Sûc tune be jî dikare bê afirandin: Hevdîtina nûçeyê ya li gor armancên rêxistinê

  • rojane
  • 09:02 28 Cotmeh 2024
  • |
img

AMED - Di îdianameya der barê Hevserokê MED-DER'ê yê berê Rifat Ronî de hat amadekirin de, daxwaza hevpeyvînê ya televîzyona K24'ê ya Serwezîrê Herêma Kurdistana Federe Mesrûr Barzanî wekî "hevdîtina nûçeyê ya li gor armancên rêxistinê" hat wesifandin û hat xwestin ku Ronî bi "endamtiya rêxistinê" bê cezakirin. 

Bi îdiayên îtirafkar Umît Akbiyik, di 24'ê Îlonê de li Amedê bi ser saziyên ziman de hatibû girtin. Di çarçoveya lêprisîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de 30 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên binçavkirî Hevserokê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) ê berê Rifat Ronî hatibû girtin.
 
Îdianameya der barê Ronî de hat amadekirin. Di îdianameyê de hat derpêşkirin ku Ronî girêdayî "komîteya pêngavê" ye ku hat îdiakirin saziyên ziman, saziyên çand û hunerê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kmeleya 78'an û gelek saziyên din de di nav de ne. 
 
'JI XEYNÎ TIRKÎ PERWERDEHIYEKE BI ZIMANÊ DIN NAYÊ KIRIN'
 
Di îdianameyê de, îşaret bi xala 42'yemîn a Destûra Bingehîn hat kirin ku dibêje "ji bilî tirkî perwerdehî bi zimanekî din nayê dayîn" û di vê çaçroveyê de ji bo komeleyên ku kursên kurdî didin wiha hat gotin: "Li bajarên Rojhilat û Başûrêrojhilatê bi armanca dibistanên alternatîfên Perwerdehiya Neteweyî tevdigerin." 
 
Di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku lêpirsîn bi beyanên şahidê veşarî yê bi koda "Y3K8AN77RE73" û îtirafkar Umît Akbiyik hatiye destpêkirin û û lêpirsîna der barê Ronî de jî bi lêpirsîna ku bi îdiaya di HDK'ê de peywir stendiye hatiye yekkirin. Di îdianameyê de endmatiya Ronî ya li MED-DER'ê, Serokatiya Lijneya Rêveber, kovar û pirtûkên di lêgerîna li malê de hatine desteserkirin û telefona wî ya hê jî lêkolînkirina wê nehatiye temamkirin wekî" delîlên sûc" hatine hesibandin. 
 
HEVDÎTINA BI SEROKÊ KOMELEYA 78'AN RE WEKÎ SÛC HATIYE HESIBANDIN
 
Di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku telefona Ronî ji 21'ê Îlona 2023'yan heya 21'ê Adara 2024'an hatiye guhdarîkirin û bi awayekî teknîkî hatiye şopandin û di vê çarçoveyê de hatiye tespîtkirin ku Ronî di kongreya MED TÛHAD FED'ê de serokatiya dîwanê kiriye. Di îdianameyê de ev yek wekî "xebateke îllegal" hatiye nirxandin û hatiye diyarkirin ku Ronî bi kesekî ku navê wî nehatiye diyarkirin, lê "qeyda wî ya terorê" heye hevdîtin kiriye. Her wiha hevdîtina bi rêya telefonê ya Ronî ya bi Serokê Komeleya 78'an ê berê Abdulganî Alkan re jî wekî sûc hatiye hesibandin. 
 
Di îdianameyê de hatiye gotin ku axaftina Ronî di çaçroveya "armanca rêxistinê" de hatiye kirin û daxwaza hevpeyvînê ya televîzyona K24'ê ya Serwezîrê Herêma Kurdistana Federe Mesrûr Barzanî wekî "hevdîtina nûçeyê ya li gor armancên rêxistinê" hatiye wesifandin. 
 
Serdana Ronî ya li malbatên girtiyan, Dayikên Aştiyê de jî wekî tiştekî "rêxistinî" hatiye îdiakirin û 10 hevpeyvînên wî yên bi ajansan re jî wekî sûc hatine hesibandin. Her wiha beşdariya Ronî ya li bîranîna Cegerxwîn, daxuyaniya ji bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî, meşa 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê, deklarasyona Cejna Zimanê Kurdî jî wekî "propagandaya rêxistinê" hatine wesifandin. 
 
Di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku li Stenbolê di avaêtina ser HDK'ê de, di materyalên hatine desteserkirin de navê Ronî jî hebûye û HDK wekî "rêxistina terorê ya çekdarî" hatiye wesifandin. 
 
