TEKÎRDAG - Girtiyê siyasî Mehmet Başaran ku li girtîgehê krîza dil derbas kir û rakiribûn beşa lênihêrîna awarte, dîsa birin girtîgehê. Rêveberiya girtîgehê têkildarî rewşa Başaran agahî neda malbatê.
Girtî Mehmet Başaran ku niha li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a Tekîrdagê tê ragirtin û ev 20 sal in girtî ye, 4 roj berê krîza dil derbas kir. Başaran, li nexweşxaneyeke Tekîrdagê 3 rojan di beşa lênihêrîna awarte de dihat tedawîkirin. Rêveberiya girtîgehê têkildarî rewşa Başaran agahî bi malbata wî re parve nekir.
Başaran, îro li ser telefonê bi malbata xwe re hevdîtin kir û rewşa vegot. Malbatê da zanîn ku Başaran krîza dil derbas kiriye û nexweşxane bi nexweşxane hatiye gerandin. Malbatê, ev agahî da: “Mehmet got ku rewşa wî pir xerab e. Ji rêveberiya girtîgehê xwestiye ku agahiyê bide malbatê. Lê agahî nedan me. 3 rojan di beşa lênihêrîna awarte de ma. Îro jî birine girtîgehê. Demekî nêz berê ji çavê xwe emeliyat bûbû. Nexweşiya wî ya dil û çendek nexweşiyên din jî hene. Ji ber tenduristiya wî em bifikar in.”
Endamên malbatê xwestin têkildarî rewşa Başarn agahiyên berfireh bigirin û li rêveberiya girtîgehê geriyan. Malbatê da zanîn ku nekarîne xwe bigihînin tu kesan.