Nijadperestan êrişî daweta kurdan kir: Em li vir muzîka kurdî û kurdan naxwazin

  • rojane
  • 10:09 28 Cotmeh 2024
  • |
img
ÇANAKKALE - Komek nijadperest bi hinceta stranên kurdî êrişî dawetek malbata ji Agiriyê kir. Piştî ceyran hat qutkirin êrişî ciwanekî kirin û wî şêlandin. 
 
Li navçeya Çan a Çanakkaleyê di 26’ê cotmehê de li hemberî daweta malbatek ji agiriyê êrişek nijadperest hat kirin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; komek ku ji alîgirên Çansporê ya bi navê “17. Alay” pêk dihat bi hinceta stranên kurdî du sê caran ceyrana eywana dawetê hat qutkirin. Malbatê ji ber hewldana êrişa koma nijadperest neçar ma ku dawetê zû biqedîne. Dawetvanî ji eywanê veqetiyan lê ciwanek ji mala xwediyê dawetê bi êrişa koma nijadperest re rû bi rû ma. Komê piştî êrişî wî ciwanî kir, telefon û pereyên li ser wî dizîn ango ciwan şêlandin. Malbatê ji koma êrişkar pere û telefonê paşve xwestin. Koma êrişkar vê bersivê da malbatê: “Em komek ji 50 kesan pêk tên li benda we bûn, werin telefon û pereyên xwe werbigirin.” Malbata ji Agiriyê çû cihê ku êrişkaran ji wan re gotiye û malbat li vir bi êrişa bi dar û keviran a nijadperestan re rû bi rû ma. 
 
Gelek ferdên malbatê di êrişê de birîndar bûn. Ji ferdên malbatê û êrişkaran herî kêm 10 kes hatin binçavkirin. Binçavkiriyan piştî îfade dan dozgeriyê hatin berdan. Hat zanîn ku wê malbat der barê êrişkaran de gilî bike. 
 
LI SER GRÛBA WHATSAPPÊ ORGANÎZE KIRIN E 
 
Derket holê ku êrişkaran xwe li ser grûba Whatsappê bi navê "Alaya 17’emîn a Sor (Kıpkırmızı 17. Alay)” xwe bi rêxistin kirin e. Di peyamên grûba Whatsappê de derket holê ku kesê bi navê Sezaî Kaya gotiye, “Govenda kurdî li kut ê gerandin. Birayên min viya hîn bibin, biçin binêrin, ka cihê wê ku ye.” Batuhan B. jî wiha bersiv daye: “Xalo deng ji cihekî tê. Em jî dibihîzin.” Piştre Furkan Sokelî jî diyar kiriye ku wî cihê eywana dawetê dîtiye û wiha peyam ji grûbê re şandiye: “Keko em li vir in. Yek asayîş heye, yek jî trafîk heye. Stranên xwe veguherandin tirkî. Sazbend ji Stenbolê hatine.” 
 
Sezaî Kaya diyar kiriye ku şalteran danîne û gotiye: “Tişta pêwîst hat kirin. Birano deng hat qutkirin.” Huseyîn Efe jî wiha bersiva daye: “Reîs deng qut bû, tengasiyek tine ye.” Sezaî Kaya wiha peyam dinivisîne: “Bûyer temam e, tişta ku ket serê milê me pêk hat. Li hemberî kurdan gelek alerjiya min heye.” 
 
 
SPASIYA ŞAREDARÊ CHP’Ê HATIYE KIRIN 
 
Derket holê ku koma êrişkar bi navê “17. Alay" xwe li ser Facebook û Whatsappê organîze kirin e. Di Facebookê de hat dîtin ku endamên grûbê xwe li ser hesabên xwe yên şexsî peyamên gefxwarinê weşandin e. Endamê grûba alîgiran a bi navê "17. Alay" Sezaî Kaya têkildarî êrişê ev peyam parve kiriye: “Li vî welatî kes nikare li muzîka kurdî guhdar bike û bide guhdarkirin. Îro êvarê Harûn başkan û Mûrat Okan başkan ên ku ji vê re bûn asteng û ji ciwanên Çanê fam kirin, xwedê ji we razî be, mala we ava ku we me neşikandiye, em spasiya we dikin. Dema mijar bibe welat em her daîm yek in. Ev welat ne vala ye, ev der çala rastî ye… Ez li ser navê xwe û birayên xwe spasiya we hemûyan dikim.” 
 
Hat zanîn ku Mûrat Okan ê ku Sezaî Kaya spasiya wî kiriye Serokê AKP’ê yê Navçeya Çanê ye û kesê bi navê “Harûn Başkan” jî Şaredarê Çanê yê CHP’yî Harûn Arslan e. 
 
