Seyîd Riza li Dêrsimê hate bibîranîn: Ên daxwaza wan aştî divê bi komkujiyê re hevrû bibin

  • rojane
  • 12:14 15 Mijdar 2024
  • |

DÊRSIM -Seyîd Riza û hevalên wî di 87’emîn salvegera qetilkirina xwe de li Dêrsimê hatin bibîranîn. Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît di bîranînê de axivî û got: “Yên daxwaza wan a aştiyê heye, divê bi komkujiyan re hevrû bibin. Hesabê didin û lêborînê dixwazin.” 

Ji pêşengên gelê kurd Seyîd Riza û hevalên wî ku 87 sal berê li Qada Bugdayê hatibûn bidarvekirin, hatin bibîranîn. Kesên bi pêşengtiya Hêzên Ked û Demokrasiyê li Kolana Hunerê hatin gel hev, bi pankarta “Me tu tiştek ji bîr nekir, me tu tiştek efû nekir Xo virra meke!” û bi wêneyên kesên hatin qetilkirin ber bi Qada Seyîd Riza ve meş li dar xistin. Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Hevberdevka Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mutlu û Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordu jî tev li meşê bûn. 
 
Serokê Şaxa Komeleya PSAK’ê ya Dêrsimê Alî Ekber Kaya, Seyîd Riza û hevalên wî bi bîr anî. Bername, piştî bi kirina duayan û bi vêxistina çirayan, bi rêzgirtinê dest pê kir. 
 
‘BILA LÊBORÎN WERE XWESTIN Û CIHÊN GORÊN WAN BÊN EŞKEREKIRIN’ 
 
Ergîn Tekîn li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê axivî. Tekîn, Seyîd Riza û hevalên wî bi bîr anî û got: “Bi ser re 87 sal derbas bûn lê em hêj jî êşa wan hîs dikin.” Tekîn, got ku hêj jî pişaftina sîstematîk didome, ji gelê Dêrsimê lêborîn nehatiye xwestin û arşîv nehatine parvekirin. Tekîn, wiha domand: “Bila bi awayekî fermî lêberînê bixwazin, arşîvan vekin û cihê gorên Seyîd Riza û hevalên wî bên nîşandan.” 
 
NEVIYÊ SEYÎD RIZA: EM Ê HESABA WÊ BIPIRSIN 
 
Piştre jî li ser navê komên baweriyan axaftin hatin kirin û kesên hatine qetilkirin hatin bibîranîn. Nevîçirkê Seyîd Riza, Seydalî Polat jî wiha got: “Zarokên me teqez dê rojekê hesaba vê ji we bipirsin. Em tevahiya şehîdên şoreşê bi rêzdarî bi bîr tînin.” 
 
Ji dayikên Elewiyan Menşûre Dogan diyar kir ku di wêneyê ser dîwarê Dêrsim 38’ê Seyîd Riza û hevalên wî pêxas û di stûyê wan de zincîr hatine sekinandin û got: “Ev, rastiya dewletê ye. Me ev jiya qet nebe bila tu kesên din nejîn. Em mecbûr nînin tolê hilînin. Hema êdî zilma xwe dîsa nepijînin û nedanin pêşiya mirovan, tu tiştekî din ji we naxwazin.” 
 
‘EM MECBÛRIN XWEDÎ LI VÊ MÎRATEYÊ DERKEVIN’ 
 
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî Seyîd Riza û hevalên wî bi bîr anî. Koçyîgît, destnîşan kir ku tekane sûcê Seyîd Riza, rêhevalên wî û 70 hezar mirovên bêguneh kurdbûna wan bû, serînetewandina an bû û teslîmnebûna wan bû. Koçyîgît, wiha domand: “Dixwestin hebûna xwe biparêzin lewma hatin qetilkirin. Di bin navê ‘otorîteya dewletê’ de li Dêrsimê 70 hezar insanên me qetil kirin. Di şikeftan de bi gazên jehrî xeniqandin. Bi singuyan zikê dayikên me qelaştin. Niha jî hewl dide dîrokê dîsa texrîb bikin. Dixwazin bi çîrokên pir cuda têkoşîna Dêrsimê reş bikin. Weke neviyên Seyîd Riza, weke zarokên Herde Derweş, weke rêhevalên Elîşêr, Zarîfe, Sakîne, Mazlum, Denîz û Îbrahîman em mecbûr in xwedî li vê mîrateyê derkevin.”
 
‘CIHÊN GORÊN WAN EŞKERE BIKIN’
 
Koçyîgît, got ku komkujiya li dijî Dêrsimê hêj didome û bal kişand ser qirkirinên ekolojiyê û polîtîkayên pişaftinê. Koçyîgît, destnîşan kir ku divê dewlet êdî biryarekê bide û ev tişt anî ziman: “Em bangekî eşkere dikin; gelo bi rastî jî hûn aştiyê dixwazin? Bi milyonan kes aştiyê dixwazin. Yên ku aştiyê dixwazin, divê bi komkujiyê re hevrû bibin, lêborînê bixwazin û tişta pêwîst bikin. Ev 87 sal in em cihê gorên Seyîd Riza û hevalên wî nizanin. Heke hûn di gotinên xwe de jidil bin, wê demê cihê gorên Seyîd Riza û rêhevalên wî nîşan bidin. Divê dewlet ji ber sûcên xwe hesabê bide û lêborînê bixwaze.” 
 
