RIHA - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Esenyûrtê da û wiha got: “Em desteserkirina îradeya gel qet qebûl nakin.”
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê têkildarî tayînkirina qeyûm a li navçeya Esenyûrta Stenbolê li Qada Topçû daxuyanî da. Pêkhateyên platformê, parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar, rêxistinên DBP’ê û CHP’ê yên bajêr tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Îradeya gel nikare were xespkirin, rê nadin qeyûm!” hate vekirin.
Hevseroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Rihayê Zeynep Dîlek Polat li vir axivî û got: “Divê ev bêhiqûqiya ku tê wateya binpêkirina mafên bi milyonan hilbijêrên li kêleka Şaredar Ahmet Ozer demildest bê sekinandin û Ahmet Ozer bê berdan û li wezîfeya xwe bê vegerandin. Weke Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Rihayê, em tu carî desteserkirina îradeya gel qebûl nakin. Em careke din îlan dikin ku li dijî van destwerdanên li demokrasiyê bi bikaranîna çûvê darazê re em ê bi biryardarî ji bo welatekî demokratîk ku aştî û azadî lê heye têbikoşin.”
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê ya 2 deqîqeyan hate lidarxistin. Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Li dijî faşîzmê mil bi mil” û çepikan bi dawî bû.