ŞÎROVEYÊN NIJADPEREST 
 
Hat dîtin ku li bin parvekirina Kaya hin şîroveyên nijadperest jî hatine kirin. Kesê bi navê Ahmet Ozturk şîroveya, “Yê ku xeyala wî Kurdistan e wê jê re bibe qebristan.” Bikarhenerê bi navê Hakan Dayi jî ev şîrove kiriye: “Ricayek min ji rêveberên navçeya me heye. Em di zemanek hesas de derbas dibin. Di daweta îşev de deng pirr zêde bûn, me sor dikir, hemû Çanê bihîst. Em bûn asteng. Nexwê wê îşev bi tengazî derbas bibûya. Em ketin pêşiya vê yekê. Bila ji niha şûn ve her kes li ber dawetan tevdîr bigire.” Samed Dayi jî vê şîroveya nijadperest kiriye: “Reîs ev der Dewleta Komara Tirkiyeyê ye. Bila her kes hedê xwe dizanibe.” 
 
Di parvekirinan ser medya dîjîtal de hat dîtin ku Şaredarê Çanê yê CHP’yî Harûn Arslan çûye daweta lawê xalê xwe Samed Dayi yê ku şîroveya nijadperest kiriye û mehra wî biriye.
 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû 
 

Sernavên din

12:05 Şîna Aktaş bi girseyî hate ziyaretkirin
11:54 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:37 Jinek li Qoserê bi awayekî guman mir
11:10 Piştgirî dan parêzerê di danişînê de hatibû binçavkirin: Parastin dê serî netewîne
10:48 HDK dê lijneya giştî li dar bixe: Bi hev re ber bi azadiyê ve
10:21 Xemla payîzê û dermanê bapêşê: Şîlan
10:19 Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re: Îdia û rastî
10:12 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî hat destpêkirin
10:09 Nijadperestan êrişî daweta kurdan kir: Em li vir muzîka kurdî û kurdan naxwazin
09:31 Ji Şaredariya Êlihê kreşa pirzimanî
09:25 Ji OGK'ê kargehên xweparastinê: Jiyaneke din pêkan e
09:02 Sûc tune be jî dikare bê afirandin: Hevdîtina nûçeyê ya li gor armancên rêxistinê
09:00 Parêzer Coşacak: Divê mafê hêviyê nebe qurbana siyasetê
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2024'AN
27/10/2024
21:23 Êrişî Garê hat kirin
19:55 Hevserokên giştî yên nû yên ESP’ê diyar bûn
16:48 Xelkê Dêrik û Amûdê li dijî êrişan daketin qadan
16:20 Komeleya Ekolojiyê ji bo zarokan çalakî li dar xist
16:19 ‘Bila qada hewayî ya Rojava ji balafirên dewleta tirk re bê girtin’
15:28 Silha malbatên Şenyaşar û Yildiz hate kirin
14:06 Hesabên medyaya dijîtal ên hunermend Rotînda hatin girtin
13:59 DEM Partiyê li Rihayê silha du malbata kir
13:51 Bakirhan: Sermuzakerevan birêz Ocalan e
13:28 Li Îsraîlê kamyonê li rawestgeha otobûsan xist: 35 kes birîndar bûn
12:48 Rêveberiya Xweser: Dewleta tirk hezar û 31 caran êriş kir û 17 kes hatin qetilkirin
11:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 30 navend ji xizmetê derketin
11:22 Encamnameya civîna PM’a DEM Partiyê: Divê mercên azadiyê yên Ocalan bên avakirin
11:21 Parlamentoya Iraqê dê cara dawî ji bo ‘Qanûna Statûya Şexsî’ bicive
10:56 Li Wanê ajokar nikarin debara xwe bikin: Heya pergal neguhere wê wiha be
10:54 Hejmara nû ya Kovara Jinê derçû
10:52 Bertekên li dijî êrişan: Îktîdara siyasî pêvajoyeke durû dimeşîne
09:58 Cînayeta Narîn Guran: Îdianame ji tespîtkirina faîlê rast dûr e
09:50 Rewşa girtiyê nexweş Gemîcîoglû di qonaxeke krîtîk de ye
09:30 ‘Tirkiye demildest divê ji bo 'mafê hêviyê' sererastkirinên qanûnî bike'
09:04 ‘Balafir radibin, aborî ber bi sifirê ve diçe'
09:03 16 caran êriş li ser Şengalê pêk hatin: Tirkiye li Şengal û Rojava sûcên şer dike
09:02 Albur ê astengdar hest û nêrînên xwe bi muzîkê dijenîne
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2024'AN
08:54 Navenda Kobanê û 366 gund bêceyran man
08:50 Li Rihayê ciwanek a 18 salî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
26/10/2024
20:32 Bejahiya Eyn Îsa û Girê Spî tên topbarankirin