Koçyîgît, herî dawî got ku dê têkoşîna wan a li dijî zilmê berdewam bike û 
 
Merasîma bîranînê bi vêxistina findan û belavkirina loqmeyan bi dawî bû. 
 

Sernavên din

18/11/2024
12:03 Ji bo Ahmet Ozer dê serî li AYM’ê bidin
11:58 Polîsan bi ser avahiya DEM Partiyê ya Esenyurtê de girtin
10:52 Kesên tev li mitînga ‘Demokrasî û Azadiyê’ bûn: Muxatab Ocalan e
10:25 Şaredariya Peyasê dê 10 hezar şitlên darên fêkiyan belav bike
10:24 Jinên Wanî: Kolan biewle nînin, çima faîl nayên cezakirin?
09:58 Ji bo gelek bajarên bakurê Kurdistanê hişyarî hate kirin
09:46 Îsraîlê êrişî Lubnanê kir: 11 kes hatin kuştin
09:41 Sûlava Hewagê bi rengên payîzê xemilî
09:35 Li emniyetê gefa êrişa zayendî li binçavkiriyan xwarin
09:05 Xwebûn bi manşeta ‘Komara Qayûman’ derket
09:00 ROJEVA 18’Ê MIJDARA 2024’AN
17/11/2024
16:55 Li Esenyurtê çalakiya 25’ê Mijdarê: Bûdçeya ne ji bo şer, ji bo jinan
16:48 Kampanyaya li dijî qeyûman: 376 kes û saziyan piştgirî dan
16:27 Piştî mitîngê meş hat lidarxistin
16:00 Hatîmogûllari: Heke hûn jidil bin, ji ewil deriyên Îmraliyê vekin
15:29 Ayla Akat Ata: Gel dixwaze dengê Abdullah Ocalan bibihîse
14:57 Bayindir: Çareserî Abdullah Ocalan, navnîşan Îmrali ye
14:39 Davutoglû û Ahmet Turk hevdîtin kir: Pirên guftûgoyê ne hilweşînin
13:49 Botaniyan astengî nas nekirin û ber bi Êlihê ve dimeşin
13:40 Li Êlihê mitînga ‘Demokrasî û Azadiyê’ hat lidarxistin
13:31 Dayika Aklîme Hanas di qezaya trafîkê de birîndar bû
13:13 DEM Partiyê bertek nîşanî Tekîn de: Em ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê paşvegavê naavêjin
13:08 Jin ber bi qada mitînga ‘azadiyê’ ve dimeşin
13:01 Gel diherike qada mitîngê ya Êlihê
12:38 Partiyên DEVA û Pêşerojê ji bo çareseriyê çi difikirin?
12:13 Gelo Akşener dibe cîgira Erdogan?
12:00 Ji bo mitîngê bi rê ketin
11:44 Bi gotina ‘were vir walî’ bûbû rojev: Em ê têkoşînê bi ser bixin
11:16 Li Xurmatoyê teqîn
10:40 Rojnameger Karwan: Tirkiye ji PDK’ê hikûmeteke ji wê re xizmetê bike daxwaz dike
10:05 Parêzerê Abdullah Ocalan: Divê ji bo çareseriyê bingeha pêwîst were amadekirin
09:19 Hejmara 90'emîn a Kovara Jinê derket
09:02 Schlotthauer: Divê Abdullah Ocalan were berdan
09:01 Jin li Mexmûrê bi neteweya demokratîk re wekheviya zayendî ya civakî ava dikin
09:00 17’Ê MIJDARA 2024’AN
16/11/2024
16:08 Di nobeda li dijî qeyûm de banga ji bo mîtînga Êlihê
16:01 Dayikên Şemiyê ji bo Alî Tekdag doza edaletê kirin
15:57 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bi Serokê TBB’ê re civiyan
15:48 Banga 'bila girtiyên nexweş bên berdan'
15:39 Çîroka 3 windayan
13:09 Li Kolnê beriya mîtînga 'azadiyê' meş
12:31 Îmamoglû hat Mêrdînê
10:27 Li Îmraliyê şert û mercên 'Darbeya 17'ê Mijdarê' didomin
09:42 'Em dixwazin bajarên li ser esasê wekheviya zayendî ava bikin'
09:26 'Ji bo çareserkirina tundiya li ser zarok û jinan, guherîneke pergalî divê'
09:24 Banga ji bo 25'ê Mijdarê: Azadiya jinê azadiya civakê ye
09:04 Li Xelfetiyê di 7 mehan de 34 milyon deyn hat dayîn
09:00 ROJEVA 16’Ê MIJDARA 2024’AN
15/11/2024
16:27 Cihê mitînga Êlihê hate guherandin
15:50 DEM Partiyê hevdîtina xwe ya bi Partiya Saadetê re taloq kir
15:49 7 pêşnûmeyên têkildarî ziman û perwerdeyê heman rojê hatin redkirin
15:36 Ji girtiyên jin re qert hatin şandin
15:31 Ji bo mitînga ‘Demokrasî û azadiyê’ derî bi derî xebat meşandin