Di îdianameyê de hatiye parastin ku Ronî di avaniya hiyerarşîk a rêxistinê de cih digire û ji ber vê bi awayekî fiîlî "endamê rêxistinê" ye û hatiye xwestin ku bi "endamtiya rêxistinê" bê cezakirin. 
 
Îdianame ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê ve hat qebûlkirin û danişîna ewil wê di 17'ê Kanûnê de bê lidarxistin. 
 
MA / Mujdat Can 
 
 

Sernavên din

12:05 Şîna Aktaş bi girseyî hate ziyaretkirin
11:54 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:37 Jinek li Qoserê bi awayekî guman mir
11:10 Piştgirî dan parêzerê di danişînê de hatibû binçavkirin: Parastin dê serî netewîne
10:48 HDK dê lijneya giştî li dar bixe: Bi hev re ber bi azadiyê ve
10:21 Xemla payîzê û dermanê bapêşê: Şîlan
10:19 Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re: Îdia û rastî
10:12 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî hat destpêkirin
10:09 Nijadperestan êrişî daweta kurdan kir: Em li vir muzîka kurdî û kurdan naxwazin
09:31 Ji Şaredariya Êlihê kreşa pirzimanî
09:25 Ji OGK'ê kargehên xweparastinê: Jiyaneke din pêkan e
09:02 Sûc tune be jî dikare bê afirandin: Hevdîtina nûçeyê ya li gor armancên rêxistinê
09:00 Parêzer Coşacak: Divê mafê hêviyê nebe qurbana siyasetê
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2024'AN
27/10/2024
21:23 Êrişî Garê hat kirin
19:55 Hevserokên giştî yên nû yên ESP’ê diyar bûn
16:48 Xelkê Dêrik û Amûdê li dijî êrişan daketin qadan
16:20 Komeleya Ekolojiyê ji bo zarokan çalakî li dar xist
16:19 ‘Bila qada hewayî ya Rojava ji balafirên dewleta tirk re bê girtin’
15:28 Silha malbatên Şenyaşar û Yildiz hate kirin
14:06 Hesabên medyaya dijîtal ên hunermend Rotînda hatin girtin
13:59 DEM Partiyê li Rihayê silha du malbata kir
13:51 Bakirhan: Sermuzakerevan birêz Ocalan e
13:28 Li Îsraîlê kamyonê li rawestgeha otobûsan xist: 35 kes birîndar bûn
12:48 Rêveberiya Xweser: Dewleta tirk hezar û 31 caran êriş kir û 17 kes hatin qetilkirin
11:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 30 navend ji xizmetê derketin
11:22 Encamnameya civîna PM’a DEM Partiyê: Divê mercên azadiyê yên Ocalan bên avakirin
11:21 Parlamentoya Iraqê dê cara dawî ji bo ‘Qanûna Statûya Şexsî’ bicive
10:56 Li Wanê ajokar nikarin debara xwe bikin: Heya pergal neguhere wê wiha be
10:54 Hejmara nû ya Kovara Jinê derçû
10:52 Bertekên li dijî êrişan: Îktîdara siyasî pêvajoyeke durû dimeşîne
09:58 Cînayeta Narîn Guran: Îdianame ji tespîtkirina faîlê rast dûr e
09:50 Rewşa girtiyê nexweş Gemîcîoglû di qonaxeke krîtîk de ye
09:30 ‘Tirkiye demildest divê ji bo 'mafê hêviyê' sererastkirinên qanûnî bike'
09:04 ‘Balafir radibin, aborî ber bi sifirê ve diçe'
09:03 16 caran êriş li ser Şengalê pêk hatin: Tirkiye li Şengal û Rojava sûcên şer dike
09:02 Albur ê astengdar hest û nêrînên xwe bi muzîkê dijenîne
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2024'AN
08:54 Navenda Kobanê û 366 gund bêceyran man
08:50 Li Rihayê ciwanek a 18 salî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
26/10/2024
20:32 Bejahiya Eyn Îsa û Girê Spî tên topbarankirin
15:57 Bi girseyî serdana şîna Dayika Aştiyê hat kirin
15:53 Tirkiyeyê êrişî Amûdê kir: 8 welatî birîndar bûn
15:32 Li Stenbol û Enqereyê hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
14:45 DEM Partiyê li Semsûrê du malbat li hev anîn
14:30 Li Îzmîrê aqûbeta Cemîl Kirbayir hate pirsîn
