ocalan peyama ewil
10:03 Serokê Baroya Amedê Guleç: Destnîşankirina mafê hêviyê girîng e
09:58 Di êrişa li dijî stasyona Siwêdiyê de 8 kes hatin qetilkirin
09:54 Dayikên girtî beriya danişînê banga piştevaniyê kirin
09:13 Li Herêma Kurdistanê niha jî nîqaşên avakirina hikûmetê dest pê kirin e
09:08 Serokê Şaxa ÎMO'yê Korkmaz: Amed ji bo erdhejê ne amade ye
09:03 Di 21 rojên girtîgehê de 15 caran sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin
09:00 ROJEVA 24’Ê COTMEHA 2024’AN
08:58 Dêrik: Xeta Bêrîtan hê jî li dijî 'xiyanetê' li ber xwe dide
08:44 Piştî 43 mehan li Îmraliyê hevdîtina ewil hate kirin
08:17 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî Şengalê kir
08:12 Di êrişên dewleta tirk de 4 kes hatin qetilkirin û 15 kes birîndar bûn
23/10/2024
21:42 MYK a DEM Partiyê: Di demek wisa de êriş ne tesaduf e
16:29 Li ber TUSAŞ'ê teqîn: 4 kesan jiyana xwe ji dest da
15:27 Îdianameya cînayeta Narîn Guran hat qebûlkirin
15:10 Di doza kuştina 5 kesan de daxwaza cezayê muebeda girankirî
14:44 Avakirina Pêşeroja Bajarvaniyê: Divê di navbera şaredariyan de pirên xurt bên avakirin
14:11 ‘Li Tirkiyeyê tenduristî veguherandin qada bazirganiyê’
13:50 Karkerê ji ber formayê Amedsporê êriş lê hatibû kirin hate berdan
13:49 Bûcak: Ji bo avakirina torên piştevaniyê em li cihê wê û di dema rast de ne
13:41 Kesên di erdheja Wanê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn
13:09 Ozel: Em aştiya civakî diparêzin
12:55 Bayindir: Divê em têkoşîna xwe hêj mezintir bikin
12:49 Doza siyasetmedaran ji bo parastinên xwe temam bikin hate taloqkirin
11:32 Ozel: Heta kurd nebêjin ‘pirsgirêk nema ye’ ev pirsgirêk heye û divê bê çareserkirin
11:24 Remzî Kartal: Dibe ku li pişt daxuyaniyan planeke bixeter hebe
11:02 Serokê Giştî yê EMEP’ê: Divê her kes ji bo çareseriyê berpirsyariyê li xwe bigire
10:37 Amedî ji bo çareserî û aştiyê çi dibêjin?
10:24 Li Tetwanê bi ser malan de girtin
10:22 Parêzerê îtîrafkar Akbiyik di heman kêliyê de qaşo hem li emniyetê hem jî li edliyeyê bû!
10:03 Girtî Karak pêkanînên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Sîncanê vegotin
09:30 Şaredarvaniyê ku jinê esas digire: Armanca me afirandina qadên jiyanê ye
09:06 Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê berdana 15 girtiyan salekê hat taloqkirin
09:06 Bîrdal: Bila Enqere daxuyaniya fermî bide, muxatab Ocalan e
09:03 Li nexweşxaneya Elkê ne bijîşk ne jî alav hene!
09:00 Ji MEDYA-DER’ê banga ji bo kurdî: Werin li mala xwe fêrî zimanê xwe bibin
09:00 ROJEVA 23'YÊ COTMEHA 2024'AN
22/10/2024
22:03 Qetilkirina jinan protesto kirin: Êdî Bes e
15:22 Ozel: Divê ev meseleye li ser maseyeke hemû partî lê civiyayî bê axaftin
15:10 Ji bo parêzer Ekmekçî biryara tehliyeyê hate dayin
15:00 ‘Çeteya Yenîdoganê, encama veguherîna di tenduristiyê de ye'
14:13 Hatîmogûllari: Divê ‘mafê hêviyê’ yê Ocalan were bicihanîn
14:10 Parêzerê Abdullah Ocalan: Divê destûra hevdîtinan bê dayîn
13:41 Di madena Somayê de hezaz çêbû: Karkerekî jiyana xwe ji dest da
13:40 Dayikan bersiv dan Bahçelî: Heke hûn çareseriyê bixwazin wê demê şer bi dawî bikin
13:21 ‘Mafê hêviyê’ yê ku Bahçelî qala wê dikir çi ye?