15:26 Dayikên Aştiyê ji bo Werîşe Mûradî bang kirin
15:21 Bîranîna Seyîd Riza: Cihê gorê wî eşkere bikin
14:38 Girtiyê destek û lingekî wî tune ye di hucreya yekkesî de tê ragirtin
14:17 Ji ber ku nexwest biçe ‘qawîşa kesên serbixwe’ tehliyeya wê taloq kirin
14:08 Xelkê Êlihê li dijî xespkirina îradeyê meşiya: Em ê bi ser kevin
13:55 Hevşaredaran bersiv dan îdiayên ‘xerckirinan’: Qeyûm bi rêya derewan hewl dide xwe rewa bike
13:15 24 roj in cenazeyan nadin malbatan
12:47 Berxwedana Xelfetiyê di roja 12’an de didome
12:38 Li Bagokê liv û tevgera hewayî heye
12:36 Karasu ‘hevdîtina bi telefonê ya bi Qendîlê re’ derewand
12:25 Dosyayên parêzbendiyê yên 5 wekîlan li Meclisê ne
12:14 Seyîd Riza li Dêrsimê hate bibîranîn: Ên daxwaza wan aştî divê bi komkujiyê re hevrû bibin
11:24 Li Meletiyê bi pileya 4,9 erdhej çêbû
11:20 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:52 Çakmak: Hevdîtinek nayê wateya bidawîbûna tecrîdê
10:19 Li Stenbolê zarokek hate girtin
10:17 Bayindir: Divê kesên azadî û demokrasiyê dixwazin tev li mitîngê bibin
09:52 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
09:51 Hevserokê KON-MED’ê Gok: Ji bo azadiyê em tev li mitînga Kolnê bibin
09:36 Di Doza Qontaxê de polîs hatibû girtin: Ji dozgerê Dadgeha Bilind daxwaza ‘awarte’
09:03 'Dosyeya ku di sala 2019'an de wekî sedema tayînkirina qeyûm hat nîşandan bi beraetê bi encam bû'
09:02 Girtî Serhat: Em bi pêkanînê 12'ê Îlonê re rû bi rû ne
09:01 Sonuk: Armanc birêvebirina civakeke yekreng, yekzayend û yekaqilî ye
Demîr: Qeyûm polîtîkaya dijminatiyê ya li hemberî kurdan e
09:00 Rojnamevan Duran: Tirkiye muzakereyê nake, dibêje 'teslîm bibin yan na em ê bişewitînin'
09:00 ROJEVA 15’Ê MIJDARA 2024’AN
14/11/2024
21:23 Gemîcîoglû hat berdan: 21 roj in li nexweşxaneyê ye
16:48 Baroyên bakurê Kurdistanê li Mêrdînê ne: Qeyûman paşve bikişînin
16:02 Li Wanê di 10 mehan de 10 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
16:01 Şaredariyên Wan û Tûşbayê li dijî tundiyê belgeya helwestê îmze kirin
15:32 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Amerîkaya Latîn kampanya hat destpêkirin
15:07 Danişîna doza ‘Meşa azadiyê’ hate taloqkirin
14:48 Ji bo jinên hatin qetilkirin şitil hatin danîn
14:36 DEM Partiyê bang kir: Werin ji bo aştiyeke birûmet em berpirsyartiyê li xwe bigirin
14:09 Li Êlihê ji bo 17’ê mijdarê bang: Ji bo parastina azadiyê em li qadan bin
13:46 Bi hinceta konserê derheqê Şaredariya Beykozê de lêpirsîn hate destpêkirin
13:45 Tîryakî: 11 roj in hêj biryara qeyûm nehatiye teblîxkirin
13:20 Berxwedana Xelfetiyê ya li dijî qeyûm didome
12:56 Tehliyeya Karak ê 29 sal in girtî ye 6 salên din taloq kirin
12:49 DAD: Bila cihê gora Seyîd Riza û hevalên wî bên eşkerekirin
12:33 Ji baroyan berteka hevpar: Qeyûm ne hiqûqî ne ne jî rewa ne
12:20 Li pêşiya Wezareta Karên Hundir çalakî: AKP’ê derbe kir
11:40 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:39 Sekreterê Yekîtiya Partîzanên Îtalyayê: Ji bo çareseriyê divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:14 Diljen Ronî ku konsera wî hat betalkirin: Dest ji vê helwesta dudilî berdin
09:04 Wê qeyûm li Stenbolê bi hevdîtina gel bê protestokirin
09:03 Serokê Giştî yê ÎHD'ê Kuçukbalaban: Ji bo biçin Îmraliyê dê serlêdanê bikin
09:01 Amadekariyên mîtînga 'azadiyê' didomin: Em bi ruhê seferberiyê beşdar bibin