Li Stenbol û Enqereyê hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan

  • rojane
  • 15:32 26 Cotmeh 2024
  • |
STENBOL/ENQERE - ÎHD li Stenbolê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Cengîz Sînan Çelîk û xwest bê berdan. Înîsiyatîfa Girtiyên Nexweş jî li Enqereyê xwest ku girtiyê nexweş Dede Anil bê berdan. 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê û Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî li Enqereyê wek her hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş û banga berdana girtiyan kirin. 
 
STENBOL 
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyan di hefteya 657’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist. Çalakî li ber avahiya komeleyê ya li navçeya Beyoglûyê pêk hat. Gelek kes tev li çalakiyê bûn û pankart vekirin. Komîsyonê di çalakiya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Cengîz Sînan Halîs Çelîk ê 28 sal in girtî ye û li Girtîgeha Jimara 5’an a Tîpa L a Marmarayê tê ragirtin û xwest ku demildest bê berdan. 
 
Endamê Komîsyonê Taylan Bekîn daxuyanî xwend û diyar kir ku nexweşiyên penceşêra mîzdankê, epîlepsî, nexweşya mîdeyê, helandina hestî lê peyda bûne û got ku hem di serê wî de hem jî di bedena wî de parçeyên şarapnele hene. Bekîn da zanîn ku ji ber van nexweşiyên li Çelîk peyda bûne ew bi alîkariya hevalên xwe û sendelyeya bi teker dijî. 
 
BI ÊRIŞA GIRTIYÊ EDLÎ RE RÛ BI RÛ MAYE 
 
Bekîn bi bîr xist ku Çelîk di sala 1996’an de birîndar tê girtin û ji ber ku parçeyên şarapnelê di serê wî û laşê wî de hene jiyana wî di bin rîskê de ye. Bekîn anî ziman ku dema Çelîk ji bo tedawiyê dibin Girtîgeha Metrîsê bi êrişa girtiyek edlî re rû bi rû dimîne û birînên xedar ên kuştinê lêdaye. Bekîn diyar kir ku di encama mudaxileya tibî de talûkeya rîskê ji ser xwe avêtiye û platîn xistine lingê wî yê çepê û ew nikare bimeşe û mehkûmî sendelyeya bi teker hatiye kirin. 
 
‘JI TEDAWIYÊ MEHRÛM TÊ HIŞTIN’ 
 
Bekîn anî ziman ku xwişka wî di 24’ê cotmehê de çûye serdana Çelîk û xwişka wî destnîşan kiriye ku birayê wê ji tedawiyê û lênihêrîne bêpar û mehrûm tê hiştin. 
 
Bekîn herî dawî banga berdana Çelîk û hemû girtiyên nexweş kir û xwest rayedar di vê mijarê de bi hestiyar tevbigerin. 
 
ENQERE 
 
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî jî di hefteya 529’emîn de çalakiya heftane li dar xist û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Dede Anil ê li Girtîgeha Jimara 1’an a Tîpa L a Marmarayê tê ragirtin. Gelek kes tev li çalakiyê bûn û pankarta “Ji girtiyên nexweş re azadî” vekirin. 
 
Hevserokê ÎHD’a Enqereyê Omer Faruk Yazmaci daxuyanî da û bi bîr xist ku îro Roja Cîhanî ya Mafên Nexweşan e û bi minasebeta rojê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û nayên tedawîkirin. 
 
ASTENGDAR E JÎ LÊ NAYÊ BERDAN
 
Yazmaci bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Dede Anil û diyar kir ku Anil ji sala 2023’yan ve girtî ye û ji sedî 98 astengdar e. Yazmaci da zanîn ku Anil nikare li xwe binêre û hevalên wî girtî li dinêhirin û tevî ku rapora wî ya astengdariyê heye jî nayê berdan. Yazmaci destnîşan kir ku pêwîste Anil û hemû girtiyên nexweş bên berdan. 
 