13:20 Piştî 7 salan şîn hate danîn
12:50 Cezayên nû dan 5 girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê
12:44 Hatîmogûllari: Muxatabê aştiyê Ocalan e, Meclis cihê çareseriyê ye
12:39 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Li dijî şer divê têkoşîna azadiyê xurt bibe
12:38 Bahçelî yê ku tecrîdê qebûl kir ji bo ‘mafê hêviyê’ jî şert danî
12:02 Demîr a DEM Partiyî hate berdan
11:39 Derheqê rojnameger Gok de lêpirsîneke nû hate destpêkirin
11:28 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:26 Bi ser erdheja Wanê re 13 sal derbas bûn lê hêj jî tevdîr nehatine girtin
11:17 Girtiyê ku tê gotin du sal temenê wî maye: Guh bidin qêrîna me
10:54 Xizmên kesên di Komkujiya Licê de hatin qetilkirin 31 sal li benda edaletê ne
10:48 Komîsyon ji bo giliyên hilbijartina Başûr hatin avakirin
10:43 Di şewata li malekê de derket 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan
10:35 Turkdogan: Daxuyaniyên Ozel girîng in divê daxwaza rakirina tecrîdê jî bike
10:04 DAIŞ’ê wê li Rihayê jî dîlgirtî ye: Asya li benda vegera Şengalê ye
09:52 Gelo dê kîjan partî çiqasî alîkariyê ji xizîneyê bigire?
09:46 Bi ser wefata helbestvanê kurd Cegerxwîn re 40 sal derbas bûn
09:38 Bi tecrîdê re sînorê birçîtiyê 19 qet zêdetir bû
09:01 Şêniyên gundê Pûrantê ji çêkirina rêya gund kêfxweş in
09:00 'Sedema krîzê desthilat e, çare jî guherîna desthilatê ye'
09:00 Germava Zumrudê 4 sal in girtî ye
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2024'AN
08:38 Li Edeneyê 3 kes hatin kuştin
08:32 Ji bo Herêma Serhedê hişyariya berfê
21/10/2024
23:47 Di lêpirsîna Narînê de ji bo 4 kesan cezayê muebeda giran hat xwestin
21:06 Cegerxwîn li Amedê hat bibîranîn
15:16 Kampanyaya 'Azadiyê' ya ku êzdiyan da destpêkirin salek li pey xwe hişt
13:29 DEM Partî: Divê Wezîrê Tenduristiyê demildest îstîfa bike
12:45 Metna bangawaziyê ya Demîrtaş: Em qêrîna jinan dibihîsin
12:17 Rêxistinên çapemeniyê ji bo danişîna biryarê ya Hevseroka DFG’ê Muftuoglûyê bang kirin
12:04 Pêş rapora otopsiya Temîzer eşkere bû
11:54 Çar kesên li Stewrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:44 Ji KE’yê re kampanyaya nameyan: Ji bo îşkenceya li Îmraliyê gavê biavêjin
11:01 Encamên hilbijartinên Herêma Federe ya Kurdistanê
10:39 Hevdîtina ‘Alim, Dayik û Pîran’: Divê em ji rizandina civakî re bêjin bes e
10:10 Ûlûg: Bi gotegota çareserî nabe divê dewleta tirk jidil bi Rêber Apo re rûne
09:57 Dê giliyê kesên heywanên mirî danîn stargehê bê kirin
09:36 Welatiyên Wanê: Muxatab Abdullah Ocalan e
09:23 Herkul: Fethullah Gulen mir
09:02 ‘Heke çareseriyeke jidil bê xwestin divê deriyên Îmraliyê bên vekirin’
09:01 Berdana girtiyê 30 salan ku qebûl nekir biçe qawişa 'bêaliyan' hate astengkirin
09:01 Li Miksê amadekariyên zivistanê: Xwarinê di binê erdê de depo dikin