MÊRDÎN - Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr diyar kir ku dê li dijî tayînkirina qeyûm paşvegavê neavêjin û wiha got: “Roj roja xwedîderketina li vîna xwe ye.”
Çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûman a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û şaredariyên Êlih û Xelfetî ya Rihayê yên DEM Partiyê didomin. Li dijî qeyûm, li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê jî “Çalakiya nobetê” hate destpêkirin.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr têkildarî tayînkirina qeyûm axivî.
‘GEL BERTEKA XWE NÎŞAN DA’
Demîr, diyar kir ku gel tayînkirina qeyûm vala derxistiye û wiha got: “Gelê me mîna her carê îcar jî berteka xwe nîşan da. Beriya niha bi du caran qeyûm tayîn kiribûn û gel derketibû kolanan û li ser sindoqan bersiveke mezin dabû. Bi heman awayî dîsa berteka xwe nîşan da. Ev jî nîşan dide bê ka gel çiqas ji polîtîkaya qeyûm aciz e. Tayînkirina qeyûm exlaqî nîne û em qebûl nakin. Lê dîsa jî surprîz nebû. Ji roja ewil a hilbijartinan heta niha qala vê îxtîmalê dihat kirin. Dixwestin vê mijarê her zindî bihêlin.”
‘EM Ê PAŞVEGAVÊ NEVAÊJIN Û LI BER XWE BIDIN’
Demîr, da zanîn ku qeyûman heta niha li pey xwe talaneke mezin hiştine û wiha pê de çû: “Em ê tevî gel li ber xwe bidin. Ji ewil qala asayîbûn, pêvajoyeke nû û çareseriyê dikin û piştre pêvajoyeke wiha birêve dibin. Ev jî nîşan dide ka aqilê dewletê çiqas tevlihev e. Ji kontrolê derketine. Nizanin dê çi bikin. Ne em ne jî hilbijêrên me vê rewşê qebûl nakin. Em ê paşvegavê neavêjin û li ber xwe bidin. Gelê me xwedî li îradeya xwe derdikeve û em jî dê di nav gel de û li ser karê xwe bin.”
‘DÎMENÊ DAGIRKERIYÊ’
Bi domdarî Demîr ji bo rewşa niha li şaredariyê pênaseya “dîmenê dagirkeriyê” kir û ev tişt anî ziman: “Nahêlin gel û xebatkar bikevin şaredariyê. Heta xebatkaran jî hildibijêrin û wisa digirin hundir. Hûn kê ji kê diparêzin? Gel bi xwe hevşaredar, endamên meclisê û rêveber hilbijart. Tu kî yî û çawa qedexe dikî? Tu rêya çi digirî? Madem tu vê pêvajoyê rewa dibînî, wê demê xwe ji çi diparêzî? Heke mesele şexs bûya dê pêvajoyeke cuda dabûna destpêkirin. Dê meclis ji holê ranekiribûna. Ev biryareke siyasî ye. Mesele sûc an jî sûcdar nîne, ew jî dizanin ku vîna gel desteserkirin. Lewma ditirsin û ewqas polîs û TOMA kom kirine.”
‘DÊ ÇALAKIYÊN ME BIDOMIN’
Demîr, axaftina xwe wiha qedand: “Heta ku biryareke nû derdikeve dê çalakiyên me bidomin. Gel bi çalakiyan xwedî li vîna xwe derdikeve. Tevî rewşa nebaş a hewayî jî gel nobetê digire. Gel bibiryar e û dibêje ‘em ê tiştê aydê xwe bistînin.’ Roj roja xwedîderketina li vîna xwe ye. Em ê li dijî vê pergalê paşvegavê neavêjin. Cara 3’yemîn qeyûm tayîn kirin û di 8 salan de gelê Mêrdînê ji xizmetê bêpar hiştin. Roja qeyûm hatin heta niha kevir nedanîne ser kevir. Gel vê dibîne. Tevî 7 meh derbas bûbûn jî hêj mêvan dihatin. Gel digot; ‘Ev 8 sal bûn ev der ya me nebû, me aydê xwe nedidît lewma nediketin hundir. Îro ev der a me ye lewma em tên.’ Bêguman daxwazên wan hebûn. Ji ber ku ev 8 sal bûn xizmet jê re nedihat kirin. Me jî di van 7 mehan de bi qasî ji dest hat xwest xizmetê ji gelê xwe re bikin.”