15:57 Bi girseyî serdana şîna Dayika Aştiyê hat kirin
15:53 Tirkiyeyê êrişî Amûdê kir: 8 welatî birîndar bûn
15:32 Li Stenbol û Enqereyê hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
14:45 DEM Partiyê li Semsûrê du malbat li hev anîn
14:30 Li Îzmîrê aqûbeta Cemîl Kirbayir hate pirsîn
13:47 ‘Em ê pirsîna aqûbet û faîlên windakiriyan bidomînin’
13:23 Dayikên Şemiyê: Divê zemîna şer veguhere zemîna aştiyê
11:47 Rapora têkildarî mirina Rojînê: Mîde tejî xwarin bû
11:31 Rejîma Îranê kolberek din qetil kir
10:36 ‘Tundiya sîstematîk li Evîn Demîrtaş dihat kirin’
10:20 Li Hezexê hejmara binçavkiriyan derket 9 kesan
10:20 3 jê Dayikên Aştiyê 9 kes ji girtîgehê derketin
09:28 Nesteren Davûtoglû: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe tu pêşketin çênabe
09:03 Girtîgehê tehliyeya girtî bi ‘fikar’ dît!
09:03 Şirketa Olmez ê AKP'yî gundên Pîrejma û Herido talan dike
09:02 Avesta banga dersên kurdî dike: Serlêdana qeydan di 2'yê mijdarê de diqede
09:02 Şaredarê Nablûsa Filistînê Shakhshir: Divê dinya ji Îsraîlê re bêje bes e
09:02 Di 9 mehan de hezar û 76 jinan li dijî tundiyê serî li Baroya Amedê daye
09:02 Li Silopiya cotkarên pembû bi gazinc in
09:00 Li ‘Gerstêrka Nehemîn’ hosteyê çêkirina kişikê
09:00 Bakkalci: Nabe ku ‘mafê hêviyê’ bibe mijara bazariyê
09:00 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Divê dewlet gavên şênber biavêje
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2024'AN
08:34 Îsraîlê êrişî Îranê kir: Hedef binesaziya drone û fuzeyan bû
25/10/2024
23:36 Bîlançoya êrişên li ser Rojava hat eşkerekiriN
22:37 Aktaş ê li Mêrdînê jiyana xwe ji dest da hate veşartin
22:22 Rêveberiya Xweser: Em bang li Koalîsyona Navneteweyî dikin ku pêşî li qirkirina Tirkiyeyê bigire
22:13 Wezîrekê YNK’yî îstîfa kir
20:54 Li Sakaryayê 2 karker mirin
19:45 Qedexeya alîgiran a ji bo maça Amedsporê hat rakirin
18:01 Di doza DÎAYDER'ê de ceza li 16 kesan hat birîn
16:37 Derbarê 9 kesên li Bilêxşe hatibûn girtin de biryara berdanê hate dayîn
16:24 Ji bo maça Amedsporê biryara qedexeya alîgiran: Em ê dernekevin maçê
16:06 Girtiya nexweş Karaguzel li Amedê hate girtin
16:01 KESK’ê xwest ku endamên wan ên hatine îxrackirin li karê wan bên vegerandin
15:34 Cenazeyê Aktaş hate teşhîskirin
14:11 Sê sal û 9 meh cezayê hefsê dan Beyoglû yê AKP’î
14:08 Saziyên sivîl ên Wanê: Temîzer ji ber nexweşiya epîlepsiyê jiyana xwe ji dest daye
13:45 Bîlançoya 3 rojan a êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
13:43 Piştî hate binçavkirin birin herêma operasyonê
13:14 Li Brukselê kongreya ‘Rêya Sûriyeya Demokratîk’
12:57 Dayika Aştiyê Oner jiyana xwe ji dest da
12:35 Jinan serdana şîn û gora Evîn Demîrtaş kirin
12:26 Parêzer di dema danişînê de hate binçavkirin
12:15 Di êrişa Îsraîlê de 3 rojnamevan hatin kuştin
11:36 NPG’ê têkildarî TUSAŞ’ê daxuyanî da
11:18 Dîmenên kêliya êrişa li dijî DEM Partiyê derketin holê
11:15 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:39 Li 31 bajaran 176 kes hatin binçavkirin
10:26 Mehmet Altan: Heke tu pirsgirêka kurd çareser nekî dê hin kesên din çareser bikin
10:15 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin
10:02 Li Şengalê herî kêm 10 herêm hatin bombebarankirin
09:55 Kampanyaya milyonek name ya ji bo 'mafê hêviyê' yê Abdullah Ocalan
09:33 Bayramoglû: Ocalan dê pirsgirêka kurd derbasî qonaxeke pir cuda bike
09:31 Kuçeyên Wanê: Em ne gotinê, pratîkê dixwazin
09:27 Parêzerê Temîzer: Pêvajoyeke ber bi mirinê ve hat meşandin
09:00 Ev 18 sal in bi keda destên xwe teşe dide daran
09:00 25'Ê COTMEHA 2024'AN
08:41 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di tevahiya şevê de domiyan