 

Sernavên din

15:57 Bi girseyî serdana şîna Dayika Aştiyê hat kirin
15:53 Tirkiyeyê êrişî Amûdê kir: 8 welatî birîndar bûn
15:32 Li Stenbol û Enqereyê hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
14:45 DEM Partiyê li Semsûrê du malbat li hev anîn
14:30 Li Îzmîrê aqûbeta Cemîl Kirbayir hate pirsîn
13:47 ‘Em ê pirsîna aqûbet û faîlên windakiriyan bidomînin’
13:23 Dayikên Şemiyê: Divê zemîna şer veguhere zemîna aştiyê
11:47 Rapora têkildarî mirina Rojînê: Mîde tejî xwarin bû
11:31 Rejîma Îranê kolberek din qetil kir
10:36 ‘Tundiya sîstematîk li Evîn Demîrtaş dihat kirin’
10:20 Li Hezexê hejmara binçavkiriyan derket 9 kesan
10:20 3 jê Dayikên Aştiyê 9 kes ji girtîgehê derketin
09:28 Nesteren Davûtoglû: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe tu pêşketin çênabe
09:03 Girtîgehê tehliyeya girtî bi ‘fikar’ dît!
09:03 Şirketa Olmez ê AKP'yî gundên Pîrejma û Herido talan dike
09:02 Avesta banga dersên kurdî dike: Serlêdana qeydan di 2'yê mijdarê de diqede
09:02 Şaredarê Nablûsa Filistînê Shakhshir: Divê dinya ji Îsraîlê re bêje bes e
09:02 Di 9 mehan de hezar û 76 jinan li dijî tundiyê serî li Baroya Amedê daye
09:02 Li Silopiya cotkarên pembû bi gazinc in
09:00 Li ‘Gerstêrka Nehemîn’ hosteyê çêkirina kişikê
09:00 Bakkalci: Nabe ku ‘mafê hêviyê’ bibe mijara bazariyê
09:00 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Divê dewlet gavên şênber biavêje
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2024'AN
08:34 Îsraîlê êrişî Îranê kir: Hedef binesaziya drone û fuzeyan bû
25/10/2024
23:36 Bîlançoya êrişên li ser Rojava hat eşkerekiriN
22:37 Aktaş ê li Mêrdînê jiyana xwe ji dest da hate veşartin
22:22 Rêveberiya Xweser: Em bang li Koalîsyona Navneteweyî dikin ku pêşî li qirkirina Tirkiyeyê bigire
22:13 Wezîrekê YNK’yî îstîfa kir
20:54 Li Sakaryayê 2 karker mirin
19:45 Qedexeya alîgiran a ji bo maça Amedsporê hat rakirin
18:01 Di doza DÎAYDER'ê de ceza li 16 kesan hat birîn
16:37 Derbarê 9 kesên li Bilêxşe hatibûn girtin de biryara berdanê hate dayîn
16:24 Ji bo maça Amedsporê biryara qedexeya alîgiran: Em ê dernekevin maçê
16:06 Girtiya nexweş Karaguzel li Amedê hate girtin
16:01 KESK’ê xwest ku endamên wan ên hatine îxrackirin li karê wan bên vegerandin
15:34 Cenazeyê Aktaş hate teşhîskirin
14:11 Sê sal û 9 meh cezayê hefsê dan Beyoglû yê AKP’î
14:08 Saziyên sivîl ên Wanê: Temîzer ji ber nexweşiya epîlepsiyê jiyana xwe ji dest daye
13:45 Bîlançoya 3 rojan a êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
13:43 Piştî hate binçavkirin birin herêma operasyonê
13:14 Li Brukselê kongreya ‘Rêya Sûriyeya Demokratîk’
12:57 Dayika Aştiyê Oner jiyana xwe ji dest da
12:35 Jinan serdana şîn û gora Evîn Demîrtaş kirin
12:26 Parêzer di dema danişînê de hate binçavkirin
12:15 Di êrişa Îsraîlê de 3 rojnamevan hatin kuştin
11:36 NPG’ê têkildarî TUSAŞ’ê daxuyanî da
11:18 Dîmenên kêliya êrişa li dijî DEM Partiyê derketin holê
11:15 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:39 Li 31 bajaran 176 kes hatin binçavkirin
10:26 Mehmet Altan: Heke tu pirsgirêka kurd çareser nekî dê hin kesên din çareser bikin
10:15 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin
10:02 Li Şengalê herî kêm 10 herêm hatin bombebarankirin
09:55 Kampanyaya milyonek name ya ji bo 'mafê hêviyê' yê Abdullah Ocalan
09:33 Bayramoglû: Ocalan dê pirsgirêka kurd derbasî qonaxeke pir cuda bike
09:31 Kuçeyên Wanê: Em ne gotinê, pratîkê dixwazin
09:27 Parêzerê Temîzer: Pêvajoyeke ber bi mirinê ve hat meşandin
09:00 Ev 18 sal in bi keda destên xwe teşe dide daran
09:00 25'Ê COTMEHA 2024'AN
08:41 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di tevahiya şevê de domiyan
07:51 Êrişî Navenda Giştî ya DEM Partiyê hate kirin
24/10/2024
22:16 Bîlançoya êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
21:16 Zana: Em bi berpirsyariyên cidî re rû bi rû ne
21:11 Ji KCK'ê daxuyaniya 'Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re'
16:43 ÎHD’ê ji Dîlokê ji bo Hatîce Onaran banga berdanê kir
16:09 Girtî Karataş piştî 31 salan hate berdan
15:33 Babacan ji îktîdarê re got: Tenê yek saeta em winda bikin tune ye
15:22 Cenazeyê Acar a hatibû îdiakirin întîhar kiriye hate veşartin
15:07 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Birêz Ocalan amade ye lê dewlet?
14:56 Tenduristvan: Divê peywira berpirsyaran bê bidawîkirin
14:54 Cenazeyê Demîrtaş a hate qetilkirin hate veşartin
14:53 ÎHD: Divê gavên pêbawer bên avêtin
14:20 Leşkeran posterên Ahmet Kaya dan jêbirin
14:17 Malbata Şenyaşar piştî 6 sal û 4 mehan şîn danî
14:16 Li Şengalê bertek nîşanî êrişên hewayî hate dayin
13:41 DBP: Sekna me ya li dijî êrişan dê berxwedan be
13:08 Serra Bucak: Divê em tevek ji bo aştiyê bixebitin û ev berpirsyariya me tevan e
12:57 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî hevdîtina li Îmraliyê daxuyanî da
12:55 Yerlîkaya nav aşkere kir
12:53 Faîlê ku Evîn Demîrtaş qetil kir 3 roj in winda ye
12:15 Mazlum Ebdî: Tirkiye sivîlan hedef digire, ev sûcê şer e
12:04 Serdana 20 girtîgehan hate kirin: Gelek binpêkirinên giran hene
12:01 HSD: Em ê li dijî van êrişan Rojava biparêzin
11:50 Rêveberiya Xweser: Dewleta tirk sûcên şer dike
11:46 Bi hinceta ‘ragihandina rêxistinî’ şandina çîrokê ya ji zarok re asteng kirin
11:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdanek nû kirin
11:15 Cerdevanên nexwestin biçin operasyonê daxwaznameyên îstîfayê dan
10:58 Di doza rojnameger Muftuoglû de biryara beraetê hate dayin
10:41 Girtiya ku hatibû îdiakirin întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da
10:28 Karayilan: Aliyê kurd nabêje na lê rê nade taktîkên şerê taybet jî
10:26 DEM Partî: Divê demildest dawî li bombebarankirina li dijî qadên jiyana sivîlan bê anîn
10:10 Tehliye bi hinceta ‘halnebaşiyê’ tên astengkirin: Ezyetê li girtiyan dikin
10:05 Ji Abdullah Ocalan peyama ewil
10:03 Serokê Baroya Amedê Guleç: Destnîşankirina mafê hêviyê girîng e
09:58 Di êrişa li dijî stasyona Siwêdiyê de 8 kes hatin qetilkirin
09:54 Dayikên girtî beriya danişînê banga piştevaniyê kirin
09:13 Li Herêma Kurdistanê niha jî nîqaşên avakirina hikûmetê dest pê kirin e
09:08 Serokê Şaxa ÎMO'yê Korkmaz: Amed ji bo erdhejê ne amade ye
09:03 Di 21 rojên girtîgehê de 15 caran sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin
09:01 Dêrik: Xeta Bêrîtan hê jî li dijî 'xiyanetê' li ber xwe dide
09:00 ROJEVA 24’Ê COTMEHA 2024’AN