13:47 ‘Em ê pirsîna aqûbet û faîlên windakiriyan bidomînin’
13:23 Dayikên Şemiyê: Divê zemîna şer veguhere zemîna aştiyê
11:47 Rapora têkildarî mirina Rojînê: Mîde tejî xwarin bû
11:31 Rejîma Îranê kolberek din qetil kir
10:36 ‘Tundiya sîstematîk li Evîn Demîrtaş dihat kirin’
10:20 Li Hezexê hejmara binçavkiriyan derket 9 kesan
10:20 3 jê Dayikên Aştiyê 9 kes ji girtîgehê derketin
09:28 Nesteren Davûtoglû: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe tu pêşketin çênabe
09:03 Girtîgehê tehliyeya girtî bi ‘fikar’ dît!
09:03 Şirketa Olmez ê AKP'yî gundên Pîrejma û Herido talan dike
09:02 Avesta banga dersên kurdî dike: Serlêdana qeydan di 2'yê mijdarê de diqede
09:02 Şaredarê Nablûsa Filistînê Shakhshir: Divê dinya ji Îsraîlê re bêje bes e
09:02 Di 9 mehan de hezar û 76 jinan li dijî tundiyê serî li Baroya Amedê daye
09:02 Li Silopiya cotkarên pembû bi gazinc in
09:00 Li ‘Gerstêrka Nehemîn’ hosteyê çêkirina kişikê
09:00 Bakkalci: Nabe ku ‘mafê hêviyê’ bibe mijara bazariyê
09:00 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Divê dewlet gavên şênber biavêje
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2024'AN
08:34 Îsraîlê êrişî Îranê kir: Hedef binesaziya drone û fuzeyan bû
25/10/2024
23:36 Bîlançoya êrişên li ser Rojava hat eşkerekiriN
22:37 Aktaş ê li Mêrdînê jiyana xwe ji dest da hate veşartin
22:22 Rêveberiya Xweser: Em bang li Koalîsyona Navneteweyî dikin ku pêşî li qirkirina Tirkiyeyê bigire
22:13 Wezîrekê YNK’yî îstîfa kir
20:54 Li Sakaryayê 2 karker mirin
19:45 Qedexeya alîgiran a ji bo maça Amedsporê hat rakirin
18:01 Di doza DÎAYDER'ê de ceza li 16 kesan hat birîn
16:37 Derbarê 9 kesên li Bilêxşe hatibûn girtin de biryara berdanê hate dayîn
16:24 Ji bo maça Amedsporê biryara qedexeya alîgiran: Em ê dernekevin maçê
16:06 Girtiya nexweş Karaguzel li Amedê hate girtin
16:01 KESK’ê xwest ku endamên wan ên hatine îxrackirin li karê wan bên vegerandin
15:34 Cenazeyê Aktaş hate teşhîskirin
14:11 Sê sal û 9 meh cezayê hefsê dan Beyoglû yê AKP’î
14:08 Saziyên sivîl ên Wanê: Temîzer ji ber nexweşiya epîlepsiyê jiyana xwe ji dest daye
13:45 Bîlançoya 3 rojan a êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
13:43 Piştî hate binçavkirin birin herêma operasyonê
13:14 Li Brukselê kongreya ‘Rêya Sûriyeya Demokratîk’
12:57 Dayika Aştiyê Oner jiyana xwe ji dest da
12:35 Jinan serdana şîn û gora Evîn Demîrtaş kirin
12:26 Parêzer di dema danişînê de hate binçavkirin
12:15 Di êrişa Îsraîlê de 3 rojnamevan hatin kuştin
11:36 NPG’ê têkildarî TUSAŞ’ê daxuyanî da
11:18 Dîmenên kêliya êrişa li dijî DEM Partiyê derketin holê
11:15 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:39 Li 31 bajaran 176 kes hatin binçavkirin
10:26 Mehmet Altan: Heke tu pirsgirêka kurd çareser nekî dê hin kesên din çareser bikin
10:15 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin
10:02 Li Şengalê herî kêm 10 herêm hatin bombebarankirin
09:55 Kampanyaya milyonek name ya ji bo 'mafê hêviyê' yê Abdullah Ocalan
09:33 Bayramoglû: Ocalan dê pirsgirêka kurd derbasî qonaxeke pir cuda bike
09:31 Kuçeyên Wanê: Em ne gotinê, pratîkê dixwazin
09:27 Parêzerê Temîzer: Pêvajoyeke ber bi mirinê ve hat meşandin
09:00 Ev 18 sal in bi keda destên xwe teşe dide daran
09:00 25'Ê COTMEHA 2024'AN
08:41 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di tevahiya şevê de domiyan